Ji bo mitînga li dijî qeyûm dê beşdarvan ji 39 navçeyan bi wesayîtan bên veguhestin

  • rojane
  • 11:41 26 Hezîran 2024
  • |
STENBOL - Li Stenbolê amadekariya mitînga “em ê rê nedin qeyûm” didomin. Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz diyar kirin ku dê ji hemû navçeyan beşdarvanan bi wesayîtan veguhêzin qada mitîngê û ev bang kirin: “Werin em dengê xwe bi hev re bilind bikin.”
 
Hêzên Demokrasî û Aştiyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê di 29’ê hezîranê de bi dirûşma “Ji bo ked û azadiya xwe em ê rê nedin qeyûm” dê li Qada Kartal a Stenbolê mitîngekê li dar bixin. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz hemû hêzên demokrasiyê vexwendin mitîngê. 
 
XETA TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz bi lêv kir ku serkeftina DEM Partiyê desthilata AKP’ê û MHP’ê aciz kir û diyar kir ku vê yekê ewilî bi hewldana xespa vînê ya li Wanê xwe da der. Yangoz, bi lêv kir ku bi berxwedana li Wanê ev gava wan hate pûçkirin û bi bîr xist ku di berdewamiya wê de Şaredariya Colemêrgê hedef hate girtin. Yangoz, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berxwedan û piştevaniyek derxist holê.
 
‘MITÎNG DENGÊ HEVPAR Ê TÊKOŞÎNÊ YE’
 
Yangoz, anî ziman ku dixwazin têkoşîna ku dimeşînin bi mitîngekê tacîdar bikin û wiha got: “Herkes dizane ku heke em li ber qeyûm serî bitewînin, destkeftiyên me yên hatine qezenckirin jî dê yek bi yek bên wergirtin û dê şansê me yê ku şaredariyên din biparêzin jî nebe. Ji bilî vê em ê tecrîdê, binpêkirinên mafan ên li zindanan qebûl bikin. Ji bo ku em van hemûyan berovajî bikin me armanc kir ku em li cem hev bisekinin û gotineke hevpar bibêjin. Ev mitîngeke ku çepgir, sosyalîst, demokrat û jin di nav de ne li gel pêkhateyan bi biryareke hevpar hatiye wergirtin e. Di vê mitîngê de partiyên siyasî, rêxistinên kedê û sendîkayê, rêxistinên sivîl ên civakî, rêxistinên jinan an ku herkes cih digire. Ev mitîng ji bo me dengê hevpar ê têkoşîna ku em li dijî şaredariya xwe ya hatiye xespkirin didin e. Em herkesên ku li welat daxwaza aştî, demokrasî û edaletê dikin vedixwînin vê mitîngê.”
 
PEYAMA POLÎTÎKAYA QEYÛM 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz anî ziman ku dixwazin bi ser qeyûm ewilî gelê kurd peyamê bidin hêzên demokrasiyê û wiha got: “Peyama ku tê xwestin bê dayîn ev e ‘hûn dikarin hilbijêrin lê hûn nikarin bi rê ve bibin’. Tişta ku desthilata AKP’ê û MHP’ê dixwaze li herêmê pêk bîne ev e. Ji ber ku 2 serdeman ev polîtîkaya qeyûm meşandin û dixwazin di serdemeke din jî were pêkanîn.”
 
‘DÊ BEŞDARVANAN BI WESAYÎTAN JI NAVÇEYAN VEGUHÊZIN CIHÊ MITÎNGÊ’ 
 
Kalmaz, da zanîn ku li Stenbolê çalakiyên protestoyî yên li dijî qeyûm bênavber didomin û bi lêv kir ku mitînga li Kartalê di encama van çalakiyan de derket holê. Kalmaz wiha domand: “Têkildarî vê mitîngê bi rojane li hemû kolan, tax û navçeyên Stenbolê bi hêzên ked, aştî û demokrasiyê re xebatan dimeşînin. Têkildarî mitîngê komîteya me ya amadekar hate avakirin. Me serlêdana xwe kir. Xebatên me yên têkildarî mitîngê bi belavok, xebatên pankart û wesayîtên anonsê  li hemû tax û navçeyên Stenbolê bi awayekî zêde didomin. Roja mitîngê dê ji hemû navçeyan beşdarvan bi wesayîtan bên veguhestin.”
 
‘EM LI DIJÎ FAŞÎSMÊ DENGÊ XWE BI HEV RE BILIND BIKIN’ 
 
Kalmaz, herî dawî ev bang kir: “Ev mitîngeke ku li Stenbolê bi heftane berdewam dike û di encama hemû çalakiyan de derketiye holê ye û di vê wateyê de gelekî girîng e. Ev dê bibe peyama ku gelê kurd tu car ne bi tenê ye û gelê kurd û hêzên demokrasiyê li dijî rejîma faşîst a AKP’ê û MHP’ê têdikoşin. Di vê wateyê de ez hemû gelan, kedkaran, jinan, ciwanan, komên baweriyan, bi kurtasî her kesê vedixwînim mîtînga me ya ku dê bi dirûşma “Em ê ji bo ked û azadiya xwe rê nedin qeyûm” di 29’ê hezîranê de li dar bixin. Werin em li dijî polîtîkayên faşîzm û qeyûm bi hev re dengê xwe bilind bikin.”
 
 
 
 

Sernavên din

27/06/2024
10:58 Ji karesata ku 61 kesan jiyana xwe ji dest dan ders nehat girtin
10:52 Hejmara parlamenterên 7 bajaran guherî
10:24 Cenazeyê Cîn piştî heftiyekî hate veşartin
10:21 Li ber DEDAŞ’ê daxuyanî: Divê hesab ji berpirsiyaran bê xwestin
10:08 SODAP: Em ê dengê xwe yê li dijî qeyûm bilind bikin
Tevgera Şoreşger: Em ê li dijî faşîzmê li Kartalê bin
10:07 Meteorolojiyê ji bo Kurdistanê hişyariya bahozê kir
09:46 Li Bahçelîevlerê avahiyeke 7 qat hilweşiya
09:24 Bi 'kuştinê' gef li gundiyên Herêma Mawayê tê xwarin
09:23 Ozel: Dê salek û nîv piştre pêşhilbijartin bê lidarxistin
09:05 Dayika Medenî Yildirim: Kesên fermana kuştinê dan bûn şahid, em jî bûn mehkûm!
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 214’an de berdewam dike
09:02 Hevseroka KCDK-E'yê Zumrut: Xeta têkoşîna ya li dijî tecrîdê mezin dibe
09:01 Nefta li Gabarê kaniyên avê ziwa dike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:09 Li Elkê bi destê cerdevanan dar tên birîn
26/06/2024
23:09 Li Colemêrgê nobeta li dijî qeyûm dest pê kir
22:06 5 hezar û 890 name ji CPT’yê re hatin şandin
22:03 Ji Leyla Guvenê ji bo Îmraliyê ji 16 balyozxaneyan re name
21:59 Li Cenevreyê li dijî tecrîdê meş
18:57 Der barê 9 ciwanan de biryara tehliyekirinê
18:54 Di Doza Komkujiya Garê de biryar nehat dayîn
18:31 Li Cizîrê ji ber trafo şewat çêbû
16:58 Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye
16:54 OHD: Di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît û tundî zêde bû
16:42 Di navbera Kercews û Mîdyadê şewat derket
16:28 ‘Qeyûmê veşarî’ dê li ser kursiya walîtiyê ya bajar rûnê!
16:15 Ji bo qanûna qeyûm were betalkirin pêşniyazqanûn pêşkeşkirin
15:52 Dîroka hilbijartina Başûrê Kurdistanê diyar bû
15:21 Li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘rojên gel’ dest pê dike
15:08 Şêniyê gund AKP’î û walî derewand: Gotinên min li gorî xwe wergerandine
15:06 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Balûken birîn
14:52 Di daristana li Çermûgê de şewat derket
14:36 Tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê bang kirin
14:20 Li ser giliyê polîsê doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin
14:14 Doza Komkujiya Garê: Hevkara komkujiyê AKP ye
14:09 Şewatekî din a ji xetên ceyranê derketiye ji hêla kamerayan ve hate qeydkirin
13:25 Bû 4 roj ji Afşîn a 15 salî agahî nayên girtin
13:24 Artêşa tirk û komên paramîlîter li Efrînê 6 kes revandin
13:24 Di 12’ê Îlonê de îşkence dît: Îro jî tiştek neguheriye
12:43 Di salên 2023-2024’an de ji ber îşkenceyê bi hezaran serlêdan hatin kirin
12:32 Di doza Komkujiya Garê de roja biryarê: Parêzeran cibeyên xwe derxistin
12:28 Dayika jina hate qetilkirin: Tevî giliyan hate berdan
12:07 NATO’yê sekreterê xwe yê nû diyar kir
12:02 Şaredariyê îdiayên Ensarîoglû derewand
11:56 Dr. Ekîncî: Heke beşên şewitînê hebûna ewqas kes nedimirin
11:41 Ji bo mitînga li dijî qeyûm dê beşdarvan ji 39 navçeyan bi wesayîtan bên veguhestin
11:29 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:28 Di doza GOÇÎZDER’ê de cara duyemîn rapora MASAK’ê hat xwestin
11:04 Turkoglû: Dixwazin ji bo kujerên jinan efûyê derxînin
10:55 Di hevdîtina xizmên girtiyan û Wezîrê Edalatê de çi hate axaftin?
10:54 Mirina biguman bi gotina ‘psîkolojiya wî xerab e’ veşartin
10:39 Li Sêrtê Dîlan S. ya 27 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
10:33 Ahmet Turk: Em li sê wezaretan geriyan gotin ‘helîkoptera me ya bi şev dibîne nîne’
09:59 Hevserokê Şaxa EMO’ya Amedê: DEDAŞ hişyariyên me piştguh kir
09:45 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Cenazeyên Temel û Sala hatin definkirin
09:15 Li Wanê hejmara kesên tiryakê bi kar tînin nayê zanîn: Emniyet û Wezareta Dadê daneyan parve nakin
09:05 Li ser rêya TEM’ê rêzeqeza: Birîndar hene
09:03 Canpolat: Heta tecrîd bi dawî bibe wê çalakî bidomin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:59 Li Kanîreşê erdhej çêbû
25/06/2024
21:42 Rapor berpêşî Tûnçê ku tecrîdê red kir kirin
21:38 Huda Kaya hat tahliyekirin
19:39 Li Xarpêtê jinek hat qetilkirin
18:12 Li Colemêrgê nobeta li dijî desteserkirina vîna gel
17:31 Ekolojîst li herêma şewatê ne: Têkoşîna ekolojiyê bivênevê ye
17:17 Doza êrişa zayendî: Dozgerê nû ceza xwest
17:05 Kazim Koyûncû hate bîranîn: Xwest em xwedî li jiyana xwişk û biratiyê derkevin
16:54 Di salvegera 'Nobeda Azadiyê' de ji bo Îmraliyê banga navneteweyî hat kirin
16:16 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Şewat ji têlên ceyranê derket!
16:14 Şêniyên Kelekê bertaka ‘dewlet tunebû’ nîşanî şandeya AKP’ê dan
16:09 Li Wanê keviyên berfê yên li ser rêyan hatin paqijkirin
15:59 Li Xezeyê zêdetirî 200 xebatkarên alîkariya mirovî hatine kuştin
15:47 DEM Partiyê belavokên mitînga ‘li dijî qeyûm’ belav kirin
15:42 Ozel: Rapor nîşan didin ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê derketiye
15:36 Jinan bertek nîşanî komkujiyan dan: Berpirsyar îktîdara AKP-MHP’ê ye
15:28 Wesayîta karkeran qeza kir: 3 jê bi giranî 8 kes birîndar bûn
15:21 Daxwaza girtina keyayê bi îstîsmarkirina zarokê tê sûcdarkirin hat redkirin
15:20 ÎHD’ê ji bo mafên penaberan pêşniyarên çareseriyê yên lezgîn pêşkeş kirin
15:17 Cenazeyê Dag a li Kercewsê jiyana xwe ji dest dabû li nexweşxaneyê tê sekinandin
14:29 Rojnamevan Sezgîn Kartal beraet kir
14:17 Li Girtîgehên Sûlûca û Alanyayê binpêkirinên mafan
14:05 Di agirkujiya DBB’ê de rewşa seferberiyê: Destûr hatin betalkirin
13:26 Serokê CPT’ê yê berê Palma: Divê ji bo Ocalan bikevin nava hewldanan
13:18 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:52 Bahçelî li Meclisê aciz bû
12:43 Bakirhan: Berpirsiyarê sereke yê felaketa şewatê DEDAŞ e
12:30 Dermankirina sewalên birîndar didome
12:26 Bahçeliyê nedikariya xwe li ser pêyan bigire êrişî Baroya Amedê kir
12:26 Danişîna rojnamevan Kaya hat taloqkirin
12:16 Duyemîn Doza Kobanê dest pê kir: Em bi tenê jî bimînin dê derewan nekin
12:04 DTSO’yê ji waliyê Amedê re got: Em heqê xwe li te helal nakin
12:00 Hevşaredar Bucak: Qeyûm ji bûdçeya agirkujiyê 8 milyon TL şandiye
11:31 Delalê pîrik û dayika xwe: Şêxmûsê mino
10:47 Pankarta ‘qeyûm bicehime’ bi Kuleya Galatayê ve kirin
10:42 Li ‘Biaxive, tu ji ku yî’ doz hate vekirin: Bikaranîna deng hatiya astengkirin!
10:39 Rojnamevan Oremar: Li Îranê kurd dê neçin ser sindoqan
10:12 Hatîmogûllari: AKP’ê ji bo ku nekarî bi kurdan serî bide tewandin ev doz vekir
09:55 Serokê DTSO’yê Kaya: Em ê nehêlin ku aramiya bajarê me were xerakirin
09:35 Limîta kişandina pereyan a ji ATM'ê hate zêdekirin