Rapora DFG'ê ya hezîranê: Gefxwarina rojnamevanan û astengkirina nûçeyan berdewam kir

  • rojane
  • 11:45 3 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - DFG rapora meha hezîranê aşkere kir û diyar kir ku di çalakiyên li dijî qeyûm de êrişî rojnamevanan hatiye kirin, gef li wan hatine xwarin û bi mûameleya xerab re rû bi rû mane û da zanîn ku xwegihandina 2 hezar û 150 nûçeyan hatiye astengkirin. 

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Meha Hezîrana 2024’an aşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di vê mehê de jî rojnamevanek hatiye binçavkirin, êrişî rojnamevanan hatiye kirin, bi muameleya xerab re rûbirû mane, gef li wan hatine xwarin, xwegihandina nûçeyan hatiye astengkirin û her wiha 42 rojnameger hê jî girtî ne.
 
Rapora DFG’ê ya meha hezîranê wiha ye: 
 
“Her çiqas AKP’ê piştî hilbijartinên herêmî gotinên 'nermbûnê' anîbin ziman jî meha Hezîranê bû meheke ku desthilata AKP’ê û MHP’ê doza polîtîkayên xwe yên şer zêde kirin. Bandora herî mezin a van polîtîkayan jî bû tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê. Tevî ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelan di warê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de gaveke girîng avêtin û gotina xwe bi tengkirina qada bandora desthilata siyasî re gotin jî, desthilata AKP’ê û MHP’ê bi aktîfkirina polîtîkayên ‘qeyûm’ re vîna gel nas nekir. Feraseta qeyûm ne tenê êrişa li dijî vîna gel e, di heman demê de li pêşiya xweîfadekirina wan asteng e.
 
ÊRIŞÎ ROJNAMEVANAN HATE KIRIN
 
Berteka li dijî qeyûm, weke li Wanê, li Colemêrgê jî di asta herî jor de hate nîşandan û veguherî berxwedaneke bi rojan berdewam kir. Polîsan mudaxileyî çalakiyên demokratîk ên gel ku bi rojan berdewam bûn, kirin. Polîsan tundî li rojnamevanên ku çalakiyên protestoyî dişopandin kirin. Xebatkarên çapemeniyê hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku dîmen û wêneyan bigirin. Polîsan rojnamevanên ku nûçe dişopandin bi mertalan dehf dan û derb kirin. Di van êrişan de rojnamevan Newroz Reşîtoglû, birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Reşîtoglû yê ji mesafeyeke nêz ve bi reşandina ava şid ve rûbirû ma, piştî tedawiya wî ya li nexweşxaneyê, ji nexweşxaneyê derket. 
 
POLÎSAN GEF LI ROJNAMEVANAN XWARIN
 
Berteka li dijî qeyûman bi tenê Colemêrgê re bisînor nema. Li Enqere, Amed û Êlihê ku çalakiyên protestoyî lê hebûn polîsan gelek caran êrişî rojnamevanan kirin û destûr nedan ku dîmenan bikişînin. Di vê pêvajoyê de polîsan êrişê 4 rojnamevanan kirin, miameleya xerab li 6 rojnamevanan kirin, gef li 8 rojnamevanan xwarin û destûr nedan ku 7 rojnamevan dîmen bigirin. 
 
GEFÊN LI ROJNAMEVANAN TÊN XWARIN GIHIŞTINE ASTA CIDÎ
 
Di demekê de ku israra desthilata AKP’ê û MHP’ê ya di polîtîkayên şer de derketiye pêş, gefên li rojnamevanan tên xwarin gihiştine asta cidî. Bi taybetî rêveberên MHP’î û li ser organên weşanê yên MHP’ê bi awayekî aşkere gef li rojnamevanan hate xwarin. Di 21’ê hezîrana 2024’an de rojnameya Turkgûnê di manşeta xwe de bi nivîsa îmzeya Kadîr Yildiz hatiye weşandin, ji ber nûçeya kuştina Sînan Ateş rojnamevan Mûrat Agirel, Bariş Pehlîvan, Tîmûr Soykan û Bariş Terkoglû hedef nîşan da. Dîsa hin rêveberên MHP’î moderetora bernameya ‘Kirmizi Çîzgî’ ya di Halk Tv’yê de tê weşandin Gozder Şeker û rojnamevan Îbrahîm Kahvecî yê her tim bi bernameyê re ye hedef girtin û gef li wan xwarin. Rojnamevan Mûrat Agirel ji aliyê kesên hatin heta mala wî ve gef lê hate xwarin. 
 
SERLÊDANA LÊGERÎNA TAZÎ BI BIRYARA NEŞOPANDINÊ ENCAM GIRT 
 
Di girtîgehên ku 41 rojnamevan lê tên ragirtin, lêgerîna tazî li nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal hate kirin. Dal têkildarî mijarê serlêdan kir û giliyê berpirsyaran kir lê ev serlêdan bi biryara neşopandinê encam girt. Ev bû yek ji mînaka polîtîkaya necezakirinê. Di vê pêvajoya ku tecrîda girankirî berdewam dike de rêveberiya Girtîgeha Marmarayê bi hinceta 'qedexe' ne rojnameyên Evrensel û Bîrgunê nedan girtiyan. 
 
Daneyên îstatîstîkî yên binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran ên di meha hezîranê de wiha ne;
 
1 - Binpêkirinên li dijî mafê jiyanê û ewlehiya rojnamevanan
 
Rojnamevanên êrişî wan hatin kirin 4
Rojnamevanên hatin binçavkirin 1
Rojnamevanên rastî mûameleya nebaş hatin 6
Rojnamevanên gef li wan hate xwarin 8 
Rojnamevanên şopandina wan a nûçeyê hate astengkirin 7 
Li girtîgehan binpêkirinên li dijî rojnamevanan 1
 
2 - Binpêkirinên azadiya raman û îfadeyê yên li dijî rojnamegeran
 
Rojnamevanên derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin 3
Rojnamevanên derbarê wan de doz hatine vekirin 1
 
Rojnamevanên hatine cezakirin 
 
Hejmara kesan 1
Cezayê Hefsê 7 sal û 3 meh û 15 roj
Cezayê Pereyî 12 hezar û nîv lîre
 
Rojnamevanên darizandina wan berdewam dikin
 
Hejmara Dosyayan 39
Hejmara Kesan 55
 
Hejmara rojnamevanên girtî (ji 3’yê tîrmeha 2024’an ve) 41
 
3 - Binpêkirinên li dijî mafên civakî û aboriyê yên rojnamegeran
 
Rojnamevanên ji kar hatin derxistin  
 
4 - Sansûr û astengkirinên li dijî saziyên çapemenî û medyayê
 
Cezayên RTUK’ê  Hejmara Weşanê 1
                               
Hejmara Cezayî
 
Rawestandina bernameyê 5
Cezayê pereyî 189 hezar û 282 lîre
Qedexeya Weşanê 10
 
5 - Astengkirinên xwegihandina li dijî qenalên dijîtal û înternetê
 
Malperên înternetê yên hatin girtin 4
Nûçeyên xwe gihandina wan hatin astengkirin 2 hezar 150
Naverokên medyaya dîjîtal ên naveroka wan hatine astengkirin 3”
 
 
 

Sernavên din

07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir
14:52 Ji meşê bang kirin: Heta ku statû û zimanê me bê mîsogerkirin wê berxwedan bidome
14:06 Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin
13:24 Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de ketiye girtîgehê, jiyana xwe ji dest da
12:59 Li ber edliyeyê gazî kirin: Bila Mehmet Demîrhan ê faîl bê dîtin
12:58 Xizmeta Şaredariya Sêrtê: 4 cure 100 lîre ye
12:34 Daxwaza ji nû ve darizandinê ya Kavala hate redkirin
12:14 OHD’ê ji bo têcrîd ‘di cih de bê lêkolînkirin’ serî li Baroya Semsûrê da
12:03 Dewleta tirk gelek wesayîtên zirxî şand Herêma Federe ya Kurdistanê
12:01 Roja 6’emîn a meşê: Dê qeyûm têk biçin û têkoşîna azadiyê bi ser bikeve
11:52 Konseya Ewropayê piştî 3 salan dê biryara ‘binpêkirinê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan nîqaş bike
11:49 Keleka penaberan noqî avê bû: 89 kes mirin
11:48 Malbatan û wasî ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 DEM Partî dê kampanyaya ‘Nan û Edalet’ bide destpêkirin
10:31 Ekonomîst Onder: Ne pêkane ku bi van polîtîkayan ji krîzê derkevin
10:12 Faîlê Hîlal Kar ev 13 roj in nehatiye girtin!
10:09 Li heremên dagirkirî di hezîranê de 18 welatî hatin kuştin
09:59 Şirketa Nasiroglû yê AKP’yî cezayê ‘gaza qaçax’ li nivîskar birî
09:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî Çetîn nehat tehliyekirin
09:06 Pirtûkfiroş: Ji ber krîz aborî rêjeya xwendina pirtûkan kêm dibe!
09:04 'Êrişên li dijî penaberan sûcê li dijî mirovahiyê ye'
09:04 Di hilbijartinên Ingilistanê de Partiya Karkeran bi ser ket
09:03 Meşvan di rê de ne: Em ê polîtîkayên tecrîdê û qeyûm têk bibin
09:02 Çêkirina nexweşxaneya bajar a Şirnexê di 28 mehan de tenê yek qat hate çêkirin
09:00 Hevalên girtiyê ku jiyana xwe ji dest da: Ji ber nedermankirinê jiyana xwe ji dest da