Doza 11 rojnamegerên MA û JINNEWS’ê: Li 8 rojnamegeran ceza hate birîn

  • rojane
  • 12:21 3 Tîrmeh 2024
  • |
img

ENQERE - Di doza 11 nûçegihanên MA û JINNEWS’ê de şandeya dadgehê ji bo 3 rojnamegeran biryara beraetê da û li 8 rojnamegeran jî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî. 

Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever û nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û stajyarê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan di 29’ê cotmeha 2022’yan de hatibûn girtin û di 16’ê gulana 2023’yan de hatibûn berdan. Danişîna biryarê ya rojnamegeran li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Rojnameger tev li danişînê nebûn lê parêzer amade bûn. 
 
Parêzerê nûçegihana MA’yê Bêrîvan Altan, Resûl Temûr li dijî mutalaaya dozger a bi daxwaza cezakirinê parastin kir. Temûr, diyar kir ku dosya li ser agahiyên îstîxbarî hatiye vekirin û têkildarî vê di dosyayê de belge tune ne û tenê li ser îfadeyên şahidên nepen hatiye vekirin. Temûr, got ku lêpirsîn bi awayekî şaîbe hatiye vekirin, di pêvajoya darizandinê de tu delîl derneketine holê û hewldan heye ku bi rêya îfadeyên şahidên nepen teşe bidin dosyayê. Temûr, anî ziman ku miwekîlên wî li ser nasnameya kurdî û rojnamegeriyê îfade daye û îfadeyên şahidên nepen tenê îftîra ne û ne gotinên bên piştrastkirin in. Temur, wiha domand: “Hewldan heye ku van îfadeyan bi rêya nûçeyên di ajansê de hatine parvekirin şênber bikin. Şahidên nepen û eşkere bi sedan îfade dane û wan îfadeyan tevan bînin hûn ê bibînin ku îfadeyên vala ne. Her wiha Huseyîn Durudenîz dibêje ku miwekîlên me nas nake. Kerem Gokalp jî di heman çarçoveyê de îfade daye. Divê ev îfadeye ji dosyayê bên derxistin.” 
 
'RASTÎ NIVÎSANDIN’
 
Temûr, bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî nûçegihanên MA’yê yên hatine girtin û got ku nûçeyên rexneyî ne, bi xweşiya îktîdarê neçûne lewma doz hatiye vekirin. Temur, anî ziman ku rojnameger û nûçe hatine sansurkirin û wiha pê de çû: “Tê îdiakirina ku miwekîlên me rojnameger nînin. Ev nayê qebûlkirin. Me hejmara nûçeyên MA’yê çêkirine di dosyayê de pêşkeş kiribû. MA’yê heta wê demê herî kêm 110 hezar nûçe weşandibû û di dosyayê de nêzî 60 nûçeyan hene. Li ser gotina ‘qaşo rojnameger’ hewl didin miwekîlên me bêîtîbar bikin. Rêgezên Dadgeha Bilind danîne radixe ber çavan. Dozger dibêje ku nûçe li gorî ajandaya rêxistinê hatine çêkirin. Lê Dadgeha Bilind qala rastiyan dike. Dayîna agahiyên têkildarî rastiya şênber, ji bo çêkirina nûçeyê bes in.” 
 
'TECRÎD DIDOME’
 
Bi domdarî Temur bal kişand ser nûçeyên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, asta tecrîd gihiştiye vegot û anî ziman ku ev nûçeye jî rastiyê vedibêjin. Temur, anî ziman ku tecrîd hêj didome û xwest ku ji bo tevahiya rojnamegeran biryara beraetê were dayîn. 
 
'JI BO HEMAN ÎFADEYAN BIRYARÊN BERAETÊ HENE’ 
 
Parêzer Hulya Yildirim jî bal kişand ser îfadeyên şahidê eşkere Ozgur Baran ên di dosyayê de. Yildirim, anî ziman ku dozger li şûna îfadeyên di danişînê de esas bigire, îfadeyên berê esas girtiye. Yildirim, got ku ev yek ji hêla hiqûqê ve mimkin nîne. Yildirim, da zanîn ku Bêrîvan Altan di demên berê de jî rastî heman îfadeyên şahid hatiye, dosyaya wê li îstînafê ye û lewma rast nîne ku ji ber heman îfadeyan were darizandin. Yildirim, destnîşan kir ku Altan ji ber derketina derveyî welat ên eşkere û rewa tê sûcdarkirin û wiha got: “Ji ber îfadeyên vî şahidî dozeke li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê didome heye. Dadgehê biryar da ku gotinên şahid esas negirin û biryara beraetê da.” 
 
HEDEF TÊN GIRTIN
 
Parêzer Şevîn Kaya jî pirsa “Ev rojnameger çima hedef tên girtin?” kir û anî ziman ku derheqê miwekîlê wê Selman Gozelyuz de tu delîl nînin. Kaya, got ku miwekîlê wê di geştekê de govend gerandiye û ev jî di dosyayê de cih girtiye. Kaya, da zanîn ku şêweyê çêkirina nûçeyê ya miwekîlê wê weke sûc hatiye nîşandan. Kaya, pirsa “Çêkirina nûçeya tecrîdê çima dibe sûc?” kir û diyar kir ku çêkirina şêweyê nûçeyê hedef tê girtin. Kaya, daxuyand ku çapemeniya azad hedef tê girtin. 
 
REWA YE
 
Parêzera Habîbe Eren, Ebrû Akkal jî got ku di îdianame û mutalaayê de çalakiyên tê îdiakirina miwekîla wê tev li bûye hatine rêzkirin lê di vê mijarê de tu delîl tune ne. Akkal, da zanîn ku Eren li JINNEWS’ê dixebite lê tê îdiakirin ku nûçegihana MA’yê ye. Akkal, got ku di danişînê de li “K8Ç4B3L1T5” hatiye guhdarîkirin, ev kes li xwe mikûr hatiye ku ji bo dewletê dixebite û divê gotinên wî esas neyên girtin. 
 
RADIXE BER ÇAVAN
 
Parêzera nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger, Çîgdem Kozan jî anî ziman ku miwekîla wê weke nûçegihana MA’yê hatiye nîşandan û got: “Ev agahî bi tena serê xwe nîşan dide bê ka ev dosya bi çi awayî hatiye amadekirin. Dibe ku ajans û rojnamee ji îktîdarê cuda bifikirin. Ev nabe sûc. Îfadeyên şahidên nepen nîşan didin ku tu eleqeya ajansan bi rêxistinê re nîne.” 
 
ROJNAMEGERÎ HEDEF TÊ GIRTIN
 
Parêzera Denîz Nazlim, Sîpan Cîzrelî jî anî ziman ku derheqê miwekîlê wê de tu delîlên şênber tune ne. Cîzrelî, bal kişand ser îfadeyên şahidê nepen a “Berpirsyarê Enqereyê ye” û got ku Xwediyê Îmtîyazê yê MA’yê Ferhat Çelîk dema weke şahid îfade dayî aniye ziman ku pozîsyoneke wiha di ajansê de nîne û armanc ew e ku rojnamegerî were îllegalîzekirin. Cîzrelî, got ku rojnameger hedef tên girtin û daxwaza beraetê kir. 
 
EV TÊ ÇI WATEYÊ?
 
Parêzerê Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yurtsever, Ozgur Erol jî bertek nîşanî pênaseya “birayê wê di nava rêxistinê de ye” û bal kişand ser rêgeza “şexsîbûna sûc.” Erol, anî ziman ku di îdianameyê de qala çalakiyan tê kirin lê tu agahî tune ne. Erol, pirsa “Ev tê çi wateyê?” Erol, daxuyand ku têkiliyên rojnameger Zemo Aggoz a di dosyayê de tê darizandin ên bi xwişk-birayê wê re jî hatiye îllegalîzekirin û ev pirs kir: “Ma mirov nikare bi xwişk-birayê xwe re têkiliyan deyne? Ma tu xebatên îllegal ên xwişk-birayê wê hene? Tune ne.” Erol, bal kişand ser îfadeyên K8Ç4B3L1T5 û wiha got: “We çima di danişîna duyemîn de lê guhdarî nekir? Îfadeyên vî kesê ji hêla usulê ve jî bipirsgirêk in.” 
 
BARAN ÎFADE RED KIR 
 
Erol, anî ziman ku şahidê eşkere Ozgur Baran li tu rojnamegeran guhdarî nekiriye, Baran gef li ajansê xwariyê, di danişînê de li xwe mikûr hatiye û bi kesên li ajansê dixebitin re pirsgirêka wî hebû. Erol, bi bîr xist ku Baran piştre tevahiya îfadeyên xwe red kiriye û paşve kişandiye. Erol, got ku weşandina bernameyên Yurtsever a di Medya Haberê de weke sûc hatiye nîşandan û got ku miwekîla wê ev bername ji bo şîrketa produksiyonê çêkirine. 
 
Piştî parastina parêzeran, şandeya dadgehê ji bo biryarê navber da. 
 
CEZA DAN 8 ROJNAMEGERAN
 
Piştî navberê biryar hate dayîn. Şandeya dadgehê ji bo rojnameger Habîbe Eren, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhan biryara beraetê da. Şandeyê ji bo rojnamegerên din jî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birî. 
 

Sernavên din

07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir
14:52 Ji meşê bang kirin: Heta ku statû û zimanê me bê mîsogerkirin wê berxwedan bidome
14:06 Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin
13:24 Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de ketiye girtîgehê, jiyana xwe ji dest da
12:59 Li ber edliyeyê gazî kirin: Bila Mehmet Demîrhan ê faîl bê dîtin
12:58 Xizmeta Şaredariya Sêrtê: 4 cure 100 lîre ye
12:34 Daxwaza ji nû ve darizandinê ya Kavala hate redkirin
12:14 OHD’ê ji bo têcrîd ‘di cih de bê lêkolînkirin’ serî li Baroya Semsûrê da
12:03 Dewleta tirk gelek wesayîtên zirxî şand Herêma Federe ya Kurdistanê
12:01 Roja 6’emîn a meşê: Dê qeyûm têk biçin û têkoşîna azadiyê bi ser bikeve
11:52 Konseya Ewropayê piştî 3 salan dê biryara ‘binpêkirinê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan nîqaş bike
11:49 Keleka penaberan noqî avê bû: 89 kes mirin
11:48 Malbatan û wasî ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 DEM Partî dê kampanyaya ‘Nan û Edalet’ bide destpêkirin
10:31 Ekonomîst Onder: Ne pêkane ku bi van polîtîkayan ji krîzê derkevin
10:12 Faîlê Hîlal Kar ev 13 roj in nehatiye girtin!
10:09 Li heremên dagirkirî di hezîranê de 18 welatî hatin kuştin
09:59 Şirketa Nasiroglû yê AKP’yî cezayê ‘gaza qaçax’ li nivîskar birî
09:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî Çetîn nehat tehliyekirin
09:06 Pirtûkfiroş: Ji ber krîz aborî rêjeya xwendina pirtûkan kêm dibe!
09:04 'Êrişên li dijî penaberan sûcê li dijî mirovahiyê ye'
09:04 Di hilbijartinên Ingilistanê de Partiya Karkeran bi ser ket
09:03 Meşvan di rê de ne: Em ê polîtîkayên tecrîdê û qeyûm têk bibin
09:02 Çêkirina nexweşxaneya bajar a Şirnexê di 28 mehan de tenê yek qat hate çêkirin
09:00 Hevalên girtiyê ku jiyana xwe ji dest da: Ji ber nedermankirinê jiyana xwe ji dest da