Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin

  • rojane
  • 11:03 6 Tîrmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên windakiriyan û ÎHD’ê diyar kirin ku tevî faîlên siyasetmedarê kurd Vedat Aydin ê beriya 33 salan hate qetilkirin tên zanîn jî nehatine darizandin. Hevjîna Aydin, Şukranê jî wiha got: “Biryara kiryarên nediyar ji jor hat, li jêr hate pêkanîn” , birayê wî Veysî Aydin jî wiha got: “Ev cînayet bi pirsgirêka kurd re eleqedar in. Heta ku pirsgirêk çareser nebe, dê veşartî bimîne.”

 
Malbatên windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 804’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ku di 31’ê çileya 2009’an de dane destpêkirin de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê hatin bahev. Malbatên windakiriyan û parazvanên mafan pankarta ku wêneyên kesên hatine windakirin li ser in vekirin û wêneyên windakiriyan hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji mala xwe hate binçavkirin û cenazeyê wî di nav sînorê navçeya Maden a Xarpêtê hate dîtin, hatin pirsîn. 
 
Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), malbata Vedat Aydin û gelek kes beşdarî çalakiya îro bûn. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, qala çîroka qetilkirina Vedat Aydin kir. Yilmaz, anî ziman ku tevî ku 33 sal derbasûne jî aqlê dewletê nehatiye guhertin, siyasetmedarên kurd, parazvanên mafên mirovan û rojnamevan ji ber afirandina çareseriyê tên cezakirin. 
 
HEVJÎNA AYDIN: FAÎL DI NAVA ME DE NE
 
Pişt re hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin mafê axaftinê wergirt û di kesayeta Vedat Aydin de kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Aydin a roja ku Vedat Aydin hate qetilkirin vegot, wiha bi lêv kir: “Min bi xwe Vedat radestî Midûriyeta Polîsan a Amedê kir. Tenê gotin ‘îfadeya wî heye’. Dewletê biryara kuştina Vedat da, ne 4 polîsan. Biryara hate dayîn ji jor hate dayîn. Haya Serokwezîr, Serokkomar, Serfermandarê Giştî hemûyan pê hebû. Ferman ji wan deran hat û polîsan jî ji bo bikujin ew birin. Ji bo me faîl winda nebûn, li vir in. Em dizanin ka faîl kî ne. Em ê heta dawiya temenê xwe doza windakiriyên xwe bidomînin. Em dizanin ku faîl kî ne. Em ê heta dawiya jiyana xwe doza windakiriyên xwe bimeşînin. Me gelek êş kişandin, kesên ev êş bi me dane kişandin jî bila bikêşin. Ez ji roja ewil ve gotinên xwe dubare dikim; biryara hemû kiryarên nediyar ji jor hatin dayîn û ji jêr hatin pêk anîn.”
 
HETA KU PIRSGIRÊKA KURD NEYÊ ÇARESERKIRIN DÊ CÎNAYET VEŞARTÎ BIMÎNIN’ 
 
Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin ê pişt re axivî jî, anî ziman ku tevî 33 sal derbas bûn jî ronînekirina vê cinayeta siyasî biryara dewletê ye û wiha got: “Me serî li dadgehê da, me got ‘kujer ev in’. Lê îfadeyên wan jî nehatin wergirtin.” Aydin diyar kir ku bi Vedat Aydin re hate xwestin ku peyamekê bidin û wiha domand: “Ji ber vê  yekê ev doz dozeke polîtîk e. Faîlên vê dozê dewlet jî em jî dizanin. Ji ber vê yekê em dibêjin, cînayetên ku faîlên wan diyar. Ev jî bi pirsgirêka kurd re eleqedar e. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, cînayet dê veşartî bimînin. Em careke din dibêjin, ev qas xwîn, evqas winda, evqas berdel bes in. Em kujeran nas dikin, dadgeh bi dawî jî bibin, dema wê borî jî be ji bo faîl diyar in. Keda kesên jiyana xwe ji dest dane dê têkoşîna me ronî bike.”
 
Piştî axaftinan endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê çîroka qetilkirina Vedat Aydin xwendin. 
Pişt re ji bo windakiriyan çalakiya rûniştinê hate kirin. Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê jî ÎHD û malbatên windakiriyan di hefteya 640’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de, malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê, DEM Partî, rêveberên Rêxistina DBP’ê ya Êlihê beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî yê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku heta encamê bigirin dê pirsîna aqûbeta windakiriyan bidomînin û banga edaletê kir. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin hate xwendin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16/07/2024
15:59 Ozel mûxalîf vexwendin qadan
15:20 Li gelek bajaran çalakiya ‘Em ê radestî hejariyê nebin’
14:41 Danişîna doza tecawizê ya li cemaetê hate taloqkirin
13:39 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan diyar bû
12:53 Derbarê tenduristvanê pirsgirêka nexweşxaneyê kir rojev de lêpirsîn hate destpêkirin
12:45 Hatîmogûllari: 15’ê tîrmehê komployeke li dijî gelan e
12:24 Di 6 mehên ewil de bûdçeyê 747 milyar lîre li kêmiyê da
11:58 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate berdan
11:47 Li Şirnexê dîsa gelek dever hatin qedexekirin
11:00 Cotkar dê di Mitînga Çandiniyê de daxwazên xwe biqîrin
10:33 Di êrişa Îsraîlê de karsazê nêzî Esad jiyana xwe ji dest da
10:32 Kaya ya hatiye girtin tu caran li ber zilmê serî netewand
10:27 Îşkence li karkerê rihayî yê mafê xwe xwest hate kirin
10:20 Girtî Barik: Bi kuştinê gefê li min dixwin
10:08 Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê
09:48 Nûnerên rêxistinên jinan: Li dijî êrişan dem dema yekbûna li kolanan e
09:38 Li Başûr di 6 mehan de 30 jin hatin kuştin: Pêdivî bi qanûnên parastina jinan heye
09:26 9 sal in xaniyên wan nehatine çêkirin: Dewlet me ceza dike
09:24 Yilmaz: Îşkence û muameleya xerab berdewamiya konsepta 2015’an e
09:16 Gundên Licê niha jî di bin metirsiya madenê de ne
09:12 Endamê OHD’ê Durmaz: Divê girtîgehên tîpên Y û S bên girtin
09:10 Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê
09:09 Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye
09:03 Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN
00:38 Li Pîranê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15/07/2024
23:40 Ciwanên Geverê ji bo 14'ê Tîrmehê daketin kolanan
22:35 Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN