Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire

  • rojane
  • 10:35 11 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku armanca êrişên li dijî Herêma Kurdistanê “dagirkeriye” û wiha got: “Îro li Kurdistanê du enî hene. Yek xiyanet e ya din jî eniya berxwedanê ye. Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire.”
 
Dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê ji 17’ê nîsana 2022’yan ve êrişên xwe yên li dijî Herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe didomîne, di hefteyên dawî de dest bi sewqîyateke leşkerî ya zêde kir. Ji bilî sewqiyeta li bejahiya navçeya Amêdiyê ya Duhokê dewleta tirk li hin qadan noxteyên kontrolê danîn. 
 
Cîgirê Serokê Akademiya Siyaset û Demokrasiyê ya li Herêma Kurdistana Federe Dr. Kamûran Berwarî, geşedanên diqewimin nirxandin. 
 
 
‘TIRKIYE HEWL DIDE KURDISTANÊ DAGIR BIKE’ 
 
Dr. Berwarî, bi cih bûna dewleta tirk a li Herêma Kurdistana Federe weke “dagirkerî” penase kir û wiha got: “Tirkiye ji aliyekê ve plan dike ku were vir û careke din venegere, li aliyê din jî erdnîgariya başûrê Kurdistanê talan dike. Daristanan dişewitîne, gundan vala dike, çiyayên wê bombe dike. Çekên kîmyewî yên qedexe bikartîne.”
 
Berwarî, bal kişand ku dewleta tirk di nava hefteyekê de 150 TIR wesayîtên zirxî û leşkerî sewqî axa Herêma Kurdistanê kirine û wiha domand: “Tirkiye, bi hinceta PKK’ê vê derê dagir dike. Ev bi temamî hinceteke pûç û vala ye. Kes bi vê yekê bawer nake. Dewleta tirk bi hinceta hebûna PKK’ê nikare dagir bike. Ji ber ku PKK hêzeke Kurdistanî ye. Gerîla zarokên gelê kurd in.”
 
Berwarî diyar kir ku dewleta tirk dixwaze bikeve Garê û Metînayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû hewldan li ser dagirkirina Mûsilê ne. Armanca Tirkiyeyê ew e ku ji Bakur heta Başûr, ji Şengalê heta sînorê Îranê hemû erdnîgariyê bêmirov bihêle. Dixwaze qadên jiyanê yên gelê kurd tune bike. Dixwaze gelê kurd venegere ser axa xwe. Divê gelê kurd vê yekê baş bizane.”
 
 
Berwarî, bêdengiya Iraqê ya têkildarî geşedanan rexne kir û wiha pê de çû: “Bêdengiya Iraqê vê yekê nîşan dide; di serdema Mûstafa Kazimî de li gel Tirkiyeyê û PDK’ê li dijî kesên azadiya Kurdistanê dixwazin û şîayan hin planên qirêj kirin. Dixwazin agirê li Rojhilata Navîn gurtir bikin. Armanc dikin ku Kurdistana Iraqê ji holê rakin. Beşeke Iraqê jî hevkarê vê planê ye.”
 
‘PDK’Ê HEBÛNA XWE GIRÊDAYÎ TIRKIYEYÊ KIRIYE’ 
 
Berwarî yê qala hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re kir, ev tişt gotin: “PDK’ê hebûna xwe girêdayî Tirkiyeyê kiriye. Tirkiye jî PDK’ê xwedî dike û piştgiriyê dide. Ji ber ku di navbera gel de tu wateya PDK’ê nemaye. Di hilbijartinan de PDK nikare bibe desthilat. Ji ber wê yekê PDK, dipejirîne ku leşkerên tirk derbasî Başûrê Kurdistanê bie û hebûna xwe bidomîne.”
 
Berwarî, destnîşan kir ku ji sedî 95 gelê Herêma Kurdistanê li dijî dagirkirina dewleta tirk e û got: “Saziyên di desthilata PDK’ê de bi zilmê hebûna xwe didomînin. Zextê li gel dikin û hewl didin dengê wan bibirin. Destûr nadin ku kes ji rayagiştî re biaxive. Televizyon, rojname û radyoyên li Başûr girêdayî Tirkiyeyê kirine. Bi weşanên ji vir tên kirin re hewl didin gel bixapînin.”
 
Berwarî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Asta ku hatiyê asta xiyanetê ya herî jor e. Îro li Kurdistanê du enî hene. Yek eniya xiyanetê yek jî eniya berxwedanê ye. Êdî kes nikare di navberê de bimîne. Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire.”
 
 
 

Sernavên din

29/11/2024
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan