Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin

  • rojane
  • 22:53 12 Tîrmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên "Deng bide azadiyê” yên bi pêşengiya xizmên girtiyan tên lidarxistin de, hat xwestin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ya ku zêdetirî 40 meh in didome û bêhiqûqiya li zindanan dengê xwe bilind bikin.

Li gelek bajaran ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Dawî li tecrîdê bînin" çalakî hatin lidarxistin. 
 
Di pêşengtiya WAN TUHAY-DER’ê û malbatên girtiyan de çalakiya “Tecrîdê bi dawî bike” hate kirin. Di daxuyaniya li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê hate dayîn de pankartên “Tecrîdê bi dawî bikin” û “Deng bidin zindanan” hatin vekirin. Nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî piştgirî dan çalakiyê. Azîz Guven ê li ser navê WAN TUHAY-DER’ê axivî, destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Guven, li gorî mewzûatên netewî û navnetewî astengkirina mafê hevdîtinê yê girtiyan bi malbat û parêzerên wan re li dijî hiqûqê ye û wiha got: “Pergala bêhiqûqiyê ya Îmraliyê nîşaneya pergala bêedaletiyê ya li Tirkiyeyê ye. Li holê ye ku bêhiqûqiya bi vê tecrîda mûtleq re xwe nîşan dide li tu deverê cîhanê nîne. Wezareta Dadê ji serlêdana bi hezaran parêzeran re hêj bersiveke hiqûqî nedaye. Hemû hewldanên hiqûqî yên di nava pêvajoyê de ji aliyê parêzerên birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş hatine kirin bêencam dimînin. Ev yek jî israrkirina desthilatê ya di bêhiqûqiyê de ye.”
 
 
‘PIRSGIRÊK POLÎTÎKAYÊN NEÇARESERKIRINÊ NE’ 
 
Guven, bi lêv kir ku di serî de baro û saziyên mafên mirovan divê hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk li dijî bêhiqûqiyê derkevin û wiha berdewam kir: “Divê hemû beşên civakî li dijî tecrîda zêdetirî 40 meh in didome, polîtîkayên bêhiqûqiyê yên li girtîgehan û binpêkirinên mafan bi awayekî xurt deng derxîne. Tecrîd û bêhiqûqî gefê li herkesê dixwe. Sedemê bingehîn ê hemû krîzên li vî welatî polîtîkayên tecrîd û neçareseriyê ne.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmrali” , “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 
 
 
EDENE
 
Çalakiya xizmên girtiyan a li Edeneyê bi dirûşma "Dawî li tecrîdê bînin" di hefteya 12’an dewam kir. Polîsan derdora avahiya AKP'ê ya Edeneyê ku girseya gel lê kom bû bi bendan girtin. Tevî hemû astengiyan jî rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Aştiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, AATUHAY û AYKAY-DER’ê daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê pêk anîn.
 
Hevserokê Giştî yê DEM'ê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe ew ê li ber avahiya AKP'ê bin û hewldana astengkirina polîsan şermezar kir.
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Zext nikarin me bitirsînin" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" bi dawî bû.
 
MÊRSÎN
 
Çalakiya xizmên girtiyan a bi dirûşma “Dawî li tecrîdê bînin” dane destpêkirin di hefteya 12’an berdewam kir.  Di çalakiyê de pankarta “Dawî li tecrîdê bînin” hate vekirin. Beşdarên çalakiyê pêşmalkên bi Tirkî û Kurdî "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Girseya ku xwest heta ber avahiya AKP'ê bimeşe ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Li ser vê yekê girse bi berzkirina dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Jin jiyan azadî" çalakiya rûniştinê pêk anîn.
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan li vir axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd wê gelek pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike û wiha got: “Îsrara di tecrîdê de tê wateya israra di şer. Yên ku di tecrîdê de israr dikin naxwazin pirsgirêk li Tirkiyeyê bên çareserkirin. Tecrîda ku ji Girtîgeha Girava Îmraliyê dest pê kiriye bandorê li ser tevahiya civakê dike. Tecrîd encax bi israrkirina têkoşîna bibiryar dikare were şikandin. Heta ku desteserkirina mafên girtiyên siyasî yên di girtîgehê de bi taybetî birêz Abdullah Ocalan ji holê rabe û heta tecrîda mutleq bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome."
 
MÊRDÎN
 
Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan û siyasetmedar li ber avahiya  AKP'ê ya Mêrdînê li hev civiyan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslanbeşdarî çalakiyê bû. Di çalakiyê de pankarta "Dawî li tecrîdê bînin" hate vekirin û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan” û "Dawî li tecrîdê bînin, edaletê pêk bînin" hatin berzkirin. Li ser navê malbatên girtiyan Fettah Tekîn axivî û bal kişand ser tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan tê meşandin.
 
Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan axivî û diyar kir ku tecrîd bi mehane di rojeva wan de ye û wiha domand: "Ev nêzî 40 meh in tecrîdeke giran li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Em bang li Wezareta Edaletê dikin ku demildest dawî li tecrîdê bînin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan pêk hat. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Sernavên din

13/07/2024
09:18 'Sedema xerabûna aboriyê dizî ye'
09:16 Li Îzmîrê di mehekê de 16 girtî hatin sewqkirin
09:11 Di 14’ê Tîrmehê de li seranserî Almanya dê azadiya Ocalan bê xwestin
09:07 Nivîskar û siyasetmedar Aykoç: Divê rêxistinên Kurdistanî li ber êrişan rabin
09:04 Dayika girtiyê xistine hucreya yek kesî: Em Serokatî û zarokên xwe dixwazin
09:02 Nexweşiya hunermenda girtî Nûdem Durak lê giran dibe
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2024'AN
12/07/2024
22:53 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Deng derxin
20:49 Li Bagokê liv û tevgera helîkopteran
20:16 Ji bo nûçeya nûçeya destdirêjiyê biryara astengkirinê
18:59 Atayê pençeşêr lê peyda bûye serbest hat berdan
18:48 Dayika Aştiyê Çerî jiyana xwe ji dest da
16:54 Rapora OHD’ê ya girtîgehê: Kurdî tê sansurkirin, mafê tenduristiyê tê binpêkirin
16:15 Li Nepalê du otobus ketin çem: Herî kêm 66 kes mirin
15:51 Jina ku 20 roj in winda ye bi awayekî qetilkirî hate dîtin
15:26 Ji bo betalkirina rêziknameya ‘îlana şer’ serlêdan hate kirin
15:16 Balafirên şer devera Biradostê bombebaran kirin: 2 welatî birîndar bûn
14:49 CPT: Tirkiyeyê di nava 27 rojan de 285 caran herêm bombebaran kir
14:46 Li Amedê panel: Divê em teqez dev ji lêgerîna maf bernedin
14:12 TPAO û TPIC li Gabarê bi teqandina dînamîtan xwezayê talan dike
14:00 Serokê Tevgera Babilyon: PDK rê dide artêşa Tirkiyeyê
13:12 Polîsan bi ser mala Beyoglû yê AKP’î de girtin
13:10 Hat îdiakirin ku li Geverê SÎHA’yek ket
13:10 Li Nisêbînê mirina biguman
13:09 Dîmenê helîkoptera Skorsky ku hatibû xistin hat weşandin
13:08 Şaredariya AKP'ê pirsgirêkê red kir, şaredariya DEM Partiyê çareser kir
12:59 94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn
12:18 PDK bazirganiya petrola qaçax dike
12:03 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Parlamenterê Iraqî: Li dijî êrişan gavên baş nayên avêtin
11:12 Hevdîtinên ‘Nan û Edalet’ di 19’ê tîrmehê de dest pê dikin
10:57 Rojnameger Zerdeşt: Pratîkên malbata Barzanî xiyanet jî derbas kirin
10:45 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê girtî Kaytan dîsa serî li Konseya Ewropayê hate dayîn
10:27 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê dê 3 rojan li NY’ê bê nîqaşkirin
10:24 Tevî nerazîbûnan jî Pakêta Darazê ya 9’emîn li komîsyonê hat qebûlkirin
09:47 Cenazeyê rojnamevan Birahîm bi awayekî girseyî hate oxirkirin
09:10 Av. Ozkaplan: Ji ber ku Bişar Atli bi unîforma bû hat parastin
09:08 DEDAŞ’ê berhemên çandiniyê yên cotkaran hişk kir
09:01 Piştî 8 salan li Şaredariya Cizîrê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê hat vekirin
09:00 Dayikên Botanê: Yê ku axa Kurdistanê radestî dijmin dike bila nebêje em kurdin
09:00 ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:58 Li Sûrê bi çekan êrişî 2 kafeyan hate kirin
08:20 Rojnamevanê di êrişa dewleta tirk de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11/07/2024
22:39 Nobeta li dijî desteserkirina vînê didome
21:45 Hatîmogullari: Destûra Bingehîn a demokratîk mutabaqata herî berfireh e
20:40 Alî Yaşa yê gava li ber mirinê hat berdan, jiyana xwe ji dest da
18:49 Li Cizîrê semînera 'i tundiya li ser jinê re bes e'
18:36 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Baroya Stenbolê da
16:56 Dema binçavkirina rojnamevan Topaloglû hate dirêjkirin
16:29 Li Midyadê jinek hate qetilkirin
15:48 Êrişên dewleta tirk tên şermezarkirin
15:11 Jina tundî lê hate kirin xwe parast
14:11 Tûncelê serdana ESP’ê kir: Divê têkoşîna yekgirtî bê xurtkirin
13:52 Hesabê JINNEWS kurmancî yê X’ê hat astengkirin
13:49 TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin
13:47 ÎSÎG: Di 6 mehan de 878 karker jiyana xwe ji dest dane
13:39 Şandeya Iraqê ji bo ku êrişên dewleta tirk lêkolîn bike li Hewlêrê ye
13:09 Îdiaya ‘xemsariyê’ derewandin
12:59 Li Girê Baharê helîkoterek hate xistin
12:53 Li Komeleya Anadoluyê li hemberî 13 zarokan tacîza zayendî hatiye kirin
11:59 OHD: Li Marînê îşkence û tacîza zayendî hate kirin
11:58 Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’
11:42 Mihemed: Dezgeha Parastinê cihên ji bo bombebaranê nîşanî balefirên tirk dide
11:29 Bi çekê êrişî Serokê Meclisa Odeya Bazirganiyê ya Geverê kirin
11:20 Rojnamevan û çalakvanên iraqî li dijî êrişên Tirkiyeyê kampanya dan destpêkirin
10:45 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:35 Dr. Berwarî: Divê herkes li eniya berxwedanê cih bigire
10:33 Li Filipînê bi pileya 7,1 erdhej çêbû
10:11 Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e
10:06 UNICEF’ê av li ser wargehên li Şehbayê birî
09:55 Şaredariya Rezanê plana xwe ya ‘Stratejîk’ bi gel re diyar dike
09:41 Ji Çelê leşker sewqî Herêma Kurdistanê hatin kirin
09:29 Li Wanê Butona Jin a Jînê û Stasyona Gava Ewil tên çalakkirin
09:12 Berxwedana li dijî tecrîdê: Divê her kes berpirsiyariyê hilgire
09:10 Tekîk: Li Bilexşê travmaya salên 90'î anîn serê gel
09:06 Bi ruhê azadiyê derket rê û coş û kêfê da meşê
09:05 Girtiyê ku bi neheqî 42 sal ceza lê hatiye birîn nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:59 Şandeya Iraqê dê êrişên dewleta tirk lêkolîn bike
08:33 Li Afyonê li pey hev erdhej çêbûn
10/07/2024
23:10 Di nobeda li Stenbolê de banga 'deng derxîne'
22:51 Zeynep Boga bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
22:33 Rojnamevan Topaloglû hat binçavkirin
21:29 Platforma Jinan a Enqereyê ji bo Colemêrgê di nobetê de ye
20:29 Hatîmogullari: Gezî berxwedaneke ji bo azadiyê bû
17:07 Begît di civîna meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de hate şermezarkirin
16:19 Li Licê agir bi daristanê ket
15:44 Platforma Piştevaniyê ya Penaberan: Divê sûcên nefretê bê ceza nemînin
15:21 DEM Partiya Îzmîrê: Bila meaşê asgarî û teqawîdan bê zêdekirin
14:33 Xelkê Şêladiz û Amêdiyê li dijî dagirkeriyê rabûn ser xwe
13:29 Biryara hinceta cînayeta Tahîr Elçî: Tevî gumanên heyî jî bersûc hatin beraetkirin
13:21 Rahîb Joe Ryan: Fikrên Ocalan hêviyê didin
13:19 Li Meletiyê erdhej çêbû
13:09 Cezayê muebbeta giran li kujerê Tuba Ozel hate birîn
13:07 Li Serhedê lehî rabûn: Şivanek bi lehiyê re çû û mir
13:05 Kadîr Înanir ji ber tedbîrê rakirin beşa lênêrîna awarte
12:39 Li Hezexê ketin û derketin li sewalan hate qedexekirin!
12:28 Cenazeyê Arvîn Huseynî piştî 20 rojan hate veşartin
12:16 Ocaxên Ulkucuyan Demîrtaş hedef nîşan da
12:11 Sûriyeyê daxwaza serdanê ya Ozel qebûl kir