Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn

  • rojane
  • 11:13 13 Tîrmeh 2024
  • |

AMED - Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku dixwazin dîsa DAIŞ’ê li herêmê bi cih bikin û dîsa bikin gola xwînê. Uçar xwest demildest dawî li dagirkeriyê bînin. 

 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), MED TUHAD-FED), MEBYA-DER û Dayikên Aştiyê têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên başûrê Kurdistanê daxuyanî dan. 
Daxuyanî li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda DBP’ê ya li Amedê pêk hat. Hevserokên Giştî yên DBP'ê Çîgdem Kiliç Uçar û Keskîn Bayindir û nûnerên saziyên beşdar bûn. 
 
'GELEK ŞER HATIN Û ÇÛN LÊ ŞERÊ LI KURDISTANÊ DIDOME' 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ewil axivî û wiha got: “Îktİdara Tirkiyeyê aboriya xwe li şer û ewlehiyê xerç dike. Îktİdara AKP-MHP’ê pêşeroja xwe li ser şer ava dike. Ne tenê gelê kurd, gelê Tirkiyeyê jî bi şerekî mezin re rû bi rû ye. Ya ku jiyana me ji destê me distîne ne tenê çek in. Ji xeynî çekan, kaos û krîza ku şer li pey xwe hiştiye jî jiyana me ji destê me digire. Piştî şer xizanî, koçberî, talankirin û wêranî pêş dikeve. Dema koçberî û xizanî pêş dikeve, bêyî çekan jî mirov jiyana xwe ji dest dide. Dîroka cîhanê jig elek ceran re şahidî kir. Gelek şer pêk hatin û bi dawî bûn. Şerê 1-2’emîn ê cîhanê hat û çû. Şerê korfesê hat û çû. Civakan pir ders ji van şeran derxist. Li dijî şeran sazî hatin avakirin. Lê mixabin şerê ku li dijî çar parçeyên Kurdistanê li dijî hebûna kurdan didome neqediya û naqede. Îro jî em bi vî şerî re rû bi rû ne.” 
 
'ENQERE, HEWLÊR Û BEXDA DESTKEFTIYÊN KURDAN DIKIN HEDEF' 
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser tifaqa Enqere, Hewler û Bexdeyê û wiha berdewam ki: “Li Tirkiyeyê di serî de Wezîrê Parastina Neteweyî gelek welatên din hem di pirsgirêka Îsraîl û Filistinê de, hem jî di meseleya şerê Ukrayna – Rûsyayê de wekî şerê cîhanê yê sêyemîn pênase dikin. Lê ev pêvajo û ev şer îro bi destê AKP-MHP’ê di rojeva me de ye. Kesên meseleya kurdan wekî meseleya terorê dibînin û faşîzma xwe wekî rewa dibînin, dîsa îktîdara ku axa Kurdistanê wekî terorîst dibîne, piştî meha hezîranê şerekî nû dane destpêkirin û vî şerî kûr dikin. Îro em dibînin ku tifaqa Enqere, Hewler û Bexdayê gavek nû navêje. Enqere, Hewler û Bexda bi vê tifaqê destkeftiyên gelê kurd dikin hedef. Ev şerê heyî bi çekên kîmyewî û çekên qedexe hatibû rojeva tirkiye û cîhanê. Di operasyonê de li pêş çavê hemû cîhanê çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Lê wezîrê Parastinê îro vê rastiya şer înkar dike.” 
 
'AKP DIXWAZE MISAKÎ MILLÎ NÛJEN BIKE'
 
Uçar bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê û wiha pêde çû: “Îro ji hewayî û bejayî êrîşên pir mezin pêk tên. Gelek kes di şer de jiyanaxwe ji dest didin. Di vî şerî de li gel leşkerên TSK’ê pêşmergeyên PDK’ê jî cihê xwe digirin. Li gel wan hêzên paramîlîter ên wekî DAIŞ’ê jî cihê xwe digirin. Di çavdêriya PDK’ê de bi sedan nokteyên TSK’ê û bi dehan qereqol hatine avakirin. Erdogan û Bahçelî di vî şerî de  çi armanc dikin? Ez hinekî vekim. Em dixwazin mijara dagirkeriyê fireh vekin. Ji ber ku îktîdara  AKP-MHP’ê politikaya mezinkirina axê berdewam dike. Rastî ewe ku dixwazin dîsa li sînorê Mîsak-î Mîllî vegerin. Lê ev sînor ji bo kurdan û hemû gelê  Kurdistanê tenê mirinê tîne. Ji xeynî mirinê tu tiştî ji kurdan û Kurdistaniyan re nîne.”  
 
'DIXWAZIN KURDISTANÊ BÊ MIROV Û BÊ TÊKOŞÎN BIHÊLIN' 
 
Uçar da zanîn ku bi vî şerê heyî dixwazin Kurdistanê bê mirov bihêlin û wiha berdewam kir: “Dixwazin Kurdistanê bêmirov bihêlin. Dixwazin erdnîgariyê hem bê mirov bihêlin û hem jî kesên ji bo vê axê têdikoşin ji vir derxin û vê erdnîgariyê bêparastin bihêlin. Kurd di heman demê de têkoşerin. Dixwazin vê axê bê tekoşîn bihêlin. Di vê polîtîka şer û dagirkeriyê de din ava 9 salên dawî de 750 hezar mirovan ji cih û warên xwe koç kirin. Ji sedî 80’yî kurd in. Heta meha hezîranê 100 gundên herêmê bi zorê vala kirin. Di vê valakirinê de PDK, TSK û DAIŞ’ê rolên xwe lîstin û li vir bi cih dibin. Dîsa dixwazin 602 gundan vala bikin.” 
 
'HEWL DIDIN DEMOGRAFIYÊ XERA BIKIN' 
 
Uçar li ser hedef û armanca desthilatdariya AKP-MHP’ê jî rawestiya û got: "Hedefek din a vê îktîdarê dixwazin xweza û ekelojiya Başûrê Kurdistanê tune bikin. Di encama vî şerî de hefteyên borî li çilayên Başûr şewatek mezin derket. Li wir alên Tirk vekirin. Di şewatê de nêzî 20 hezar dolim zeviyên çandiniye şewitîn. Çandinî ji bo gelê herêmê çavkaniya herî mezin a debarê ye. 
Hedefek wan a din dixwazin cih û warên dîrokî ku hafıza ye, bi destên çeteyan talan û wêran bikin. Çeteyan li herêmê bicih dikin. Bi destê çeteyan demokrafiya Başûrê Kurdistanê diguherînin. DAIŞ’a ku li Şengalê tecawizî jinan kir û jin qetil kirin, DAIŞ’a ku jin firotin û kirin kole, mirov bi saxî şewitandin û serê pêşmergeyan jêkirin, îro bi destûra PDK’ê û destê Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê tê bicih kirin. Ev axa ku ji destê DAIŞ’ê hatibû paqijkirin, dixwazin dîsa  li vir DAIŞ’ê bi cih bikin û bikin gola xwînê.” 
 
'NEBIN ŞIRÎKÊ AKP'Ê 
 
Çigdem Kiliçgun Uçar bang li PDK’ê kir û wiha pêde çû: “Li vir gotinên me ji gelek kesan re heye. Di serî de em dixwazin ji PDK’ê re çend tiştan bibêjin. Em nikarin daxwaza gelê başûr û daxwaza sê parçeyên din ên gelê kurd ji hevdû cuda bikin. Bêaramiya ku li başûr pêş dikeve, bandora xwe li parçeyên din jî dike. Di rewşek wisa de divê PDK bi AKP’ya ku talan dike, wêran dike, kurdan tecrîd dike, li zindan û goristanan kurdan rehet bernade, re tev bigere? An divê li dijî politikaya şer a AKP’ê raweste ye! Divê em van pirsan ji PDK’ê bikin. PDK di pêşengiya Barzanî de li Başûrê Kurdistanê bûye AKP. Di kuştina gelê kurd de rol daye ser xwe. Di referanduma 2017’an de Tirkiye aşkere li dijî referanduma başûr derket. Di hilbijartina Rojava de Tirkiye aşkere li dijî hilbijartinê derdikeve. Hilbijartinê dike hinceta şer û dîsa li Bakur hewl dide qeyûmên nû tayin bike û kurdan bê vîn bihêle. Li gel vê yekê PDK hevkariya AKP’ê dike. Em wate nadin vê helwesta  PDK’ê. Em dizanin ku gelê başurê Kurdistanê jî wate nade vê helwesta PDK’ê. Li gorî me PDK û AKP di heman rêyê de ne. Her du jî xwînê û hêzê winda dikin. Ya rast divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bibin yek û pêşengiya vê yekê bike. Lê rêya ku PDK ketiye dê şikandinek mezin bi xwe re bîne. Li dijî vê helwesta PDK’ê di raya giştî de bertekên mezin hene. Kesên li dijî vê dagirkeriyê bûne yek keda wan sax be. Divê dijberiya vê dagirkeriyê bêtir mezin bibe û bi hêz bibe. Divê hemû hêz bibin yek û seknek ji bo azadiyê û dijberiya dagirkeriyê nîşan bide.” 
 
'LI ŞÛNA TECRÎDÊ DIYALOGÊ LI PÊŞ BIXIN' 
 
Uçar ji AKP’ê xwest dest ji polîtîkayên şer berdin û wiha bi dawî kir: “Dîsa çend gotina me ji AKP’ê re ye. Divê ji vê rêyê vegere. Divê biha bi hesasiyeta gel nelîzin. Di pêvajoya 2013-2015’an de me sekna gelê kurd û Tirkiyeyê de dît. Dîsa bi politikaya tecrîdê dixwaze bingeha şer bêtir xurt bike. Di aştiya cîhanê de rola Birêz Ocalan pir giring e. Ji ber vê yekê li şûna şer divê bi birêz Ocalan re diyalogê pêş bixin û dîsa rê li pêş aştiyek mayinde vekin."
 
'LI BAŞÛR ŞEREKÎ DIJWAR HEYE' 
 
Li ser navê Dayiken Aştiyê Havva Kiran jî axivî û wiha got: “Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Ev şer di rêça mala Barzanî de tê domandin. Zarokên Kurdistanê li wan çiyayan ji bo azadiya mala Barzanî û ji bo azadiya vî gelî şer dikin û li ber xwe didin. Gelo nayê bîra wî ku DAIŞ ket Kerkûkê? Heke ne ji zarokên vî gelî bûya wê Herêma Kurdistanê jî ji dest biçûya. Xwe dan pêşiya DAIŞ’ê û gotin em nahêlin. Gelo nayê bîra ku DAIŞ hewl dida êrişî Hewlêrê bikira û Hewlêr biqedanda. Lê ji bo ku zarokên vî gelî edaletê dixwazin xwe dan pêşiya DAIŞ’ê û gotin ev jî xwişk û birayên me ne û em kurd in. 
 
Lê xiyaneta wan bi salane berdewam dike. Ev dewleta tirk di bin siya mala Barzanî de diçin zarokên vî gelî şehîd dixin. Xiyaneta wan ji ji roja roja ve heta îro berdewam dike. Destê wan di xiyanetê de ye. Ew dibêjin ‘Ji me pê ve kes tune ye. Em tenê hene. Em tenê kurd in’. Lê kurdên ku heqîqetê diparêzin û kurdên dibêjin; ez însan im û mafê însaniyetê diparêzim belî ye. Heke însanên ku ji bo berjwendiyên xwe zarokên vî gelî ji dewleta tirk re bike qurban, ev êdî nayê qebûlkirin. 
 
EM AŞIQÎ AZADIYÊ Û YEKITIYA GELÊ KURD IN 
 
Em banga xwe li mala Barzanî dikin. Ew zarokên ku di wan çiyayan de ji bo azadiya xwe li ber xwe dide, gelo tu zirara wan zarokan ji we re heye? Rojekî zirar dane we? Ji karê wêdetir tiştekî bi we nekirine. Lê çima hûn dijmanatiya gelê kurd dikin, ne hûn jî kurd in. Hûn rabûne qirêjiyên xwe bi kurdan didin paqijkirin. Wê dawiya saltanata te jî were. Em aşiqî azadî û yekitiya gelê kurd in. Em ne aşiqî sifr û sêniyan e. Em ne aşiqê berjwendiyên xwe şexsî ne. Lê hûn ji ewilî ve ji bo şexsiyeta xwe di nava xiyanetê de ne. 
 
EM ÎRO ŞÎV BIN, TU SIBÊ PAŞÎV E' 
 
Îro li çiyayên Kurdistanê xwîn dibare. Êdî bes e ji xiyaneta we re. Em wek dayikan êdî we qebûl nakin. Em dibêjin; dev ji vê xiyanetê berdin. Werin rêya rast. Îro heke te rê neda dewleta tirk, wê nikaribûya bihata wir. Lê mixabin hûn ji xwe pê ve kesî nabînin. Em wek Dayikên Aştiyê û dayikên kezebşewitî êdî xiyaneta we qebûl nakin. Destê xwe êdî ji rijandina xwîna gelê kurd bikişîne. Hê ku îro sifre li erdê ye, werin bêjin em birayên we ne. Em îro şîv bin, tu sibê paşîv e. Te gund û çiyayên Kurdistanê hemû vala kiriye. Te wan gundiyan hemû ji gundan derxistiye. Wê Tirkiye û DAIŞ li wan gundan bi cih bibe û wê we jî wek pariyek biçûk daqûrtînin. Însanek ji nijada xwe re, ji însanên xwe re, ji namûsa xwe re, ji şerefa xwe re, ji axa xwe re, ji ava xwe re, ji hesasiyeta xwe re nebe, ji tu kesekî re nabe. We para xwe ji însaniyetê û kurdîtiyê negirtiye. Em dibêjin vegere ser rêya rast. Destê xwe ji nav xiyanetê derxe û destê biratiyê û aştiyê dirêj bike. 
 
BANGA BO QADA NAVNETEWEYÎ
 
Em ji bo herikandina vê xwînê bang li her kesî dikin; vê xwînê bidin sekinandin. Em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin ku li ber vî şerî rabin û êrişên Tirkiyeyê bidin sekinandin.” 
 
'HEMAN POLÎTÎKAYA SALÊN 90’Î DIDOME'
 
Li ser navê MED DUHAD-FED’ê Omer Işik jî axivî û wiha got: “Dema em li operasyonên niha yên Tirkiyeyê dinerin, em dibînin ku polîtîkayên wê ji polîtikayên salên 1990’î ne cudatir in. Di salên 1990’î de li Bakurê  Kurdistanê bi hezaran gund vala kirin. Kurdistan bê mirov hiştin. Îro heman politika li  Başûrê Kurdistanê pêk tînin. Di politikaya înkar û îmhayê de israr dikin. Îro AKP-MHP-PDK û DAIŞ di heman kozikê de cih digirin. Ev şerê heyî bandorek pir mezin li aboriya  Tirkiyeyê dike. Qeyrana heyî çavkaniya xwe ji şer digire. Îro tecrîd heye. Ev tecrîd ji Îmraliyê li hemû erdnigariyê belav dibe.
 
'SÛCÊ HERÎ MEZIN ÎNKAR Û BIŞAFTIN E' 
 
Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç jî axivî û wiha got: “Demek dirêj e li ser welatê me û li ser gelê kurd êrîşek bêhempa û erîşek bêahlak heye. Em vê êrîşê şermezar dikin. Em dixwazin van êrîşan bi dawî bikin. Sûcê herî mezin û giran çiye? Li gorî olê sûcê herî mezin şirîkê xwedê ye. Li gorî şaristaniyê sûcê herî giran êrîşa li ser gelan e. Tunekirina gelan û bişaftina gelan e.” 
 
 

Sernavên din

15/07/2024
22:35 Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer
08:26 Xwebûn bi manşeta ‘Kî difiroşe, kî diparêze?’ derket
08:14 Li Semsûra mirina biguman a zarokekê
14/07/2024
22:45 Cenazeyê Ogmen radestî malbata wî hate kirin
21:08 Li Rihayê tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokûyê dest pê kir
20:58 Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin
20:21 Êrişî Eyn Îsayê hate kirin: Welatiyek hate qetilkirin
19:32 Di keleka geştê ya şewitî de 4 kes birîndar bûn
19:24 Li Wanê zarokek di golê de xeniqî
18:05 Cenazeyê 2 ciwanên di golê de windabûn hatin dîtin, yek jî hate rizgarkirin
17:44 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
17:35 Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin hatin bibîranîn
17:10 Ji 29 kesan 15 kes hatin binçavkirin
16:25 Arşîva Çapemeniya Azad êdî li ser dijîtalê ye
16:00 Li Amedê ji bo avakirina ‘Serokatiya Daîreya Astengdaran’ biryar hat dayîn
15:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
15:25 Li Amedê bertek nîşanî pêşnûmeqanûna ‘kuştina’ ajalan dan
15:25 Rojnamegerên êriş dişopandin hatin binçavkirin
14:44 Ji ber êrişên li dijî kafeyan 3 kes hatin girtin
14:34 Mûstafa Yaşar ê ji sedî 68 astengdar hate girtin
14:16 DEM Partî: 14’ê Tîrmehê navê têkoşîna wekhevî û azadiyê ye
14:04 Komxebata Jin û Aboriyê bi dawî bû
12:46 Derket holê ku kesê li dijî Trump sûîqest kirî ji Komarparêzan e
12:46 Parêzer Devedjian: Divê CPT têkildarî tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyê bide
11:02 Amirî: Divê Tirkiye hêzên xwe ji xaka me vekişîne
10:58 Ji jinên Gomî gaveke mînak
10:33 Kovara Jinê vê hefteyê cih da komkujiyên Hîzbûllahê
10:15 Cenazeyê dayika li ber ava çem ketibû hate dîtin
09:49 Di mitîngê de li dijî Trump êrişa çekdarî hat kirin
09:46 'Odeyên qanehkirinê' yên li navendên paşveşandinê di rojeva NY'yê de ne
09:30 Ji şahidên serdemê Şeremet: Em bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin pêş bikevin
09:26 Ji parêzera Çîftçî ya du caran hat girtin banga têkoşîna hevpar
09:04 Xwişka Alî Çîçek: Biçûk bû, lê dilmezin bû
09:04 Çiya û gundên herêma Botanê bost bi bost tên talankirin
09:04 Şaredariya Cizîrê ji bo welatî nexeniqin tîmek avjeniyê wezîfedar kir
09:04 Gelo li Îranê guherîn pêkan e?
09:04 Rojnamevan Mîrza: Dewleta tirk bi çêkirina diwaran sînorên xwe diyar dike
09:01 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2024'AN
13/07/2024
21:48 Li Bilêxşê 9 kes hatin girtin
21:43 Cizirî li dijî tayinkirina qeyûm meş
20:11 Rojnamevan Topaloglû hat girtin
18:50 Li Mêrdînê 2 cenaze anîn morgê
18:47 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
16:30 Rêxistinên ciwanan 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê bibîr anîn
16:20 Rojnamevan Sadik Topaloglû sewqî edliyeyê hat kirin
15:53 Li Mêrsînê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
15:21 Şaxên ÎHD'ê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 Platforma Bajêr: Em ê destûr nedin ku êrişî çand û jiyana me bikin
14:38 Bi girseyî serdana şîna Numaş hat kirin
14:17 Îsraîlê êrişî wargeha Filistîniyan kir: Bêhtirî 100 kuştî û birîndar hene
14:06 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Ez neviya Şemiyê me û li Galatasarayê mezin bûm
13:57 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin binçavkirin
13:50 Xizmên Windayan: Wê têkoşîna me ji bo windayan me bidome
13:09 Erdogan û Esad dê li Bexdayê hevdîtinê bikin
12:56 Di binçavan de xwendina ‘Sirûda Îstîklalê’ lê hat ferzkirin
11:18 Jin li ser polîtîkayên şerê taybet nîqaşan dikin
11:13 Uçar: Em bang dikin ku demildest dawî li dagirkeriyê bê anîn
11:09 Li Silêmaniyê sê çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
10:54 33 qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê di salvegera 9’emîn de bên bibîranîn
10:28 Qedexeya li Kerboranê bi dawî bû
10:12 Cerdevan tevî gefan jî bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin
10:07 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Çarenûsa vî gelî wê demê hat guherandin
09:57 Ji bo 14'ê Tîrmehê stranek çêkir: Berxwedana li wir bû berxwedaneke civakî
09:56 Li gundên Hesana û Navyan ji nû ve birîna daran dest pê kir
09:50 Armancên Tirkiyeyê û astengî
09:26 Li Gabarê goristan hatiye rûxandin