Ji Amedê bang kirin: PDK di nava xiyanetê de ye, dest ji xiyanetê berde

  • rojane
  • 19:01 17 Tîrmeh 2024
  • |
img

AMED - DBP, TJA û DEM Partiyê li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kirin ku PDK şirîkatiya şerê li dijî kurdan dike û ev êriş li pêşiya statûya kurdan asteng in. Saziyan da zanîn ku ew li dijî êrişên Tirkiyeyê ne û siyaseta PDK'ê dûrî berjewendiyên kurdan e û rewşa PDK'ê têde ye wek "xiyanetê" pênase dikin. 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê yên li ser başûrê Kurdistanê pêk tên şermezar kirin. Daxuyanî li Qada Şêx Seîd (Qada Deriyê Çiyê) ya Amedê hat lidarxistin. Nûnerên gelek sazî û rêxistinan beşdarî daxuyaniyê bûn. Tevî hemû astengî û gefa polîsan jî daxuyanî hat dayîn. Girseyê di nava dorpêça polîsan de daxuyanî da. 
 
 
Beriya daxuyaniyê Hevseroka DBP'a Amedê Sultan Yaray axivî û dorpêça polîsan şermazar kir. Yaray bal kişand ser êrişên li dijî başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku divê gelê kurd li dijî êrişan bibe yek û li ber êrişan rabe. 
 
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehemt Kamaç metna daxuyaniyê xwend. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
'ŞERHEZIYA LI DIJÎ KURDAN'
 
"Îktidara AKP-MHP'ê ji sala 2018'an ve ye bênavber qirkirina li ser Gelê Kurd didomîne. Em dibînin ku Suleyman Soylûyê ku wek pêlîstoka vê îktidarê ya şerê taybet kar dike û Hakan Fîdanê ku wek şerhezekî ji bo rê li ber şer veke çend kesan dişîne welatên cîran û hewl dide 8 fuzeyan bavêje, di mijara qirkirina Gelê Kurd de xwedî roleke mezin in. Tirkiye ku taşerontiya polîtîka û stratejiyên NATO'yê yên li ser şerê Rojhilata Navîn digire ser xwe, ji 30 salî zêdetir e ku herêma kurdan kiriye çemê xwînê. 10 salên dawîn jî serkêşiya vê taşerontiyê rasterast li ser Hakan Fîdan bi rê ve dibin.
 
ŞIRÎKATIYA ŞER
 
Piştî ku Fîdan bû Serokê Karên Derve, zêdetir lez dan qirkirina li ser Gelê Kurd û qada wê ya sîyasî berfirehtir kirin. Xala dawîn a vê qirkirinê jî, şirîkatiya şer a bi rêveberiya başûrê Kurdistanê re ye ku ev şirîkatî ji salên 90'î ve dest pê dike. Bi taybetî Zaxo, Barzan, Dihok, Amêdiye û Hewlêra ku wek Başûra Mezin tê zanîn bi salan e di bin destê Tirkiyê de ye. ji zû ve haya me ji ve yekê hebû, me wan deman pêşiya xwe didît û me di vê çarçoveyê de hişyariyên xwe yên pêwist kiribû; me ragihandibû ku eger hebûna îstîxbarat û leşkerên Tirkiyeyê ya li Başûra Mezin mayinde be ev risk e û ew ê encamên wê jî gelekî giran bin.Îro rewşa heyî, mixabin endîşe û wesweseyên me yên di vî warî de piştrast dike.
 
ÊRIŞ LI PÊŞIYA STATÛYA KURDAN ASTENG E
 
Êrişên dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê di serî de bi giştî ji bo çareserkirina pirsgrêka statuya Kurdistanê ya demokratik astengiyek mezin e. Ev êriş di heman demê de hişmendiya utopyaya neo-osmanî ye ku Kerkûk û Mûsilê jî dihundirîne. Lê em ji çarçoveya êrişan jî fêm dikin ku Başûra Mezin jî bûye perçeyek ji Misak-î Millî'yê. Rêveberiya sîyasî ya vî perçeyî, aktorê sereke yê van êrişan e. Êriş û amadekariyên ku vê dawiyê hatin kirin, valakirina gundan, koçberkirina sivîlan û di nav sînorên Iraqê de kontrolkirin nasnameyan van polîtîkayan piştrast dike.
 
EM LI DIJÎ KIRINÊN TIRKIYEYÊ NE
 
Tirkiye dixwaze ku, êriş û polîtîkayên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê bi nîqaşên sedsala nû bi aliyê xwe ve bikşîne. Ji ber vê yekê hem Hikûmet Navendî ya Iraqê, hem Rêveberiya Kurdistana Başûr hem gelên ku li vir dijîn manîpule dike û li gor xwe bahaneyek xurt derdixe pêş. Gotegot û axaftinên ku dema Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin, digotin niha heman tiştî ji bo rewşa Kurdistana Başûr a heyî jî dikin. Çawa ku dema Tirkiye Rojava dagirkir em li hember rêveberiya defacto sekinîn îro jî em dixwazin bibêjin ku em li hemberî kirinên li başûrê Kurdistanê jî disekinin û em dûbare dikin ku em ê dev ji vê têkoşînê bernedin.
 
SIYASETA PDK'Ê DÛRÎ BERJEWENDIYÊN KURDAN E 
 
Tirkiye hewl dide ku siyaseta dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê bi awayekî mayînde berdewam bike, em dibînin ku di heman demê de vê yekê bi piştgiriya dînamîkên herêmê dike. Îlhaqkirina Tirkiyeye ya Başûrê Kurdistanê ku li hin herêman baregehên leşkerî ava dike, nasnameyan kontrol dike û organîzekirina fealiyetên prowakatîf ên weke êgir, heger mirov bifikire ku bêyî desthilatdariya PDK'yê ye, wê bibe nêzîkahiyeke xweşbînî. PDK bûye hêza birêxistinkirina pêvajoyeke ku nikare hesabê wê bide gelê Kurd. Axa Başûrê Kurdistanê ku bi berdêlên mezin hatiye bidestxistin, ji bo berjewendiyên biçûk, hatiye telefkirin. Ev siyaseta PDK'yê ya paşverû ku dûrî berjewendiyên Kurdan ên demokratîk e, wê tu carî hemberekî wê ya civakî tune be.
 
PDK XIYANETÊ DIKE
 
Gelê Kurdistanê, yên ku axa Kurdistanê ji bo dagirkeran vedike, ne weke welatparêz, weke hevkarên dagirkeran ên herêmî bi bîr bîne. Teqez weke sala 2014'yan dema DAIŞ'ê êrişî Kurdên Êzîdî kir, hêzên herêmê ji aliyê desthilatdariya herêmî ve, bi jenosîdekê re rûbirû hatin hiştin. Wê rojê dagirkeriya DAIŞê ku heta Beriya Mûsilê hatin, bi berxwedana yekîneyên herêmê hatin şikandin, îro bi polîtîkayên navnetewî ya NATO û hevkarên herêmê li Başûrê Kurdistan di unîformayên TSK de derdikevin holê. nêzîkahiya ku ne Tirkî, ne jî PDK, desthilatdariya Rojava ya Xweser nas nake, îro bi dagirkirina Kurdistanê, encamê siyaseteke çawa ye, bi hemû Kurdan dide îspatkirin.
 
Îro ew dem e ku bi awayekî rastîn were pênasekirin û tekoşîn were kirin. Rewşa ku PDK tê de ye, bi wateya rastîn, îxanet e. Bûyina li cem aqilekî ku destkeftiyên gelê Kurd bi kedeke mezin û berxwedaneke bêhempa stendiye, ji bilî îxanetê tu pênaseyên din tune ye.
 
BANG LI PDK'Ê HAT KIRIN 
 
Li vir, banga me ji bo dagirkerên Tirkiye û PDK'ya ku nikare xwe ji psîkolojiya mêtingeriyê ya polîtîze bûye; Wê têkoşîna gelê kurd a bi rûmet tu carî neke destekî tenê. Wê sekna kolektîf, birêxistin û polîtîk tu caran bi şûn de nekeve. Wê ev têkoşîn nekeve bandora malbatekê yan jî siyaseta hêza navendî. Weke her dem, îro jî li ser berjewendiyên gel û nirxên bingehîn bimeşe. Lê kesên hewl didin ku vê tekoşîna birûmet hilweşînin û ji armanca wê bidûr bixin û bêqîmet bikin, wê li hemberî edaleta dîrokî mahkûmê tunebûnê bibin."
 
 

Sernavên din

27/07/2024
09:07 KON-MED dê li dijî tecrîdê li Almanyayê çalakiyên girseyî pêş bixin
09:05 Şaredarî bi traktor û maşîneyekê ji xizmeta gel namîne
09:02 Li Girtîgeha Tîpa L a Çorumê Meclis TV jî qedexe ye!
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2024'AN
26/07/2024
23:18 Nobetên qeyûm: Heke berxwedaneke civakî çênebe dê agir bikeve mala herkesê
22:44 Li mihrîcanê aktîvîteya zarokan û nîşandana şanoyê
22:33 Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî bi jehrê ketin
22:02 Şaredariya Cizîrê li taxa Sûrê bi gel re civiya
21:59 Aktîvîteyên TJA’yê yên xwendinê didomin
21:50 Li Ataşehîrê civîna gel: Li Îmraliyê berxwedaneke mezin heye
21:24 NY’yê xwest ku Tirkiye tecrîda li Îmraliyê rake
20:36 Li Behra Egeyê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
20:32 Ozperçîn ê DEM Partiyî hate berdan
19:57 Di protestoya DEDAŞ’ê de welatiyê ji sedî 96 astengdar hate derbkirin
19:48 Cenazeyê dayika Ozkan ê li Pirsûsê hate qetilkirin hate veşartin
19:39 TIR’a ku darên li Gabarê tên birîn lê hatibûn barkirin gêr bû
19:24 Malpera ajansa me hate astengkirin
18:52 Endama Meclisa DEM Partiyê Bîrol birin girtîgehê
18:36 Panela ‘Zimanê me, bişaftin û em’: Divê em bi zimanê xwe biaxivin
17:45 4 kesên li dijî DEDAŞ’ê derketin hatin binçavkirin
17:32 Nivîsa nijadperest hate rakirin, ‘Pêşî peya’ bi paş ve hat
17:03 Xizmên girtiyan banga ‘berpirsyartiyê’ li saziyên navneteweyî kirin
16:07 Mutlu: Divê elewî li dijî pişaftinê têbikoşin
14:53 Zenger piştî 31 salên girtîgehê li gundê xwe bicoş hate pêşwazîkirin
14:51 Di 3 mehan de li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 916 binpêkirin
13:57 Rêberê Şiiyan Necefî: Em operasyonên Tirkiyeyê red dikin
13:09 Tirkiye heya derengiya şevê 15 gundan bombebaran kir
13:08 Şandeya DEM Partî û TJA’yê li Hewlêrê bi jinan re hevdîtin kirin
13:07 Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin
11:58 Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
11:24 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:22 Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
11:16 6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
11:00 SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
10:44 Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
10:27 Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
10:14 Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
10:08 Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn