Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike

  • rojane
  • 09:08 21 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Fehîm Işik diyar kir ku Tirkiye li dijî Herêma Kurdistanê tenê ne di warê leşkerî de êriş dike di heman demê de êrişî aborî, çand û siyasetê jî dike û got: “PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike.” 
 
Rojnamevan Fehîm Işik êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê ya li dijî başûrê Kurdistanê pêk tîne nirxand. 
 
‘TIRKIYE DIXWAZE BI SER BAŞÛR RE ROJAVA BIXE KONTROLÊ’ 
 
Işik anî ziman ku armanca sereke ya Tirkiyeyê kontrolkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ye û got: “Ev polîtîka bi îdeolojiya Neo-Osmanîzmê ve girêdayî ye. Di esasê xwe de îdiaya ku PKK hedef tê girtin heye. Lê her çiqas li Rojava PKK tune be jî êriş pêk tên. Ji ber vê yekê cihên weke Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê hatin dagirkirin. Ji sala 2018’an û pê ve Tirkiye bi sûdwergirtina ji lawaziyên PDK’ê gav bi gav li Başûrê bi cih bû. Bingeha vê pêvajoyê di salên 1990’î de hat avêtin, lê ji sala 2018’an ve li herêmê baregehên leşkerî yên mayînde û mezin dest pê kirin. Tirkiye beriya 1’êê Hezîrana 2014’an 64 baregeh ava kiribûn, di sala 2024’an de ev hejmar derket 71 heban.” 
 
‘ARMANCA KONTROLKIRINA HEWLÊRÊ YE’ 
 
Işik anî ziman ku li gorî çavkaniyên ji başûrê Kurdistanê radigihînin armanca sereke ya Tirkiyeyê Hewlêr e û wiha got: “Hewler nih di kontrola PDK’ê de ye. PDK jî bi dewleta tirk re hevkariyê dike. Armanca Tirkiyeyê ew e ku qadên sivîl ên Hewlêrê bixe kontrola xwe.” 
 
‘PLANÊN LI DIJÎ STATÛYA KURDAN’ 
 
Işik destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze li herêmê serdestiya xwe ava bike û got: “Li herêmê hesab û planên Tirkiyeyê li ser statûya kurdan heye. Mîsogeriyê dide PDK’ê lê belê qadên din ên kurdan xistine hedefa xwe. Li Başîkayê baregeha leşkerî ava kirine û li vir armanc ew e ku Mûsilê û Kerkûkê bixin bin kontrola xwe. Li Kerkûkê tevî ku hilbijartin hatine kirin jî hê jî waliyê bajêr nehatiye bijartin. Tirkiye li vir jî dixwaze PDK’ê û Tirkmenan bide kêleka xwe û YNK’ê berteraf bike.” 
 
‘RÊVEBERIYA BEXDAYÊ JÎ HEVKAR E’ 
 
Işik da zanîn ku rêveberiya Bexdayê jî hevkariya şer û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser herêmê dike û her çiqas rayedarên Iraqê daxuyaniyên li dijî êrişên Tirkiyeyê bide jî lê ew daxuyanî têr nakin. 
 
‘MESÛD BARZANÎ BERDEVKIYA ERDOGAN DIKE’ 
 
Işik destnîşan kir ku hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re li Iraqê bû sedemê nerazîbûna hin aliyan û got: “Grûbên Şiî gotin ku ew ê cilên leşkerî li xwe bikin û li dijî dewleta tirk şer bikin. Lê bele ev nerazîbûn pere nakin. Çimkî sewqiyata leşkerî berdewam dike. Iraq dikare vê asteng bike lê bele ji ber ku hevkarî bi destê PDK’ê tê kirin nikare asteng bike. Li Iraqê nerazîbûn zêde bûn. Li ser vê yekê Mesûd Barzanî yê ku ev 6 sal in neçûye Bexdayê, rabû çû wir û hevdîtinan pêk anî. Mesûc Barzanî li wir berdevkiya Erdogan kir û PKK’ê wek hincet nîşan da û diyar kir ku hatina Tirkiyeyê jineçarî ye. PKK jî hebûna xwe ya li herêmê wek parastina rewa îfade dike û diyar dike ku mafê wê yê parastinê heye. Hevdîtinên Mesûd Barzanî parçeyek plansaziyên ku li pêş dikevine ye.” 
 
‘TIRKIYE DIXWAZE ÊRIŞÎ ÇAND, ABORÎ Û SIYASETA HERÊMÊ JÎ BIKE’ 
 
Işik destnîşan kir ku hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê tenê ne di warê leşkeriyê de ye û got: “Di heman demê de armanca Tirkiyeyê ew e ku êrişî aborî, çand û siyaseta herêmê bike û bixe bin kontrola xwe. PDK ji bo berjewendiyên xwe madî hevkariya Tirkiyeyê dike. Tenê ne li ser petrole di faliyetên din ên aboriyê de jî berjwendiyan bi dest dixe. Bi milyonan dolarên mala Barzanî di Halk Banka Tirkiyeyê de hene. PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariya Tirkiyeyê dike.” 
 
MA / Delal Akyuz 
 

Sernavên din

13/12/2024
15:52 Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan
15:46 Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin
15:40 Ji bo girtiyan kampanyaya pere şandinê
15:37 Pirtûka ‘Repertuara Stranbêjiyê’ li Sûrê gihişt ber destê zarokan
15:35 Îsraîlê ji hewayî êrişî Sûriyeyê kir
14:33 Parêzer Raziye Ozturk: Tecrîda Bahçelî îtîraf kiribû hêj didome
14:02 DEM Partiyê rapora binpêkirinên mafan eşkere kir: Zext ji sedî 50 zêde bûn
13:44 Ji Amedê bang: Em berxwedanê mezin bikin, xwedî li Rojava derkevin
13:17 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:11 Oznûr Bartin: Budçeya şer ji sedî 65 zêde bû
13:01 Hevserokên Giştî bi nûnerên 31 welatan re hatin gel hev
12:53 Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin
12:33 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:45 Hevserokê PYD’ê: Ger em li Şamê yek bin neçar in îradeya me qebûl bikin
11:23 Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin
10:26 Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê: Dev ji êrişkirina destekftiyên Rêveberiya Xweser berdin
10:23 Li Mêrsînê siyasetmedar û parastvanên mafan hatin binçavkirin
10:00 Ji ber berfê li Wanê rêya 131 jîngehan hatin girtin
09:56 Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin
09:55 Rapora PEN a Norwecê ya der barê îdianameya rojnameger Arslan de
09:06 Bi ser re 9 sal derbas bûn lê hêj jî birîn nekewîn e
09:05 Gundên di salên 90'î de hatin şewitandin di hedefa şîrketên petrolê de ne
09:04 ‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'
09:02 Endamên meclisê yên nehat hiştin têkevin şaredariyê: Em ê li ber xwe bidin
09:01 Bozarslan: Tirkiye dixwaze Rojavayê bike parçeyekî xwe û têxe bin fermana xwe
09:00 ROJEVA 13’Ê KANÛNA 2024’AN
12/12/2024
21:45 Li Danîmarkayê li ber parlamentoyê protestokirina êrişan û tecrîdê
21:35 Li Reqayê gule reşandin ser gel: 43 kes birîndar bûn
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê hemû gel û bawerî di jinûveavakirina Sûriyeyê de cih bigirin
16:11 Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin
16:02 Rêveberiya Xweser: Alaya Sûriyeyê dê li herêmên xweser jî be
15:52 Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava
15:21 Baroya Amedê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li NY’ê kir
14:55 Sevîlay Çelenk: Em ê berxwedana Rojava bi tenê nehêlin
14:27 Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot
13:41 Hûlakû yê DEM Partiyî: Tirkiye, Rojava weke xenîmeta şer dibîne
11:53 DEM Partî çû serdana KESK’ê
11:42 Li Amedê dê mihrîcana ‘Kîjan Mafên Mirovan?’ bê lidarxistin
11:21 Danişîna rojnameger Zeynep Kuray hat taloqkirin
11:17 Herêmên texrîbata ekoljîk lê tê kirin hatin qedexekirin
11:11 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Li girtîgehê ji ber govenda Newrozê cezayê disiplînê hat dayin
11:01 Ji bo 47 pirtûk û 12 kovaran biryara berhevkirinê
10:34 Temellî ji Fîdan re got: Ya ku divê were nûkirin polîtîkaya we ye
10:30 Parêzer Şaman: Divê ji bo ‘Mafê Hêviyê’ sererastkirin bên kirin
10:12 Bereket Kar: Kurd dê di nexşeya nû de cih bigirin
10:05 Mazlum Ebdî têkildarî turbeya Suleyman Şah daxuyanî da
10:03 Ji bo CPT’yê serlêdan hat kirin: Divê tavilê bê ziyaretkirin
09:59 Ji bo mitînga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Arjantînê dixebitin
09:46 'Bi êrişan modêla neteweya demokratîk hedef tê girtin’
09:26 ‘Divê êrişên ser Rojava bisekinin, statû were naskirin’
09:05 Cenazeyê kurê wê 27 rojan li mizgeftê ma: Sedsal jî derbas bibin ez ê ji bîr nekim
09:00 ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN
11/12/2024
22:38 Jin bang li NY’ê kirin: Li hemberî komkujiyan tedbîr bigirin!
21:10 Li dijî êrişan ber bi Parlamentoya Ewropayê ve meşiyan
19:50 Li Amedê li dijî êrişan xeleka aştiyê
16:41 Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye
15:59 Hevserokên Giştî çûn serdana girtiyan
15:34 Parastvanên mafan ji bo piştevaniyê ji Hatîce Onaran a girtî re pere şand
15:25 Kesên di êrişên SÎHA’yan de hatin qetilkirin di rojeva Meclisê de ne
14:55 Li Hezexê qeza: Kesek mir, 7 kes birîndar bûn
14:54 Kobanê hate bombebarankirin: Kesek hate qetilkirin
14:48 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê serlêdan hat kirin
14:38 Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin
13:52 Ji Ma Musîcê kampanyaya 'Milyonek pirtûk, milyonek zarok’
13:28 Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin
13:18 Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin
13:04 9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:10 Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê hate binçavkirin
12:09 Operasyona li Çiyayê Bagokê didome
12:08 Îşkenceya polîsan vegotin: Gefa tecawizê li me xwarin
11:31 Qeyûmê Mêrdînê kesên dadgehê îadeyî kar kiribû dîsa ji kar derxist
10:59 Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn
10:34 Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin
10:27 Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
10:26 Wêneyê qeyrana aborî: Tenê karibû bacanekê bikire
10:25 Walîtiyê nehişt navê Rojîn Kabaîşê li navenda jinan were kirin
10:03 Di lêpirsîna rojnameger Aslan de cara duyemîn biryara bêrayetiyê hat dayin
09:18 Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e
09:17 Dewleta tirk di 6 mehan de 77 kes bi SÎHA’yan qetil kir
09:02 Li Wanê tenê ew şewqeyan çêdike
09:01 Dermanên endamê KESK'ê Aslan ê pençeşêr lê peyda bûye nadinê
09:00 ROJEVA 11’Ê KANÛNA 2024’AN
08:48 HSD’ê têkildarî Minbicê daxuyanî da
10/12/2024
23:29 Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li qada navneteweyî: Bêdeng neminin
23:12 Li Kobanê 2 kes hatin qetilkirin
16:55 Li gundê leşkeran dorpêç kirî 9 kes hatin binçavkirin
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin