Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were

  • rojane
  • 09:06 26 Tîrmeh 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Kakshar Oremar, diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên li ser Herêma Kurdistanê dixwaze herêmê dagir bike û got: “Divê demildest bangawaziya yekitiya netewî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku salên berê kiribû di vê pêvajoya dijwar de pêk were.”
 
Dewleta tirk di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe êriş dan destpêkirin. Êrişên dewleta tirk ku li ser herêmê ranewestiyan di meha Tirmehê de belavî qadeke berfireh bû. Tirkiye bi alîkariya PDK’ê li herêmê baregeh ava kirin û li ser rêyan noxteyên kontrolê dan ava kirin û nasnameya welatiyan kontrol dike. Dewleta tirk a bi alîkariya PDK’ê li herêmê li qadeke berfireh bi cih bûye, di meha tîrmehê de sewqiyata lêşkerî ber bi navçeya Amêdiyê ya Dihokê da destpêkirin û meheke herêm tê bombebaran kirin. Di encama êrişên dewleta tirk de bi sedan gund hatin vala kirin û gelek welatiyan jî jiyana xwe ji dest dan. 
 
Rojnameger Kakshar Oremar êrişên dewleta tirk ku heta niha berdewam dikin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Oremar, bi lêv kir ku Tirkiye bi armanca Mîsak-i Mîllî dixwaze herêmê dagir bike û li dijî êrişên Tirkiyeyê girîngiya yekitiya netewî destnîşan kir. 
 
‘TIRKIYE DIXWAZÊ XWE MAYÎNDE BIKE’
 
Oremar, bi lêv kir ku dewleta tirk amadekariya êrîşeke demdirêj dike û PKK’ê jî weke hincet nîşan dide. Oremar êrîşên dewleta tirk weke dagirkeriyê pênase kir û ev tişt gotin: “Armanca dewleta tirk xwe li vir mayinde bike ye. Ev 40 sal in êrîşên dewleta tirk ên li dijî PKK'ê berdewam in. Lê belê bi van êrîşan tu carî negihişt armanca xwe. Armanca Tirkiye ya van êrişên niha yek, di navbera başûrê Kurdistanê û Rojava de herêmeke tampon ava bike ye. Her wiha dixwaze statûya başûrê Kurdistanê ji holê rake. Helbet armanca Tirkiyeyê ya ji êrîşan tenê bi van sînordar nîne. Dixwazin zeviyên neftê û çavkaniyên enerjiyê yên li başûrê Kurdistanê jî bi dest bixin.” 
 
‘ARMANCA TIRKIYEYÊ NEFT Û ÇAVKANIYÊN ENERJIYÊ NE’
 
Oremar bi lêv kir ku  neft û çavkaniyên enerjiya binerd ên li Rojhilata Navîn li Kurdistanê ne û ji ber vê yekê jî çavê Tirkiyeyê jî li vir e. Oremar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem li Başûr, hem li Bakur û hem jî li Rojavayê Kurdistanê gelek bîrên neftê hene. Çavê Tirkiyeyê li van bîrên neftê ye. Heke hûn bala xwe bidinê, dema ku Tirkiye tê herêmê, tenê weke hêzeke leşkerî nayê. Bi endezyar û zanyaran re tên herêmê. Li ser zeviyên neftê û çavkaniyên enerjiyê jî lêkolînan dikin. Li Tirkiyeyê krîzeke aborî ya giran heye. Ji ber vê yekê ew di lêgerîneke wisa de ne ku krîza aborî derbas bikin. Ji bo tekiliyên xwe û dewletên Ewropayî baş bikin dixwazin bi petrolê pêşî li krîza aborî bigirin. Ji ber wê jî PKK'ê weke hincet nîşan didin. Lê armanca herî mezin a dewleta tirk a bi van êrîşan desteserkirina çavkaniyên enerjiyê yên bin erdê û qadên neftê ne.”
 
‘DIVÊ STRATEJIYEKE HEVPAR BÊ AVAKIRIN’
 
Oremar, destnîşan kir ku divê hêzên kurd li dijî êrîşên dewleta tirk stratejiyeke hevpar ava bikin û wiha pê de çû: “Divê kurd van zeviyên neftê û çavkaniyên enerjiyê bi stratejiyeke hevpar bêyî ku di destê Tirkiyeyê de bihêlin, bi rê ve bibin. Wek tê zanîn li Şirnexê bîreke petrolê heye. Ji ber vê yekê Tirkiye di hilbijartinan de giranî da ser Şirnexê. Sedema sereke dîsa petrola herêmê bû. Pêwîste vê rastiyê em bibînin û li gorî wê stratejiyek were diyarkirin. Heke kurd li dijî van armancên Tirkiyeyê bibin yek û bi aqil û stratejiyeke hevpar tevbigerin, wê di qada navneteweyî de di pozîsyoneke xurt de bibûna. PKK’ê ji bo Kongreya Yekîtiya Neteweyî gelek caran bang li partiyên Kurdistanê kir. Lê PDK’ê qet guh neda vê bangê. Nakokiyên di navbera hêzên kurd de bi kurdan dide winda kirin. Ji ber van nakokiyan partiyeke Kurdistanî ya weke PDK’ê li dijî berjewendiyên Kurdan tevdigere. Gotineke kurdan heye: 'Em ji hev dû bi hezaran bikujin jî, dawiya dawî li hev hatin e.' Divê em ji vê gotinê ders bigirin. Ji bo vê jî pêwîste PDK dev ji polîtîkayên ne li gorî berjewendiyên kurdan berde. Her wiha pêwîste Kongreya Netewî ya Kurdistanê di vê pêvajoya krîtîk de rola xwe bilîze.”
 
BANGA ABDULLAH OCALAN 
 
Oremar, banga yekîtiya neteweyî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji salên berê bi rê ya hevdîtinan di girtîgehê de anîbû ziman bi bîr xist û ev tişt got: “Ev bang di van demên êrîşan de xwedî girîngiyeke pir mezin e. Heke îro PKK nemîne tu wateya PDK’ê  li cem dewleta tirk namîne. Ji bo vê jî divê PDK hemû polîtîkayên xwe ji bo serkeftina PKK’ê diyar bike. Peymana ku di navbera Îdrîs Barzanî û birêz Abdullah Ocalan de ku bingeha kongreya yekîtiya neteweyî ye, divê îro bi cih were. Çima PDK îro tevli vê kongreyê nabe? Her wiha nameya birêz Abdullah Ocalan ji Mesûd Barzanî re şandiye û di kongreyê de jî pêşniyara wî ya ji bo hevserokatiyê kiriye. Lê belê zextên Amerîkayê nehişt ku ev kongre bi ser bikeve. Kongreya neteweyî gaveke mezin bû. Lê mesele ji dewleta tirk derbas dibe. Ev kongre ji ber zextên Amerîkayê nekarî bigihije encamê. Heke em yekgirtî û bihêz bin, em dikarin serkeftî bin. Lê belê heke nakokî û pêvçûn di navbera me de hebin, hêzên navneteweyî jî me nahesibînin.”
 
'ARMANC DESTKEFTIYÊN KURDAN E'
 
Oremar, di dawiya axaftina xwe de polîtikayên aborî yên PDK'ê rexne kir û ev tişt anî ziman: “Pêwîste PDK baş bizane ku heke Tirkiye bigihêje armancên xwe statuya Başur jî namîne. Dema em li polîtikayên PDK’ê yên aborî û çandî ya 20 salên dawî dinêrin, em dibînin ku xeletiyên pir mezin hene. Têkiliyên aboriyê yên bi Tirkiyeyê re 14 milyar dolar e. Ziyanên vê îro bi zelalî xuya dibin. Çima navendên MÎT’a tirk li başûrê Kurdistanê hene? Ew li wir çi dikin? Rewş pir giran e. Gelek gund hatine valakirin. Tirkiye dixwaze bigihêje armanca xwe ya Mîsak-i Mîllî ya sed salan. Divê ev yek bi zelalî were dîtin. Armanc ne tenê PKK ye, statûya başûrê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên kurdan e.”
 
MA / Mahmût Altintaş 
 

Sernavên din

26/07/2024
13:07 Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin
11:58 Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
11:24 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:22 Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
11:16 6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
11:00 SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
10:44 Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
10:27 Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
10:14 Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
10:08 Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn