Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan

  • rojane
  • 09:09 26 Tîrmeh 2024
  • |
RIHA - Parêzerê girtiyê nexweş Fevzî Arslan ku ji ber îşkenceyên di bin çavan de lê hatine kirin nexweşiya wî ya “helîna mejî” hate tespîtkirin, Eyup Sabrî Tînaş, wiha got: “Bijîjk diyar kir ku heke bi vî awayî li girtîgehê bê ragirtin, herî zêde 2 salên din dikare bijî.”
 
Fevzî Arslan (55) û birayên wî Omer (36), Mehmet Haşîm (32) û Mehmet Kasim (46) di 18’ê cotmehê de li navçeya Pirsûs a Rihayê hatin binçavkirin. Piştî ku şerê li Sûriyeyê dest pê kir, Khlel Khlel (30) ê mirovê birayên Arslan di sala 2012’an de hate Rihayê û ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. 5 kesên li ser îdiaya îstîxbarata “sûîqestê” ya li dijî parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin binçavkirin, 11 rojan li Şaxa TEM’ê hatin ragirtin. 
 
DI BIN ÇAVAN DE ÎŞKENCE 
 
Di pêvajoya binçavkirinan de hate xwestin ku bi 5 kesan îfadeyên ku polîsan amade kiribûn bidin îmzekirin. Îşkence ya 11 rojan di rapora ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve di 31’ê cotmeha 2019’an de hate amadekirin de jî cih girt. Di raporê de cih dan hûrgiliyên îşkenceyê jî. 
 
5 kes piştî 11 rojan derxistin dadgehê û hatin girtin. Lê di îdianameya derbarê 5 kesan de hatiye amadekirin de îdiaya “sûîqestê” ya ji binçavkirinan re kiribûn hincet cih negirt. Gelek bûyerên di dîrokên cuda de li bajêr pêk hatine di îdianameyê de cih girtin. Dadgehê îfadeyên di bin îşkenceyê de hatibûn wergirtin li ber çavan girtin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê, kuştina qestî ya plankirî” 3 cara cezayê hefsê yê muebeda girankirî li birayên hev Fevzî û Mehmet Kasim Arslanan û Khlel Khlel hate birîn. Li birayên Omer û Mehmet Haşim jî bi îdiaya “Madeyên xetere bê destûr li cem xwe didin peydakirin, hewldana kuştina bi plankirî, zirar dayîna malê cemaweriyê û kirîna guleyan a ji çekên bê ruhset re” 28 salan cezayê hefsê lê hate birîn. 
 
Daîreya 18’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê, di 19’ê sibata 2020’an de cezayên hatibûn dayîn pejirandin. Îtîrazî li Dadgeha Bilind hate kirin. Lê Dadgeha Bilind jî di 17’ê çileya 2024’an de ceza pejirandin. Parêzeran li ser vê yekê serî li Dadgeha Destûra Bilind (AYM) dan lê hêj dosya li AYM’ê tê sekinandin. 
 
TESPÎTA HELÎNA MEJΠ
 
Dema pêvajoya darizandinê berdewam dikir, Fevzî Arslan di 6’ê hezîrana 2024’an de bi giliyê ser êşanê rakirin nexweşxaneyê û destpêka helîna mejî lê hate tespîtkirin. Parêzerê Arslan, teşhîsa têkildarî muwekîlê xwe li nexweşxaneyeke taybet bi bijîjkekî pispor da pirsîn. Bijîjk, diyar kir ku di sala 2018’an de di encama îşkenceya bi ceyranê xwin li ser mejiyê Arslan hişk bûye, ji ber di dema xwe de mudaxile lê nehatiye kirin îltîhab çêbûye û ev yek jî bûye sedema helîna mejiyê wî. 
 
Arslan ê li Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûca ya Edeneyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, ji ber nexweşiyê pirsgirêkên weke ji bîr kirinê û şiyarnebûnê dijî. 
 
PRZ. TÎNAŞ: LÊPIRSÎNEKE BI BANDOR NEHATE KIRIN 
 
Parêzerê Arslan, Eyup Sabrî Tînaş, destnîşan kir ku divê muwekîlê wî demildest li nexweşxaneyeke baş were emeliyatkirin. Tînaş, bal kişand ku cezayên dadgehê birîne li dijî hiqûqê ne û da zanîn ku ji bo darizandineke nû dê serî li dadgehê bidin. Tînaş, diyar kir ku muwekîlên wî bi îşkenceyê hatin binçavkirin û wiha got: “Hemû îşkenceyên ku bên aqlê we lê hatin kirin. Li Rihayê çend cînayetên kiryarên ne diyar hene ji bo di bin îşkenceyê de mabûn neçar man qebûl bikin. Piştî ku bi malbatên wan gef lê hate xwarin, gelek sûcên kiryarên wan nediyar girtin ser xwe. Lê piştî pêvajoya lêpirsînê li dadgehê diyar kirin ku ev îfade di bin îşkenceyê de hatine wergirtin. Tevî vê yekê jî lêpirsîneke bi bandor nehate kirin. Me gelek caran serlêdan kirin ku muwekîlên min sewqî nexweşxaneyê bên kirin û rapor bên wergirtin. Lê daxwaza me nehate qebûlkirin. Serlêdana me ya ji bo sûc jî bi neşopandinê encam girt. Bêyî ku lêpirsîneke bi bandor bê kirin dosya hate girtin.”
 
‘JI ÎFADEYÊN BI ÎŞKENCEYÊ HATIN GIRTIN RE CEZAYEKÎ GIRAN’ 
 
Tînaş, diyar kir ku îşkenceya di bin çavan de di raporên ATK’ê de jî cih girtin lê dadgehê ev rewş li ber çavan negirt û wiha berdewam kir: “Îstînaf bêyî ku lêkolîn bike ji esasê red kir. Dadgeha Bilind jî tenê ji ber sûcekê biryara xerakirina ceza da û cezayên din ên giran ên ji sûcdariyên din hatibûn dayîn pejirandin. Ji ber îfadeyên di bin îşkenceyê de hatine dayîn 3 caran cezayê muebeda girankirî hate dayîn.”
 
Tînaş, bal kişand ku Fevzî Arslan girtiyê nexweşê giran e û ev tişt gotin: “Bi ser îşkenceyê re 6 sal derbas bûn û li ser giliyê tomografiyê mejî hate kişandin. Ji ber ku Fewzî êdî tiştên ku gotibûn ji bîr diklr. Me encamên wê li nexweşxaneyeke taybet nîşanî bijîjkekî pispor dan. Ji ber îşkenceyê beriya 6 salan xwîn çûye ser mejiyê wî. Ji bo mudaxile li xwîna çûye ser mejiyê wî nehatiye kirin, xwîn hişk bûye û niha dibe sedemê helîna mejiyê wî.”
 
‘DIVÊ BÊ BERDAN’ 
 
Tînaş, da zanîn ku bijîjkî ji wan re gotiye ‘bi vî awayî nikare berdewam bike’ û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bijîjk ji me re got ku heke bi vî awayî li girtîgehê bê ragirtin herî zêde dê 2 salên din bijî. Fevzî niha li girtîgehê di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ne di wê rewşê de ye ku pêdiviyên xwe bi cih bîne. Beriya niha ji rûviyên xwe emeliyat bû. Bijîjk derman nivîsandin û divê van bi awayekî bi rêk û pêk bigire. Lê bi tena serê xwe dimîne û tiştan ji bîr dike. Me serî li Wezareta Dadê da. Ji bo ku Arslan xwe bigihîne mafê tedawiya baş divê demildest bê berdan. Heke di van şertan de bimîne, rayedar ji mirina wî berpirsyar in. Cezayê wî dikare were taloqkirin.”
 
MA / Emrûllah Acar
 
 

Sernavên din

26/07/2024
13:07 Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin
11:58 Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
11:24 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:22 Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
11:16 6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
11:00 SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
10:44 Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
10:27 Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
10:14 Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
10:08 Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn