Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike

  • rojane
  • 10:03 26 Tîrmeh 2024
  • |
STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî diyar kir ku hincetên “cezayên disiplînê” yên tecrîda li Îmraliyê razber û derqanûnî ne. Emekçî, bal kişand ser têkoşîna civakî û siyasî ya li dijî tecrîdê û got: “Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike.” 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê tê ragirtin. Tecrîda li dijî Abdullah Ocalan di 27’ê tîrmeha 2011’an de hate girankirin. Heta sala 2016'an jî hevdîtin bi hincetên weke “keştî xerabe ye”, “rewşa hewayî nebaş e” û hwd. hatin astengkirin. Ev demekî dirêje hevdîtin bi hinceta “cezayên disiplînê” tên astengkirin. 
 
Abdullah Ocalan, piştî berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan di sala 2019’an de 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Wezîrê Dadê yê demê Abdulhamît Gul di 16’ê gulana 2019’an de got: “Li pêşiya qedexeya hevdîtinê ji hêla hiqûqî ve tu astengî nînin.” Tevî vê jî ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha destûra hevdîtina bi parêzeran re nayê dayîn. 
 
Ocalan, herî dawî di 3’yê adara 2020’an de bi malbata xwe re hevdîtina rû bi rû kir. Hevdîtina herî dawî ya li ser telefonê jî di 25’ê adara 2021’ê de hate kirin. Ji wê rojê ve tu agahî ji Ocalan nayên girtin. 
 
EMEKÇÎ: MÎNAKA WÊ TUNE YE 
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî tecrîda li ser miwekîlê xwe nirxand. Emekçî, 27’ê tîrmeha 2011’ê weke “dîroka amadekirina bingeha derhiqûqtiya keyfî” nirxand û wiha got: “Ji wê rojê ve destûra hevdîtina bi parêzeran re nayê dayîn û mînaka vê li cîhanê nîne. Heta di Peymana Cinevê de jî mafê hevdîtina bi parêzearn re nehatiye astengkirin û mafekî sereke ye. Di rewşên awarte û şer de li Guantanamoyê jî ev maf nehatiye binpêkirin. Di rapora CPT’yê ya di 2013’an de hat tespîtkirin ku ev biryareke polîtîk e. Heke li cihekî mafê hevdîtina bi parêzeran re tune be, li wir rewatiya tu biryaran nîne. Hemû kirariyên ji parastinê bêpar, derhiqûqî ne. Ev rêgeza sereke ya pergala hiqûqê ya cîhanê ye.” 
 
'BIRYARA POLÎTÎK 13 SAL IN TÊ DIMANDIN’ 
 
Emekçî, bi bîr xist ku dema tecrîd didomiya parêzer di bin navê “KCK”ê de hatine girtin û ev tişt anî ziman:” Ez wê demê girtî bûm. Ji bo pirsa rojnamegeran a ‘Çima destûr nayê dayîn ku parêzer bikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin?’ Edogan digot; ‘Bila parêzer li kêlekê bisekinin.’ Ev jî tespîta CPT’yê ku digot biryarên siyasî ne piştrast dike. Ev biryara polîtîk 13 sal in tê domandin. Dema di navbera 2013-2015’an de bi Ocalan re hevdîtin dihatin kirin jî nehiştin parêzer biçin serdanê. Ev, ji bo astengkirina agahîgirtina Ocalan e.” 
 
'HEVDÎTINÊN DI SALA 2019'AN DE ÎSTÎSNAÎ NE’
 
Emekçî, hevdîtinên piştî grevên birçîbûnê weke “îstîsnaî” nirxand û wiha pê de çû: “Piştre qedexe dîsa dest pê kirin û bi hincetên cuda heta îro didomin. Qedexeya hevdîtinên piştî 2019’an, berdewamiya israra di siyaseta neçareseriyê de ye. Ji ber ku birêz Ocalan di hevdîtina dawî ya bi parêzeran de digot; ‘Ez ji bo çareseriyê amade me.’ Birêz Ocalan di pêvajoya 2013-2015’an de ji ekolojiyê heta azadiya jinê, aborî û hiqûq û hwd. 10 komîsyon ava kiribû. Anku dema digot ‘ez ê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim’ zelal bû. Lê ev bi kêrî îktîdara heyî nehat. Jixwe piştre operasyonên derveyî sînor dest pê kirin û pêvajoya bi temamî guherî.” 
 
'HINCETA QEDEXEYAN RAZBER IN’ 
 
Di berdewamê de Emekçî got ku parêzer bi rêbazên “korsanî” tên astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îtîrazên me piştî teqezbûna biryaran dixin meriyetê. Her wiha qeydên UYAP’ê nayên kirin. Anku ji bilî wan 5 hevdîtinên îstîsnaî, ev 13 sal in nikarin mafê xwe yê sûdgirtina ji parêzeran bi kar bînin. Biryarên li hundir ên bêyî parêzeran rewa nînin. Ji ber ku ne li gorî qanûnan e û hincetên wan razber in. Ev biryar derqanûnî ne. Ji bo qedexeya telefon divê carekê hevdîtina telefonê were kirin. Heke di axaftina ser telefonê de tiştek çêbibe dikarî biryarê bidî. Lê ji bo hevdîtinên telefonê yên nehatine kirin biryar tê dayîn. Heman tişt ji bo hevdîtinên bi parêzeran re jî derbasdar in. Divê tu ji ewil bihêlî hevdîtin were kirin. Lê bi usûlên qanûnên xwe nakin.” 
 
'HIQÛQA SERDESTAN DI MERIYETÊ DE YE’
 
Parêzer Emekçî anî ziman ku Tirkiye biryarên DMME û NY’ê bi cih nayîne û wiha got: “Bêguman vê cisaretê ji Ewropayê digire. Erdogan digot; ‘di mijara Îmraliyê de me bi Ewropayê re lihev kir.’ Me zêdetirî 60 caran serî li AYM’ê daye. Lê biryarê nadin û bi demê re vedihêlin. Ji sala 2011’an ve em serî li DMME’yê didin lê ew jî bi demê re vedihêlin. Li pêşiya Komîteya Wezîran biryara DMME’yê ya bi dîroka 18’ê adara 2014’an heye. Komîteyê herî dawî ji Tirkiyeyê re got ‘vê biryarê pêk bîne, cezayan daxîne û mewzûatê biguherîne.’ Lê Tirkiyeyê di bersiva xwe de rejîma înfazê parast. Komplo û derhiqûqtî bi vî awayî didome. Em dikarin bibêjin di piştperdeyê de lihevkirin û bazarî hene. Tişta trajîk ev e; biryarên DMME, NY û Komîteya Wezîran û rapora CPT’yê heye lê bi hiqûqê nakin û di navbera xwe de bazariyan dikin. Niha hiqûqa serdestan di meriyetê de ye.” 
 
JI BO CPT’YÊ: TU ÇIMA PARVE NAKÎ? 
 
Emekçî, bi lêv kir ku CPT raporên xwe parve nake û li dijî Tirkiye ya biryaran bi cih nayîne jî daxuyaniyê nade. Emekçî, wiha derbirî: “Li gorî benda 10/2 a PMME’yê heke dewletek guh nede pêşniyarên CPT’yê, CPT bêyî destûra dewletan dikare prosedûra teşhîrkirina dewleta têkildar bixe meriyetê û raporê eşkere bike. CPT, di sala 2022’yan de çû serdanê û hêj rapor parve nekiriye. Madem guh nade pêşniyarên te wê demê tu çima parve nakî? Te digot ‘cezayên disiplînê nayên qebûlkirin’ lê Tirkiye dide. Dibêjî ‘qedexeyên ji bo parêzeran keyfî ne’ lê Tirkiye van qedexeyan didomîne.” 
 
'LI GORÎ HIQÛQA XWE TEVBIGERIN’ 
 
Emekçî, bi bîr xist ku CPT’yê derheqê Azerbaycan a ku li gorî pêşniyarên wê tevnegeriyayî de daxuyanî daye û xwest heman prosedûr ji bo rewşa li Îmraliyê jî bikeve meriyetê. Emekçî, axaftina xwe wiha qedand: “Dema birêz Ocalan anîn Îmraliyê, di roja ewil de rayedarê CPT’yê ew pêşwazî kir û got; ‘Dê li vir bimînî û tiştên pêwîst em ê bikn.’ Anku ev pergal bi hev re ava kirin. Sekn û nêzikatiyên heyî nîşaneya lihevkirinekê ye. Divê CPT li gorî hiqûqa xwe tevbigere. Divê Ewropa jî ji bo berjewendiyên dîplomatîk hiqûqê feda neke. Tevî hemû derhiqûqtiyan jî dê hewldanên me bidomin. NY’ê du caran biryara rakirina bisînorkirina parêzeran da. CPT’yê jî di rapora xwe de got tecrîd polîtîk e. Em derhiqûqtiya Tirkiyeyê tescîl dikin. Nexwe bêguman ya ku dê encamê diyar bike têkoşîna civakî û siyasî ye.”
 
MA / Îbrahîm Irmak
 
 

Sernavên din

26/07/2024
13:07 Xelatgirên Nobetê nameya ‘Abdullah Ocalan’ şandin
11:58 Tirkiye li Berwarî Balayê nasnameyan kontrol dike!
11:24 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:22 Beriya Olîmpiyatên Parîsê li dijî rêhesinan êriş hate kirin
11:16 6 siyasetmedarên beriya hilbijartinê li Pirsûsê hatibûn girtin, hatin berdan
11:00 SOHR: Tirkiyeyê 400 endamên komên paramîlîter veguhest Herêma Kurdistanê
10:44 Meteorolojiyê ji bo 15 bajaran hişyari kir
10:27 Dayikên lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin: Me heta vî emrê xwe tiştekî wiha nedîtibû
10:14 Nivîsên 'Pêşî Peya' jêbirin û yên nîjadperest nivîsandin
10:08 Zanyarê siyasetê Însel: Tu xêra şer nagihije welat
10:03 Tecrîda li Îmraliyê di meha 41’ê de ye: Dê têkoşîna civakî encamê diyar bike
09:21 Parêzer Ergul: Tirkiyeyê bersiv neda pirsên têkildarî ‘cezayên disiplînê’
09:09 Girtiyê ku bijîjkî jê re gotiye ‘2 salên wî maye bimire’ nayê berdan
09:07 Bang li rêxistinên ekolojiyê kirin: Em bi hev re dikarin pêşiya qirkirine bigirin
09:06 Rojnameger Oremar: Divê banga yekitiya neteweyî ya Ocalan pêk were
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2024'AN
25/07/2024
22:54 Di nobeta qeyûm de bang li PDK hate kirin: Dest ji xeta xiyanetê berde
22:36 6 kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hatin binçavkirin
22:25 Hatîmogûllari: Em ê ji bo aştî û edaletê bajêr bajêr navçe navçe bigerin
21:18 DEM Partiyê giliyê Gulsever û Toktaş kir
21:06 Li Mêrdînê ji ber erd şer kirin: 2 kes mirin
20:42 Kesên li Wanê hatin binçavkirin hatin berdan
20:32 Ûçar: Em destûrê nadin ku sedsala 2’yemîn bibe sedsala şer
20:26 Ahmet Zenger piştî 31 salan hate berdan
20:17 Li mîhrîcanê li dijî desteserkirina îradeyê meş
20:07 Li Çewligê bertek nîşanî polîtîkayên şerê taybet dan
19:39 Li Mîhrîcana Mûnzûrê panela ‘Ji Xorasanê heta Dêrsimê, ji Dêrsimê heta Xorasanê’
18:57 Kesên ne di govendê de jî hatine girtin: Ferman hatiye dayîn
17:24 DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin
17:12 Li Wêranşarê Konseya Bajar tê avakirin
17:11 'Qeyûm, hewldana xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye’
16:05 9 ciwanên govend gerandin hatin girtin
15:38 Rejîma Îranê girtiyekî kurd îdam kir
15:30 Hatîmogûllari li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê axivî: Armanca wan ew e ku gel xizan bikin
14:37 Kaya: Li Amedê çeteyên qeyûm di dewrê de ne
14:20 Parlamenter ji civîna Komîsyona Karên Derve hatin derxistin
14:18 Derheqê rojnameger Akin de lêpirsîn hate destpêkirin
13:59 Di konteynerên mexdûrên erdhejê de şewat derket
13:49 AYM'ê ji bo birîndarkirina Aydenîz biryara binpêkirinê da
13:48 AYM’ê di 3 mehan de 529 biryarên binpêkirina mafan da
13:23 Li Mêrsînê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:15 Pûtîn û Esad li Moskovê civiyan
12:37 Danezana 'Komxebata Plana Stratejîk a Jinê’ hat eşkerekirin
12:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:00 Nûçeyên 8 rojnamegeran weke hinceta cezayê hatin nîşandan
12:00 Komxebata Plana Stratejîk a 5 salan a Wanê dest pê kir
11:32 22’yemîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir
11:27 Hevjîna girtiyê nexweş: Dibe ku gurçikên xwe winda bike
10:39 Li Çewligê hejmara miriyan derket 4’an
10:11 Atkîvîstên mafên ajalan hatin berdan
10:01 Li Muglayê jinek hate qetilkirin
10:01 Amedî li dijî şer in: Ji vê xeletiyê vegerin
09:47 Derhêner û kameraman ên binçavkirî hatin berdan
09:38 Li Jîn Artê serdema nû: Qeyd destpêkirin, bernameya tebaxê diyar bû
09:12 Qeyûm di berdela deynê xwe yê bacê de park dewr kiriye
09:11 Baro dê li dijî qirqirina daristanan dozê li wezaretê veke
09:11 Midûr hate guhertin binpêkirin zêde bûn
09:09 Tecrîda Îmraliyê di meha 41’emîn de ye: 574 serlêdan bêbersiv man
09:06 Li dijî tecrîdê plana çalakiyê ya nû
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2024'AN
24/07/2024
23:41 Ji derhêner Leventoglû û kameraman Alturk agahî nayê wergirtin
22:30 Di nobeta qeyûm de bang li desthilatê kirin: Şaredariyê bide yên bi ser ketî
22:01 Duzenê di encama teqîna cismekî jiyana xwe ji dest da hate veşartin
21:54 Şewata li Depê hate kontrolkirin
21:22 Jinên li Girtîgeha Evinê ji bo Pexşan Ezîzî dest bi çalakiyê kirin
20:14 Li Girtîgeha Denîzliyê girtî jehrî bûn: Malbat nayên agahdarkirin
19:20 Li Meclisê bi kulman êrişî Bozan ê DEM Partiyî kirin
18:43 Polîtîkayên şerê taybet: Fihûş û bengîtiya hişbirê zêde bûye
18:27 Îfadeyên ciwanên ku govend gerandibûn hatin wergirtin
16:29 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
16:07 DEM Partiyê li dijî girtina Ozperçîn îtîraz kir
15:46 Li Çewligê êriş: 2 kes mirin, 7 kes birîndar bûn
15:23 Li Pasûrê protestoya madenan
14:19 Îpek Bakirhan hate definkirin
12:38 Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnamegera kurd
12:33 Bozan biryarên darazê rêz kir: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
12:19 Li Girava Axtamarayê mirina çêlikên qaqlîbazan
12:00 DEM Partî: Serokatiya Ragihandinê rola Goebbels didomîne
11:30 Tehliyeya girtiyê got ‘Ez ê ji bo azadiya gel siyasetê bikim’ cara 3’yan hat taloqkirin
11:23 Ji bo ‘azadiya’ rojnameger Karakoç bangawazî hat kirin
11:06 Li devera balafirên şer bombebaran kirî şewat derket
11:01 Li Nepalê balafir ket: 18 kes mirin
10:59 Parêzer Erol: Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna israra di çareseriyê de ye
10:14 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
09:58 Hatîp Dîcle: Çareserî nûjenkirina Destûra Bingehîn a 1921’ê ye
09:38 Strana ‘Olurum Turkiyem’ li ciwanên binçavkirî dan guhdarkirin
09:30 Taxên lêhiyê lê xistine li benda piştevaniyê ne
09:27 22’yemîn Mîhrîcana Munzurê sibê dest pê dike
09:21 Qeyûmê Êlihê 16 hezar pirtûkên Azîz Sancar kiriye
09:09 Yekitiya Ekolojiyê bang kir: Divê hemû ekolojîst di 28’ê tîrmehê de li Şirnexê bin
09:06 3 girtiyên ku ji hev du re bûne dest û ling
09:02 Roja ku rojnamevan weke ‘cejnê’ pîroz nakin: 24’ê tîrmehê
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn