Rapora DFG’ê ya tîrmehê: Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza hate birîn

img
AMED - DFG’ê rapora meha tîrmehê de diyar kir ku 6 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hate girtin, li 9 rojnamegeran bi giştî 51 sal cezayê hefsê hate birîn û ji bo 341 nûçeyan biryara astengkirinê hatiye dayin. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora “Binpêkirinên Mafan ên Meha Tîrmehê” eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku zextên li ser azadiya fikr û xweîfadekirinê zêde bûne û bal kişand ser girtin û binçavkirinên ji ber govendên kurdî û jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî. 
 
‘PERGALEKE SÎSTEMATÎK A FAŞÎZMÊ HEYE’
 
Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Di tîrmehê de êrişên li ser azadiya fikr û ramanê kêm nebûn. Me meheke tijî êrişên li ser azadiya ramanê li pey xwe hişt. Desthilata AKP-MHP’ê di siyaseta şer de her ku diçe dibe pergaleleke sîstematîk a faşîzmê. Mînaka vê ya herî berçav girtina ciwanên kurd ên li ber stranên kurdî govend digerandin û jêbirina nivîsên ‘Pêşî Peya’ yên li ser rê hatine nivîsandin e. 
 
JENOSÎDÊ BI ARGUMANA ‘PLANA TÊKBIRINÊ’ DIDOMÎNIN
 
Desthilata ku bi hesabên trol ên medyaya dijîtal tê birêxistinkirin, pergala faşîzmê birexistin dike. Bi van navgînên qirêj li dijberê ziman û çanda kurdî şerekî taybet ê yekser daye destpêkirin. Girtina ciwanên kurd ên li ber klamên kurdî govend digerandin, jêbirina nivîsên kurdî yên ji bo hişyariya pîvanên trafîkê faşîzm e. Ji avakirina Komara Tirk heta niha di çarçoveya Plana Islehkirina Şerqê de asîmîlasyon û jenosîd li ser kurdan ferz kirine. Di roja me de hişmendiya faşîzmê polîtîka asîmîlasyon û jenosîdê bi argumana nû ya bi navê ‘Plana têkbirinê’ xistiye meriyete.  
 
DIVÊ XWEDÎDERKETINA LI KURDÎ MEZINTIR BIBE 
 
Dîroka kurdan veguheriye têkoşîna li dijî asîmîlasyon û jenosîdê. Mînaka vê ya herî şênber bersiva rojnamegerên Çapameniya Azad e. Çapameniya Azad tevî van êrişên faşîzan jî bi weşana rojnameya kurdî bû bersiv. Li gel hemû zext, sansûr, kuştin û girtinan jî weşana kurdî hê bêhtir xurt bû û heta îro hat. Ev polîtîkayên faşîst çawa ku duh bi ser neket, dê îro jî encamê negire. Divê bi xebatên pêşxistina nivîsên kurdî yên wek ‘Pêşî Kurdî’ xwedîderketin bê mezinkirin û rê li ber polîtîka êrişkar bê girtin. 
 
ÊRIŞÊN SER ÇAPEMENIYÊ DI TÎRMEHÊ DE GIHIŞTIN LÛTKEYÊ 
 
Di meha tîrmehê de êrişên hikûmeta AKP-MHP’ê tenê li ser azadiya fikr û ramanê bi sînor neman. Li ser çapemeniyê ji zêde bûn û gihişt lûtkeyê. Desthilatdariya faşîst şerê li dijî kurdan bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê jî her ku diçe kûr dike. Li ser rojnamegerên Başûr jî polîtîka êriş û zextan pêş dixe. 
 
MÎNAKÊN ZEXT Û ZORDARIYÊ
 
Heke em hinek êrişan mînak bidin; di 8’ê tîrmehê de SÎHA’yên tirk li Şengalê êrişî peyamnerê ÇIRA TV’ê Medya Hasan, Peyamnerê ÇIRA FM’ê Mirad Mîrza û ajokarê seyareyê Xelef Xidir kir. Di êrişê de Mirad Mîrza qetil kirin. Di 11’ê tîrmehê de PDK’ê Peyamnerê Zoom Medyayê Hejîn Fetah, li gel kameraman û ajokar binçav kirin. Mûrat Yazar ku ji bo kişandina wêneyan çûbû Herêma Federe ya Kurdistanê, asayîşa PDK’ê di 14’ê tîrmehê de li Zaxoyê binçav kir.  Asayîşa Silêmaniyê di 23’yê tîrmehê de Peyamnerê Rojnewsê Dêrin Rehîmî binçav kir alavên wî desteser kir. 
 
Herî dawî Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê hepsê li edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê rojnameger Silêman Ehmed birî. Silêman Ehmed 279 roj beriya biryara dadgehê bi hevkariya PDK û hikûmeta AKP-MHP’ê hate revandin.
 
GIRTINA ROJNAMEGER TOPALOGLÛ
 
Li Tirkiyeyê êrişên li dijî rojnamegeran pêk tên ne li gor hiqûqê ne. Hiqûq li gorî hişmendiyeke komployî pêk tê. Mînaka vê ya herî nêz girtina rojnameger Sadik Topaloglû ye. Sadik Topaloglû û hevalê wî Mehmet Savaş di 13’ê tîrmehê de hatin binçavkirin. Rojnameger Sadik Topaloglû bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin. Sedema girtina Topaloglû, dozeke di sala 2022’yan de bû. Topaloglû, wê demê hatibû darizandin û 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn. Ev lêpirsîn û ceza jî bi şahidiya mirovekî ku qet beşdarî dadgehê nebûye hatiye birîn. Topaloglû bi heman lêpirsînê careke din hatiye girtin.
 
GEF LI ROJNAMEGERAN HATE XWARIN
 
Wek meha hezîranê di tîrmehê de jî rêveberên MHP’ê ser weşanên MHP’ê gef li rojnamegeran xwarin. Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî 63 jê rojnameger bi giştî 154 kesên ku der barê zelalkirina kuştina Sînan Atêş de lêkolîn kirine, hedef girt û gef lê xwar. 
 
JI BO 341 NÛÇEYAN BIRYARA ASTENGKIRINÊ HATE DAYIN
 
Li aliyê din desthilata heyî, RTUK û Desteya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan weke amûreke sansurê bi kar anî û ji bo 341 nûçeyan biryara astengkirinê da, weşana 6 malperên nûçeyên yên înternetê hatin rawestandin. Di 3’yê tîrmehê de lîsansa Açık Radyoyê hate betalkirin. Di 11’ê tîrmehê de platforma dijîtal a JINNEWS’ê hesabê X @KurmanciJINNEWS bêyî ku hincetek bê nîşandan ji aliye X’ê ve hat astengkirin. Ji bo malpera înternetê ya Ajansa Mezopotamya ‘mezopotamyaajansi.net,’ di 25’ê tîrmeha 2024’an de Dadgeha Cezayê Sulhê ya Gumuşhaneyê biryara astengkirine da.
 
Di vê pêvajoya ku hiqûq tune tê hesibandin, karîneya bêgunehiyê ji holê rakirin, êrişên li dijî ziman zêde dibin, hemû muxalîf ji aliyê desthiladariyê ve bi gotina ‘terorê’ tên krîmînalîzekirin de em ê parastina pîşeya rojnamegeriyê û rojnamegeran berdewam bikin. Em ê her dem ji bo mafê rojnamegeran têbikoşin.”
 
Di berdewama daxuyaniyê de binpêkirinên meha tîrmehê wiha hatin rêzkirin: 
 
BINPÊKIRINÊN MAFÊN EWLEHÎ Û JIYANÎ YÊN ROJNAMEVANAN
 
Di tîrmehê de 6 rojnameger hatin binçavkirin, 2 hatin girtin, rojnamegerek rastî tundiyê hat, gef li 69 rojnamegeran hate xwarin, rojnamegerek hate astengkirin, êrişî mala rojnamegerekî hate kirin; derheqê rojnamegerekî de lêpirsîn hate destpêkirin, li 3 rojnamegeran doz hate vekirin, li 9 rojnamegeran 51 sal cezayê hefsê hate birîn, doza 54 rojnamegeran a ji 24 dosyayan didome, 36 rojnameger girtî ne; li saziyekê cezayê weşanê lê hate birîn, ji bo 11 weşanan biryara qedexeyê hate dayin; 6 malperên înternetê hatin girtin, 341 nûçe hatin astengkirin û 7 caran xwegihandina tora civakî hate astengkirin. 

Sernavên din

04/08/2024
09:04 Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin
09:02 ‘Êrişên li ser kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e'
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
03/08/2024
22:59 Li Amedê fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû hat lîstin
21:34 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
21:18 Di çalakiya li dijî qeyûm de banga têkoşîna hevpar
16:16 Meclisa Jinan: Li Şengalê yekitiya gelan hedef girtin
16:08 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujî şermezar kirin
15:50 TJA’yê ji serokkomarê Iraqê re name şand
15:43 Jinên êzîdî banga ‘bila ji berpirsên komkujiyê hesab bê pirsin’ kirin
15:25 Ji bo girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç banga berdanê kirin
14:51 Banga ‘Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin’ hat kirin
14:31 Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan banga edaletê kirin
13:59 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
13:36 Lêpirsîna êrişa Edliyeya Stenbolê: Ji 19 kesan re heya 15 salan ceza hefsê hat xwestin
13:14 Li Somaliyê teqîn: 32 kes mirin, 63 kes birîndar bûn
13:03 Mexdûra Erdhejê Kaya: Bi raporên taybet edaletê dikirin
11:54 ‘Bila 3’yê Tebaxê bibe Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’
11:00 Ji Îsraîlê êrişa hewayî: Fermandarekî Tugeyên el-Kassamê hate kuştin
10:53 Dê li Depê Mîhrîcana Çand û Xwezayê bê lidarxistin
10:52 KNK: Birînên Şengalê bi tifaqeke mezin a kurdan dikare bikewin
10:13 Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke nenavendî heye
09:09 Ekmen: Kurdî parçe nake lê wê ev mêjî welêt parçe bike
09:08 Hevseroka BEKSAV'ê: Hunermendên kurd û sosyalîst li dijî tecrîdê li ber xwe didin
09:07 Ji ber nexwestin di êrişan de cih bigirin doz li cerdevanan hat vekirin
09:00 Bertek nîşanî êrişan dan: Divê em govenda xwe mezin bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2024'AN
07:14 Li Îranê di mehekê de herî kêm 55 girtî hatine darvekirin
02/08/2024
21:35 "Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe'
21:26 DEM Partî: Werin em bi hev re lîstikên nijadperest pûç bikin
17:23 Li Kerboranê 'Pêşî Peya' cardin hat jêbirin
16:28 Çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’ di hefteya 15’an de dom kir
16:11 Di ‘Nobeta Aştiyê’ de berteka bêtehamuliya li hember kurdî
16:04 Îşkenceya polîsan protesto kirin: Hûn nikarin serî bi ciwanan bidin tewandin
15:52 OHD’ê rapora binpêkirinên tenduristiyê parve kir
15:37 Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Pêya’ dîsa hatin nivîsandin
14:55 Der heqê girtiyên li dijî lêpirsîna ‘nasnameyê’ derketin lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Êrişa li dijî zimanê kurdî didome: Li Cizîrê jî nivîsa ‘Pêşî Peya’ hate jêbirin
13:56 Ji bo girtiyê nexweş Guvel serî li Wezareta Dadê da
13:02 Hinceta astengkirina Instagramê: Li gorî qedexeya sûcên katalogê tevnegeriya
12:44 DEM Partiyê têkildarî Qoserê daxuyanî da: Lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin
12:23 Li 9 bajaran hinek qad ji statûya daristanê hatin derxistin
12:22 Erdogan li ser Instagram a hatiye astengkirin peyam parve kir!
11:50 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:37 Rapora DFG’ê ya tîrmehê: Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza hate birîn
11:36 MYK’a DEM Partiyê li Wanê civiya
11:27 Dolar radibe lîreyê tirk bêqîmet dibe
11:11 Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:35 Ciwanên ji hêla polîsan ve hatine ragirtin îşkenceya dîtine vegotin
10:02 Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî
09:51 Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn
09:44 Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin
09:26 'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye'
09:17 Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
09:13 Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!
09:07 Parêzer Fîdan: Jêbirina nivîsên bi kurdî derqanûntî ye
09:04 Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
09:03 Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
10:31 Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
10:20 Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
10:14 Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
10:13 Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
10:00 Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir
09:55 Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin
09:50 Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
09:32 Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
09:26 AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
09:25 Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
09:11 Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê
09:09 Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin
31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin