Hevseroka BEKSAV'ê: Hunermendên kurd û sosyalîst li dijî tecrîdê li ber xwe didin

STENBOL - Hevseroka BEKSAV'ê Canan Kaplanê diyar kir ku îro hunermendên kurd û sosyalîst bi polîtîkayên tecrîdê tên tepisandin û tirsandin û got: "Hevdîtina bi gel re tê astengkirin."
 
Li Tirkiyeyê ku azadiya fikr û ramanê di bin zexteke mezin de ye, hemû beşên civakê yên ku lêpirsînê û rexneyê dikin, dibin hedefa desthilatê. Çand û huner yek ji wan qadan e ku para xwe ji polîtîkayên "tekparêziyê" yên AKP'ê yên digire. Şano, muzîk, pirtûk, roman û berhemên hunerî yên cur bi cur ên kurdî tên qedexekirin û hunermendên kurd, sosyalîst û muxalif ên ku pirsgirêkên civakê ronî dikin jî, bi dorpêça darazê re rû bi rû tên.
 
Hevseroka Weqfa Lêkolînên Zanist, Perwerdehî, Estetîk, Çand û Hunerê (BEKSAV) Canan Kaplanê têkildarî tiştên tên serê hunmernendên kurd û sosyalîst û têkoşîna wan a li dijî van kirine axivî. 
 
Kaplanê diyar kir ku hunermendên şoreşger û muxalif ên ku bi xebatên xwe pêwendiyê bi pirsgirêkên bingehîn ên gel re datînin, her tim bi êrişan û pêkanînên tecrîdê re rû bi rû mane û ji bo vê  Nazim Hîkmet, Yilmaz Guney û Gulten Akinê wekî mînak nîşan da. 
 
HUNERMENDÊN KURD Û SOSYALÎST
 
Kaplanê da zanîn ku bi taybetî hunermendên kurd û sosyalîst tên tecrîdkirin û tepisandin û bibîr xist ku pêşandana fîlma "Prîde" ya Sînema Kolektîfê ya di bin banê BEKSAV'ê de ji aliyê Qeymeqamtiya Kadikoyê ve hatiye qedexekirin û der barê endamên wan de doz hatiye vekirin. Kaplanê anî ziman ku ev tecrîd û polîtîkayên îzolasyonê li Şaredariyên CHP'ê jî dewam dikin û got: "Demekê CHP'iyan dem bi dem polîtîkayeke nerm dimeşandin, lê niha ne şaredariyên bajarê mezin û ne jî yên navçeyan salonan nadin tu saziyên sosyalîst û hunermendên kurd. Li vir hevdîtina sosyalîst û kurdan a bi gel re tê astengkirin. Tecrîdeke wiha heye. Mixabin em di warê şikandina vê polîtîkaya tecrîdê de em rastî zehmetiyên cidî tên. Em hewl didin berhemên hunerî yên ku em çêdikin di kovara xwe de biweşînin, lê ji ber tekelbûna torên belavkirinê em nikarin bikevin nava toran. Ji ber vê yekê, divê em bi destan an jî bi kargoyê belav bikin. Ev jî pirsgirêkeke tecrîdê ye ku divê were çareserkirin. Ji xeynî vê em wekî hunermendên sosyalîst di mîtîngan de konseran didin û di demên diyar de şanoyê dilîzin. Naveroka wan gelek caran dikare bibe mijara nîqaş û lêpirsînê. Koma Vardiya par li Nûrhakê konserek da. Lêpirsînek li dijî solîstên komê hat destpêkirin bi hincera 'pesnê terorîzmê'. Lê li dijî van hemû polîtîkayên tecrîd, îzolasyon û çavtirsandinê, em girîngiyê didin ku zêdetir li kolanan bin, bi raya giştî re zêdetir hevdîtinan bikin û bi derdorên bindest û vederkirî bên cem hev." 
 
Kaplanê diyar kir ku ev hunermend hewl didin kodên sazûmana yekbûyî ya dewletê bişikînin û hunereke piralî ava bikin û wiha got: “Çawa ku jin bi pergala baviksalarî ya 5 hezar salî re mijûl dibin, ev rewş ji bo hunermendên sosylîast jî derbasdar e. Li dijî kodên dewleta unîter, afirandina nirxên nû hewldanek mezin dixwaze. Bi rastî, ev rewşa domdar a pevçûnê tiştekî wiha ye ku me tîne cem hev. Helbet em li dijî vê pergala tekparêz piralîbûnê diparêzin û dengê xwe bilind dikin." 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

17/08/2024
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye
14:48 Uçar: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ji nû ve DAIŞ’ê zindî dike
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin
10:19 Li Hindistanê dirûşma jinên kurd 'Jin jiyan azadî' olan da
09:52 Fistiqfiroşên Rihayê doza 'piştgiriyê' dikin
09:48 Xebatên 5 mehan ên Şaredariya Êlihê
09:29 Genimê cotkaran li nava zeviyan ma
09:07 Tehliyeya girtiyê di greva birçîbûnê de cara 5’emîn hat taloqkirin
09:00 Talana ekolojiyê: Dibe ku di demek nêzîk de Şirnex bibe erdekî bêdar û daristan
09:00 Ji ber krîza aborî nanê tenûrê jî nayê pahtin
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
08:46 Şewata li Dêrsimê hat vemirandin
16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!