Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan û ÎHD’ê diyar kirin ku ji bo kesên hatine windakirin bên dîtin û faîlên wan bên darizandin, dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 808’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de beşdaran wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dayin û dema binçavkirî hatin windakirin hilgirtin. 
 
Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Tahir Saçakli di daxuyaniyê de axivî û Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr xist. Saçakli, wiha got: “Sesala ye li vê xakê komkujî tên kirin. Lê hesaba wan nayê dayin. Sedema hatine me ya vê derê jî hesabpirsîna van komkujiyan e. Di 73 Fermanan de bi dehhezaran êzidî hatin qetilkirin. Hêj îro jî civaka êzidî li ser xaka xwe tê qirkirin.” 
 
Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Suzan Mehmetoglû jî piştre axivî û serpêhatiya Muhyettîn Taştekîn a li gorî şahidiya kurê wî Nîhat Taştekîn xwend ku di 5’ê tebaxa sala 1993’yan de li bajarokê Anzarê yê Mûşê ji hêka kontrayan ve hate qetilkirin. Serpêhatî wiha ye: “Komeke di destê wan de çek hebûn, di 5’ê tebaxa 1993’yan de hatin gundê me û kesek ji wan kete mala me. Yên din jî li ber derî bûn. Vî kesî bavê min ê 60 salî mela Muhyettîn Taştekîn ji malê derxist û bir baxçeyê malê. Ji bilî bavê min nehiştin tu kes derkeve. Demekî kin piştre dengê gelek çekan hat. Li ser vê yekê em çûn baxçeyê û bavê min di nava xwinê de hiştibûn. Min dît ku koma çekdar ber bi Fermandariya Lîwayê ya Cendirmeyan ve baz didin. 
 
Beriya vê bûyerê, bavê min ji hêla polîsên sivîl ve dihat şopandin. Bavê min kesayetekî naskirî bû. Di sala 1990’an de çûbû Ewropayê û di nava siyaseta kurd a demokratîk de bi awayeke çalak cih digirt. Dema vegeriyayî gund jî hate înfazkirin. Du roj piştî kuştina bavê min, TRT’ê nûçe derbas kir û got ku PKK’ê înfaz kiriye. PKK’ê jî bi daxuyaniyekê got ku eleqeya wan bi bûyerê re tune ye. Piştî kuştina bavê min, tu pêvajoyeke baş a darizandinê nehat meşandin.” 
 
ÊLIH 
 
Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 644’an de li pêşiya Bîdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hate hilgirtin. Li gel parastvanên mafên mirovan, her wiha rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Mirovahiyê Windakirin (MEBYA-DER) jî tev li bûn. Di çalakiyê de serpêhatiya Resûl Saçan hate xwendin ku di 9’ê tebaxa 1994’an de li Taxa Aydinlikê ya Êlihê ji hêla kesekî ve hate revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. 
 
DEMA DIÇÛ KARGEHÊ HATE REVANDIN 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî got ku dema Resûl Saçan dikana xwe girtî û ji bo biçe malê li duçerxeya xwe siwar dibû, ji hêla kesekî ve hate revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Bi domdarî Elçî ev tişt anî ziman: “Hefteyek beriya were revandin, du polîsên sivîl hatin mala wî û pirsên ‘tu çi kar dikî, bi çi ve mijûlî’ jê kilrin. Jê re gotiye ku qesabtiyê dike. Polîsekî jê re gotiye; ‘Tu qesabê mirovanî yan yê heywanan?’ Wî jê gotiye ku qesabê heywanan e. Hefteyek piştre jî hate revandin.” 
 
Elçî, bi domdarî şahidya Fahrettîn Tan vegot ku ji hêla hîzbîkontrayê ve hatibû revandin û piştre hatbû berdan. Elçî, wiha domand: “Li gundê Zorava yê Êlihê, di stargeha di bin mala Azîz Onluk de bi Resûl Saçan, Zeynel Kursep, Mahmût Demîrer, Îsmaîl Agaya û kurê Haci Selîm re hatine ragirtin. Ev stargeh, di sala 1998’an de ji hêla dewletê ve hate derxistin lê tu agahî ji Resûl Saçan nehatin girtin.” 
 
Elçî, diyar kir ku tevî belgeyan jî hemû serlêdan bêencam man û wiha pê de çû: “Em dixwazin ku aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bê lêkolînkirin, faîlên wan bên darizandin û tavilê ev rûreşiya heyî ji holê were rakirin.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan ên Colemêrgê jî di hefteya 134’an de li Kolana Hunerê ya Geverê hatin gel hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Sîbel Şedal a 7 salî hate pirsîn ku di 26’ê nîsana 200’ê de dema li Geverê ji xwe re dilîst bombe teqiya bû û jiyana xwe ji dest dabû. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin”, wêneyên kesên hatine qetilkirin û yên di bin çavan de hatin windakirin hatin hilgirtin. 
 
Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) ên Geverê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî jî tev li çalakiyê bûn. 
 
WALIYÊ DEMÊ GOTIYE ‘GILÎ NEKIN’ 
 
Sekretera Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Şen Zengîn serpêhatiya Sîbel Şedal xwend. Zengîn, da zanîn ku dema Şedal ber bi taxê ve dimeşiya di teqînê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Di dema teqînê de Îsmaîl Şedal û Velat Şedal li cihê bûyerê, Sîbel Şedal jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê jiyana xwe ji dest da. Li cihê bûyerê nîqaş derketin û 2 saetan destûr nehat dayin ku ambulans bê cihê bûyerê. Ji ber ku ambulans hate astengkirin, zaroka bi giranî birîndar xistin qasaya pîqapekê û wisa birin nexweşxaneyê. Rojek piştre jî cenaze radestî malbatê hatin kirin. Cenazeyên Sîbel Şedal, Velat Şedal û Îsmaîl Şedal li Geverê hatin definkirin. Waliyê demê bi malbatê re kete nava peywendiyan û jê xwest ku gilî nekin. Di encama têkoşîna biisrar a malbata Şedal de biryara dozgeriya Geverê ya ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hate betalkirin.” 
 
'DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
 
Zengîn, diyar kir ku cureyê bombeya bûye sedema mirina Şedal û agahiya bê ka ji hêla kîjan hêzê ewlekariyê ve hatiye avêtin tu caran nehat eşkerekirin. Zengîn, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê dev ji ji pirsîna aqûbeta Sîbel Şedal û têkoşîna xwe ya maf bernedin. Heta klu aqûbeta windakiriyên me tevekan tên eşkerekirin dê têkoşîna me bidome.” 
 
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ku her du hefteyan carekê li dar dixe, li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konakê li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankartên “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hatin hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a ÎzmÎrê Caner Canli serpêhatiya nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe vegot ku di sala 1993’yan de hatibû qetilkirin. 
 
Canli, da zanîn ku rojek piştî revandina Tepe, kesekê nasnameya wî nediyar li bavê Tepe Îshak Tepe geriyaye û jê re got ku kurê wî ji hêla Tûgaya Tolhildanê ya Tirk ve hatiye revandin. Canli, wiha dom kir: “Îshak Tepe di heman rojê de daxwazname ji Midûriyeta Emniyetê ya Bedlisê, Serdozgeriya Komarê, Walîtiya OHAL’ê, Wezareta Karên Hundir û Serokwezîrtiyê re şand û ji bo xelaskirina kurê xwe alîkarî xwest. Di telefonên piştre de kesê li Tepe geriyayî got ku haya wan ji tevahiya geşedanan heye heta haya wî ji nîqaşa di navbera Tepe û General Tagma de jî heye. Di 4’ê tebaxa 1993’yan de cenazeyê Ferhat Tepe li qeraxê Gola Hazarê hate dîtin. Di heman rojê de dozger û tipa edlî got ku ji ber xeniqînê miiriye û hewcehî bi lêkolînkrinê nîne. Cenaze, li Goristana Bêkesan a Xarpêtê hate veşartin.” 
 
HEWLDAN BÊENCAM MAN
 
Di berdewamê de Canli got ku tevahiya serlêdanên bav Tepe ji bo rayedaran kirin bêencam man û wiha bi dawî kir: “Demekî kin piştre jî parêzerê Ferhat Tepe, Şevket Epozdemîr hate kuştin. Di kuştina wî de navê Kokrmaz Tagma derbas bû lê derheqê her du bûyeran de jî lêpirsîn nehat destpêkirin. Tagma, di navbera salên 1994-1996’an de tayinî Serokatiya Daîreya Biçekbûn, Parastin û Lêkolînê ya Serfermandariya Giştî ya Atêşê hate kirin. Di sala 1996’an de ji ber bêkadrotiyê teqawid bû. Weke parastvanên mafên mirovan em dixwazin ku kesên Ferhat Tepe qetil kirin bên cezakirin. Bila polîtîkaya necezakirina sûcdaran bê bidawîkirin û faîl bên darizandin.” 

Sernavên din

04/08/2024
09:10 Şîrketa çavberdaye Hasandinê diyar bû
09:07 Kayayê ji Partiya Saadetê: Bi êrişan dixwazin kurdî krîmînalîze bikin
09:04 Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin
09:02 ‘Êrişên li ser kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e'
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
03/08/2024
22:59 Li Amedê fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû hat lîstin
21:34 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
21:18 Di çalakiya li dijî qeyûm de banga têkoşîna hevpar
16:16 Meclisa Jinan: Li Şengalê yekitiya gelan hedef girtin
16:08 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujî şermezar kirin
15:50 TJA’yê ji serokkomarê Iraqê re name şand
15:43 Jinên êzîdî banga ‘bila ji berpirsên komkujiyê hesab bê pirsin’ kirin
15:25 Ji bo girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç banga berdanê kirin
14:51 Banga ‘Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin’ hat kirin
14:31 Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan banga edaletê kirin
13:59 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
13:36 Lêpirsîna êrişa Edliyeya Stenbolê: Ji 19 kesan re heya 15 salan ceza hefsê hat xwestin
13:14 Li Somaliyê teqîn: 32 kes mirin, 63 kes birîndar bûn
13:03 Mexdûra Erdhejê Kaya: Bi raporên taybet edaletê dikirin
11:54 ‘Bila 3’yê Tebaxê bibe Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’
11:00 Ji Îsraîlê êrişa hewayî: Fermandarekî Tugeyên el-Kassamê hate kuştin
10:53 Dê li Depê Mîhrîcana Çand û Xwezayê bê lidarxistin
10:52 KNK: Birînên Şengalê bi tifaqeke mezin a kurdan dikare bikewin
10:13 Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke nenavendî heye
09:09 Ekmen: Kurdî parçe nake lê wê ev mêjî welêt parçe bike
09:08 Hevseroka BEKSAV'ê: Hunermendên kurd û sosyalîst li dijî tecrîdê li ber xwe didin
09:07 Ji ber nexwestin di êrişan de cih bigirin doz li cerdevanan hat vekirin
09:00 Bertek nîşanî êrişan dan: Divê em govenda xwe mezin bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2024'AN
07:14 Li Îranê di mehekê de herî kêm 55 girtî hatine darvekirin
02/08/2024
21:35 "Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe'
21:26 DEM Partî: Werin em bi hev re lîstikên nijadperest pûç bikin
17:23 Li Kerboranê 'Pêşî Peya' cardin hat jêbirin
16:28 Çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’ di hefteya 15’an de dom kir
16:11 Di ‘Nobeta Aştiyê’ de berteka bêtehamuliya li hember kurdî
16:04 Îşkenceya polîsan protesto kirin: Hûn nikarin serî bi ciwanan bidin tewandin
15:52 OHD’ê rapora binpêkirinên tenduristiyê parve kir
15:37 Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Pêya’ dîsa hatin nivîsandin
14:55 Der heqê girtiyên li dijî lêpirsîna ‘nasnameyê’ derketin lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Êrişa li dijî zimanê kurdî didome: Li Cizîrê jî nivîsa ‘Pêşî Peya’ hate jêbirin
13:56 Ji bo girtiyê nexweş Guvel serî li Wezareta Dadê da
13:02 Hinceta astengkirina Instagramê: Li gorî qedexeya sûcên katalogê tevnegeriya
12:44 DEM Partiyê têkildarî Qoserê daxuyanî da: Lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin
12:23 Li 9 bajaran hinek qad ji statûya daristanê hatin derxistin
12:22 Erdogan li ser Instagram a hatiye astengkirin peyam parve kir!
11:50 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:37 Rapora DFG’ê ya tîrmehê: Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza hate birîn
11:36 MYK’a DEM Partiyê li Wanê civiya
11:27 Dolar radibe lîreyê tirk bêqîmet dibe
11:11 Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:35 Ciwanên ji hêla polîsan ve hatine ragirtin îşkenceya dîtine vegotin
10:02 Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî
09:51 Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn
09:44 Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin
09:26 'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye'
09:17 Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
09:13 Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!
09:07 Parêzer Fîdan: Jêbirina nivîsên bi kurdî derqanûntî ye
09:04 Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
09:03 Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
10:31 Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
10:20 Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
10:14 Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
10:13 Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
10:00 Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir
09:55 Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin
09:50 Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
09:32 Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
09:26 AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
09:25 Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
09:11 Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê
09:09 Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin