TJA’yê ji serokkomarê Iraqê re name şand

  • jin
  • 15:50 3 Tebax 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA’yê bi daxwaza naskirina qirkirina DAIŞ’ê li dijî êzidiyan pêk anî, ji serokkomarê Iraqê re nameyek şand. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an ku bi destê DAIŞ’ê li dijî civaka êzîdî hate kirin, ji Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Muhammed Cemal Reşît re nameyek şand. Name bi zimanên kurdî (Kurmancî, Soranî), erebî, tirkî û ingilîzî hatiye nivîsandin. Di nameyê de qanûna rizgariya jimare 8 (Qanûna rizgariyên êzîdî) ku di sala 2021'ê de ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hate qebûlkirin, tawanên ku DAIŞ'ê li dijî civaka êzîdî pêk anîne, bi taybet Jin û sûcên li dijî mirovahiyê hatin bibîrxistin. 
 
Di berdewamiya nameyê de wiha hate gotin: “Parlamentoya Iraqê di sala 2021'an de qanûna jimare 8'an a rizgarbûyên êzîdî derxist û sûcên DAIŞ’ê yên li dijî civaka êzîdî bi taybet jî jinan weke ‘sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê’ qebûl kir. Meclisa we ji bo ronîkirina qonaxeke tarî ya dîrokê û bidestxistina mafên civakên me û ji bo heqîqetê gaveke giring û hêja avêt. Parlamentoya we bi vê qanûnê ne tenê jenosîda li dijî êzidiyan qebûl dike, di heman demê de bi diyarkirina tedbîr û kiryarên ku Komara Iraqê ji bo kêmkirina bandorên vê wêraniya ku li ser civaka êzîdî û mirovahiyê hatiye kirin, gava yekem a giring ji bo dadperweriyê davêje. Lê ne avêtina gavên şênber di warên wekî dîtin û darizandina sûcdaran, peydakirin û vegerandina êzidiyên revandî, lêkolîn û tesbîtkirina gorên komî û tesbîtkirin û vegerandina terman ji malbatên wan re, nirxa vê gava destpêkê ya ber bi edaletê kêm dike. Wek ku cenabê we jî dizane, ji bo ku sûcên jenosîdê dubare nebin û ji holê ranebin, şertê yekem, navê jenosîdê ye; mercê duyem ew e ku bi beşdarbûn û razîbûna mexdûran dadwerî bê sazkirin û rastî û serpêhatî bên eşkerekirin, ne di warê siyasî de, belkî li gor tiştên ku wan bi xwe vegotiye. Şertê sêyem jî ew e ku ji bo civaka êrişkar û pêkhateya wê ya civakî ji nû ve avakirina xwebawerî, rêxistinbûna hundirîn, berxwedan û hêza xwe ya afirîner ava bikin. 
 
Tê zanîn ku ji bo pêşîgirtina li qirkirinan beriya ku biqewimin gava herî giring hêza berxwedana navxweyî û mekanîzmayên civakan bi xwe ye. Di vê çarçoveyê de ku em weke Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo radigihînin û bang li hikûmeta Iraqê dikin ku mafên gelê Êzîdî yên civakî-çandî û etno-dînî bi awayekî destûrî misoger bikin. TJA tevgereke ji bo azadiya jinê û edaleta civakî têdikoşe. Armanca me ew e ku em mafên jinan biparêzin û di hemû beşên civakê de wekhevî û edaletê pêk bînin. Koletî, destavêtin û kuştina jinan a ku DAIŞ’ê li ser jin û mêrên Êzîdî pêk aniye, ji sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê ne. Pejirandina van tawanan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve wek jenosîd û erêkirina fermî ya vê hovîtiyê ye. Lê tevî vê naskirinê jî em dibînin ku ji bo garantîkirina ewlekarî û mafên civaka Êzîdî û pêşîgirtina li êrîşên dewleta Tirk ên li ser berxwedana jiyanî û mekanîzmayên xwerêveberiyê û rêxistinbûna navxweyî ya gelê Şengalê, ti gavên berbiçav nehatine avêtin ku hewl didin xwe ji êrîşên nû yên qirkirinê biparêzin. Li ser wê yekê ku hîn zêdetirî çar hezar jinên Êzîdî di destê DAIŞ’ê de dîl in, li ser platformên înternetê yên kûr tên firotin, û bi sedan zarokên Êzîdî ji nasnameya xwe bêpar in û di destê çekdarên DAIŞ’ê û malbatên wan de ne û gorên komî yên nû bi berdewamî tên dîtin. Zehmet e ku meriv wêrankirina mezin a ku li civakeke wisa nazik hatîye xeyalkirin. Divê civaka Êzîdî di bin garantiya destûra bingehîn de bê parastin. Nebûna statuya fermî ya herêma Şengalê, nahêle ku ev civak piştgirî û parastina pêwîst werbigire.
 
Birêz Serok, di 10. salvegera Komkujiya Şengalê de, em ji we hêvî dikin ku ji bo bidawîkirina vê karesata mirovî û dabînkirina jiyana ewle û bi rûmet a civaka Êzîdî, gavên pêwîst bên avêtin. Em spasiya we dikin ji bo hesasiyet, baldarî û hewldanên we yên derbarê vê mijara giring de. Bi rêz û hurmet."

Sernavên din

06/01/2025
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar