Meclisa Jinan: Li Şengalê yekitiya gelan hedef girtin

  • jin
  • 16:16 3 Tebax 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya salvegera Komkujiya Êzdiyan de daye anî ziman ku ya li Şengalê hatiye hedeftirtin, yekitiya gelan bû û bal kişand ser têkoşîna hevpar. 
 
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 10’emîn salvegera komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Êzdiyan li Kolana Sakaryayê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de ku gelek kes û jinên Femînîst ên Sosyalîst, Navendên Civakî, EHP û TÎP'ê jî amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Me di 10'emîn salvegera fermana 74'an de qirkirina êzidiyan û jinên hatin qetilkirin ji bîr nekir. Em ê rê nedin wan ji bîr bikin." Wêneyên ji komkujiyê hatin hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmeyên, “Kujer DAIŞ e” “Hevkar AKP” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
 
‘YEKITIYA GELAN HEDEF GIRTIN’
 
Bi ser navê jinan, Hevseroka Giştî ya DEM'ê ya Enqereyê Tatlîgul Gul daxuyanî da çapemeniyê. Tatlîgul anî ziman ku Şengal ji ber cihê xwe her tim bûye hedefa sermayedaran û destnîşan kir ku li vir yekîtiya gelan jî tê hedefgirtin. Tatlîgul got, “Ev hikûmetên ku ji monîzm, neteweperestî û zayendperestiyê xwe xwedî dikin, Şengal kirine qada şer a li dijî gelên xwedî nasname, bawerî û çandên cuda dijîn. Di rastiyê de li Şengalê ereb, tirkmen, kurd, suryan, gurcî, şîe, sunnî, êzdî û hwd. gelek civak dijîn. Şengal hem ji ber cihê xwe û hem jî ji ber nasnameya xwe ya piralî, hema bêje weke Rojhilata Navîn a biçûk e û di hedefa hêzên hegemonîk de ye. Hêzên hegemonîk û hevkarên wan ên li herêmê bi polîtîkaya ku gelên li vir dijîn ji bo berjewendiyên xwe li dijî hev şer dikin, nîjadperestiyê gur kirin. Êrîş bi taybetî li dijî Êzidiyan, ziman, çand û baweriya wan hate kirin."
 
‘HIKÛMET PÊŞÎ LI ÇETEYAN NEBIRÎ’
 
Tatlîgul, anî ziman ku civaka Êzidî yê di dîrokê de bi qirkirinê rû bi rû hatiye, herî zêde bi polîtîkayên qirkirinê re têkoşiyaye û got, “Mal hatin talankirin, cihên pîroz hatin hedefgirtin, gor hatin rûxandin û civakek tevahî hate qetilkirin. Armanc ew bû ku bi darê zorê kesên ku ji komkujiyê sax mabûn, vê derê vala bikin. Dema ku gelê Şengalê û jinên Êzidî yên Şengalê bi vê qirkirinê re rû bi rû man, hêzên siyasî ji bo pêşîgirtina li van çeteyan ti hewldanek jî nekirin. Çeteyan jin û zarokên êzidî revandin welatên cuda bi taybetî Tirkiyeyê. Agahiyên ku ji raya giştî re û pêvajoyên hiqûqî têne nîşandayîn nîşaneyên herî zelal ên vê yekê ne. Di serî de li Enqere û Kirşehîrê ku bi hezaran kîlometre dûrî Şengalê ne, jin û zarokên Êzidî yên dîl hatin girtin, xemsariya hêzên siyasî jî radixe ber çavan. Herî dawî jî dosyaya binçavkirina keçeke êzîdî ji aliyê malbateke DAIŞ'ê ve li Enqerê berdewam e."
 
BÊTEHEMULIYA JİYANA WEKHEV Û AZAD
 
Tatlîgul wiha berdewam kir: “Dîsa dema ku van çeteyan li Amed, Enqere, Pirsûs û Dîlokê gelek komkujî pêk anîn û bi dehan canê me girtin, hêzên tarî yên li pişt vê qetlîamê nehatin eşkerekirin û berpirsên siyasî yên ku ji bo pêşîgirtina li vê komkujiyê tedbîrên têr negirtin. Polîtîkayên desthilatdariya siyasî ya li welat îro jî weke berê li ser esasê dijminatiya li hemberî gelê Kurd û jinan berdewam dike. Bombebarana îro ya li Şengal û Rojava jî îspata herî mezin e. Dîsa di bin navê 'ewlehiyê' de ev dijminatî di bingeha valakirina bi darê zorê ya gundên ku gelê Kurd li Herêma Kurdistana Federe lê dijîn û valakirina van deran e. Li dijî jiyana nû ya wekhev û azad ku di pêşengiya jinan de li Rojava û Şengalê hatiye avakirin bêtehamulî heye.
 
PARASTINA JIYANA ALTERNATÎF
 
Li dijî mantiqê netew-dewletê yên desthilatdariyên serdest ên mêr ên kapîtalîst ku bi şer tê xwarin, jiyana nû ya di pêşengiya jinan de li Şengal û Rojava hatiye avakirin modeleke alternatîf pêşkêşî hemû gelan kiriye. Berpirsiyariya me ya îro ye ku em hevgirtinê bi jinên Şengal û Rojava re berfireh bikin û jiyana nû ya li ser wekhevî û azadiyê hatiye avakirin biparêzin. Jinên Şengalê bi berxwedana xwe ya li hemberî komkujiya 10 sal berê li Şengalê pêk hat ji bo jinên cîhanê bûne mînak. Roj roja parastina vê jiyana bi hev re û bi xurtî xurtkirina hevgirtina bi jinên Şengal û Rojava re ye. Têkoşîna azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn bilind dibe, têkoşînek pir mezin e ku bi vê polîtîkaya şer û polîtîkayên qirkirinê yên ji aliyê hêzên tarî û çeteyên hevkar ve tê meşandin, nayê fêhmkirin. Berxwedana jinên Êzidî îspata herî mezin a vê yekê ye. Ji bo rêzgirtina ji vê têkoşînê re, divê komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Şengalê pêk anî ji aliyê Tirkiyeyê ve weke jenosîd bê qebûlkirin."
 
‘HÊJ JÎ LI BAZARAN KOLE TÊN FIROTIN’
 
Piştî daxuyaniyê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan mafê axaftinê girt û diyar kir ku ji bo careke din ev komkujî pêk neyên li hev civiyan. Ayşegul got, “Berî her tiştî ji aliyê fezayî ve li cihê herî nêzî me binêre, li pêşiya Meclisa Mezin a Tirkiyeyê ye. Ya ku divê bê kirin, naskirina îro ye. Tê wateya îro zanîn û rûbirûbûna dîrokî ya ku bûye sedema vê jenosîdê û çi di roja vê qirkirinê de bûye. Cîrantî vê yekê ferz dike, hevaltî vê yekê ferz dike, nêzîkbûna erdnîgarî vê yekê ferz dike, nêzîkbûna bi kurdên nava welat vê yekê ferz dike. Lê deh sal derbas bûn, bila ev rûbirûbûnek wiha neyê kirin, hê jî odeyên DarkWeb yên di destê DAIŞê de li Tirkiyê dîl in, mixabin li bazarên koleyan têne firotin û hîn jî têne firotin. Îdiayên pir giran hene."
 
‘BILA WEK KOMKUJÎ WERE QEBÛLKIRIN’
 
Ayşegul, da zanîn ku ev yek weke jenosîd nas bikin ji aliyê saziyên navneteweyî ve têrê nake û got, hîna bi hezaran zarokên Êzidî yên winda hene. Di berdewamiya axaftina xwe de Ayşegul wiha got: “Em hê jî behsa bi hezaran êzdiyên ku nikarin vegerin ser axa xwe û çawa dikarin bijîn dikin. Erdnîgariya ku em behsa wê dikin, erdnîgariya Şengalê, erdnîgariyek e ku ji sedî 70’ê êzdiyan lê dijîn. Niha hinek dibêjin vegerin wir, wek mînak Bexda. Divê ew çawa vegerin? Kî dê ewlehiya kurdên êzîdî yên ku dê vegerin wir misoger bike? Jinên Êzdî dipirsin. Em careke din ragihînin; Wê çarenûsa van hemû zarok û jinên winda çawa be? Yên ku bûne sedema windakirina wan, yên ku bi awayekî beşdarî vî sûcî bûne, yên ku vê qirkirinê paşguh kirine, yên ku guhê xwe ker kirine, bila bizanibin ku em ê nehêlin ku ew vê yekê ji bîr bikin, em jin em ê nehêlin ev yek bê jibîrkirin. Heger em xeta têkoşînê ya hevpar a li hemberî van bûyerên dîrokê berfireh nekin û dengan li vir zêde nekin, mixabin em ê bi bêdengiya xwe yên dixwazin wan ji bîr bikin xurtir bikin. Desthilatdariya wan nakin. Ji van qetlîaman hesap xwestin, dîtina jinên Êzdî yên hatine windakirin, hesabpirsîna wan û rûbirûbûna wan, di têkoşîna hevpar a li ser aqûbeta van zarokan de, îro di têkoşîna li dijî jinkujî û qirkirinê de xwedî wateyeke pir bi nirx e.”
 
ŞIRNEX
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 10’emîn salvegera komkujiya Şengalê ku DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî kiribû li navceya Silopiya ya Şirnexê daxuyanî dan. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Şirnex û navçeyan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Ji bo wateya rojê jinên ku tevlî bi bîr anînê bibûn kincên sipî li xwe kirin. 
 
MEŞ HAT LI DARXISTIN
 
Jinên ku pankarta li ser, "Komkujiya jinên Ezidî komkujiya mirovahiyeyê. Em ji bîr nakin" dinivisî hilgirtin li taxa Cudî heta ber deriyê avahiya DEM Parti ya navçeyê bi dirûşmeyên, "Bimrê îxanet bijî Kürdistan, bijî berxwedana Şengalê, bê ziman Jiyan nabe, Bimrê koletî bijî azadî, gelê êzidî rûmeta me ne" meşiyan. Her wiha girsê dovîzên ku li ser, "Jin Jiyan azadî", "Em jin bi hev re bi hêz in", "têkoşîna jinan li her dereyê" jî hilgirtin.  Girsê bi dirûşim û çepikan heta li ber avahiya DEM Parti ya navçeyê hatin û li vir daxuyanî dan. 
 
'BI HEZARAN JIN WINDA NE'
 
Metna daxuyaniyê ji aliye hevseroka DEM Parti ya Şirnexê Nurcan Alturk ve hat xwendin. Alturk bi lêv kir ku tevî 10 sal ji ser komkujiyê derbasbûnê jî bı hezaran Jin hê jî winda ne û ev tişt gotin: "Di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi destên desthilatdariya serdest a mêrane a kapîtalîst hatin xwedîkirin, bi hezaran jin û zarok bi komkujiyê re ru bi ru man, 6 hezar jin û zarok dîl hatin girtin û 400 hezar êzidî hatin koçberkirin. Ji bi hezaran jinan hîna jî tu agahî nehatiye girtin. Jinên êzidî yên ku di komkujiyê de hatine girtin rastî êşkenceyê hatine, jin li bazarên koleyan hatine firotin û guhertina olê li wan hatiye ferzkirin."
 
'BILA WEK KOMKUJIYEK BÊ PÊJIRANDIN'
 
Altur destnîşan kir ku projeya dewletên serdest pêk negatine û bi pêşengiya jinan jiyaneke nû li Şengalê hatiyê avakirin. Alturk wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tişta ku dikin armanca êrişên xwe jiyana nû ya ku bi pêşengiya jinan li Rojava û Şengalê tê avakirin e. Cezayên ku di doza bêbextiyê ya Kobanê de li dehan jinan hat birîn jî, ji vê rewşê ne cudatir e. Têkoşîna azadiya jinan a ku li Rojhilata Navîn tê bilindkirin bi qasî ku nikaribe bi komkujî û siyaseta şer a ku bi destê hêzên tarî û çeteyên tê meşandin bê astengkirin, mezin e. Berxwedana jinên êzîdî nîşana herî mezin a vê yekê ye. Divê li hemberî vê berxwedanê rêz bê girtin û komkujiya ku di 3’yê Gelawêja 2014’an de li Şengalê de bi destê çeteyên DAÎŞ’ê  ku hat pêkanîn, ji aliyê Tirkiyeyê ve wek qirkirin bê pejirandin. Wekî ku saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî û DYA jî tê de bi qasî 15 dewletên wek Kanada, Avusturalya, Îrlanda, Portekîz, Almanya, Holanda, Belçika û Îngiltereyê ve û parlamentoya Avrupayê jî wek qirkirin pejirandiye." 
 
'JIN JIYAN AZADÎ WÊ BI SERBIKEVE'
 
Piştrê jî parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Aslan anî ziman ku komkujiya Şengalê ya li dijî civaka êzidî pêk hatiyê ji bo hemû gelên cihanê roja şermezariyeyê û wiha got: "Li Şengalê bi hezaran jin hatin revandin. Hinek jî ji wan hatin qetil kirin, hinek weke kole hatin firotin û 3 hezar jin jî winda ne. Di şexse jinên êzidî de qîr kirina jinan berdewam dike. Qirkirina pergala mêrperest û hişmendiya DAÎŞ'ê ya li dijî jinan hê jî didome. Em îro weke jinên kurd li navçeya Silopiya bang dikin û dibêjin; Em kesên ku jiyana xwe ji dest danê bi rêzdarî bibîr tînin. Li dijî feraseta DAÎŞ'ê aqilê 'Jin jiyan azadî' wê bi ser bikeve."
 
 
Daxuyanî bi çepik û dûrişiman bi dawî bû. 
 
RIHA
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê, li ber avahiya partiyê ya li navçeya navendî ya Halîliyeyê daxuyaî da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên têkildarî komkujiyê hatin hilgirtin û dowîzên li ser "Şengal ji DAIŞ'ê re bû goristan" nivîsandî hatin hilgirtin.
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglûyê ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî bi berzkirian dirûşmeyên "Şengal rûmeta me ye" bi dawî bû. 
 
EDENE
 
Li Edeneyê li ber Parka Heykelî daxuyanî hat dayîn. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûnç Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Hêlîn Kayayê metna daxuyaniyê xwend.
 
Kayayê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got: "Em berxwedana jinên êzdî yên ji bo me û tevahiya cîhanê bûne mînak silav dikin." 
 

Sernavên din

02/01/2025
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an