Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin

  • jin
  • 10:25 9 Tebax 2024
  • |

STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku teşhîrkirina bedena Kevser Elturk nehate cezakirin û wiha got: “Xwestin bi tiştên serê bedena Elturk anîn peyamê bidin gel. Lê tevgera jinan a kurd hîn bêhtir çalak bû.” 

 
Endama YJA-STAR’ê Kevser Elturk (Ekîn Wan) di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û bedena wê hate teşhîrkirin. Bi ser teşhîrkirina bedena Elturk re 9 sal derbas bûn. Tevî vê jî têkildarî kesên ev sûc kirine tu gavên hiqûqî nehatin avêtin û faîl jî dernexistin holê. Elturk, di sala 1986’an de li gundê Navre yê navçeya Ebex a Wanê ji dayik bû û di sala 2008’an de tev li refên PKK’ê bû. Elturk, di dema qedexeya derketina kolanan ên sala 2015’an de, di 10’ê tebaxê de li navçeya Gimgimê ya Mûşê jiyana xwe ji dest da û bedenê wê hat teşhîrkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku ji destpêkê heta niha pêvajoya hiqûqî ya binpêkirina li dijî bedena Elturk dişopîne, got ku di 9 salan de tu pêşketinên hiqûqî çênebûn. 
 
'YA KU TÊ KIRIN BINPÊKIRINA PEYMANA CINEVÊ YE’ 
 
Keskîn, da zanîn ku weke ÎHD’ê ew hemû binpêkirinan dikin rapor û wiha got: “Tiştên diqewimin li dijî Peymana Dîlgirtiyên Şer a Cinevê ne. Elturk, di 10’ê tebaxa 2015’an de li cihekî nêzî bajar di şer de birîndar bû. Ez dibêjim birîndar bû ji ber ku demekî kin piştî bûyerê em weke şandeyek çûn wê derê û me raporek amade kir. Ji lingê xwe birîndar dibe lê birîneke rê li ber mirinê veke nîne. Xelkê herêmê ev agahî dan me. Em nizanin bê ka ji ber ji cihên birîndar bûbû lewma yan, ji ber zêdeçûna xwînê yan jî nehat tedawîkirin lewma mir. Lê dema li wir, hêj cil û bergên wê li ser bûn ku polîsan wêneyên wê kişandin. Piştre jî tazî kirin û ev wêneye li ser çapemeniyê parve kirin. Ev yek sûc e. Li gorî Peymana Cinevê, divê di şer de ev sepan li dijî aliyê dijber neyê kirin.” 
 
MIDÛRÊ EMNIYETÊ YÊ DEMÊ: EZ JÎ LI DIJÎ VÊ ME 
 
Bi domdarî Keskîn anî ziman ku têkildarî îşkenceyê tevî gel û gelek derdoran, bi Midûrê Emniyetê yê Wanê re jî hevdîtin kirine. Keskîn, wiha domand: “Me di hevdîtinê de jê re got ku ev yek bi zanebûn hatiye kirin. Yanî ji ewil dema cilên wê li ser wêne hatiye kişandin û piştre jî wêneyên dema tazî hatine kişandin û şandin. Me jê re got ku ev yek li dijî miriyê heqarete, tundiya li dijî jinê ye û sûcekî şer e. Midûrê emniyetê jî bi eşkereyî ji me re got; ‘Ez jî li dijî vê yekê me. Ev yek ji hêla komên cihê lêkolînê yên ji bajarên cuda hatin ve hatiye kirin.’ Me jê pirsî bê ka derheqê wan de raporek nivîsandine yan na. Lê ne nivîsandibû. Yanî mimkin nîne ku di bûyereke wiha de nezane ka ew kom ji ku hatiye.” 
 
Keskîn, got ku teşhîrkirina bedena Elturk rastî bertekên mezin hatiye û rayedar neçar mane ku daxuyaniyê bidin. Keskîn, wiha domand: “Walîtiya Mûşê got; ‘derheqê kesên dîmen kişandin, weşandin û li ser medyaya civakî parvekirin de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.’ Di hevdîtina nûnerên ÎHD’ê ya bi midûrê emniyetê de jî midûr got ku tu kesên di ekîba wî de wêne nekişandine lê dibe ku komên lêkolîna cihê bûyerê kişandibin. Ev gotin balkêş bû. Heman midûrê emniyetê gotibû ‘ev kom ji derve hatiye, em nizanin ka ji ku hatine, dibe ku ji Wan an jî Erziromê hatibin.’ Vê yekê rê li ber gumanên mezin vekir.” 
 
ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ
 
Bi domdarî Keskîn anî ziman ku bi pêvajoya hiqûqî re wan serlêdana sûc kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serlêdana sûc, di 17’ê tebaxa 2015’an de li ser esasê TCK 130/2’yê hate kirin. Di fikraya 2’yemîn a xala 130’an a TCK’ê ya di bin sernavê ‘heqareta li dijî bîranîna kesekî’ tê gotin ku yên vî sûcî dikin ji 3 mehan heta 2 salan bi cezayê hefsê tên cezakirin. Di dema şûştina cenazeyê de hinek şahidan gotin ku di stûyê Elturk de şopa ben heye, li erdê hatiye kaşkirin an jî hatiye îşkencekirin.” 
 
'SÛCÊ ŞER E’
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku di şer û pevçûnan de tundiya li dijî jinan weke amûrekî şer tê bikaranîn. Keskîn, wiha pê de çû: “Hiqûqa navneteweyî di mijara tundiya li dijî jinan de heta demekî dirêj kêm ma. Di şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê de bi milyonan jin rastî tundiya zayendî hatin. Di dadgehên li Tokyo û Nurnbergê yên piştî şer de ev sûc nehat darizandin. Lê di şerê li Bosna û Ruandayê de li dijî jinan gelek sûcên tacîz, tecawiz û tundiya zayendî hatin kirin. Bi taybet jî li ser hewldanên jinan, ev sûc weke ‘sûcê şer’, ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ hatin qebûlkirin û darizandin hatin kirin. Her wiha di statûya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî de her cureyên tundiya li dijî jinan weke ‘sûcê şer’ û ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ tên qebûlkirin. Komara Tirkiyeyê her çend aliyekê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) nebe jî, weke pênaseya sûc, tiştên li dijî Ekîn Wan hatine kirin, sûcê şer e.” 
 
'DERHEQÊ FAÎLAN DE LÊPIRSÎN HATE DESTPÊKIRIN’ 
 
Keskîn, got ku di serî de tevgera jinan a Tirkiyeyê, tu derdoran bertekên pêwîst nîşanî teşhîrkirina bedena Elturk nedane û wiha pê de çû: “Gelê kurd bertekên tund nîşandan lê tevgerên jinan ên Tirkiyeyê bertek nîşan nedan. Bûyera Ekîn Wanê hêj di bîra me de ye û dê neyê jibîrkirin. Lê hêj niha jî bi qasî tê xwestin nabe rojev. Bi ser bûyerê re 9 sal derbas bûn lê ji hêla hiqûqî ve tu pêşketin nînin. Derheqê hevalên me yên parêzerê ên bûyerê dişopînin de lêpirsîn hatin vekirin.” 
 
‘XWESTIN PEYAMÊ BIDIN CIVAKÊ’
 
Keskîn, anî ziman ku dewletê xwest bi vê bûyerê re peyamê bide gel û wiha derbirî: “Teşhîrkirina bedena jinê ya bi vî awayî, zîhniyeta baviksalar û feodal a dewletê nîşan dide. Roleke mezin a jinan di nava tevgera siyasî ya kurdan de heye. Ev yek ji hejmara parlamenteran jî xuya dibe. Dewlet ji vê aciz e. Tevgera jinên kurd her tim dewlet aciz kiriye. Wê demê pêvajoyeke wiha hebû; pêvajoya aştiyê xelas dibû û ji bo vê hinek çalakî dihatin krin. Bûyera Ekîn Wanê yek ji mînakên herî balkêş e. Dibe ku we di pevçûnê de kuştinbe lê teşhîrkirina cenazeyê wê, xwedî wateyeke cuda ye. Wateya vê ew e ku dibêjin em şer dixwazin.”
 
Keskîn, got ku teşhîrkirina bedena Elturk bandoreke mezin li wan kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Bêguman van tiştên qewimîn tevgera jinên kurd ji têkoşînê nekirin. Her cureyê zextê, neteweyan û bindestan bêhtir dixe nava tevgerê. Piştî bûyera Ekîn Wanê, tevgera jinên kurd bêhtir çalak bû. Ji ber ku jinan ev kirin weke kirineke li hemberî xwe qebûl kirin. Jin dev jê bernadin û serî natewînin. Bi ser bûyera Ekîn Wanê re 9 sal derbas bûn. Baş e ma tevgera jinên kurd qels bû? Na, her ku diçe bêhtir xurt dibe. Lewma binpêkirinên wiha zirarê nadin tevgerê. Ji hêla însanî ve zirarê dide lê hêza xwe winda nakin. Divê dewlet vê rastiyê bibîne.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

09/08/2024
16:25 Li Şirnexê konferansa ‘Em ji bo azadiyê bi rêxistin dibin’ hat lidarxistin
16:05 Şewata li Kanîreşê derket belav dibe
16:04 Berdana girtiyê 31 sal in tê ragirtin cara 6’emîn hate astengkirin
15:58 Êzidî ji kampên PDK’ê direvin
15:51 4 cenaze li nexweşxaneya Şirnexê tên sekinandin
15:34 Rêveberiya Xweser: Êrişa li dijî Dêrazorê, encama hevkariya bi dewleta tirk re ye
15:23 Rejîma Îranê 5 kolber birîndar kir
15:09 Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kir
14:56 Ji bo Atalay serî li Meclisê dan ku di 16’ê tebaxê de bicive
14:26 Xelatên Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat hatin dayin
13:31 HRW û ÎFOD: Astengkirin binpêkirina azadiya xweîfadekirinê ye
12:25 Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin
12:21 Girtî Firat Darî: Em 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê disekinin
11:54 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Li Tirkiyeyê 6 milyon û nîv zarok di nava feqîrî û perîşaniyê de dijîn
11:28 Şewata li Çiyayê Cûdî hate vemirandin
11:19 Leşkerên Tirkiyeyê agir berdan goristana gundekî Berwariyê
11:17 HSD: Li Dêrazorê 6 jê zarok 11 kes hatin qetilkirin
11:10 ‘Heke Tirkiye li gorî biryara ‘binpêkirinê’ tevnegere dibe ku mueyîde lê bên ferzkirin'
11:09 Maliyeta fistiqan zêde bû, bihayê wan kêm bû
10:55 Li Gumuşovayê qeza: 25 kes birîndar bûn
10:54 Li Altindagê kûçik bi komî hatin kuştin û binaxkirin
10:25 Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin
10:13 Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan
10:10 Ok: Li dijî qedexekirina Instagramê deng dernekeve wê platformên din jî bên girtin
09:59 Kolanên Enqereyê: Ji bo şer bûdçe heye lê ji bo gel tune ye
09:58 Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê dike
09:57 Li Kurdistanê qirkirina daran: Li dijî qirkirinê têkoşîneke hevpar divê
09:49 Ne birîn hatine kewandin ne jî hesab hat pirsîn
09:39 Li Enqereyê qeza: 9 kes mirin, 26 kes birîndar bûn
09:38 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Armanca kampanyayê rêxistinbûyîna jinê ye
09:37 Ji bo nivîseke rojnameyê 7 sal û nîv ceza hat dayin!
09:37 Stranên nijadperest bi kesên ji ber 'govendê' hatin girtin dane guhdarkirin
09:34 Komên girêdayî Şamê li Dêrazorê 13 kes qetil kirin
09:02 Ûrmiye: Divê rewşenbîr û nivîskar têkevin liv û tevgerê
Sefkan: Bêhelwestbûn piştgiriya dagirkeriyê ye
09:01 Farisogûllari: Çareserî, paradîgmaya Abdullah Ocalan e
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2024'AN
08:38 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da gelek bajaran
08/08/2024
23:10 2 gundên Silêmaniyeyê hatin bombebarankirin
22:57 Eniya Tirkmenan: Me li ser Kerkûkê bi PDK û ereban re li hev kir
22:43 Maça fînalê ya Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokûyê hat lîstin
22:39 Nobeda li dijî qeyûman didome: Em têkoşîna hevpar bilind bikin
16:22 Li Girtîgeha Mamarayê mirineke biguman
16:03 Di kana madenê ya bêrûxset de hezaz: Karkerek jiyana xwe ji dest da
16:00 Dê 968 dadgehên nû bikevin meriyetê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bîranîn
15:17 Li Cûdî şewat derket
15:16 Rapora Girtîgeha Hejmar 2 ya Kocaeliyê: Tedawiyan nîvco dihêlin
14:37 Girtî Erdemcî hate derbkirin
13:48 Di nav tiriyê li nexweşxaneyê hatiye dayin de şeytanok derket
13:39 Cotkaran bi dirûşma ‘Hikûmet îstîfa bike’ çalakî li dar xistin
13:39 Mor Çatiyê rapora ‘jinên penaber’ ji NY’ê re şand
13:13 Cara sêyemîn berdana girtiyê 30 salî hat astengkirin
12:25 Lîderê Katalanê çû welatê xwe lê operasyona ‘girtina’ wî hat destpêkirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Li Miksê dawet êdî girêdayî ‘destûra’ cendirmeyan e!
11:30 Medya desthilatdariyê derewek din li derewên xwe zêde kir
11:14 Bahçecî bertek nîşanî PDK’ê da: We berjewendiyên xwe danîn pêşiya yên gelê kurd
11:08 Li Japonyayê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate kirin
11:00 Hêzên girêdayî Şamê dîsa êrişî Dêrazorê kirin
10:52 Fikrên Enver Paşa di hişê AKP’ê de ne: Rejîma ‘qirkirina nepen’
10:21 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
10:20 Kana xîzî ya li Koseliyê dibe sedema mirina welatiyan
10:19 Li Bazarcixê şeva piştevaniyê hat lidarxistin
09:37 Li Sîteya 3’yemîn a Pîşesaziyê ya Amedê şewat derket
09:36 Li Îmraliyê qanûn pêk nayê: Ne biryara DMME’yê ne jî ‘mafê hêviyê’ tê bicihanîn
09:35 Remzî Kartal: AKP'ê hişê xwe xwariye, Tirkiye di pêvajoya guherînê de ye
09:24 Dê li Zozanên Hasandînê mitîng were lidarxistin
09:18 Karamus: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pêdivî bi seferberiyê heye
09:01 Bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girt jiyanek nû ava kir
09:00 Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû
09:00 Girtiyê nexweş ê ku di hucreyê de tê girtin nayê dermankirin
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2024'AN
07/08/2024
21:50 Ji Komeleya Dema Jinan çalakiya atolyeya mûman
21:47 Li Peyasê 'Civîna Kedê ya Jinan' hat lidarxistin
20:43 Li Osmaniyeyê 4 kes ji ber govendgerandinê hatin girtin
19:43 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê li Îmraliyê hevdîtin pêk bên
16:55 Balafirên şer bombe li gundekî Dihokê barandin û şewat derket
16:51 Li girtîgaha Tîpa M ya Êlihê ferzkirina tekmîl û jimartina ser piya
16:27 Zêdetirî milyonek navên navnîşanan hatine astengkirin
16:01 Li Nîgdeyê di 7 mehan de hejmara kûçikan ji 800’an daket 30’an
15:06 Derbarê rojnameger Karakoç de biryara girtîn û îade kirinê
14:43 DYA’ê ji ber îxracata bi Rûsyayê re Tirkiye hişyar kir
14:23 Hatimogûllari li Îdirê li pirsgirêkên karker û bêrîvanan guhdar kir
14:11 Encamên nimûneyên ji avahiyên nexweşxaneyan hatin girtin nayên eşkerekirin
13:36 Hevserokê HDP’î yê navçeyê hate berdan
13:22 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
13:08 Leşkerekî binefser li Zapê hat kuştin
13:02 Li Behra Spî erdhej
12:28 Şewata li Dêrsimê hate vemirandin
12:08 Kiliçdaroglû û Babacan ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan
12:01 Tecrîdkirina Ocalan di rojeva parlamentoya Awistralyayê de ye
11:51 Weliyê ku Tirkiyeyê radestî komên paramîlîter kiribû, bi fîdyeyê hate berdan
11:33 Li Serêkaniyê pankartên Ocalan hatin daliqandin
11:32 Îdiaya TUÎK’ê: Yek ji saziya herî şefaf a cîhanê em in!
11:05 MKG: Rojnamegerên jin di dorpêça darazê de ne
10:33 Serokê hikûmetê yê demkî yê Bangladeşê diyar bû
10:33 Nehiştin girtî Sert bi malbata xwe re wêneyeke komî bikişîne
09:47 Hêzên bi ser Şamê ve êrişî Dêrazorê kirin: 2 kes hatin kuştin
09:46 Jineolojî di hejmara nû de li ser ‘Başûr’ disekine