'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'

img
 
 
ŞIRNEX – Hevberdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram ku di daxuyaniya li dijî talankirina xwezayê de axivî bi lêv kir ku ew ê li dijî talankirina xwezayê her hefte daxuyanî bidin û got: "Em li vir radigihînin ku heta ew talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê."
 
Şaxa Şirnexê ya GENEL ÎŞ a Sendikaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), têkildarî li dijî talankirina xwezayê û birîna daristanan a li Şirnexê dewam dike, li ber avahiya şaxê daxuyaniya çapemeniyê da. Nûnerên sazî û partiyên girêdayî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê û Parlamentera Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Newroz Uysal Aslan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Xwezaya xwe biparêzê ji paşeroja xwe xwedî derkeve" dinivisî hat hilgirtin û girsê dovîzên li ser, "Xweza jiyanê" "Ji xwezayê xwedî derbikevin" dinivisî hilgirtin.  
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê GENEL İŞ a DİSK'ê ya Şaxa Şirnexxê Ayhan Ergen ve hat xwendin. Ergen, diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê wêrankirina xwezayê berdewam dike û ev tişt gotin: "Ev talana ku li ser berjewendiyê tê kirin, ji bilî rantê li Kurdistanê, rêbazên şerê taybet jî di nav xwe de dihewîne. Pratîka talana ekolojîk, li ser asîmîlasyon û tasfiyeyê, hema bêje tevahiya Kurdistanê dorpêç kiriye. Maden, bendav û HES'ên ku gelek ji wan neqanûnî ne, hemû bajar û gund xistine bin zextê. Şewata daristanên Şirnexê, bi taybetî herêmên ku ji ber ewlehiyê hatine desteserkirin, niha daristanan bi temamî ji holê rakiriye. Polîtîkayên ewlekarî yên ku daristan û darên Kurdistanê bi taybetî li parêzgeha Şirnexê dişewitînin, di van salên dawî de tekezî li ser ji holê rakirin e. Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî, Kureş, Kometa yên Şirnexê; Bi girtina destûra şerê xwe yê li dijî xwezayê bi qedexeyên “15 rojan ên Walîtiyê” bênavber birîna daran pêk tînin. Li qadên ku ji gel re qedexe ne, dar ji aliyê cerdevanan ve tên hilkirin û li ber çavên her kesî bi kamyonan ber bi bajarên cuda ve tên veguhestin. Hemû nerazîbûnên fermî û sivîl heta niha encam negirtine û di bin navê ewlehiyê de li Kurdistanê komkujî tên kirin."
 
BANGAWAZÎ
 
Ergen, ji bo talan kirina xwezaya Şirnexê rawestê ev bang li raya giştî û saziyên demokratîk kir:"Bi talankirin û polîtîkayên rantê yên li Botanê, zeviyên çandiniyê tên tunekirin, sewalên ku hewl tê dayîn bên tunekirin, çavkaniyên avê Bi bendavan wêran dikin.Em ê kedkar û gelê xwe bi hev re xweza û civakeke azad ava bikin ku dengê Şirnexê ji her kesî re bê bihîstin û xweza û parêzvanên jiyanê bibin yek. Em bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî, komeleyên xweza û geştiyariyê, odeyên pîşeyî, komeleyên pîşeyî, sendîka û hemû beşên hestiyar dikin ku li dijî qirkirina ekolojîk a li Şirnexê bi hev re têbikoşin."  
 
'EM DENGÊ XWE BIKIN YEK'
 
Piştre Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û destnîşan kir ku xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewlet û şîrketan ve hatiye rûxandin û wiha pê dê çû "Avahiyên dîrokî ji bo qezenckirinê hatin rûxandin. Bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin xwezaya Kurdistanê bê tinekirin. Ji ber sedemên ewlehiyê çend ton dar hatine birin. Divê saziyên demokratîk jî li hemberî vê yekê hestiyar bibin. Divê hemû kes li dijî vê yekê dengê xwe bikin yek. Ji ber ku heke xweza tune bibe jiyana civakê jî wê ji holê rabe."  
 
'EM Ê HER DERÊ BIKIN QADA ÇALAKIYÊ'
 
Hevberdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram agahî da ku ji bo balê bikşînin ser tunekirina ekolojiyê wê her hefte daxuyaniyê bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe"Dewlet bi taybet ekolojiyê hedef digre. Li Kurdistanê tu cihek nemayê ku rastî talan kirina xwezayê nehatiyê. Em bang dikin ku gelê me li hemberî vê talankirina xwezayê hestiyar bin, lê belê em xwezaya xwe bi hev re biparêzin. Heke em bi hev re biparêzin dikarin pêşî li vê talanê bigrin. Em li vir radigihînin ku heta ew talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê. Em ê bidaxuyaniyan balê bikşînin ser tune kirina xwezayê. Em bang li hemû sazî, rêxistin û partiyên siyasî dikin ku li dijî vê talanê dengê xwe derbixînin. "
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bê xweza jiyan nabe" bi dawî bû.      

Sernavên din

16/08/2024
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive