Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin

  • rojane
  • 11:34 15 Tebax 2024
  • |

ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku hewcedariya hemû Rojhilata Navîn bi agirbestê heye û got: “Rêveberiya demokratîk a Rojava ji bo hemû gelên Rojhilata navîn mînakek şênber e.” 

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de geşedanên di rojevê de nirxand. Temellî di destpêka axaftina xwe de rewşenbîrê kurd Dr. Tarik Ziya Ekîncî ku îro jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û got: "Em sozê didin ku em ê têkoşîna Tarik Ziya Ekîncî berdewam bikin.” 
 
'DIVÊ ÊRIŞKARIYA ÎSRAÎLÊ BÊ RAWESTANDIN’ 
 
Temellî bal kişand ser hatina Serokdewletê Filistînê Mahmut Abbas a Tirkiyeyê û got: “Ji bo qirkirina li Filistînê bi dawî bibe hemû dewlet berpirsiyariya xwe bicih bînin. Êrişên Îsraîlê veguherîne qirkirinê. Ji 40 hezarî zêdetir mirov hatine kuştin. Ji bo vê jî divê cîhan bikeve dewrê û divê vê êrişkariya Îsraîlê bidin sekinandin.” 
 
‘HETA KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE AŞTÎ NAYÊ’ 
 
Temellî wiha berdewam kir: "Pirsgirêka Filistînê pirsgirêkek kûr e, yek ji pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn e. Pir baş tê zanîn ku heta pirsgirêka kurd û pirsgirêka Filistînê neyê çareserkirin, aştî nayê Rojhilata Navîn. Gelên Rojhilata Navîn wê nikaribin aştiyê bibînin, lê ne tenê gelên Rojhilata Navîn, siyaseta cîhanê jî wê nikaribe aramiyê pêk bîne. Li dijî geşedanên li Îsraîl bi gelê Filistînê re em nêzîkatiya xwe ya çareseriyê radigihînin. Tirkiye bi vê siyaseta xwe ne dikare pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike û Tirkiye di karûbarên dîplomasiyê de têkçûyî ye. 
 
Desthilatdariya AKP’ê û hevalbendên xwe ku li dijî Îsraîlê ne û rondikên sexte ji bo Filistînê dibarînin, bi her awayî bi Îsraîlê re jî bazirganiyê dikin. Çimkî em we ji nêzîkatiya we ya li hemberî neçareserkirina pirsgirêka kurd nas dikin. 
 
DIVÊ SÛRIYE WERE DEMOKRATÎKKIRIN 
 
Bi rastî jî bi israra we ya di siyaseta şer de li şûna çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, nikare li Rojhilata Navîn aramiyê pêk bîne. Lê dema em îro bi giştî li Rojhilata Navîn dinêrin; êdî hemû cîhanê qebûl kiriye ku çareseriya vê pirsgirêkê di çareseriya pirsgirêka kurd de ye. Binêrin, şerê li Rojava gav bi gav ber bi qonaxeke din ve diçe. Şerê Îsraîlê yê piştî Xezeyê stratejiya belavkirina wê li herêmê û mijara dirêjkirina şer bo Îranê bû sedema pevçûnên li Dêrezorê. Lê herêma ku em jê re dibêjin Rojava; di rastiyê de dibe ku di pêşerojê de bibe xaçerêya aştiyê ji bo Rojhilata Navîn. Dibe ku îro li Rojhilata Navîn yekane modela aştiyê ye. Nîşana demokrasiyê ye. Rêveberî, rêveberiya demokratîk a ku bi hevpariya gelan li Rojava hatiye avakirin, di rastiya xwe de feraseta xweseriya demokratîk a ku gelên Rojhilata Navîn dikarin bi hev re bijîn, derdixe holê. Çareseriya ku li wir tê kirin, di warê demokratîkkirina Sûriyê û pêkanîna aştiya li Sûriyê de gaveke pir girîng e.
 
KOMKUJIYA ÊZIDIYAN 
 
Tam 10 sal berê 3’yê Tebaxê salvegera Komkujiya Êzidiyan bû. Tam 10 sal berê Êzidî rastî qirkirinê hatin. Belê, zêdetirî 5 hezar Êzidî hatin qetilkirin û 6 hezar û 500 jin û zarokên Êzidî hatin revandin. 400 hezar êzîdî ji cih û warên xwe bûne û ji wan 300 hezar jî îro li Herêma Kurdistanê di konan de dimînin. 100 hezar ji wan li welatên cihê yên cîhanê belav bûne. Mafê jiyana Êzidiyan a li bajarê pîroz ê Şengalê ji destê wan hat girtin. Niha Êzidî vedigerin Şengalê.
 
ÇARESERIYA LI KERKÛKÊ GIRÎNG E 
 
Di van demên dawî de pêşketineke din a girîng li Rojhilata Navîn jî hilbijartinên Kerkûkê bû. Di encama van hilbijartinan de lihevkirinek çêbû. Ev xeberek şanaziyê ye. Mirov dikare lihev bike û çareseriyê çêbike da ku çareserî jî li Kerkûkê çêbibe. Waliyê Kerkûkê dê kurd be û serokê parlamentoyê jî dê ji nav gelê ereb bê hilbijartin. Lewma lihevkirina gelê Kurd û Ereb û beşdariya piraniya Tirkmenên li wir, aloziya heyî ya li Kerkûkê ji holê radike. Piştî ku YNK di hilbijartinê de bi ser ket, li Kerkûkê li dijî zîhniyeta ku hilbijartinê paşguh dike, li ser rewabûna encamên hilbijartinê hatin cem hev. Ew bi çareseriyekê hatin. Ev çareserî çareseriyek pir hêja û girîng e. Nêzîkatiya giştî ya Serokê YNK’ê Talabanî; Em wisa difikirin ku dê di dema pêş de li Rojhilata Navîn, Kerkûk û deverên din bibe sedema geşedanên girîng.
 
PÊŞNIYARA AGIRBESTÊ 
 
Îro li Tirkiyeyê bi kesên ji Iraqê hatine re di bin navê ‘ewlehiyê’ de hevdîtin tên kirin. Dema em li van hevdîtinan dinêrin; em dibînin ku têgihiştina siyaseta şer di van hevdîtinan de serdest e. Jixwe em baş fam dikin ku li ku derê peyva ewlehiyê tê gotin, ew rastî bêewlehiyê tê û ne ewlehî ye. Encama van hevdîtinan ev e; bi îhtîmaleke mezin dê hevdîtinên ku paşeroja îradeya gel a ku li Iraq, Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê derketiye metirsiyê pêk bînin. Banga me zelal e. Em agirbesteke giştî ji tevahiya Rojhilata Navîn re pêşniyar dikin.
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/01/2025
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn