Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e

WAN - Serokê Odeya Aşxanevan û Firinvanan ya Wanê Sabrî Işik têkildarî rewşa endamên odeya xwe axivî û anî ziman ku her ku diçe rewşa aborî xerabtir dibe û got: “Di nava salekê de nêzî 400 esnafan dikanên xwe girtin.” Huseyîn Akdag ê karê lokantayê dike jî anî ziman ku ji bo aborî baş bibe hewceyî bi rawestandina şer heye. 

Bajarê Wanê ku di herêma xwe de ji bo bazirganiyê ciheke girîng e, ji aliyê aboriyê ve her ku diçe xerabtir dibe. Wan, bajarekî Serhedê ye û di herêmê de cihê geştê ye. Her sal ji nava welat û ji derveyî welat bi sed hezaran geştiyar bi taybetî jî kurdên rojhilatê Kurdistanê û xelkê Îranê tên Wanê. Bêguman di vê yekê de çanda xwarin û vexwarina Wanê jî bandoreke mezin dike. Lê, rewşa aborî ya welat ku ji ber polîtîkayên desthilatê xerabtir dibe, bandoreke neyînî li ser bajarê wanê kiriye. Di nava salekê de li Wanê nêzî 400 dikanên xwarin û vexwarinê hatine girtin.
 
‘ESNAF NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
 
Serokê Odeya Aşxanevan û Firinvanan ya Wanê Sabrî Işik têkildarî rewşa aborî û dikandaran ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ku 13 komên pîşeyî yên girêdayî odeya wan hene û got ku ji ber lêçûnên zêde gelek esnafan deriyên xwe girtine. Işik destnîşan kir ku nêzîkî 400 esnafên girêdayî odeya wan ji sala par vir ve dikanên xwe girtine. Işik sedema vê yekê jî wiha vegot “Ji ber ku lêçûn pir zêde ne, esnaf nikarin debara xwe bikin. Herikîna qasê ji sedî yek e, derketina ji qasê ji sedî neh e. Ev derketina ji sedî neh sedema girtina dikanan e. Weke mînak Bajarê Mezin a Wanê di warê hilberîna nesafî ya navxweyî de di rêza 81’emîn de cih girt. Lê belê Wan bajarê metropolê yê 20’emîn e. Ji aliyê derfetan ve Wan ji bo me bazina zêr e, lê em nikarin vê yekê bi kar bînin. Ji ber vê sedemê jî esnafên me di nava rewşeke dijwar de ne. Îran û Îrak li ber kêleka me ne. Sedema ku esnafên Wanî heta radeyekê bijîn geştiyarên ji Îran û Iraqê tên in”
 
‘PEREYÊ ZINDÎ NÎNE, ÇEK Û SENED TÊN BIKARANÎN’
 
Işik destnîşan kir ku ji ber li Wanê razemenî nayên kirin, rewşa bajar her ku diçe xerabtir dibe. Işik anî ziman ku Wan bi dîrok û bedewiya xwe ya xwezayî yek ji bajarên pêşeng e, lê mixabin li vê derê veberhênanek tune. Işik bi domdarî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî daxuyaniya herî dawî ya Yekitiya Bankeyên Tirkiyeyê, Wan di warê çekên nivîsandinê de li herêmê di rêza yekemîn de ye. Ev tê wê wateyê ku rewşa esnafan qet ne baş e. Pereyên zindî nayên gerguhêz kirin, li bajêr tenê çek û sened tên bikaranîn. Pêwîst e rayedar demildest gavan bavêjin, ev krîz di zûtirîn dem de bi dawî bibe. Ma esnaf ji bo kirê, ji bo mûçe û sîgorta karkeran bixebite, an ji bo xwe têr bike? Berê, gava em diçûn aşxaneyekê an cîhek din, em qet bêyî heval û hogirên xwe nediçûn. Lê niha mirov ditirsin ku durumekê bixwin, ev yek ji bo mirovan bûye luks. Ji ber ku em kar nakin, nikarin pereyê xebatkaran jî bidin. Lewma em nikarin xebatkaran jî bibînin. An jî karmendên ku li cem me dixebitin ji mûçeyên ku distînin hez nakin û neçar in biçin bajarên rojava bixebitin.”
 
‘3 DERIYÊN SÎNOR HENE, LÊ TENÊ YÊK DI MERIYETÊ DE YE’
 
Işik diyar kir ku ji ber geştiyar jî êdî pir nayên û nikarin bazirganiyê bikin û wiha pêde çû: “Ji bilî turîzmê tu dahata me tune. Ji ber ku geştyarên tên em dikarin hin karan bikin û mala xwe bi rê ve bibin. Li ser sînor, 3 deriyên têketinê hene, lê tenê yek tê bikaranîn. Çima rê nadin geştyaran ku hem esnaf û hem jî aboriya welêt qezenç bike? Dema mijar dibe bajarên rojhilat destûr nayê dayîn, ji ber vê yekê hemû geştyar diçin rojava. Dema em li salên borî dinêrin otêl, dikanên cilan, aşxane û gelek cihên din qerebalix bûn, lê îsal hema bêje geştyar nînin.”
 
‘EM HER ROJ BI ZEMÊ ŞIYAR DIBIN’
 
Huseyîn Akdag ku 30 sal in li Wanê karê lokantayê dike jî diyar kir ku mirov nikare mûqayeseyekê di navbera salên borî û îsal de bike. Akdag bi bîr xist ku dema wî dest bi vî karî kirî, dahatek wî ya pir mezin hebû û anî ziman ku wê demê aborî baş bû. Akdag destnîşan kir ku wê demê jî zem hebû, lê salê carekê dihat kirin. Akdag axaftina xwe domand: “Niha, em hema hema her roj bi zemê şiyar dibin. Em nikarin tiştên ku me duh kirî bi heman bihayê îro danin cih. Sedema ku aborî ber bi xirabûnê ve diçe û welat di vê rewşê de ye, rêveberiya nebaş e. Berê me digot sibê em ê 200 kebab bifiroşin. Lê niha em difikirîn ku dema em sibê dikana xwe vekin em ê karibin 100 kebaban bifiroşin an ne. Em wek esnaf niha rastî rewşeke pir dijwar de ne.”
 
‘EM MECBÛR IN KU BUHAYÊN XWARINÊN XWE ZÊDE BIKIN’
 
Akda anî ziman ku ji ber krîza aborî gelek hevalên wî yên esnaf dikanên xwe girtine û diyar kir ku sedem jî zêdebûna lêçûnan e. Akdag da zanîn ku ew mecbûr in ku buhayê xwarinên xwe zêde bikin da ku bikaribin xwe xilas bikin. Akdag, bi lêv kir ku ji xala gel ew van zêdekirinan li gorî daxwaza xwe dikin û bi domdarî ev tişt gotin: “Dema em niha lê dinêrin bihayê 1 kîloyê goşt 600 lîre ye, lewma em nikarin kebabê ji 250 lîreyî kêmtir bifiroşin. Di karê me de hesabên zirav hene, dema em van hesaban dikin û li sîgorta, mûçe, kirêya dikanan dinêrin, jixwe rewş diyar dibe ku em bê fêde dixebitin. Birastî jî esnafên me ji ber krîza aborî ya ku roj bi roj kûrtir dibe di rewşeke pir dijwar de ne. Di nava sal û nîvên dawî de nêzî 300-400 esnafên me deriyên xwe girtin. Kesek ji wan nikaribû debara xwe bike. Niha hûn bifikirin ku rewşa aborî çiqas xerab e.”
 
‘ÇARESERÎ RAWESTANDINA ŞER E’
 
Akdag destnîşan kir ku rewşa aboriyê bi polîtîkayên şer ve girêdayî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Behsa polîtîkaya teserûfê dikin. Ma ev polîtîka tenê ji bo gel derbas dibe? Mirov li vir birçî ne, lê dema ku ew diçin bûyerek herî piçûk an jî mizgeftek hêsan, bi wesayîtên bi milyonan diçin. Çima vê teserûfê li xwe nakin? Ev pirsgirêk bi bawerîkirina gel, misogerkirina aştiyê û bêyî ji hev qût kirinê çareser dibin. Na, lê heke ev tişt berdewam bikin, wê rewşa vî welatî roj bi roj xerabtir bibe. Şer û aborî dijberî hev in. Ger şer hebe dê krîz jî çêbibe, ev tê wê wateyê ku şer heye û em ketine ber vê krîzê. Ger em dixwazin aboriya me baş bibe, tekane çareserî rawestandina şer e.”
 
MA / Bazîd Evren 
 
 

Sernavên din

16/08/2024
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive