Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin

  • jin
  • 10:51 17 Tebax 2024
  • |
img
ÊLIH - Îpek Er bi tecawiza çawişê pispor Mûsa Orhan re rû bi rû mabû û paşê dawî li jiyana xwe anîbû. Bi ser kuştina Îpek Er re 4 sal derbas bûn. Jinan nerazîbûn nîşanî necezakirina Orhan dan û gotin ew hê jî tê parastin. 
 
Li navçeya Qubînê ya Êlihê çawişê pispor Mûsa Orhan tecawizî Îpek Er a 18 salî kiribû. Îpek Er di 7’ê tîrmeha 2020’an de serî li Serdozgeriya Sêrtê dide û giliyê Mûsa Orhan dike. Îpek Er piştre di 16’ê tîrmehê de nameyek li pey xwe dihêle û ket nava hewldana xwekuştinê. Er bi giranî birîndar bûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Er a ku li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, di 18’ê tebaxê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de 27’ê tîrmeha 2020’an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve îdianame hat amadekirin û di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) a di îdianemyê de hatibû piştrastkirin ku faîl li dijî Îpek Er êrişa zayendî pêk aniye. Di îdianameyê de hat xwestin ku Mûsa Orhan ji sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” bê girtin. 
 
CEZA LI DADGEHA BILIND TÊ SEKINANDIN 
 
Li dijî tecawizkirin û kuştina Er li her deverê hêrsa xelkê rabû û bi taybetî li ser medya dîjîtal nerazîbûnek zêde çêbû. Li ser vê hêrsa xelkê, 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê neçar ma ku der barê Orhan de biryara girtinê derxe. Orhan ê tecawizkar xwe radestî polîsan kir. Orhan di 19’ê tebaxa 2020’an de hat girtin. Parêzerê Orhan îtîrazî 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê kir û li ser vê yekê di 25’ê tebaxê de hat berdan. Her çiqas 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê di doza hat vekirin de 3’yê kanûna 2021’an ji sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” 12 sal ceza li Orhan birî jî lê ji ber “halê baş” cezayê wî daxistin 10 salan. Dadgehê biryar da bi hinceta “gumana reva wî nîne" şertê kontrola edlî danî ser Orhan û biryara darizandina negirtî da. Cezayê li Orhan hat birîn li Dadgeha Bilind tê sekinandin. 
 
Rêvebera navenda DBP’ê Nurten Uzumcu û Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz têkildarî mijdarê axivîn û diyar kirin ku êrişa ku Mûsa Orhan li dijî Îpek Er pêk anî divê wek şexsî neyê famkirin û ew êrişa tecawizkar êrişek li dijî hemû jinan bûye. 
 
‘ZÎHNEYETA PERGALÊ Û ORHAN HEMAN E’ 
 
Nurten Uzumcu da zanîn ku di salên dawî de sûcên tundî, tacîz û tecawizê li dijî jinan zêde bûye û got: “Li dijî jinan êriş hene. Lê dema ku jinên kurd bin ev êriş bi awayek taybet tê kirin. Jinên kurd ji ber doz û têkoşîna xwe bi êrişên şerê taybet re rû bi rû dimînin. Dixwazin jinên kurd bêîrade bikin. Li dijî jinên kurd konsepta şerê taybet di dewrê de ye. Lewma polîtîkayên desthilatdariyê kir ku Îpek Er xwe bikuje. Îpekê xwe nekuştiye, ew hatiye kuştin. Zîhniyeta pergalê çi be, ya Mûsa Orhan jî ew e. Çimkî polîtîkayek ku wê van leşker û polîsan ceza bike nîne.” 
 
'DEWLET TECAWIZKAR ORHAN DIPARÊZE’ 
 
Songul Korkmaz jî destnîşan kir ku li her erdnîgariyek ku şer lê hebe jin dibin armanca êrişan û tundî li jinan tê kirin û got: “Îpek Er jî di encama vî şerê dewam dike de, hat kuştin. Mûsa Orhan, Îpek Er desteser dike û paşê tecawizî wê dike. Kir ku Îpek Er xwe bikuje. Ev leşker û polîs hêza xwe ji piştevaniya polîtîkaya dewletê ya bêceza hiştinê digirin. Mûsa Orhan ji roja ewil ve ji aliyê dewletê ve tê parastin. Lê em ê têkoşîna xwe ya li dijî van kujer, tecawizkar û êrişkaran bidomînin.” 
 

Sernavên din

17/01/2025
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn