Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e

ŞIRNEX - Sazî û dezgehên ziman û çanda kurdî, li dijî polîtikayên pişaftin û êrişên ser ziman, bi deklerasyoneke seferberiya zimanê kurdî îlan kirin û gotin: “Em ê li her qadekê, xebatên xwe bimeşînin.” 
 
Sazî û dezgehên ziman û çanda kurdî yên li bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê li dijî polîtikayên pişaftinê yên dewletê û êrişên ser zimanê kurdî, têkildarî xebatên ku dê werin kirin li navçeya Cizîrê ya Şirnexê deklerasyonek îlan kirin. Di deklerasyonê de plansaziya xebatên ziman ên dema pêş bi raya giştî re hatin parvekirin. Her wiha hat destnîşankirin ku têkoşîn û parastina zimanê kurdî dê bê berfirehkirin û bang li partî, şaredarî û saziyên sivîl hat kirin ku ji bo zimanê kurdî dest bi seferberiyê bikin. Bi deklerasyonê ve saziyên zimanê kurdî peyama seferberiyê ya zimanê kurdî dan û di vê çerçoveyê de wê dest bi xebatan bikin. 
 
Nûnerên saziyên beşdarî deklerasyonê bûne ser girîngiya deklerasyonê û armancên wê ji ajansa me re axivîn. 
 
‘ZIMANÊ KURDÎ XETA ME YA SOR E’
 
Hevberdevkê Lijneya Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Heval Dilbihar, derbarê deklerasyonê de anî ziman ku li ser ziman û nirxên neteweya kurd êriş hene û armanca êrişan jî, ji holê rakirina ziman û nirxên netewa kurd e. Dilbihar bi lêv kir li dijî êrişan bi armanca mezinkirina têkoşîna zimanê kurdî wan deklerasyonê ragihandiyê û ev tişt gotin: “Armanca me li her derê mezinkirina parastin û têkoşîna zimanê kurdî ye. Desthilatdar dibêjê em ê zimanê kurdî ji holê rakin. Ji ber wê jî li her dera ku kurd lê dijîn, bi dibîstan û saziyên cûr bi cûr pişaftinê li ser kurdan ferz dike. Em jî dibêjin madem pişaftin li her derê polîtikayên pişaftinê tên meşandin em ê jî li her derê têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin. Em jî dê li gundan, taxan, kargehan, sazî û dezgehên kurdan, têkoşîna zimanê kurdî di nava gel de belav bikin. Ji bo wê jî divê hemû saziyên me, partiyên siyasî, tevgerên jin û civanan û şeredarî divê ji her keliyê, xebat û têkoşîna zimanê kurdî bidin meşandin. Divê stratejî û politikaya xwe ya zimanê kurdî diyar bikin û ji raya giştî re parve bikin. Divê taybet jî em her maleke kurd, bikin dibîstana zimanê kurdî. Divê her kurdek, xwe weke parêzvanekî zimanê kurdî bibine, kurdî hîn bibe, hîn bike û bibe mamosteya/ê zimanê kurdî. Yek jî armancên me jî ew e ku em zimanê kurdî bibe xwedî statû û zimanê perwerdehiya fermî. Zimanê kurdî xeta me ya sor e. Ji ber wê jî em ê ji bo zimanê kurdî bibe xwedî statû em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Her wiha ne tenê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li her derê ku kurd lê dijîn, li bajarên Ewropa û deverên cihanê saziyên zimanê kurdî bên ava kirin û hemû saziyên me jî divê di heman deme de bibin saziyeke zimanê kurdî.”
 
‘JI ÊRIŞAN RE BIBIN BERSIV’
 
Momesteya Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) a Êlihê Şînda Ayazgul jî diyar kir ku deklerasyon dê ji êrişan re bibe bersiv û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî ziman û çanda kurdî êrişên hovanê pêk hatin. Ziman xeta me ya netewbûne ye. Bi vê deklerasyonê mabesta me ew ê ku em di nava civak û saziyan de şiyarbûnekê ava bikin da ku li her qadê zimanê xwe bi kar bînin. Girîngiya vê deklerasyonê jî pêşîlêgirtina van êrişan e. Bi vê deklerasyonê em dixwazin ji êrişan re bibin bersiv û xebatên xwe jî di vê çerçoveyê de bimeşînin. Ji ber wê jî li navçeya Cizîrê weke sazî dezgehên ziman û çanda kurdî em ê bi yek dengî bersivê bidin polîtikayên pişaftinê û êrişan.”
 
‘PARASTINA ZIMAN ARMANC Û RÛMET E’
 
Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil bi lêv kir ku mabesta wan a sereke li her derê bilindkirina têkoşîna zimanê kurdî ye û wiha got: “Bi salan e li dijî zimanê kurdî polîtikayên pişaftin û helandinê tên meşandin. Li dijî van polîtikayan jî têkoşînek heye. Di van demên dawî de jî asta êrişên li dijî zimanê kurdî bilind bûye. Ji bo li dijî van êrişan jî ji bo em bi polîtikayeke hevpeş û plansazî tevbigerin, me ev deklerasyon ragihand. Yek jî mabesta me ew ê ku em di nava gel de axaftina zimanê kurdî zêdetir bikin. Ziman sinca me ye. Heke zimanê kurdî xurt bibe û li her derê bê axaftin, wê polîtikayên pişaftinê jî bi ser nakevin. Bi ser vê esasê Dê ev deklerasyon asta xebatên ziman ên di nava civakê de xurt bike. Ji civîn, panel, konferasn û hewd ji 7 saliyê heta 7 saliya xwe em ê heşmendiya zimanê kurdî ava bikin û dengê kurdî bigîhin her derê. Parastina ziman ji bo me armanc û rûmetê.”
 
‘HIŞMENDIYA KURDÎ BIDIN AVAKIRIN’
 
Rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Berivan Duman jî tekildarî xebatên deklerasyonê ev tişt anî ziman: “Em ê li tax, kolan û gundan xebatên cûr bi cûr li dar bixin. Em ê li parqan, bi malbat û zarokan re werin cem hev û çalakiyên ziman li dar bixin. Her wiha em ê gund bi gund bigerin û perwerdehiya ziman bidin. Li her derê em ê hişmendiya zimanê kurdî di gelê xwe de bidin ava kirin.”
 
‘LI HER DERÊ BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN’
 
Rêveberê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat-Der) a Semûrê Yusuf Bagirci jî destnîşan kir ku ji bo zimanê kurdî di nava civakê de bêhtir belav bibe, ew ê xebatên xwe bidomînin û wiha pê dê çû: “Hewce ye li her qada jiyanê em bi zimanê xwe biaxivin û bijîn. Ev êriş bi salan e berdewam dike û ev jî parçeyekî van polîtikayên pişaftinê ye. Em her dem û li her derê zimanê xwe biaxivin. Taybet jî divê dayik ji zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û kurdî hînî wan bikin. Heke zimanê me ji holê rabe, em jî wek gel dê tune bibin. Piştî deklerasyonê jî di vê çerçoveyê de em ê xebatên xwe berfirehtir bimeşînin.”
 
MA/ Mahmût Altintaş
 
 
 

Sernavên din

20/01/2025
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin