Berdevka DEM Partiyê Dogan: Çareserî ne baregehên leşkerî ye, tevgera demokrasiyê ye

  • rojane
  • 15:04 21 Tebax 2024
  • |
ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan a bal kişand ser “mûtebeqata” di navbera Enqere û Bexdayê de wiha got: “Li Rojhilata Navîn bi zêdetir baregehên leşkerî pirsgirêk nayên çareserkirin. Tişta ku îro Tirkiyeyê herî zêde pêdivî pê heye bi awayekî bi lez tevgera demokrasî û aştiyê ya xurt û xelasker e.”    
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî civîna Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ku didome, li Navenda Giştî civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Dogan a bi armanca balê bikişîne ser zextên li ser zimanê dayikê bi kurdî dest bi axaftina xwe kir, destnîşan kir ku zextên li ser çand û zimanê kurdî her ku diçe zêdetir bûn lê dê li dijî hemû zextan bisekinin. 
 
SERENAVÊN ROJEVA MYK’Ê      
 
Dogan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di rojeva me de çi heye. Helbet parlamenter Can Atalay ê bi israr di girtîgehê de tê ragirtin û tiştên em têkildarî vê yekê de bikin hene. Zextên bi destê lijneyên çavdêrî û îdareyê ku qet ji rojeva me nakeve û li girtîgehan weke pêkanîneke rêbaza îşkenceyê tê bikaranîn heye. Dîsa xizaniya li Tirkiyeyê ku ji rojeva me dernakeve heye. Êrişên li dijî çand û hunera kurdî hene. Peymaneke leşkerî ya nû derket pêşberî me. Xwezî me bi awayekî din gotibûya û nîqaş kiribûya. Yek ji mijara ku em li ser disekinin jî peymana di navbera Bexda û Enqereyê û nîqaşên destûra bingehîn a nû ne. Helbet ev rojeva me ya jêneveger e. Ez ê têkildarî vê nîqaş û meylên MYK ya me jî we re parve bikim. Li aliyê din jî kampayaya me ya ‘Nan û Edalet’ a girêdayî van krîzên me behsa wan kirin heye.    
 
BANGA JI BO CAN ATALAY
 
Em bi Can Atalay dest pê bikin. Li rayagiştî hin xeletiyên ku rast tên zanîn hene. Can Atalay parlamenterekî ku vîna gelê Hatayê temsîl dike ye. Destûra bingehîn jî wiha îfade dike. Îro em weke DEM Partiyê dixwazin bang li Serokê Meclisê bikin; têkildarî nirxê Meclisê fikarên wî hene û daxuyanî daye. Çalakiya lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşarê weke çalakiyeke ku zirarê bide nirxê Meclisê penase kiriye. Em jî weke DEM Partiyê ji vir bang li birêz Kûrtûlmûş bikin; bêyî ku wext bê windakirin bila mafên reha yên Can Atalay bên îadekirin û biryara AYM’ê bê bicihanîn. 
 
DIVÊ MECLIS BERPIRSYARTIYA XWE BI CIH BÎNE 
 
Can Atalay parlamenter e û cihê wî ne girtîgeh Meclis e. Dîsa divê girtiyên Doza Kobanê û Doza Geziyê bi vê nêzîkatiyê bê nirxandin û ji bo bi awayekî azad siyasetê bikin divê Meclis peywîr û berpirsyartiya xwe bi cih bîne. 
 
LIJNEYÊN ÇAVDÊRIYÊ YÊN GIRTÎGEHAN 
 
Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yê Girtîgehê berdana mirovên 30 sal in di girtîgehê de ne taloq dikin. Çi dike ev Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê, duh Îlhan Samî Çomak 30 sal cezayê lê hatiye birîn xelas kir û divê êdî bê berdan lê têkildarî girtî biryara keyfî dide. Ev ne dadgehe nikare biryareke wiha bide. Ev lijne ketine şûna dadgehan. Rêzikname jî nikare qada pêkanîna qanûnan ji holê rake. Azadî û mafên bingehîn jî bi qanûnan tên sererastkirin. Li cihê ku divê hûn azad bibin bêyî ku biryara dadgehê hebe hûn di girtîgehê de tên ragirtin. 
 
RÊBAZEKÎ NÛ YA ÎŞKENCEYÊ
 
Mînakekî din jî Îmralî ye. Li Îmraliyê ji şert û mercên tecrîdê giran in, bi mehan e agahî ji Îmraliyê nayên girtin. Dîsa taloqkirina berdana Veysî Aktaş. Girtiya nexweş Şîvekar Ataş ê di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tê ragirtin, nexweşekî giran e divê were emeleyatkirin û dermankirin. Li gel vê yekê jî înfaza wê hate şewitandin. 6 caran înfaza girtiyê nexweş ê giran Mehmet Kinat ê 30 sal in girtî ye û di Girtîgeha Tîpa L ya Panosê de tê ragirtin, hate şewitandin. Em dikarin van mînakan zêde bikin. Herwiha Keza Çetîn jî di vê rewşê de ye. Hûn li bendê dimînin ku dê piştî 30 salên girtî werin berdan lê belê mafê hêviyê jî ji destên wan digirin. Lewma ev dibêjin ev tişt rêbazekî nû ya îşkenceyê ye. 
 
‘ÇARESERÎ NE BAREGEHÊN LEŞKERÎ NE’
 
Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan û rewşa girtîgehan bi hev re tên nirxandin, neçareserkirina pirsgirêka kurd, tunebûna demokrsiyê, aboriya şer, xizanî. Dema em lê dinêrin li hundir û derve neçareseriyek heye. Şer belavî Rojhilata Navîn bûye. Bi salan e em têkoşînê didomînin. Min navê peymana ji aliyê Enqere û Bexdayê hatiye îmzekirin gava din jî qal kir. Hevkariya Ewlehî ya Leşkerî û Têkoşîna Terorê. Li Rojhilata Navîn pirsgirêk bi baregehên leşkerî nayên çareserkirin. Îro li Tirkiyeyê tişta  herî pêwîst tevgerekî xurt a aştî û demokrasiyê ye.” 
 
KAMPANYAYA NAN Û EDALETÊ
 
Mixabin di dilê peymanan di navbera Enqere û Bexdayê hatiye îmzekirin de çavberdana destkeftiyên kurdan in lê divê em vê yekê jî bibînin ku dixwazin kurdan jî bînin pêşberî hev. Ez dixwazim ji sehayê mînakekî bidim. Kampanyaya me ya Nan û Edaletê didome. Parlamenter,  heval û rêveberên me bi gel re tên cem hev. Ji Îzmîrê heya îdirê, ji Êlihê heya  Stenbolê didome. Em di mirovan de krîza aborî dibînin, xizaniyekî tazî dibînin. Aboriya şer krîza aborî kûr dike.”
 
‘DI MIJARA DESTÛRA BINGEHÎN DE HELWESTA ME ZELAL E’
 
Dehan sal in mijara çêkirina Destûra Bingehîn a nû di rojeva me de ye. Di hêla mijara Destûra Bingehîn a Nû de helwesta me zelal e. Em difikirin ku divê destûra bingehîn bi tifaqa herî berfireh were amadekirin. Divê destûra bingehîn bi rastî jî nû be. Partiya ku di vê mijarê de herî zêde têdikoşe partiya me ye. Em usil û esasê bi hev re digirin dest. Lewma divê bi tevlîbûna tifaqa herî berfireh a demokrasiyê û bi tevlibûna herî berfireh destûra bingehîn a nû were amadekirin.”  
 

                    

 

Sernavên din

23/08/2024
09:21 Jinên li nava zeviyan dixebitin heqê keda xwe nastînin
09:03 Serlêdanên ji bo Xelatên Mûsa Anter didomin
09:01 Tevî biryara DMME'yê jî seta pirtûkan a Abdullah Ocalan nehat dayîn
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2024'AN
22/08/2024
23:31 Kişanak a ku di Nobeda Şîşhaneyê de axivî: Ev vîn xwedîlixwederketin e
20:09 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
20:05 Dayikên aştiyê hatin bibîranîn: Em ê dest ji doza wan bernedin
20:01 Karkerê muzîka kurdî guhdar kiriye hate girtin
17:05 Tirkiyeyê gundekî Şarbajêrê bombebaran kir
16:32 Serdana şîna Demîr bi girseyî hate kirin
16:26 Laçika kesk û sor û zer a li serê wê sûc hate hesibandin
16:15 Çalakiya Malbata Şenyaşar: Dê bi serokkomar re hevdîtin were plansazîkirin
16:13 Bertekê nîşanî Mansûr Yavaş da: Hûn şaredarê kujerên sewalan in?
15:25 DEM Partiyê rewşa girtiyên nexweş Aktaş û Kûday anî rojeva Meclisê
15:17 Jinan çelenga reş danîn ber Konsolosxaneya Îranê
14:47 Îtîraz li rapora pisporan a şewatê hate kirin: Tê xwestin ku dosya bê girtin
13:40 DEM Partî di 1’ê Îlonê de li dijî şer û tecrîdê aştîxwazan vexwend qadan
12:40 Li Mêrdînê DEDAŞ’ê bi leşkeran re bi ser bajarok de girtin
12:33 Tirkiyeyê avahiya Asayîşa Qamişlo bombebaran kir
12:14 Ji Weşanên Aryenê du pirtûkên kurdî derçûn
11:28 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:42 Alimê olê Pênciwênî: Tirkiye êrişên komkujiyê pêk tîne
10:10 Ji bo berdana girtiyê 30 salan astengiya ‘poşmaniyê’!
09:48 Xizmên girtiyan: Heya tecrîd ranebe wê tu tişt çareser nebe
09:44 Xwendinên Azadiyê: Xweparastin û tecrîd hatin nîqaşkirin
09:43 Ji jinan bertek: Feraseta Bûdak netehemulkirina hevserokatiyê ye
09:42 ‘Ji bo berdanê ne sûc kes girîngtir in’
09:05 Îdianameya govendê hat amadekirin: We govend gerand?
09:02 Li dijî talana ekolojiyê bang kirin: Berê xwe bidin Şirnexê
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2024'AN
21/08/2024
21:17 Dayika Aştiyê Muhsîne Ayhan jiyana xwe ji dest da
21:16 Li Şirnexê çalakiya 'Xwendina azadiyê'
21:12 Malpera Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
16:30 Êrişa li dijî bijîşk hatiye kirin hate şermezarkirin
16:09 Şenyaşar: Heta ku çalakiya me ya li Meclisê encam bigire dê 24 saetan bidome
16:08 Îlham Ehmed: Divê Hikûmeta Şamê Rêveberiya xweser nas bike
15:37 Ji bo alîkariya hiqûqî ya jinên tundî li wan tê kirin protokol hate îmzekirin
15:04 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Çareserî ne baregehên leşkerî ye, tevgera demokrasiyê ye
14:53 Zilamê jin derb kiriye hate girtin
14:39 Aşxaneya Peyasê hate vekirin
13:34 Li Bosna Hersekê êrişa çekdarî: 3 kes mirin kesek birîndar bû
13:21 Hurgiliyên ‘mutabeqata’ Enqere û Bexdayê derketin holê
12:34 Îranê mamosteyekî kurdî girt
12:17 Kedkara Çapemeniya Azad Demîrê jiyana xwe ji dest da
12:16 Şaredariya Wêranşarê li dijî medeyên hişbirê xebat da destpêkirin
11:18 Rapora ÇED’ê ya madena Licikê hate betalkirin
11:11 MYK ya DEM Partiyê civiya
10:59 Nivîskar Ûlûg: PDK 40 sal in xiyanetê li azadiya kurdan dike
10:49 Li Îranê otobusa rêwiyên hecê qeza kir: 28 kes mirin
10:10 PDK, 'xeta qanehkirinê' û 'odeyên lêpirsînê yên hevpar' ava kirin
10:09 Rojnamevan Kiziler: Wê berxwedan diyarker be
10:01 Li Amedê çalakiya ‘Xwendinên Azadiyê’
09:57 Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Demîr: Tirkiye ji bêdengiya navnetewî hêzê digire
09:49 Parlamenterên kurd: Dê qanûn Iraqê aloztir bike
09:08 Yakûtê di roja 99'an a greva birçîbûnê de hat berdan: Îşkence û tecrîd hatiye sîstematîkkirin
09:02 Berdana girtiyê ferzkirina ‘poşmantiyê’ qebûl nake cara 3’yemîn hate taloqkirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2024’AN
08:48 Meclisa Leşkerî ya Minbicê nehişt Tirkiye derbasî kantonê bibin
08:29 Tirkiye gundekî Til Temirê bombebaran kir
08:12 Şehba ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xist
20/08/2024
23:58 Bakirhan: Têkoşîna me ji Akbelen heta Cûdî hevpar e
23:14 Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
19:46 Berteka li dijî texrîbatkirina ekolojiyê: Em bibin dengê Şirnexê
17:15 Girtiyê ku di rêya hevdîtinê de dayika xwe winda kir, sewqî girtîgeheke dûrtir hat kirin
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome