Li dijî talana ekolojiyê bang kirin: Berê xwe bidin Şirnexê

ŞIRNEX - Nûnerên Saziyên Sivîl ên Şirnexê ku her heftê bi daxuyaniyê balê dikişînin ser talankirina ekolojiyê, diyar kirin ku Şirnex di bin xetereya çolbûnê de ye û bang li rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên ekolojiyê kirin ku ji bo pêşî li vê talana xwezayê bigirin berê xwe bidin Şirnexê.  

 
Li Şirnexê ji ber talana ekolojîk a bi salan e dewam dike, qadên daristanan tên tunekirin. Darên ku bi salan di bin navê "Ewlehiyê" de ji aliyê cerdevanan ve tên birîn li bajarên cuda tên firotin. Ji ber tunekirina xwezaya Şirnexê gelek cûreyên zindî jî winda dibin. Her wiha bi talana ekolojîk ve qada jiyanê ya mirovan jî di bin xetereyê de ye. Rêxistinên Saziyên Sivîl ên Şirnexê ku li dijî talana ekolojiyê seferberî îlan kirin, her hefte bi daxuyaniyên çapemeniyê balê dikişînin ser tunekirina ekolojiyê. Nûnerên saziyan bang li rêxistinên ekolojîk û raya giştî ya demokratîk kirin ku ji bo pêşî li talana xwezayê bê girtin bikevin nava hewldanê. 
 
Hevserokê Şaxa Genel Îş’ê ku giredayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Şirnexê Ayhan Ergen, diyar kir ku bi salan e talankirina xwezayê bi awayekî sîstematîk dewam dike û wiha got: "Ji ber bêdengiyê, talankirina xwezayê zêdetir dibe. Niha jî her roj dar ji kokê ve tên birîn. Tenê bi daxuyaniyên çapemeniyê em nikarin pêşî li talana xwezayê bigirin. Pêwîste gelê me di vê mijarê de hişyar bibe û li dijî vê talanê derkeve."
 
'ŞIRNEX BI ÇOLBÛNÊ RE RÛ BI BÛ YE'
 
Ergen bal kişand ser xetereyên wêrankirina ekolojiyê û wiha pê dê çû: “Ji bo pêşîgirtina li rûxandina ekolojiyê divê hemû saziyên sivîl û rêxistinên ekolojîk bên Şirnexê. Li Kurdistanê polîtîkaya çolkirina sîstematîk a xwezayê tê meşandin. Ji bo pêşî lê bê girtin divê hemû saziyên sivîl û rêxistinên ekolojîk bên Şirnexê û ji bo sekinandina vê talanê dengekî cîdî derkeve hole. Heke wisa nebe di demen pêş de xetereyên mezin wê derkevin holê."
 
BANDORA TALANA EKOLOJIYÊ LI SER JIYANA MIROVAN
 
Berdevkê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yê Demê yê Şirnexê Samet Kaya, anî ziman ku armanca wan ew e ku bi daxuyaniyan balê bikşînin ser metirsiyên ku wêrankirina ekolojiyê derdixe holê û ev tişt gotin: “Talankirina xwezayê bandoreke mezin li tendûristiya mirovan û hemû zindiyan dike. Li dijî vê yekê me biryar da ku her hefte ji bo gelê xwe van xetereyan haydar bikin daxuyaniyan bidin. Ji ber talan kirina xwezayê hewa jî qirêj dibe. Bi qirêjbûna hewa re nexweşiyên weke KOAH’ê jî dertên holê. Her wiha li herêmê mirov bi sewalkariyê debara xwe dikin. Bi birîna daran ve cihekî ku sewal lê biçerin jî namîne. Welatiyên ku nekarin debara xwe bikin wê neçar bimînin ku koçber bibin. Xetereyên talana ekolojiyê li ser jiyana mirovan pir in.”
 
'ŞIRNEXÊ BI TENÊ NEHELIN'
 
Kaya ji bo pêşî li talana xwezayê bê girtin ev bang li saziyên ekolojiyê û raya giştî kir: "Daxuyaniyên saziyên sivîl tenê nikarin pêşî li vê talanê bigirin. Ji ber vê yekê divê hemû saziyên ekolojiyê berê xwe bidin Şirnexê. Ji her kesê ku li vir dijî divê li dijî vê talanê dengê xwe derxînê û em bi hev re li dijî vê talanê bisekinin. Divê taybet jî gelê me li dijî vê talanê derkeve. Em dizanin hêza herî mezin gel bi xwe ye. Heke gelê me li dijî vê talanê bisekine û bertekên xwe nişan bide em dikarin pêşî li birîna daran bigirin. Banga me ji saziyên sivîl, rêxistinên civakî, partiyên siyasî û hemû saziyên ekolojiyê ew e ku berê xwe bidin Şirnexê. Şirnex di bin xetereyeke mezin de ye. Li dijî vê yekê em bi hev re dengê xwe bilind bikin û pêşî li vê talanê bigirin. Şirnexê bi tenê nehelin.”
 
MA / Mahmût Altintaş
 
 

Sernavên din

30/08/2024
12:19 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 ‘Dewleta tirk li gundên Başûr leşkeran bicih dike’
11:51 Lawê Ertakê hatiye windakirin: Divê dewlet bi pêşerojê re hevrû bibe
11:13 Parlamenterê DEM Partiyê Çîftyurek: Erdnîgariya me bi krîza xurekê re rûbirû ye
11:09 Ji bo bernameya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tevlibûnê
11:08 Xebatên lêgerîna Narînê ket roja 10'an: Birayê wê hate berdan
10:47 DEM Partî di meha îlonê de ‘Seferberiya rêxistinbûnê’ dide destpêkirin
10:31 Derûnas Kolyîgît: Tundî sûdê ji polîtîkayên desthilatê digire
10:26 Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin: Divê dewlet hiqûqê ji dil pêk bîne
10:00 Dayika Yuceyê: Min soz daye keça xwe ku ez ê têkoşîna aştiyê bidomînim
09:32 Parêzer Altûntaş: Ger dewlet li gor qanûnê tevnegere wê ewlehiya tu kesî tune be
09:31 Stenbolê ji bo 1'ê Îlonê amade ye: Em ê ji bo aştiyê biqîrin
09:00 ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2024'AN
07:59 Cenazeyê Tarayê li bajarê wê Êlihê bi awayekî girseyî hate veşartin
29/08/2024
23:03 Nobeta li dijî qeyûm di roja 75’an de ye
22:59 Cenazeyê Gulistan Tarayê li Silopiyayê hat pêşwazîkirin
20:04 Li Amûdê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
18:43 Sebahat Tûncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hat cem hev
18:24 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê di roja 9'an de ne
17:13 Giliya faîlên li zarokê Sûriyeyî dabûn hate kirin
17:00 Şîroveya Bayindir a Wêneya Milazgirê: Têkoşîna kurd dê bi ser keve
15:58 Guneş ji bo zarokên winda banga civîna awarte kir
14:57 Li Enqereyê banga 1’ê Îlonê: Aştî di têkoşîna gelên bindest de ye
14:54 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Raporên xesara avahiyên nexweşxaneyan eşkere bikin
14:48 Endamê Hewldana 78’an Ural hat binçavkirin
14:47 Şandeya DEM Partiyê serdana Hewş Kafeyê kir
14:18 Gergerlîoglû serdana Şenyaşar kir: Çima Serokê Meclisê xwe bêdeng dike?
14:06 Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate oxirkirin
12:07 Tekane ajokara jin a otobûsê vegeriya ser karê xwe
12:06 Artêşa Iraqê balefirek şer a Tirkiyeyê xist xwarê
11:25 Xwepêşandana xelkê pêşî li ber dewriyeya hevbeş a leşkerên rûs û tirk girt
11:22 Cenazeyê Rojnameger Tarayê dê piştî merasîmê ji Êlihê re were oxirkirin
10:22 Danişîna doza Werîşe Muradî cara duyemîn hat taloqkirin
10:09 Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nayên bersivandin: Divê her kes deng derxe
09:55 ‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’
09:24 Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin
09:46 Geerdînk: Tirkiyeya ku rojnamevanan dikuje sûcê şer dike
09:38 'Li dijî şerê taybet û polîtîkayên tecrîdê tekane rê rêxistinbûyîn e'
09:32 Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn
09:31 Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!