ŞIRNEX - Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de li navçeya Qileban û Elke çalakiya “Xwendinên Azadiyê” ku ji parêznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê, hat lidarxistin.
Çalakiyên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji, pirsgirêka kurd re çareserî” de tên lidarxistin didomin. Di çarçoveya kampanyayê de Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê li navçeya Qileban û Elkê bi welatiyan ve hatin ba hev û ji paraznameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hin beş xwendin. welatî eleqeyekî mezin nişanî çalakiyê dan û piştî xwendinê li ser mijara ku hatinê xwendin nirxandin kirin.