STENBOL - Psîkologê Klînîkê Firat Kolyigît diyar kir ku bûyerên tundiyê yên di nava civakê de zêde dibin sûdê ji polîtîkayên desthilatê digirin û got ku çareserî wê ne bi terapiyên takekesî, bi edaleta civakî pêk bê.
Tirkiye di serdemeke ku bûyerên tundiyê pir lê zêde bûne re derbas dibe. Ji tundiya nava malê heya bi êrişên nijadperest ên li hemberî kurdan û sûriyeyiyan bi her awayît undî rû didin.
Li gor rapora Weqfa Hêviyê; di navbera 2014-2023'yan de 34 hezar û 197 bûyerên tundiyê qewimîne. Di van bûyeran de 21 hezar û 434 kesan jiyana xwe ji dest dane û 31 hezar û 207 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Psîkologê Klînîkê Firat Kolyigît, li ser zêdebûna bûyerên tundiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Kolyigît ku têgeha tundiyê pênase kir diyar kir ku diyardeya tundiyê pêvajoyeke hebûnî ye û got: “Di zaroktiya xwe de ferd di têkiliya xwe ya bi dayika xwe de dest bi vê rastiyê dike. Bi demê re, her ku ferd dest bi civakîbûnê dike, têkiliyên ku ew bi saziyên perwerdehiyê û pêkhateyên din ên civakî re saz dike dikare rêgeha tundiyê diyar bike."
Psîkologê Klînîkê Firat Kolyigît, li ser zêdebûna bûyerên tundiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
‘BÛYERÊN TUNDIYÊ POLÎTÎK IN'
Kolyigît bal kişand ser wê yekê ku mirov nikare tundiyê di warê derûniyê de wekî tiştek paotlojîk û ruhî tenê binirxîne û got ku li pişt tundiyê dînamîkên civakî, şert û mercên çandî û aborî hene. Kolyîgît destnîşan kir ku komkujîş û bûyerên tundiyê yên li hemberî jinan ku di bîra civakî de şopên kûr dihêlin hîmê çanda tundiyê ya îro pêk tînin û got: "Gava em li cinayetên jinan û bûyerên tundiyê yên civakî mêze dikin em dibînin ku ev polîtîk in. Ev bi temamî têkildarî mesleya desthilat û hêzê ye. Gava komkujiyên wekî Mereş, Çorûm, Roboskiyê bi bêedaletî û bêcezakirinê bi encam bibin, wê civak jî hêzê ji vê bigire û rew abike û rabe zirarê bide hin kesên din."
TUNDIYA BI PLAN Û SÎSTEMATÎK
Kolyîgît destnîşan kir ku di bûyerên tundiyê de siyaset xwedî cihekî girîng e û got ku zimanê nijadperest ê desthilatê berberîbûnê zêde dike û çanda tundiyê kûrtir dike.
KOlyîgît bilêv kir ku di binî êrişên nijadperest ên li hemberî kurdan û sûriyeyiyan de zimanê siyasetê hee û got: "Êrişên li hemberî kurdan jî berhema vê feraseta nijadperest in. Ev êriş tenê bi pirsgirêkên takekesî û derûnî nayên ravekirin. Ev êriş rengevdana çandeke ku bi awayekî sîstematîk û planî li nava civakê hatiey bicihkirin bi xwe ye."
Kolyîgît destnîşan kir ku polîtîkayên AKP-MHP'ê tundiyê zêdetir kirine û got ku desthilat ji bo hêza xwe biparêze hiqûq û edaletê tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.
ÇARE: TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK E
Kolyîgît destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina tundiyê têkoşîneke demokratîk divê û got: "Divê edalet bê teşwîqkirin, divê parastian mafên mirovan û dengê hemû derdorên civakê bê bihîstin. Zanîngeh, rêxistinên civaka sivîl û derdorên din bên cem hev du û li hemberî van pirsgirêkan tevbigerin. Piştevanî dikare pêşî li tundiyê bigire."
MA/Ferdî Bayram