DEM Partî di meha îlonê de ‘Seferberiya rêxistinbûnê’ dide destpêkirin

  • rojane
  • 10:47 30 Tebax 2024
  • |
img

ENQERE - DEM Partî ya di meha îlonê de dê “seferberiya rêxistinbûnê” bide destpêkirin, di konferansa dema pêş de ji şêwaza meşa rêxistinî heye rexneyên hilbijêran dê gelek mijar werin nîqaşkirin û modela nû ya rêxistinbûnê were diyarkirin. 

Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya biryarên di civîna 26’ê hezîranê de derketinê pêş, dê di meha îlonê de 2 konferansên girîng li dar bixe. Dê di 13’ê îlonê de Konferansa Rêxistinbûnê ya Jinan û dê di 14-15’ê îlonê de jî Konferansa Rêxistinbûnê ya Navendî were lidarxistin. 
 
Konferans dê li Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) were li dar xistin. DEM Partî li gelek bajaran têkildarî konferansê xebatan dide meşandin. 
 
DÊ 360 DELEGE TEV LI BIBIN
 
Hemû hevserokên bajaran, endamên Meclisa Partiyê (PM), delegeyên xwezayî, delegasyona konferansê, nûnerên saziyan û kotayên ji partiyên pêkhateyê re hatine veqetandinê dê tev li konferansê bibin. Dê 200 delege tev li Konferansa Rêxistinbûnê ya Jinan, 360 delege tev li Konferansa Rêxistinbûnê ya Navendî bibin.
 
DÊ ‘SEFERBERIYA RÊXISTINBÛNÊ’ WERE DESTPÊKIRIN
 
Di konferansan de taybetî rexneyên hilbijêran ên di hilbijartinên herêmî de derketine pêş, şêwaza rêxistinbûnê dê werin nîqaşkirin. Herwiha li dijî zext û êrişên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên bi ser tevgera siyasî ya kurd û muxalîfan, dê “seferberiya rêxistinbûnê dest pê bike. 
 
REXNEYA ‘KÊMANIYA TÊKILIYÊ’
 
Li gorî agahiyên bi dest ketine pirsgirêka sereke ya DEM Partiyê di hilbijartinên herêmî de jiyaye yek jî kêmaniya têkiliyê ya di navbera navenda giştî ya partiyê û rêxistinên li herêmê ye. Ev yek jî rê neda têkiliyek rast di navbera navend û gel de were sazkirin. Di konferansê de tevî çareseriyên van pirsgirêkan dê ji Partiya Kedê ya Gel (HEP) heya niha tecrubeyên 32 salên di têkoşîna demokrasiyê de derketine pêş û ji bo dema pêş şêwazên rêxistinbûnê berçav werin derbaskin û modelên pratîktir dê berçav werin girtin. 
 
DÊ RAPOR WERIN NIRXANDIN
 
Di konferansê de raporên bi tevlîbûna rêveberên di dîroka siyaseta kurd a demokratîk de cih girtine, raporên bi tevlibûna rêveberiyên navend û navçeyan di Komxebata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Lijeya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê de hatine amadekirin encam bûbûn. Komxebata di 3’yê tebaxê de bi tev li bûna hemû hevserokên şaredariyan hatiye lidarxistin de, hatibû gotin ku dê gelê kurd xwedî li daxwaza xwe ya birêvebirina xwe derkeve. Di komxebatê behsê xebarê de hatibû gotin ku dê di konferansa meha îlonê de şêwaza têxistinbûnê jî dê were diyarkirin.  
 
DÊ RÊVEBERÎ WEK ‘ASAYÎ’ AVA BIBIN
 
Dema pêşiya me derbasbûna ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ber bi Partiya Çepên Kesk û herî dawî DEM Partiyê, gelek kongreyên navend û navçeyan wek awarte hatin lidarxistin. Di dema pêşiya me de bi “seferberiya rêxistinbûnê” kongreyên asayî dê werin lidarxistin û çalakbûna rêveberiyên nû wek armanc dê were diyarkirin. Di çarçoveya xebatê de ji bo avabûnê hêsantir bike dê avakirina “Dibistanên Partiyê” yên ku dê tê de perwerde were dayîn, were plansazîkirin.  
 
DEM Partî dê ji bo xwe bi temamî ji bo hilbijartinekî pêşwext amade bike ji meha îlonê şûn ve xebatên xwe bidomîne.
 
PIRSÊN ‘TIFAKÊ’ LI BENDA BERSIVAN E
 
Têkildarî mijara “tifaqê” ya di civîna MYK’a DEM Partiyê ya 21’ê tebaxê hatiye nîqaşkirin de tu gavên şênber nehatin avêtin. Herî dawî girîngiya “Tifaqa Demokrasiyê” hatibû nîqaşkirin û hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ji bo xebat bi leztir werin meşandin, biryara avakirina komîsyonekî têkildar dabûn. 
 
Li gel vê yekê DEM Partî û pêkhateyên wê yên partiyên çepgir-sosyalîst di pêvajoya her du hilbijartinan de bandora ku dihat xwestin ava nekir. Ji mijarên sereke yek jî rexneyên ji raya giştî têkildarî vê bêbandorbûnê ne û dê ev jî wek mijareke sereke were nîqaşkirin. 
 
MA / Firat Can Arslan  
 

Sernavên din

30/08/2024
14:25 Rapora ÎHD’ê ya Girtîgehên Anatoliya Navîn: Binpêkirin, îşkence…
13:51 Cezayê hefsê dan redkarê wijdanê: Ez li pey gotinên xwe me
12:58 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:20 660 hezar lîre ceza li kujerê pezkuvî hate birîn
12:19 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:02 ‘Dewleta tirk li gundên Başûr leşkeran bicih dike’
11:51 Lawê Ertakê hatiye windakirin: Divê dewlet bi pêşerojê re hevrû bibe
11:13 Parlamenterê DEM Partiyê Çîftyurek: Erdnîgariya me bi krîza xurekê re rûbirû ye
11:09 Ji bo bernameya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tevlibûnê
11:08 Xebatên lêgerîna Narînê ket roja 10'an: Birayê wê hate berdan
10:47 DEM Partî di meha îlonê de ‘Seferberiya rêxistinbûnê’ dide destpêkirin
10:31 Derûnas Kolyîgît: Tundî sûdê ji polîtîkayên desthilatê digire
10:26 Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin: Divê dewlet hiqûqê ji dil pêk bîne
10:00 Dayika Yuceyê: Min soz daye keça xwe ku ez ê têkoşîna aştiyê bidomînim
09:32 Parêzer Altûntaş: Ger dewlet li gor qanûnê tevnegere wê ewlehiya tu kesî tune be
09:31 Stenbolê ji bo 1'ê Îlonê amade ye: Em ê ji bo aştiyê biqîrin
09:00 ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2024'AN
07:59 Cenazeyê Tarayê li bajarê wê Êlihê bi awayekî girseyî hate veşartin
29/08/2024
23:03 Nobeta li dijî qeyûm di roja 75’an de ye
22:59 Cenazeyê Gulistan Tarayê li Silopiyayê hat pêşwazîkirin
20:04 Li Amûdê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
18:43 Sebahat Tûncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hat cem hev
18:24 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê di roja 9'an de ne
17:13 Giliya faîlên li zarokê Sûriyeyî dabûn hate kirin
17:00 Şîroveya Bayindir a Wêneya Milazgirê: Têkoşîna kurd dê bi ser keve
15:58 Guneş ji bo zarokên winda banga civîna awarte kir
14:57 Li Enqereyê banga 1’ê Îlonê: Aştî di têkoşîna gelên bindest de ye
14:54 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Raporên xesara avahiyên nexweşxaneyan eşkere bikin
14:48 Endamê Hewldana 78’an Ural hat binçavkirin
14:47 Şandeya DEM Partiyê serdana Hewş Kafeyê kir
14:18 Gergerlîoglû serdana Şenyaşar kir: Çima Serokê Meclisê xwe bêdeng dike?
14:06 Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate oxirkirin
12:07 Tekane ajokara jin a otobûsê vegeriya ser karê xwe
12:06 Artêşa Iraqê balefirek şer a Tirkiyeyê xist xwarê
11:25 Xwepêşandana xelkê pêşî li ber dewriyeya hevbeş a leşkerên rûs û tirk girt
11:22 Cenazeyê Rojnameger Tarayê dê piştî merasîmê ji Êlihê re were oxirkirin
10:22 Danişîna doza Werîşe Muradî cara duyemîn hat taloqkirin
10:09 Serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nayên bersivandin: Divê her kes deng derxe
09:55 ‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’
09:24 Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin
09:01 Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye!
09:00 Banga ji bo meşa 1’ê Îlonê: Heta ku tecrîd ranebe aştî pêk nayê
09:00 Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN
08:46 Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir
08:31 Xelatgirê Nobelê: Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye
28/08/2024
21:20 Li Şirnexê "Xwendinên Azadiyê" berdewam dikin
20:22 Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê
20:18 Li Şirnexê gelek dever heta 15 rojan hatin qedexekirin
18:18 Ciwanên ku li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:24 Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin
17:12 Hatîmogûllari serdana Emîne Şenyaşarê kir
16:34 Li Narînê derdora Çemê Selmiyê digerin
16:23 Pênc ferdên malbata Gezîcî hatin tehliyekirin
15:50 Qetilkirina rojnamevanan wê bibe mijara rojeva Parlamentoya Iraqê
15:40 ‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’
15:23 Festîvala Gimgimê di roja duyemîn de berdewam dike
15:01 Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin
13:53 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hate kirin: Dayikek û kurê wê hatin qetilkirin
13:18 Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe
13:18 Li Rihayê zarokek hate tacîzkirin
12:38 DEDAŞ’ê ceyrana gundê Haciya Kurdan birî!
12:22 Parlamenter Yesarî: Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike
12:01 Li Girtîgeha Çorlûyê li dijî girtiyan pêkanînên keyfî
10:39 Li Başûrê Kurdistanê di 31 salan de 34 rojnamevan hatin qetilkirin
10:37 DEDAŞê bi leşkeran bi ser gundê Dîrsekliyê de girt
10:36 'Peymana Enqere-Bexdayê konseptek nû ya îmhakirina kurdan e’
10:35 Sala nû ya perwerdehiyê bi pirsgirêkên giran dest pê dike
09:49 Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin
09:49 Li Wanê amadekariyên 1'ê Îlonê: Ji bo aştiyê divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin
09:39 ‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’
09:28 Li Girtîgeha Metrîsê şewat
09:27 Li 31 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn: Armanc taloqkirina berdana wan e
09:27 Bi şevbihêrkên dengbêjiyê çanda xwe zindî dihêlin
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin
27/08/2024
23:02 Nobeta li dijî qeyûm di roja 73’yan de ye
22:59 Jinan ji bo Eylem Sevîlenê doza edaletê kirin
19:27 Li Îranê 8 kurd hatin binçavkirin
16:56 Ji DEM Partiyê pêşniyazname: Divê kurdî bibe zimanê fermî
16:54 Arinç ji Emîne Şenyaşar re got: Tirkiye hemû bi doza we dizane
16:53 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan banga ‘civîna lezgîn’ li ÎHÎK’ê kir
16:29 Rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Serhedê û Behra Reş hat eşkerekirin
16:09 Ji Hatîmogûllari bersiva ‘Milazgirê’: Tifaqa sêva rizî
15:45 Cewad Zerîf vegeriya ser erka xwe
15:18 Can Atalay ji girtîgehê pirsî: Gelo bûyer hate girtin?
14:22 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
14:11 Malbatê piştî gefên kuştinê giliyê girtîgehê kir
13:55 Hatimogûllari: Pêdiviya vî welatî bi nan û edaletê heye
13:53 Mîhrîcana Xweza, Çand û Baweriyê ya Gimgimê dest pê kir
13:51 DEDAŞ û leşker bi ser gund girtin û gefa birîna ceyranê li gundiyan xwarin
12:29 ‘Wê çand û zimanê kurdî her tim olan bide’
12:25 Ji DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Îlonê: Wê li sê bajaran mitîngên 1’ê Îlonê bên lidarxistin
11:55 Li Îzmîrê tundiya mêr: 3 zarok hatin qetilkirin
11:37 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:22 Arnott: Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê gavek jî nikare bê avêtin
10:35 Bertek nîşanî qetilkirina Tara û Bahadînê dan: Li dijî hemû rojnamevanan hatiye kirin
10:30 Tê xwestin ku xwezaya Goleyê bi kanên madenê bê tunekirin
10:12 Rewşa Bazara Gund ne baş e: Kes nikare tiştekî bikire
09:47 70 madenvanên çalakî kirine hatin binçavkirin