Abdullah Ocalan: Ez ji bo aştiyê şer dikim

  • rojane
  • 10:06 31 Tebax 2024
  • |
img

RIHA - Abdullah Ocalan ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd têdikoşe, dibêje “Ez ji bo aştiyê şer dikim.” Tevî daxwazên aştiyê jî Ocalan li Îmraliyê tê tecrîdkirin. 

Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ku bi dagirkirina Polonyayê ji aliyê Naziyan ve di 1’ê Îlona 1939’an de dest pê kir û 6 salan dewam kir, zêdeyî 70 mîlyon mirovan jiyana xwe ji dest dan. Yekitiya Sovyetê û endamên Pakta Varşovayê ji bo bîranîna windahiyên di şer de jiyana xwe ji dest dane û aştiyê pêk bînin, 1’ê Îlonê wekî "Roja Aştiyê ya Cîhanê" ragihandin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di sala 1981’an de 21’ê Îlonê wek Roja Aştiyê ya Cîhanê ragihand. Ji ber vê sedemê li hinek deverên cîhanê 1’ê Îlonê û li hinek deverên cîhanê jî 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tê pîrozkirin.
 
Lê belê di 85 salên piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn de şer û pevçûn li hemû cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn berdewam dikin.  Şerê Rûsya û Ûkraynayê ku di sala 2021’an de dest pê kir û êrişên Îsraîlê yên di 7’ê Cotmeha 2023’yan de li ser Filistînê jî li şer û pevçûnên li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê hatin zêdekirin. Her wiha Îsraîl li dijî Lubnan û Îranê jî êrişên xwe didomîne. Gelên cîhanê bi pêvajoya pevçûnê re careke din şahidiya siyaseta xwînrêj a netew-dewletan dike. 
 
OCALAN TÊ TECRÎDKIRIN Û AŞTÎ PÊK NAYÊ 
 
Abdullah Ocalan tevî ku 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên tecrîdkirî de tê ragirtin jî lê di her hevdîtinên xwe de daxwaza pêkanîna aştiyê kir. Lê ev 42 meh in agahî ji Ocalan û girtiyên cem wî nayê girtin. Bi rasthatina 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê carek din awir dizivirin ser peyamên Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê. 
 
‘EZ Ê JI BO AŞTIYÊ ŞER BIKIM’ 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re ku 7’ê hezîrana 1999’an pêk anîbû gotibû: “Her aştiya şerekî heye. Yên ku aştiyê nas nakin şer dikin. Aştiya herî baş ji şer dijwartir e. Têgînên şer û aştiyê rast fêm bikin. Dibe ku sibe biçim darvekirinê, lê ez ê xebatên xwe yên aştiyê bidomînim. Şer hilweşandina xerabiyê ye, aştî afirandina bedewiyê ye. Asta wê ya sifirê tune ye. Divê aştî weke hunerekê were hûnandin û birêvebirin. Ev şîreta min e.” 
 
Abdullah Ocalan di 19'ê hezîrana heman salê de di hevdîtinek din a bi parêzerên xwe re wiha gotibû: "Ev utopyaya şerê aştiyê ye. Jiyana min bi vî rengî fêm bikin. Ez dixwazim utopyaya aştiyê pêk bînim. Ez di mijara aştiyê de pir cidî me. Divê ev weke taktîk neyê fêmkirin."
 
‘WATEYA AŞTIYÊ AZADÎ YE’ 
 
Abdullah Ocalan ku gelek caran destnîşan kir ku divê jiyan li ser aştiyê hûr û kûr bibe û di hevdîtina 29'ê hezîrana 1999'an de jî wiha gotibû: "Ji bo aştiyê şerekî bêhempa tê meşandin. Gelo bi pevçûnên xwînrêj re wê şerê du sed salan veguhere aştiyê? Gelo wê şer bi dawî bibe? Hewldanek aştiyê ya mezin dest pê dike, şerekî dîrokî ye. Em êşa herî giran a aştiyê dikişînin. Her saniyeyek ku li vir derbas dibe pîroz e. Tu kes bi qasî me êşa şer nakişîne. Ez ê ji bo aştiyê bijîm, gelo hat fêmkirin? Wateya şer jî aştiyê jî azadî ye. Li ser navê her kesî armanc bi ser xistina azadiyê ye. Ez hêvî dikim ku her kes xwedî fê têgihiştinê be.” 
 
TÊGIHIŞTINEK NÛ YA AŞTIYÊ 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 2’ê kanûna 1999’an de bal kişand ser wê yekê ku ew ji bo aştiyê têdikoş e û wiha gotibû: "Ez 24 saetan di nava şer de me. Ez ji bo aştiyê şer dikim. Şerê ji bo aştiyê ji şerê li derve dijwartir e. Aştî ne tenê hembêzkirin e. Dijberên xofdar ên aştiyê hene. Aliyê me aliyê piştevanî û alîkariya ji bo pêvajoya aştiyê ye.” 
 
Abdullah Ocalan di hevdîtina 6’ê kanûna 1999’an de bal kişandibû ser têgihiştineke nû ya aştiyê ku çêbibe û gotibû: "Ya şerekî dijwar yan jî pêvajoyek berfireh a aştiyê hwece ye. Nezelalî xeternak e. Heke xebatên aştiyê kûr nebin, dê şer û pevçûn li pêş bikeve.” 
 
PIRTÛKÊN WÎ YÊN LI SER ÇARESERIYÊ 
 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di parastin ango pirtûkên ku nivîsandin de jî têkildarî aştiyê û çareseriyê gelek nirxandin û analîzan kiriye û li ser felsefeya şer û aştiyê û azadiyê rawestiyaye. 
 
Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve di her hevdîtinên xwe de qala aştiyê kir û li ser pêkanîna aştiyê sekinî. 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 
 
 
 

Sernavên din

15/09/2024
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin
10:28 Konseya Ewropayê wê 'mafê hêviyê' gengeşe bike: Ger Tirkiye gavê navêje wê barê fatûreyê giran be
10:28 Kovara Jinê bi dirûşma ‘Em rê nadin faşîzmê’ derket
10:27 Erkmen ê gund bi gund çîrokan kom dike dest bi projeyeke nû dike
09:55 Texrîbata li Geliyê Godernê didome: Divê xebatên bendavê bidin sekinandin
09:36 Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin
09:27 Bangawazî: Li dijî êrişên Tirkiyeyê deng derxin!
09:05 Jinên li çar parçeyên Kurdistanê: Bi ruhê 'Jin Jiyan Azadî' dakevin qadan
09:04 ‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’
09:01 Serhildana Jin jiyan azadî: Em berxwedana 16'ê Îlonê li 365 rojan belav bikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÎLONA 2024’AN
14/09/2024
19:02 Li Colemêrgê qadên jiyanê hatin bombekirin
16:38 Nobeta Edaletê ya li Meclisê ket roja 24’an
16:30 Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin
16:28 Têlên kevn careke din şewat derxistin
15:36 Kesên di protestoya DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:35 Li Efrînê welatî hatin revandin, dar hatin birîn
15:06 Di ‘Rûniştina F’yê de azadiya Îsmaîl Tuzun hate xwestin
14:56 Hate xwestin ku ‘Kaya yê jiyana wî di bin rîskê de’ bê berdan
13:57 Dayikên Şemiyê aqûbeta windayê ewil ê 12'ê Îlonê pirsîn
12:59 Pirtûka di komkujiya ermenan de bal dikêşe ser rola Ewropayê ji Aramê derçû
12:50 Li çar bajaran çalakiya windakiriyan: Em ê dest jê bernedin
12:37 Hatîmogûllari: Pêdiviya me bi hevkariya hêzê heye
12:15 Sewqiyata leşkerî ya ji bo Kurdistana Federe didome
11:19 Rejîma Îranê derhênerekî kurd binçav kir
10:43 Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
10:32 Salîh Muslim: Dîrok li Kobanê hate guhertin
10:31 Li Şirnexê 41 kes ji IYI Partiyê îstîfa kirin
10:26 Li girtiyan îşkenceya 'rewşa nebaş': Di salekê de berdana 426 girtiyan hatiye astengkirin
10:18 Bakirhan: Em bi rêxistinkirineke xurt dikarin bibin partiyeke bihêz
10:08 'Penaber doza mafê darizandina adîlane dikin'
10:00 Ji Omer Ocalan banga 13’ê cotmehê: Divê Tirkiye tecrîdê rawestîne
09:41 Qedexekirina zozanan û lêçûnên zêde sewalvaniyê diqedîne
09:16 Ciwan wê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin: Em ê her cihî bikin qada berxwedanê
09:14 Hasandînî: Armanca madenê tunekirina erdnîgariya kurdan e
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2024'AN
08:17 Di lêpirsîna Narîn Guranê de kesekî din hate girtin
13/09/2024
23:39 Li Peyasê hevdîtina keda jinê
23:37 Li Wanê bernameya ‘çîrokên muzîkal’
18:00 Tevî ku sewqa wî heye jî girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
16:24 Ji Wezîrê Dadê daxuyaniya Narînê: Wê lêkolîna Tiba Edlî dirêj bidome
15:55 Bavê Jîna Emînî: Em ê keça xwe bi merasîmekê bibîrbînin
15:31 Serokwekîlê Koma CHP’ê serdana Emîne Şenyaşar kir
15:23 Ji bo biryara Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran kirin
14:36 Di xebata drenajê ya girtîgehê de girtiyekî jiyana xwe ji dest da
14:35 Bahoza Yagî: Hejmara miriyan herî kêm bû 280 kes
14:34 Personelên MARSU’yê li walîtiyê hatine peywirdarkirin!
14:33 Di windakirin û lêpirsîna Narîn Guran de çi qewimîn?
13:34 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sînema û şanoya bêpere pêşkeş bike
13:09 Li Şirnexê gelek herêm dîsa bo 15 rojan hatin qedexekirin
13:02 Serokê Baroya Amedê tiştên têkildarî lêpirsînê dihatin mereqkirin bersivand
12:20 Dozgerî xwest rojnameger Kizilkaya û Çaralan bên cezakirin
12:00 Şaredariya DEM Partiyî Narîn Guranê da parkekî
11:34 Danişîna Dayikên Şemiyê ji bo mutalayê hate taloqkirin
10:57 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:34 Pêşengeha ‘Pirtûkxaneya Bêsînor’ li benda ziyaretvanan e
10:11 DEM Partî dê giliyê kesên nepeniya lêpirsînê binpê kirin bike
09:58 Li midûriyeta polîsan tacîz: Polîsên mêr kincên wan ji wan kirin û dîmenên wan girtin
09:56 Agirê ‘azadiyê’ ku hat pêxistin her ku diçe geş dibe
09:45 Şewata li Mûşê hate vemirandin
09:43 Kuçukbalaban: Abdullah Ocalan muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalî ye
09:41 Kanar: Bicihanîna ‘Mafê hêviyê’ yê Ocalan dê bi xwe re demokrasiyê bîne
09:18 ‘Gelê Mexmûrê ne xiyanetê ne jî teslîmiyetê qebûl nake'
09:01 Ji mexdûrên erdhejê xwestin ku xaniyên prefabrîk vala bikin
09:00 Mutebeqeta Enqere-Bexdayê: Gefeke mezin e
09:00 Li Bestayê darên sedsalî yên hatine birîn ji nû ve şîn dibin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2024'AN
08:22 Di lêpirsîna kuştina Narîn Guran de 8 kesên din jî hatin girtin
12/09/2024
23:59 Girtiyê 71 salî roja wê bihata berdan jiyana xwe ji dest da
22:52 Lê pirsîna der barê kuştina Narîn Guranê de: 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin
20:56 Di lêkolîna biyolojîk a Narînê de DNA’yek cuda nehat dîtin
19:39 Cenazeyê jina ku 5 meh bûn windabû hat dîtin
16:26 Protestoyên 12'ê Îlonê: Feraseta derbekar bi rejîma yekperest didome
16:02 Li Şirnexê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes bi giranî birîndar bûn
16:01 Emîne Şenyaşar xwest kurê wê yê girtî were berdan
15:48 Şaredariya Mêrdînê ji bo jinên rastî tundiyê tên protokola alîkariya edlî mohr kir
15:40 Doza kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hate taloqkirin
15:26 Zarokê motor diajot di qezayê de jiyana xwe ji dest da
15:26 Dayika zarokê li Qursa Qur’anê hatiye tacîzkirin: Sedema wê polîtîkayên necezakirinê ne
14:43 Berdana SGDF’iyan hate xwestin
14:41 Danişîna parêzer Ozbey ji bo mutalayê hate taloqkirin
14:40 Di 6 rojan de li Efrînê 19 welatî hatin revandin
13:53 Di doza Zeydan de biryara keşfê
13:35 Keleha Xoşabê hate ronîkirin
13:20 Wezîr Tunç têkildarî Narînê daxuyanî da
13:05 Li Stenbolê ji hêzên demokrasiyê re banga ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin
13:05 Bayindir: Em ê li gel sedhezaran îradeya çareseriyê raber bikin
12:57 Ji ÎHD’ê daxuyaniya 12’ê Îlonê
12:40 Li pêşiya Girtîgeha Hejmar 5’ê bang kirin: Bi 12’ê Îlonê re hevrû bibin
11:59 Li Bismilê ‘Rojên Fîlman’ dest pê dike
11:47 Serpêhatiyên xwe yên 12’ê Îlonê vegotin: AKP li paş faşîzma 12’ê Îlonê ye
11:29 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan serdana Hewlêrê kir
11:22 'Ger sendîka û rêxistinên pîşeyî tevnegerin wê rewş xirabtir bibe'
11:21 Ji jinên banga 16’ê Îlonê
11:17 Platforma Saziyên Demokratîk: Em di 13’ê cotmehê de ji bo ‘azadiyê’ li Amedê kom dibin