Di êrişê de li cem wî bû: Hakîm Lokman ji ber kurdî axivî hate kuştin

img
STENBOL - Pismamê Hakîm Lokman ê li Fatîhê ji aliyê komekê ve hate qetilkirin, Saad Mûhsîn Tevfîk got ku “Ji ber pismamê min bi kurdî axivî kêr kirin” û diyar kir ku ambûlans û tîmên polîsan dereng hatin. 
 
Welatiyê bi navê Hakim Loqman (45) ê ji Dihok a Herêma Federe ya Kurdistanê, li semta Aksaray a navçeya Fatîhê ya Stenbolê rastî êrişa bi kêran hat û jiyana xwe ji dest da. Bûyer duh bi şev qewimî. Loqman ê rastî êrişa komeke ji 10-12 kesan hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Loqman ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya li Yenîbosnayê. Cenazeyê Lokman piştî karûbarên otopsiyê xelas bûn ji aliyê xizmên wî yên li ber deriyê ATK’ê disekinîn ve hatin wergirtin. Hate zanîn ku cenazeyê Lokman dê bibin bajarê wî yê Duhokê. 
 
Li gorî rapora otopsiyê Lokman “bi amûra bibir” hate birîndarkirin. 
 
Pismamê Lokman Saad Mûhsîn Tevfîk û mamê wî Samî Ferît Mûhammed Sadik ên li ber ATK’ê ji ajansa me re axivîn.  
 
‘JI BO KU BI KURDÎ AXIVÎ HATE KÊRKIRIN’  
 
Pismamê Lokman, Saad Mûhsîn Tevfîk da zanîn ku dema kesên nijadperest êrişî wan kirin Lokman li cem wî bû û anî ziman ku piştî pismamê wî hate kêrkirin nîv saetê li cihê bûyerê sekinî. Tevfîk, destnîşan kir ku ambûlans û polîs qasî nîv saetê nehatin û têkildarî tiştên diqewimîn wiha axivî: “Piştî nîv saetê bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Heta vê saetê ne hikumet ne jî walî kesê em nepirsîn. Kesên ku bûyer pêkanîn jî hêj nehatine girtin. Em ji hikumetê dixwazin ku bên girtin. Bi şev pismamê min li kafeya li ber otelê bi kurdî axivî. Nijadperestan ji wan re xeber gotin. Ew jî tirkî dizane, tiştên jê re gotin fêm kir û bi awayekî xwezayî ev qebûl nekir û li ser vê yekê êrişî wî kirin û ew kêr kirin. Kesên ku ew kêr kirin ji cihê bûyerê reviyan. Polîsan em birin qereqolê.”
 
‘EM DIXWAZIN FAÎL BÊN DÎTIN’  
 
Tevfîk ê got ku “Ev zilmeke çawa ye” wiha berdewam kir: “Pismamê min tenê ji ber ku kurd bû jiyana xwe ji dest da. Xwedê vê rewşê qebûl nake. Li qereqolê ne av ne jî xwarin nedan me. Telefon jî nebû. Min rewşa pismamê xwe jî pirsî. Polîsek qîriya. Yekê jî bi ingilîzî got birayê te baş e. Em ji hikumetê û hikumeta Herêma Kurdistan a Federe dixwazin ku ji bo çareserkirina vî karî gav bên avêtin û faîl bên dîtin.”
‘BÛYER JI BER SEDEMÊN NIJADPERESTIYÊ HATE KIRIN’ 
 
Mamê Lokman Samî Ferît Mûhammed Sadik jî tiştên qewimîn vegotin û destnîşan kir ku bûyer ji ber sedemên nijadperestiyê hatiye kirin.
 
MA / Yeşîm Tukel
 

Sernavên din

07/09/2024
09:00 Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN
06/09/2024
20:24 Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin
20:20 Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin
16:33 Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
16:25 Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
16:22 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
15:36 Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
15:35 Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
14:40 Şahidê înfazên JÎTEM’ê Malgaz jiyana xwe ji dest da
14:35 ‘Hiqûqa heyî jinan naparêz e’
14:14 Pirtûka ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ hat qedexekirin
13:47 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê: Tundî, astengkirina tedawî û tehliyeyan
13:23 Li ber navenda tibê krîza dil lêda lê terkî mirinê hat kirin
13:20 Dê ‘Çîrokên Muzîkal’ li Wanê bê pêşandan
13:03 Platforma Zimanê Kurdî: Heta kurdî dibe zimanê fermî dê têkoşîna me bidome
12:24 CHP'ê rexne kir: Di warê muxalefetê de ne li cihekî rast e
12:23 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:18 Atolyeya Ustabaş ê Kîbar qetil kiribû hate şewitandin
12:17 Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
11:41 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî
11:31 DEM Partî: Li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê
11:14 Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
11:04 ‘Sedema qetilkirina sivîlan bêdengiya Iraq û hikûmeta herêmê ye’
11:04 Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt
10:46 DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin
10:25 Şahidê Pogroma 6-7’ê Îlonê: Bi destê dewletê hate kirin
10:13 Gora kurê xwe yê 6 sal in hatiye darvekirin digere: Ruhê wî di laşê min de dijî
09:46 YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike
09:45 Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
09:44 KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan
09:43 Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
09:42 Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
09:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
09:00 Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
16:43 OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin
09:08 Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!
09:07 Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe
09:05 'Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh bin’
09:03 Bi milyonan xwendekar dê nekarin bi zimanê dayikê perwerde bibin
09:01 Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
04/09/2024
23:13 ‘Em ê bi ‘jin jiyan azadî’yê bersiva polîtîkayên şerê taybet bidin
21:09 Sîncar û Ozdemîr hatin bibîranîn
20:10 Piştî 31 salan hatin berdan
16:44 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de didome
16:42 Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin
16:32 Ji ber gerandina ‘govendê’ ceza dan girtiyan
16:25 Erdoganê ku jê re digot ‘kujer’ wî bi merasîma fermî pêşwazî kir!
16:11 Ji bo Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da: Lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin
15:44 Li Iraqê di 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjî û tûndiyê çêbûne
14:42 Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
14:28 Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir
14:26 Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin
13:05 Kujerê Kîbar ê li dijî birîna daran derketibû, hate girtin
12:52 Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin
12:33 ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:57 Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê
11:56 Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan
11:40 Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
11:39 Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan
11:13 Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan
11:00 Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin
09:47 12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin