‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’

AMED - Endamê Hewldana Muzeya Bîrdariyê Refîk Karakoç ê xwest ku Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê, diyar kir ku ji bo dizayna muzeyê divê rayedar bi kesên ew serdem jiyane re hevkariyê bikin. 
 
Koma Hewldana Muzeya Bîrê ya Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê (Zindana Amedê) li ber deriyê Zindana Amedê ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’yan bi îşkenceyan hate nasîn û yek ji “20 girtîgehên herî xerab ên bi nav û deng” e daxuyanî hate dayîn. Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû û kesên di wê serdemê de li girtîgehê de mane tev li bûn.  
 
Endamê Hewldana Muzeya Bîrdariyê Refîk Karakoç daxuyanî bi kurdî, endamê hewldanê Halûk Yildizhan jî daxuyanî bi tirkî xwend.Karakoç bi bîr xist ku li Tirkîyeyê leşkeran, bi domandina tradisyona darbekar di 12’ê Îlona 1980’an da, bi destdanîna ser "rêveberîya sivîl”, derbeya leşkerî kir û wiha got: “Di encama vê derbeya leşkerî da, Tirkiye vegerîya zîndaneke bê sînor. Bi sed hezaran însan ketin ber lêpirsînê, hatin binçav kirinê, bi hezaran jî hatin girtin. Bi sedan însan li îşkencexane û zîndanan ji ber îşkence û muameleya xerab mirin û hatin kuştinê, bi hezaran kes seqet man. Bi hezaran însan bi cezayê îdamê hatin darizandin, 50 kes jî hatin îdam kirin.”
 
'DIXWAZIN MUXATAB BÊN DÎTIN' 
 
Karakoç, diyar kir ku girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê veguheriyane qadên tetbîqkirinên taybet, her yek bûye navendeke îşkenceyê û ev tişt got: “Ancax cihek hebû ku ne bi tenê bû navendeke hesan a îşkenceyan; di heman demê da bû navendek ceribandinên sîyasî-civakî ji bo ji holê rakirina nasnameyên însanan, bû dibistaneke asîmîlasyonê ku li ser teslîmgirtina însanan hatîbû avakirin, bû laboratuwareke taybet a bê şexsîyetkirina însanan ku bi tundiyê xurt dibû. Ew der Zîndana Amedê ya Hejmara 5’an bû. Di lêkolînek ku hatiye kirin da hatiye dîtin ku ev zîndan yek ji 'Deh zîndanên herî xerab ên li ser rûyê dinyayê' ye; bi cerbandinên xwe yên taybet û îşkenceyên xwe jî ya herî navdar e. Vê zîndana Hejmara 5’an ku di jiyana bi hezaran însanan de şop û êşên kûr hiştibû, li gorî biryara hikûmeta niha, di 20’ê Cotmeha 2022’yan da hat valakirin, ji Wezareta Dadê hat girtin, dewrî Wezareta Çand û Turîzmê hat kirin. Bi daxuyaniyekê jî hat gotin ku ‘dê zindan bibe muze.’”
 
Karakoç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek şahid û mexdûrên serdema vê hovîtîya ku li Hejmara 5’an, di salên 1980-84an da hatibû jiyîn, dixwazin di biryarên li ser muzebûna zîndanê da muxateb bêne dîtin û di vê pêvajoyê da jî mudaxil bibin.
 
Bi vê armancê em dibêjin ku pêwîst e weka mînakên dinyayê: Malaterorê ya Macarîstanê,  Emna Sor a Silêmanîyê û mînaka Tirkîyeyê ya Sînop-Ulucanlarê, Zîndana Hejmara 5’an jî bi awayekî minasibê eslê xwe ji nû ve bê dizayn kirin; divê dîtin û pêşnîyazê kesên li wê zîndanê mane û wan rojan jîyane mutleqa li ber çavan bê girtin.”
 
DAXWAZÊN WAN 
 
Karakoç daxwazên xwe wiha rêz kirin:
1- Bila avahiya zîndanê, bêyî guherîna fizîkî, bibe minasibê rewşa salên 80-84an.
2- Nivîs û wêneyên li ser dîwarên zîndanê li gor atmosfera wan rojan, bi efektên dîtbarî û bihîstbarî bêne şênberkirin.
3- Navê kesên di zîndanê da bi îşkence hatine kuştin, tarîx û cihê mirina wan bi nivîskî bê tesbîtkirin, li cihê wan bên nivîsîn.
4- Di komkirina materyalên muzeyê da, divê Wezareta Dadê û Wezareta Çand û Turîzmê xebatê bi hevkarîya me bimeşînin.”
 
Karakoç, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê munasebetê em careke din ji raya giştî ra, ji parêzvanên heq û hiqûqê ra, ji alîgirên aştî û mafê mirovan re bang dikin ku ji bo Zîndana Hejmara 5’an bibe Navenda Bîrê baldar bin, li daxwazên me yên mafdar ên di vê mijarê da xwedî derkevin û piştgiriyê bidin.  Em ji herkesê ku piştgirî didin van daxwazên me re, ji hemû kesayet û sazîyan re spas dikin.”                                                                                                                         
 
 

Sernavên din

07/09/2024
22:16 Berxwedana Şenyaşarê ya li meclîsê didome
22:14 Topçû piştî 30 salan hat berdan
19:04 Sempozyûma çandiniyê: Pergala Rojavayê li dijî dagirkeriyê modela hêviyê ye
16:47 DEM Partiyê serdana malbata Reşît Kîbar ê hate qetilkirin kir
16:37 Li Îranê 23 jin hatin qetilkirin
16:19 ‘Di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê’ hatin nîqaşkirin
15:07 Banga berdana girtiyên nexweş Ruzgar, Yildiz û Kuday hat kirin
14:48 Di Tunela Kopê de hezaz çêbû: Karkerek mir
14:37 Bi Torosê û remza JÎTEM’ê gefxwarin!
14:25 Dayikên Şemiyê aqûbeta Kenan Bîlgîn pirsîn
14:00 'Felsefeya birêz Ocalan ji bo hemû gelan bû hêvî’
13:58 Malbatên windakiriyan ji bo Sîncar, Çelîk û Aygol daxwaza edaletê kirin
13:20 Narîn Guran a 8 salî 18 roj in nehatiye dîtin
13:10 Temellî: Hînterlanda kedxwariya kapîtalîzmê êdî Kurdistan e
13:03 Navenda Ciwanan a Rezanê vebû
12:01 Li Cizîrê şer derket: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
11:40 DBP dê komxebata ‘Azadî bi rêxistinbûnê dest pê dike’ li dar bixe
10:37 NY’ê ji Tirkiyeyê ji bo zarokên ku di deriyê sînor de hiştine parastin xwest
10:35 Klîba Egrîce ya bi mijara ‘Jin jiyan azadî’ hate weşandin
10:22 Li Bazarcixê bi pileya 5’an erdhej çêbû
10:18 Bertek nîşanî biryara der barê GOÇÎZDER'ê de dan: Ne biryareke hiqûqî ye, siyasî ye
10:00 Li dijî destkeftiyên kurdan peymana 'ewlehiyê'
09:59 Keene: Tirkiye çavkaniyên xwe di şerê li dijî kurdan de xerc dike
09:55 Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi polîtîka alternatîf û têkoşînê bi ser bikevin
09:26 Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Heya daxwazên min bên qebûlkirin ez ê çalakiya xwe bidomînim
09:10 Di 8 mehan de 22 kes hatin qetilkirin
09:00 ‘Armanca me bi têkoşînê şikandina tecrîdê ye’
09:00 Krîza aborî sergûn jî biha kirin
09:00 Girtiya nexweş a giran Ataş xistin hucreyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN
06/09/2024
20:24 Narîn Guran 17 roj in winda ye: Mînakên DNA’yê yên nû hatin dîtin
20:20 Zarokên kursên kurdî temam kirin belgeyên xwe wergirtin
16:33 Egîtîm Sena Wanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
16:25 Ji DEM Partiyê sempozyuma ‘Di çandinî û xurekê de avakirina pêşerojê’
16:22 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir
15:36 Der barê rojnamevan Ahmet Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
15:35 Zaroka ku wesayît lê qelibî bi giranî birîndar bû
14:40 Şahidê înfazên JÎTEM’ê Malgaz jiyana xwe ji dest da
14:35 ‘Hiqûqa heyî jinan naparêz e’
14:14 Pirtûka ‘Rengê Mor a Siyaseta Kurd’ hat qedexekirin
13:47 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Samsun û Bafrayê: Tundî, astengkirina tedawî û tehliyeyan
13:23 Li ber navenda tibê krîza dil lêda lê terkî mirinê hat kirin
13:20 Dê ‘Çîrokên Muzîkal’ li Wanê bê pêşandan
13:03 Platforma Zimanê Kurdî: Heta kurdî dibe zimanê fermî dê têkoşîna me bidome
12:24 CHP'ê rexne kir: Di warê muxalefetê de ne li cihekî rast e
12:23 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:18 Atolyeya Ustabaş ê Kîbar qetil kiribû hate şewitandin
12:17 Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
11:41 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya 6-7’ê Îlonê bi bîr anî
11:31 DEM Partî: Li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê
11:14 Çeteleya tundiyê ya meha tebaxê: 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin
11:04 ‘Sedema qetilkirina sivîlan bêdengiya Iraq û hikûmeta herêmê ye’
11:04 Şîrketa parlamenterê AKP’î di 11 salan de bi bihayê 7 mîlyar lîreyan îhale girt
10:46 DFG’ê û MKG’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir: Em ê têkoşîna birûmet bidomînin
10:25 Şahidê Pogroma 6-7’ê Îlonê: Bi destê dewletê hate kirin
10:13 Gora kurê xwe yê 6 sal in hatiye darvekirin digere: Ruhê wî di laşê min de dijî
09:46 YNK: Bêdengiya rêveberiyên Irak û herêmê êrişan rewa dike
09:45 Temellî: Heta demokrasî nebe aborî baş nabe
09:44 KE, DMME û CPT bersiv da nameyên li ser tecrîdkirina Ocalan
09:43 Bajarokê Dêrgulê 4 meh in bê av hatiye hiştin?
09:42 Amadekariyên panela 'Şer û Çareseriyê' didomin: Em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
09:09 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 900 hezar zarokan dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin
09:00 Mamosteyê kurdî Acar: Divê perwerde bi zimanê zikmakî be
09:00 Li Deşta Bazîkê berhemên cotkaran li nav zeviyan man
09:00 Dayika Cemîle Çagirga: Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2024'AN
05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
16:43 OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin