Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de: Heya daxwazên min bên qebûlkirin ez ê çalakiya xwe bidomînim

img

ŞIRNEX- Girtiyê nexweş Naîf Îşçî ku ji ber "poşmanîtiya" lê hat ferz kirin qebûl nekir û berdana wî 5 caran hatiye taloqkirin, di 2'yê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kir. Îşçî têkildarî çalakiya xwe ji ÎHD'ê re nameyek nivîsand û di nameyê de diyar kir ku heya daxwazên wî bên qebûlkirin wê çalakiya xwe bidomîne. 

Naîf Îşçî (28) ku di Îlona 2010’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê hat binçavkirin û bi hinceta “bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” dihat darizandin, 24 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dadgeha Bilind jî temenê Îşçî esas girt û cezayê lê hat birîn daxist 16 salan. Îşçî diviyabû di 27'Ê Tebaxa 2023'yan de bihata berdan. 
 
Lê belê berdana Îşçî cara 5'an bi hinceta "greva birçîbûnê" û neqebûlkirina "poşmanîtiyê" hat taloqkirin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa T a Xelatê bi biryara 1'ê Tebaxê, berdana Îşçî 3 mehan taloq kiribû. Piştî vê biryarê Îşçî di 2’yê Tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kiribû.
 
Îşçî di nameya xwe de ku ji Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re şand, behsa bêhiqûqîtiyên bi wan re rû bi rû maye kir. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Îşçî di nameya xwe de diyar kir ku bi pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê re rû bi rû ye û got: “Zêdetirî 13 sal in ez di girtîgehê de me. Ev sê sal in ez li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê me. Bi rastî min berê ji komeleya we re nivîsîbû ku li vir hemû mafên bingehîn tên binpêkirin û tecrîdeke mutleq heye. Dest ji çareserkirina pirsgirêkên heyî berde, her roj binpêkirinên mafan ên nû zêde dibin û desteserkirina mafan didome. Di serî de şewitandina înfazê ya ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê heye. Li gorî qanûna înfazê ya heyî, roja berdana min a bi şertî di 27'ê Tebaxa 2023'an de (11 meh berê) qediya. Lê belê ji ber nêzîkatiyên kêfî, bîrdozî û ferzkirinê yên Linneya Îdare û Çavdêriyê, berdana min her carê 3 mehan tê dirêjkirin û astengkirin. Tu hinceteke ku biryarên xwe disipêrin ne şênber in." 
 
REWŞA 6 GIRTIYAN JÎ HEMAN REWŞ E
 
Îşçî anî ziman ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana wekî wî berdana 6 girtiyên din jî taloq kiriye û got: “Ev biryar bi temamî xwe disipêrin hincetên razber. Her sê mehan carekê em rastî pirsên wekî 'Tu poşman î?', 'PKK rêxistineke terorîst e yan na?', “Tu der barê Abdullah Ocalan de çi difikirî?,' 'Çima hûn di hucreya alîgir de dimînin' û 'Hûn sûcê xwe qebûl dikin an na?' tên. Bi taybetî jî midûrê yekemîn ê girtîgehê nêzîkatiya xwe ya îdeolojîk bi awayekî zelal radixe ber çavan û bandorê li endamên din ên lijneyê dike û dibe sedem ku endam dengên neyînî bidin. Rewşa 6 hevalên min ên em li heman qawîşê jî heman rewş e." 
 
'POLÎTÎKAYA DÎLGIRTINÊ'
 
Îşçî da zanîn ku ji bo dawî li bêhiqûqiya li wan tê kirin bê, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kiriye û wiha dewam kir: “Ji bo ku ev rewşa dijmirovahî, bêwijdanî û derqanûnî ji holê rabe, tevî nexweşiya xwe ya giran jî min dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.Heta ku daxwaza min pêk were wê çalakiya min bidome. Ez dizanim ku komeleya we di vê mijarê de hin hewldanên xwe hene. Lê belê li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê ev mijar bi temamî ji rê derketiye û veguheriye polîtîkaya dîlgirtinê ya eşkere. Ez dizanim ku greva birçîbûnê ya ku min daye destpêkirin dê bandoreke pir neyînî li tenduristiya min bike. Lê heta daxwazên min neyên cih ez bi tu awayî dawî li çalakiya xwe naynim. Rêveberiya girtîgehê li şûna ku daxwaza min bi cih bîne, der barê min de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin. Ez dixwazim komeleya we di vî warî de têkeve nava hewldanan û pêwendiyê bi Wezareta Dadê, TBMM'ê û saziyên têkildar ên din re deyne." 
 
 

Sernavên din

21/09/2024
16:43 Hevserokên PYD’ê: Çareserî bi azadkirina xakên dagirkirî pêkan e
16:37 Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd: Em tecrîdê û dagirkeriyê rakin
16:17 Birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
16:12 ‘Nûçeya Rabîayê dewlet aciz kir’
15:27 Hatîmogûllari li Edeneyê bi teqawîdan re civiya
15:18 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
15:04 Hatîmogûllari: Mirov nikarin nanekê bibin mala xwe
14:47 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniya piştevaniya bo rojnamevan Onver
14:22 Ji bo Anter Anter li Sitîlîlê şîn hat danîn
14:14 Îsraîlê dibistana ku filistîniyan xwe spartibûnê bombebaran kir
13:59 Xizmên Windayan li aqûbeta 8 windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin
13:47 Birayê Huseyîn Morsumbul ê hatiye windakirin: Ez edaletê dixwazim
11:55 Sê welatiyên ku wesayîta wan qelibî qenala avê mirin
11:54 Rojnamevan Rabîa Onver a bi ser mala wê de girtin çima bû hedef?
11:50 Jinek li Mêrdînê bi awayek guman mir
11:48 Biryarên berovajî yên ATK’ê: Nikare li girtîgehê bimîne lê hewceyî bi berdanê nîn e
11:14 Sadik Tan: Heke tiştek were serê min girtîgeh berpirsiyar e
11:11 Keskîn: Armanca me em tecrîdê bikin rojev û meseleya kurd gengeşe bikin
11:03 Sarica: Hişyariya biryara navberê ya Komîteyê ya ji Tirkiyeyê re nîşaneya qonaxeke nû ye
10:33 Biryara Dadgeha Bilind esas nehat girtin: Berdana Çetîn Arkaş 6 mehan hat dirêjkirin
10:29 Heta henaseya xwe ya dawî bû dengê gelê xwe
10:15 Komxebata Jineolojiyê: Armanca me zanistek azad e û azadkirina jinan e
09:46 Der barê Akiş de îdianameyeke din jî hat amadekirin
09:45 Xizmên windayan guh nedan OHAL'a fiîlî jî: Têkoşîna ji bo edaletê didome
09:39 Dîcle Anter: Kekê min deriyê bavê min her tim vekirî hişt
09:05 Xizmê girtî: Em jî tên cezakirin
09:04 Hozan Kazo behsa dîmenê xwe yê bi Apê Mûsa re kir: Ew ji bo me îlham bû
09:00 39 sal in nav û têkoşîna wê nehatiye jibîrkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2024'AN
20/09/2024
21:45 Li Elbakê ji ber lehiyê mal di bin avê de man
18:56 Li Botanê ciwan civiyan
16:42 Emîne Şenyaşar bû mehek li Meclisê daxwaza edaletê dike
16:34 Doza Necmettîn Fendîk hate taloqkirin
15:47 Ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ hat vekirin
15:42 Der barê rojnamevanê girtî Yalçin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:36 Tuncel: Divê em pêşengtiyê ji guherîn û veguherînê re bikin
14:20 Di lêpirsîna Narîn Guranê de li dijî girtinan îtîraz hate kirin
14:14 Girtiyê li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê: Em hatine tecrîdkirin
14:08 Anter Anter dê li Zivingê were definkirin
14:04 Komîteya Wezîran Tirkiye hişyar kir: Heke gav neyê avêtin dê biryara navberê bê nîqaşkirin
13:26 Hatîmogûllari: Karesata herî mezin a bi serê vî welatî hatî AKP ye
12:43 Encamnameya Sempozyûma Çandiniyê hat eşkerekirin
12:22 Doza siyasetmedaran ji bo temamkirina parastinan hat taloqkirin
11:46 Kurê Apê Mûsa, Anter Anter jiyana xwe ji dest da
11:27 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li gorî qeymeqamê Pirsûsê 'guncav' nîne navê ‘Mem û Zînê’ li parqê were kirin
11:06 Apê Mûsa li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Me pênûsa te li erdê nehişt
10:59 Li xizmên xwe yên ku di pevguherandinê de winda kiriye digere
10:29 DSÎ'yê newal paqij nekir û mal di bin avê de man
10:23 Li gelek bajaran dê barîneke zêde bibare
10:03 ‘Dixwazin Tirkiye xwe ji Sûriyeyê vekişîne û li Iraqê qadekî bidin SMO’yê’
10:02 Der barê wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran de lêpirsîn hat destpêkirin
10:00 ‘Em li bendê ne ku di Mitînga Azadiyê de beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe'
09:46 Li Dîlokê mirina biguman a jinekê
09:44 ATK: Narîn Guran bi xeniqandinê hatiye kuştin
09:39 Metîna hate topbarankirin
09:38 Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê de 4 tîm derketin nîvefînalê
09:37 32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî sibê dest pê dike: Em ê bersivê bidin hemû cîhanê
09:19 'Generalên Biçûk' pênûsa wî li erdê nehiştin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2024'AN
19/09/2024
16:56 Bakirhan: Pirsgirêk dê bi şandina îktîdarê çareser bibin
16:52 Bîranîna Jîna Emînî: Li dijî tecawiz û komkujiyan em xwe bi rêxistin bikin
16:40 Doza HDP û HDK’iyan: Parastinên dawî dê sibê bên wergirtin
14:44 Emîne Şenyaşar a çalakiya wê hate astengkirin rakirin nexweşxaneyê
14:35 Komên paramîlîter li Efrînê 10 welatî revandin
14:23 Emîne Şenyaşar li Meclisê hate astengkirin
14:00 Li Stenbolê ji bo mitînga karkeran a mezin bang hate kirin
13:40 Rêveberiya dibistanê ji zarokan heqê klîmayê xwest
13:34 Danişîna ewil a cînayeta Bahar Karabagê hate taloqkirin
13:27 Amedspor dê ji ber xelasnekirina tadîlata sehaya xwe gilî bike
13:26 Li gorî anketa Sarosê DEM Partiyê dengê xwe zêde kiriye
12:01 Girtiyê nexweş Tuzun: Li Girtîgeha Kirşehîrê îşkence li me tê kirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 Meşa Ciwanan a ‘Ji Ocalan re azadî’ di roja 4’emîn de ye
11:34 Rapora Girtîgeha Karabukê: 17 girtî nayên tehliyekirin
11:11 Apê Mûsa 32 sal berê hate qetilkirin: Kevneşopiya wî didome
11:05 Xizmên girtiyan: Em hemû tên tecrîdkirin
11:02 Li ser pêşniyara herêman modêleke nû ya rêxistinkirinê hat pêşxistin
10:00 Ji bo Şahîn a polîsekî ew qetil kir, têkoşîna edaletê didome
09:58 Fatma Sumelî ya ku bi tirkî nizanibû nehat tedawîkirin
09:55 Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin
09:54 Başkurt ê li Licê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
09:53 Bi hinceta biryara 'qada Sîtê' nahêlin şênî biçin gundê xwe
09:52 Ferzkirina ‘Malbata pîroz’ a AKP’ê: Destkeftiyên jinan tên hedefgirtin
09:30 Karker xwe ji bo boykotkirina hilberînên Polonezê amade dikin
09:04 Komkujiya ‘Vegera li Jiyanê’: Ji bo serlêdana sûc a têkildarî Tantan û 2 kesan de biryara ‘bêrayetiyê’ hate dayin
09:04 Ji bo mitînga 'azadiyê' ya Amedê seferberî: Em ji vê rewşa heyî re bêjin 'bes e'
09:03 Behsa Îbrahîm Ayhan kir: Gotin û pratîka wî yek bû
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2024'AN
08:42 Ji bo 30 bajaran hişyariya barîna barana zêde
18/09/2024
23:59 Encamên Xelatên Apê Mûsa diyar bûn: Di warê wêneyê de MA bû yekemin
20:57 Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
15:54 Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
15:50 Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
15:22 Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
15:16 Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
14:40 Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
14:16 Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
13:58 Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
13:14 7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin