Ji bo Abdullah Ocalan dê li 50 navendan çalakî bên lidarxistin

img

AMED - Berdevkê Ragihandinê yê KON-MED’ê yê Almanyayê Mazlum Karagoz diyar kir ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dê li 50 navendên Ewropayê çalakiyan li dar bixin û wiha got: “Tecrîd, bi xwe re şer û neçareseriyê tîne.” 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 42 meh in tu agahî jê nayên girtin. Bi kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” re ku kurdan û dostên wan dabûn destpêkirin, êdî mijara tecrîdê veguherî mijareke navneteweyî. Li gelek welatan çalakî û xwepêşandanên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatin lidarxistin, paradîgmaya Abdullah Ocalan li zanîngeh û kolanan ji hêla gelan ve hate nîqaşkirin. Bi boneya salvegera kampanyayê dê li 50 navendên Ewropayê çalakiyên domdar bên lidarxistin. 
 
Berdevkê Ragihandinê yê Konfederasyona Civakên Kurdistanê (KON-MED) yê Almanyayê Mazlum Karagoz têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêngava dane destpêkirin axivî. 
 
‘TECRÎDÊ BI XWE RE NEÇARESERÎ ANÎ’
 
Karagoz, anî ziman ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an heta niha li Girava Îmraliyê dîlgirtî ye û polîtîkaya tecrîdê ya 25 salan di nava 3 salan de veguheriye “îzolasyona mutleq.” Karagoz, wiha domand: “Birêz Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Mînakeke vê tecrîd û îşkenceyê li cîhanê tune ye. Ji ber polîtîkaya tecrîdê, di pirsgirêka kurd de serî li polîtîkayên ewlekariyê didin. Li gel mafên siyasî û çandî, her wiha înkarkirina bi milyonan kurdan heye. Tecrîd, bi xwe re şer, xizanî û neçareseriyê tîne.” 
 
Bi domdarî Karagoz destnîşan kir ku weke kurdên li Ewropayê dijîn ew dixwazin têkoşîna li Kurdistanê bo gelên Ewropayê vebêjin û polîtîkayên durûtiyê yên welatên ewropî teşhîr bikin. Karagoz, wiha pê de çû: “Welatên ewropî bi temamî raporên Tirkiyeyê esas digirin û ji hêla siyasî, hiqûqî û leşkerî ve piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Em jî li dijî vê polîtîkayê têdikoşin. Bi sala ye tecrîd heye û li dijî tecrîda mutleq bêdengiyek pêş ketiye.” 
 
Karagoz, da zanîn ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de bi pêşengtiya dostên xwe yên enternasyonalîst li dijî tecrîdê gavek dane destpêkirin û bi sedhezaran kes tev li bûne. Karagoz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê pêvajoyê de hêrsek birêxistin bû. Çalakiyên me di tevahiya salê de domiyan. Di rojên weke 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û 15’ê Tebaxê de polîtîkaya tecrîdê hate teşhîrkirin. Herî dawî di 1’ê Îlonê de li gelek navendan me Konferansa Aştiyê li dar xist.” 
 
PLANA ÇALAKIYAN A COTMEHÊ
 
Karagoz, got ku dê di navbera 1-12’ê cotmehê de li gelek deverên Ewropayê çalakiyan li dar bixin û ev tişt anî ziman: “Bi çalakiyên me re hejmara dostên kurdan roj bi roj zêdertir dibe. Sûcên şer ên Tirkiyeyê bi eşkereyî tên dîtin. Lê belê dîtina van sûcan bi tena serê xwe têr nake. Bala me bi temamî li ser rakirina tecrîdê ye. Dê li 50 navendên cuda çalakiyên xwendinê, pirtûkxaneya Ocalan, konferans û daxuyanî bên lidarxistin. Em ê di 21’ê îlonê de li Frankfurtê Mîhrîcana Kurd li dar bxin. Em ê li vir êrişên li dijî çanda kurdan şermezar bikin lê dê rojeva me ya esasî tecrîd be.” 
 
‘HER ROJ HEJMAREKE ZÊDETIR A MIROVAN TEV LI TÊKOŞÎNÊ DIBIN’ 
 
Karagoz, anî ziman ku paradîgmaya Abdullah Ocalan li dijî krîza pergala kapîtalîst alternatîfeke û wiha dom kir: “Ev ne tenê ji bo kurdan, li her devera cîhanê mirov li dijî tecrîdê piştgiriyê dide gelê kurd. Paradîgmaya birêz Ocalan, bi têkoşîna gelê kurd a li dijî DAIŞ’ê re li seranserî cîhanê bal kişand ser xwe. Gelek mirovan dest bi xwendina birêz Ocalan kir. Lewma li seranserî cîhanê li dijî tecrîdê hêrsek heye. Her ku diçe hejmara kesên tev li têkoşînê dibin zêdetir dibe.” 
 
Karagoz, bi lêv kir ku rakirina tecrîdê ne tenê ji bo gelê kurd lê dê ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî bibe hêviyek. Karagoz, axaftina xwe wiha qedand: “Ev yek di serî de li Kurdistanê, dê li seranserî cîhanê hêviya çareseriyê biafirîne. Derhiqûqtî, krîza aborî û rizîbûna civakî êdî derketiye lûtkeyê. Bi rakirina tecrîdê re dê di gelek qadan de çareserî pêş bikeve. Lewma divê tavilê tecrîd were rakirin û ji bo aştiyeke birûmet a li ser esasên demokratîk gav bên avêtin.” 
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

10/09/2024
14:46 Ji bo Narînê serî li Meclisê dan: Bila Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:32 Koçyîgît: Rastiyên li pişt mirina Narînê aşkere bikin
14:26 Li Agiriyê ji bo mafê perwerdehiyê yê zimanê dayikê meşiyan
14:24 Ahmet Kaganarslan 32 sal şûnve tehliye bû: Me serî netewand
13:48 Dîroka Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû
13:45 Doza zaroka êzidî: Em dibêjin êdî bes e
13:29 Li Amedê ji bo Narîn Guran şîn hate danîn
13:28 NY: Tirkiye li Sûriyeyê sûc dike!
13:21 26 rêxistinan mafên mirovan ji bo Pexşan Ezîzî bang kirin
12:12 Şanoya Şaredariya Amedê bi Don Kîxot perdeya xwe vedike
11:46 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:31 Bav kurê xwe yê efserê PDK’ê kuşt
11:30 Li gorî TUÎK’ê rêjeya bêkariyê ji sedî 26,5 e
10:53 Dema binçavkirinê ya gumanbarên lêpirsîna Narînê hat dirêjkirin
10:41 Li Stenbolê dê Mîhrîcana Borega Kurdan were lidarxistin
10:27 Di 23 salan de 34 hezar cinayetên kar: Divê karker ji bo mafên xwe xwe birêxistin bikin
09:59 Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
09:58 Li Stenbol û Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
09:34 Welatê windakirina zarokan Tirkiye: Bi hezaran zarok hatin windakirin û qetilkirin
09:33 Gelê Wanê bertek nîşanî qetilkirina Narînê da: Divê ev pergal bi dawî bibe
09:32 Nivîskar Aysû: Di çandiniyê de rojên xirabtir li benda me ne
09:08 Di 2023’yê de zêdetirî 40 hezar dosyayên sûcên zayendî yên li dijî zarokan hatin vekirin
09:07 Berdana girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketiye dirêj kirin
09:05 'Ji bo jin û zarok bikarin bijîn em mecbûr in têbikoşin'
09:02 Di kampanyaya ‘Tîrejên Rojê’ de hedef azadiya Abdullah Ocalan e
09:02 Li NÇM’ê qeydên qursan dest pê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2024'AN
08:52 Îsraîlê êrişî konebajar kir: Herî kêm 40 kes hatin kuştin
08:51 ‘Ji her 3 xwendekaran yek jê birçî diçe dibistanê’
09/09/2024
22:27 Ji bo Narînê Guranê çalakî: Bila îfadeya Ensarîoglû bê girtin
17:34 Şaredariya Amedê wê 'Atolyeyên Wergerê' li dar bixe
17:16 Tecrîd şermezar kirin û azadiya Abdullah Ocalan xwestin
16:38 Lêpirsîna der barê Narînê de: Apê wê cenaze da min
16:22 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê îfade nedan dozger
16:22 Ji bo Narînê çalakî: We pergaleke ku nikare zarokekê bide jiyîn li vî tûrikî bi cih kir
16:02 Omer Ocalan: Em ê xwedî li zimanê xwe jî li Serokê xwe jî derkevin
15:59 DEM Partiyê têkildarî kuştina Narînê pêşniyazname da Meclisê
15:32 Navên cihên ji bo destpêkirina çalakiya Meşa Dirêj, diyar bûn
15:08 Polîsî gef li karkerên di çalakiyê de xwar: Zarokên we nikarin bixebitin
14:59 Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin
14:41 Sendîka û komeleyên ziman: Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:01 Girteka dozgeriyê ya der barê otopsiya Narînê de derket holê
13:51 Emîne Şenyaşar 19 roj in li Meclisê li ‘edaletê’ digere
13:21 Hewldana definkirina Narînê ya li gundekî cuda encam negirt
13:06 Gundên Binarê Qendîlê bi balafirên şer hatin bombebarankirin
12:30 AKP’iyan di cenazeyê Narînê de wêneyê komî kişandin
11:53 Li Sûdanê di êrişek li bazarê de 21 kes mirin
11:53 Li Nîjeryayê qezaya tankerê: 48 kes mirin
11:51 Narîn Guran hate definkirin
11:03 Li Garê pevçûn derket: Serpelek hate kuştin
10:43 Dibistan vebûn: Nabe ku hûn zimanê dayikê yê gel weke zimanê hilbijarî bidin
10:42 Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Mûsa 2 roj man
10:24 Cenazeyê Narîn Guranê ji ATK’ê hate wergirtin
10:19 Yilmaz Guney gotibû: Êş, zilm, xizanî, xwîn û girî ne qedera kurdan e
10:05 Du telgrafên nû: Enqere naxwaze dibistanên kurdî bên vekirin!
09:43 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna baranê
09:01 ‘Zarok bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê dikin’
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2024'AN
08:50 7 binçavkiriyên ji bo Narînê çalakî li dar xistin hatin berdan
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Peymana qirkirinê’ derket
00:42 Wesayîta mamê Narînê ji gund hate derxistin
08/09/2024
23:59 Olûç: Ev desthilata ku di neçareseriyê de israr dike ye
23:45 Karûbarên otopsiyê yên Narînê temam bûn: Dê sibê were veşartin
23:31 Çawişên pispor bi wesayîtan li ciwanekî dan: Ciwan rakirin beşa lênerîna awarte
21:49 Li Pulurê wesayîta leşkerî qeza kir: 4 leşker mirin
21:40 Ji bo Narîn Guranê çalakî: Wezareta Karên Civakî û Malbatê çi karî dike?
21:25 Serokê Baroya Amedê Eren: Dibe ku faîlên Narînê li derve bin
20:13 Li Amedê meşa ji bo Narînê: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP
19:55 Panela ‘şer û çareseriyê’: Ocalan muzakeravanê sereke ye
18:28 MED-DER: Bila kurdî bibe zimanê fermî
17:53 Lêpirsîna Narîn Guranê: 21 kes hatin binçavkirin
16:32 Parêzer Ozdemîr: Divê têkildarî windakirina cenazeyê lêpirsîn bê destpêkirin
16:19 Rojnamegera girtî Serunaz Ehmed dest bi grevê kir
15:43 ARÎ-DER’ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
15:36 Sutpak û Kolanç bi girseyî hatin ziyaretkirin û pêşwazîkirin
15:26 Li Tekîrdagê hevdîtina ‘Nan û Edaletê’
15:02 ‘Divê îktîdar ji ber mirina Narînê hesabê bide’
14:11 Dê qetilkirina Narîn Guran bê protestokirin
13:43 Li Kobanê wesayîtek bi SÎHA’yan hedef hat girtin
13:42 Walîtiya Amedê: Guran piştî hatiye kuştin avêtine rûbarê gund
13:41 Di sempozyuma çandinî û xurekan de bal kişandin ser kooperatîfan
13:01 Tevî destûra walîtiyê jî leşkeran nehiştin biçin gundê xwe
13:01 'Tekane rêya aştiyê Îmrali ye’
12:27 Mînîbusa karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir
12:27 Cenazeyê Narîn Guran birin ATK’ê
11:46 Ketina gundê Narîn Guran lê hatibû qetilkirin hate qedexekirin
11:46 DEM Partî: Divê kesên Narîn qetil kirin hesabê bidin
11:37 Di doza Safîturk de serlêdana nû: Rapora pisporan tune hesibandin
10:32 Cenazeyê zarok Narîn Guran hate dîtin
10:22 Li girtiyê felcî cezayê 'te govend gerandiye' hat birîn
10:16 Uçar: Jehrkuja êrişan xwebirêxistinkirin e
Bayindir: Armanca me civakeke birêxistinkirî ye
10:11 Berxwedana Cizîrê vegot: Têkoşîn didome
10:02 Aykoç: Divê muxalefet di meseleya kurd de înîsyatîfê hilgire
09:56 Hewldana Edaletê ya Li Dijî Tecrîdê: Pêdivî bi rêbazên nû yên têkoşînê heye
09:48 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şopên tarî yên 12’ê Îlonê’ derçû
09:28 Ji bo Abdullah Ocalan dê li 50 navendan çalakî bên lidarxistin
09:19 Li Hewagê dema mehseran dest pê kir
09:15 Hesinkarê ermen wê bi zarokên xwe pîşeya xwe bide domandin
09:09 Dixwazin rêya gundê wan bê çêkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê ÎLONA 2024’AN