Bi ser 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn: Îktîdar diguherin lê zîhniyet wekî xwe ye

  • rojane
  • 10:38 11 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Bi ser Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn û yek ji şahid û mexdûrên darbeyê Huseyîn Bariş wiha got: “Îktîdar diguherin lê heman zîhniyet e.” 
 
Bi ser Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an ku yek ji serdemên herî tarî ya Tirkiyeyê ye re 44 sal derbas bûn. Serfermandarê Giştî yê Artêşê yê demê Kenan Evren serkêşiya darbeyê kir û rêveberiya awarte ragihand. Di serî de partiyên siyasî û sendîka, bi hezaran rêxistinên civaka sivîl hatin girtin. Di pêvajoya darbeyê de milyonek û 638 kes xistin lîsteyê, di Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) de 210 hezar doz hatin vekirin, 230 hezar kes hatin darizandin. Di dozan de 7 hezar kes bi cezayê îdamê hatin darizandin û ji van 50 jê hatin bidarvekirin. Di wê serdemê de hate belgekirin ku di îşkenceyên li girtîgeh û navendên binçavkirinan de 300 kesan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan û 171 kes jî ji ber îşkenceyê hatin qetilkirin. 
 
Yek ji cihên darbeyê herî zêde bandora xwe lê kirî jî girtîgeh bûn. Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê, veguherandin navenda îşkenceya sîstematîk a îşkenceyan. Ji bo tirsandina girtiyan, Serpel Esat Oktay ku li Qibrisê sûcên li dijî mirovahiyê kiribûn anîn rêveberiya girtîgehê. Ji ber îşkenceyên di vê serdemê de hatine kirin, Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê kete lîsteya “10 girtîgehên herî xerab ên cîhanê.” Li dijî îşkenceyên sîstematîk ên şahidên wê demê vegotin û îşkenceyên dermirovî, berxwedanek jî pêş ket. Berxwedana ku yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan da destpêkirin, bi berxwedana Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku di 17’ê gulana 1982’yan de xwe şewitandin domiya. Berxwedan, bi Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ya bi pêşengtiya kadroyên pêşeng ên PKK’ê M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hatiye destpêkirin derket lûtkeyê. 
 
Huseyîn Bariş
 
Rêveberê Komeleya Piştevaniya bi 78’an re û Lêkolînê Huseyîn Bariş ku wê demê li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê dihat ragirtin û bûbû şahidê berxwedanê, qala wê serdemê kir. Bariş, di 16’ê gulana 1981’ê de li Nisêbîn a Mêrdînê hate binçavkirin. Du mehan di îşkenceyê de ma û di 13’ê tîrmeha 1981’ê de birin Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê. Li girtîgehê bi îşkenceyê birin hucreyê û 17-18 rojan di hucreyê de ma. Piştre jî birin qawîşa 32’yemîn a E Bloqê. 
 
'BINGEHA DARBEYÊ AMADE KIRIN’
 
Bariş, wiha qala pêvajoya darbeyê û ya Girtîgeha Hejmar 5’ê kir: “Pêvajoya ber bi darbeyê ve ne tiştekî rashatî bû. Biryareke ku 5 general hatibin gel hev û dabin tune bû. Wê demê jî mîna niha Tirkiye di nava krîzeke cidî ya siyasî, aborî û civakî de bû. Beriya darbeyê li Tirkiyeyê pirsgirêkên cidî hebûn. Mîna niha, nedihiştin tu kes tiştekî bike. Nedihiştin kesek biacive. Ji her alî ve zextekî sîstematîk hebû. Şaredarê Meletiyê hate kuştin. Ji bo darbeyê bingehek hate amadekirin û di 12’ê îlonê de darbe kirin. Piştî darbeyê, qanûn, meclis, hiqûq her tiştek fesh kirin. Sedema vê jî ew bû ku pergala xwe ava bikin û Tirkiyeyê li gorî daxwaza xwe birêve bibin. Wê demê destûra bingehîn, qanûn dan sekinandin û dest bi girtinan kirin. Wê demê îşkence hatin kirin, binçavkirin, girtin hebûn. Anku wê demê fermanek hate mohrkirin. Heq an jî neheq berê xwe dan her kesekî.”
 
3 SALAN BÊNAVBER ÎŞKENCE KIRIN
 
Bi domdarî Bariş anî ziman ku bi darbeyê re li dijî hemû dînamîkên civakê operasyoneke mezin hatiye kirin û hemû girtîgeh hatine tijekirin. Bariş, destnîşan kir ku girtin û binçavkirin heta sala 1981’ê berdewam kirin û wiha pê de çû: “Ez di gulana 1981’ê de hatim girtin. Di tîrmehê de anîn Girtîgeha Hejmar 5’ê. Ew der cihekî taybet bû. Me derheqê girtîgehên Çîn û Îranê de dixwend û me bihîstibûn lê belê tiştên li Amedê dihatin kirin pir cuda bûn. Her cureyên sepanên ku rûmeta mirov qebûl nake di meriyetê de bûn. Jixwe bi mehan îşkence kiribûn û piştre jî anîn vê girtîgehê. Dema mirov dianîn wê girtîgehê, digotin; ‘Xwezî ez 6 mehên din jî di îşkenceyê de bûma lê ne anîbûna vê zindanê.’ Ji destpêkê heta dawiyê yek kêliya bêyî komkujî û îşkenceyê tune bû. Derî 24 saetan vekirî bûn û qêriyên mirovan li girtîgehê olan didan. Esat Oktay û ekîba wî 3 salan bênavber li wir îşkence kirin. Hinek kes hatin qetilkirin û hinek jî seqet man. Zindana Amedê hêj jî di rojevê de ye ji ber ku lehengên wê derê têkoşîneke mezin derxistin holê.” 
 
'ÎRADEYEKE PIR MEZIN A SERÎ NEDITEWAND HEBÛ’ 
 
Bariş, got ku li dijî teslîmiyet û xiyaneta dihat ferzkirin, şahidiya berxwedaneke pir mezin kiriye û ev tişt anî ziman: “Îrade û têkoşîneke ku pergalê red dike û serî natewîne hate raberkirin. Rojiya Mirinê hate girtin, Mazlum Dogan jiyana xwe ji dest da. Zêdetirî 66 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tevî van êriş û îşkenceyan jî serî nehat tewandin û berxwedaneke mînak hate raberkirin. Bi sedan mirov rûs û tazî dikirin. Ji serê sibehê saet 05.00’ê heta tariya êvarê sirûdên leşkerî didan guhdarîkirin. Em tevek dixistin rêzê û serê me dixistin kanalîzasyonê de. Sedema van tevan jî ew bû ku sîxûrtî û teslîmiyet nedihatin qebûlkirin. Di 12’ê Îlonê de bedelên mezin hatin dayin. Lê îro li ser vê xakê têkoşîna demokrasiyê tê meşandin.” 
 
ÎNKARA LI DIJÎ KURDAN DIDOME
 
Bariş, anî ziman ku tevî bi ser re 44 sal derbasbûne jî hêj zîhniyeta wê serdemê neguheriye û axaftina xwe wiha qedand: “Yên hilbijartî diguherin lê zîhniyet heman zîhniyet e. Zext û înkara li dijî kurdan didome. Zêdetirî 100 sal in hebûn, ziman û çanda kurdan qebûl nakin. Neheqî bingeha xwe ji vir digire. Ditirsin. Ji ber ku dizanin li holê xespek heye. Di vir de pirsgirêkek heye û divê were çareserkirin. Bi milyonan kes tune tên hesibandin. Lewma heke hikûmet vê zîhniyeta şer bidomîne jî pêdivî bi çareseriyê heye. Heke civak weke dost bê dîtin ev pirsgirêk dê were çareserkirin. Li dijî vê hewcehî bi têkoşîneke demokratîk heye. Divê civak xwedî li xwe derkeve. Divê em tevek ji bo vê qaneh bibin.” 

Sernavên din

13/09/2024
09:43 Kuçukbalaban: Abdullah Ocalan muxatabê herî watedar ê pirsgirêka sedsalî ye
09:41 Kanar: Bicihanîna ‘Mafê hêviyê’ yê Ocalan dê bi xwe re demokrasiyê bîne
09:18 ‘Gelê Mexmûrê ne xiyanetê ne jî teslîmiyetê qebûl nake'
09:01 Ji mexdûrên erdhejê xwestin ku xaniyên prefabrîk vala bikin
09:00 Mutebeqeta Enqere-Bexdayê: Gefeke mezin e
09:00 Li Bestayê darên sedsalî yên hatine birîn ji nû ve şîn dibin
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2024'AN
08:22 Di lêpirsîna kuştina Narîn Guran de 8 kesên din jî hatin girtin
12/09/2024
23:59 Girtiyê 71 salî roja wê bihata berdan jiyana xwe ji dest da
22:52 Lê pirsîna der barê kuştina Narîn Guranê de: 9 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin
20:56 Di lêkolîna biyolojîk a Narînê de DNA’yek cuda nehat dîtin
19:39 Cenazeyê jina ku 5 meh bûn windabû hat dîtin
16:26 Protestoyên 12'ê Îlonê: Feraseta derbekar bi rejîma yekperest didome
16:02 Li Şirnexê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes bi giranî birîndar bûn
16:01 Emîne Şenyaşar xwest kurê wê yê girtî were berdan
15:48 Şaredariya Mêrdînê ji bo jinên rastî tundiyê tên protokola alîkariya edlî mohr kir
15:40 Doza kuştina 5 kesên ji Herêma Kurdistanê hate taloqkirin
15:26 Zarokê motor diajot di qezayê de jiyana xwe ji dest da
15:26 Dayika zarokê li Qursa Qur’anê hatiye tacîzkirin: Sedema wê polîtîkayên necezakirinê ne
14:43 Berdana SGDF’iyan hate xwestin
14:41 Danişîna parêzer Ozbey ji bo mutalayê hate taloqkirin
14:40 Di 6 rojan de li Efrînê 19 welatî hatin revandin
13:53 Di doza Zeydan de biryara keşfê
13:35 Keleha Xoşabê hate ronîkirin
13:20 Wezîr Tunç têkildarî Narînê daxuyanî da
13:05 Li Stenbolê ji hêzên demokrasiyê re banga ‘Meşa Azadiyê’ hate kirin
13:05 Bayindir: Em ê li gel sedhezaran îradeya çareseriyê raber bikin
12:57 Ji ÎHD’ê daxuyaniya 12’ê Îlonê
12:40 Li pêşiya Girtîgeha Hejmar 5’ê bang kirin: Bi 12’ê Îlonê re hevrû bibin
11:59 Li Bismilê ‘Rojên Fîlman’ dest pê dike
11:47 Serpêhatiyên xwe yên 12’ê Îlonê vegotin: AKP li paş faşîzma 12’ê Îlonê ye
11:29 Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan serdana Hewlêrê kir
11:22 'Ger sendîka û rêxistinên pîşeyî tevnegerin wê rewş xirabtir bibe'
11:21 Ji jinên banga 16’ê Îlonê
11:17 Platforma Saziyên Demokratîk: Em di 13’ê cotmehê de ji bo ‘azadiyê’ li Amedê kom dibin
10:39 Li Vîetnamê bîlançoya Bagera Yagî 197 kes mirin, 128 kes winda ne
10:37 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet, wê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bike
10:24 Konferansa Jinan a DEM Partiyê: Em ê mal bi mal bigerin û birêxistin bikin
10:18 Seroka Komeleya Jinan a Rosayê: Çima colê kujeran tê parastin?
10:16 KNK: Divê hemû sûcdarên kuştina Denîz Cevdet Bulbun bên cezakirin
10:05 Jinên di êrişê de birîndar bûn: PDK û Iraq jî şirîkên dewleta tirk in
09:52 Binçavkiriyên lêpirsîna Guranê sewqî edliyeyê hatin kirin
09:41 Çima dosyaya kuştina qeymeqam Safîturk 7 sal in nayê vekirin?
09:27 DBP: Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bigihîjin azadiyê
09:23 18 sal di ser teqîna li Koşûyolû re derbas bûn
09:23 Tirkiye dixwaze 4 Rojhilatiyan teslîmî Îranê bike
09:16 Karsazê ku 5 meh in agahî jê nedihatin girtin mirî hate dîtin
09:04 Mînaka welatparêziyê: Agît Malgaz
09:03 Di 10 salan de têkildarî ‘Mafê hêviyê’ li Tirkiyeyê çi qewimî?
09:02 Şaredariya Agiriyê bênavber dixebite: Navenda Çandê ya Ehmedê Xanî dê bê avakirin
09:01 Aktîvîst Noruzî: Jin, jiyan, azadî bi dîrok û têkoşîna xwe ve ket dilê Îranê
09:00 ROJEVA 11'Ê ÊILONA 2024'AN
11/09/2024
20:24 Ji ARÎ-DER’ê banga 'em her derî bikin kurdî'
15:49 Di salekê de 66 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:40 Nobeta Edaletê di roja 21’an de ye: Pêbawerî bi hiqûqê pêk tê
15:39 Iraq û Îranê di navbera xwe de 14 peyman îmze kirin
15:39 Mixtar Salîm Guran ji wezîfeyê hat dûrxistin
15:23 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê: Divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê û Iraqê vekişe
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Em di çarçoveya hevpariya têkoşînê de planên nû dikin
14:19 Li Kursa Quranê tacîza zayendî li zarokekê hat kirin
14:12 Wêneyê endamê JÎTEM’ê Ersever li ser motosîkleta polîsî ye
13:37 Doza ‘govendê’ ya li Dêrsimê hate taloqkirin
13:36 Dewleta tirk stasyona avê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
12:45 Li Qoserê kampanyaya paqijiyê hate destpêkirin
12:23 Girtiyê ku gefa kuştinê lê hatibû xwarin serî li OHD’ê da
12:20 Gelek derdoran piştgirî dan greva giştî ya li Rojhilat
11:40 Lêpirsîna Narîn Guran: Meleyê gund hat berdan, 22 kes di binçavan de ne
11:38 DEM Partî: Mafê perwerdehiyê yê astengdaran tê binpêkirin
11:24 Koordînasyona şîe bertek nîşanî ‘mutabakatê’ da: Em red dikin
11:15 Ceza dan girtiyên govend gerandin
10:49 Li Konseya Ewropayê dê ‘mafê hêviyê’ bê nîqaşkirin
10:42 Endamên MYK’a DEM Partiyê civiyan
10:38 Bi ser 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn: Îktîdar diguherin lê zîhniyet wekî xwe ye
10:35 Li Vîetnamê lehî rabû: Herî kêm 143 kes mirin
10:08 Çavekî xwe di berxwedanê de winda kir: Çavê min ê din jî kor bibe ez ê li kolanan bim
10:06 Lêpirsîneke ku 4 sal in tê 'veşartin'
09:41 Şanoger û nivîskarê rojhilatî: Ez dixwazim gelên din ji êşên civaka me haydar bikim
09:38 Ji dirûşma ‘AKP ya kujer û diz’ re lêpirsîn
09:24 SOLDEP: Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin
09:16 Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet: Ocalan, nasnameyeke ku sînor derbas kirine ye
09:09 Tundî zêde dibe: Divê xeleka xweparastinê hêj bêhtir bê mezinkirin
09:07 19 meh in ji bo xizmên xwe yên winda têkoşîna edaletê dide
09:06 31 salên di zindanê de vegot: Li dijî zordestiyê berxwedan afirî
09:04 Li Botanê dema berhevkirina çiloyê dest pê kir
09:02 Gundê Qurçikê li benda xizmetê ye: Nexweş bi hespan diçin û tên
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2024'AN
10/09/2024
22:36 Qetilkirina Narîn Guranê hat şermezarkirin
22:34 Bahtiyarê ku got cenazeyê Narînê xistiye çem hat girtin
21:38 Ji bo xwişka Narîn Guranê ya bi guman jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn hat destpêkirin
18:20 Meclisa Şaredariyê ji bo Narîn Guranê deqeyek rêz girt
17:04 Piştî 15 salan di doza Ûytûn de biryara keşif kirinê
16:47 ‘Em ji bo Narînê edaletê dixwazin’
16:39 Cenazeyê Dagdelen ê li Bagokê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
16:28 Li rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hat kirin
15:55 Girtiya ku nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da
15:49 Du kujer hatin cezakirin lê hê jî kujerê sereke nehatiye girtin
15:27 Li dozgeriyê dest bi îfadeya Bahtiyar ê cenazeyê Narînê xistibû robar hate kirin
15:19 Şandeya Sûriyeyê Hakan Fîdan protesto kir
15:05 Heta kesên ku komkujî pêk anîne bên cezakirin dê çalakiya wê bidome
14:59 Doza keçika êzidî hat taloqkirin