Bayindir: Em ê li gel sedhezaran îradeya çareseriyê raber bikin

  • rojane
  • 13:05 12 Îlon 2024
  • |
img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ji bo mitînga ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê were lidarxistin bang kir û wiha got: “Di 13’ê cotmehê de em ê bi tevlibûna sedhezaran îradeya çareseriyê raber bikin.” 

Platforma Saziyên Demokratîk li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) ragihand ku wan qonaxeke nû di kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” zêde kirine. Li gorî daxuyaniya platformê ya bi serenavê “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê kom dibin”, dê heta 13’ê cotmehê çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. Her wiha platformê got ku dê di 13’ê cotmehê de li Amedê mitîngeke mezin li dar bixin. 
 
‘44 SAL IN POLÎTÎKAYÊN ŞER DI MERIYETÊ DE NE’ 
 
Piştî xwendina metna daxuyaniyê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Keskîn, diyar kir ku deklarasyon di salvegera Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de hatiye eşkerekirin û wiha got: “Bi ser darbeyê re 44 sal derbas bûn lê hêj jî mekanîzmaya darbeyê xwe nû dike. Îktîdara AKP-MHP’ê serdema Kenan Evren tînin bîra mirov. Banga me ya ji bo sazî, partiyên siyasî û gel ev e; çareseriya krîza gelên me niha dijîn, çareserkirina pirsgirêka kurd e. Polîtîkayên şer ên 44 sal in di meriyetê de, hêj didomin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû 25 sal li Îmraliyê ye û muxatabê pirsgirêka kurd û hêza çareseriyê ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî her tim dixebite. Îktîdara AKP-MHP’ê li şûna çareserkirina pirsgirêkê, li 4 parçeyên Kurdistanê mekanîzmaya darbê xistiye meriyetê.” 
 
Bayindir, got ku bangawaziya wan ji bo her kesên aştî û azadiyê dixwazin e û wiha pê de çû: “Divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd îradeyek were raberkirin. Em ji bo aştiyê têdikoşin. Çareserkirina pirsgirêka kurd, bi rakirina tecrîdê û bi azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Di 13’ê cotmehê de li gel sedhezaran nivîskar, rewşenbîr û gelê me, em ê îradeya çareseriyê raber bikin. Em ê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bên ba hev.” 
 
Li ser navê Dayikên Aştiyê jî Meryem Turan axivî û wiha got: “Di serî de dayik,  em hemû kesên li dijî tecrîdê vedixwînin mitînga xwe ya 13’ê cotmehê. Bila tecrîd were rakirin û deriyên girtîgehan bên vekirin.” 
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter jî destnîşan kir ku demekî dirêje kampanya tê domandin û di çarçoveya kampanyayê de hiqûqnas û rewşenbîr ji bo rakirina tecrîdê têkoşîneke mezin dimeşînin. Yeter, wiha domand: “Weke parastvanên mafên mirovan em daxwaza statûyê ya gelekî diparêzin. Tevî kesên dibêjin ‘em daxwaza jiyaneke adilane û azad dixwazin’ em ê têkoşîna xwe bidomînin. Banga me ji bo tevahiya raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê ew e ku piştgiriyê bidin vê xebatê.” 
 

Sernavên din

30/09/2024
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê