Dozgerî xwest 10 zarokên xespkirina îradeyê protesto kiribûn bên cezakirin

  • rojane
  • 09:36 15 Îlon 2024
  • |
img

EDENE - Dozgeriyê îdianameya derheqê 10 zarokên hewldana xespkirina îradeya xelkê Wanê li Edeneyê protesto kirin îdianame amade kir. Dozgerî îdia kir ku zarok bi “fermana rêxistinê” çalakî li dar xistine û xwest bên cezakirin. 

Komeke ciwanan di 2-4’ê nîsana 2024’an li taxên Gulbahçe û Barbaros ên navçeya Seyhan a Edeneyê ji bo protestokirina hewldana xespkirina îradeya xelkê Wanê, çalakiyeke protestoyî li dar xistin. Polîsan êrişî çalakiyê kir û zarokên bi navên E.A. û A.T. bi lêdanê binçav kirin. Piştre jî her du zarok ji hêla Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar a Edeneyê ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
GELEK SÛCDARÎ LI ZAROKAN KIRIN
 
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê li ser giliyê polîsan, parvekirinên medyaya dijîtal, e-maîl a îxbarê û îfadeyên E.A.; bi îdiaya ku beşdarî 2 çalakiyên protestoyî bûne derheqê zarokên bi navên A.Ç, A.C., D.A., E.A., E.G., F.G., Î.B. û M.Ç. de bi îdiayên “Zirar dane malê cemaweriyê”, “Xetere li ser ewlehiya trafîkê çêkirine”, “Tev li meş û xwepêşandana derqanûnî bûne û tevî hişyariyê jî belav nebûne”, “Bêçek tev li civîn û meşê bûne û li ser xwe çek û tiştên mîna çekê gerandine û xwe kamufle kirine”, “Propagandaya rêxistinê”, “Her çend endamên rêxistinê nebin jî li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” lêpirsîn vekir. Di 30’ê nîsana 2024’an di çarçoveya lêpirsînê de bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinê de A.Ç., A.C., D.A., E.A., E.G., F.G., İ.B. û M.Ç. hatin binçavkirin û piştî karûbarê binçavkirinê yê 4 rojan, sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Edeneyê hatin kirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
DOZGERIYÊ LÊPIRSÎNA XWE TEMAM KIR 
 
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsîna xwe temam kir û derheqê zarokên bi navên E.A., A.T., A.Ç., A.C., D.A., E.A., E.G., F.G., Î.B. û M.Ç. de bi heman îdiayan îdianame amade kir. Îdianame ji hêla Dadgeha Zarokan a Edeneyê ve hate qebûlkirin. Bi amadekirina îdianameyê re ji bo her zarokekî herî kêm 20 sal cezayê hefsê hat xwestin. 
 
DOZGERIYÊ CEZA XWEST
 
Balkêş e ku dozgeriyê di îdianameyê de dîroka sûc weke 31’ê adara 2024’an nîşan daye. Dozgerî îdia kir ku “piştî bangawaziyên weşanên girêdayî rêxistinê” ev kom li gorî bangawaziyê ev çalakî li dar xistiye û li ser “fermana rêxistinê” tev li çalakiyê bûne. Dozgerî bi domdarî îdia kir ku hinek çalakvanan rûyê xwe girtine û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kirine, cadeya sereke bi lastîk û konteynerên sergoyê girtine, kevir, madeyên teqemeniyê û fîşekên hewayî avêtine wesayîta zirxî ya polîsan, bi mudaxileya polîsan jî li nava kolanan belav bûne. Bi domdarî dozger îdia kir ku di bûyeran de di her du wesayîtên zirxî de zirareke madî ya 110 hezar TL’an çêbûye û xwest ku cezayê herî giran li van zarokan were birîn. 
 
Danişîna ewil a dozê dê di 4’ê kanûnê de li Dadgeha Cezayên Giran a Zarokan a Edeneyê were lidarxistin. 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen
 

Sernavên din

18/09/2024
13:00 Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
12:41 Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir
15:15 Bayindir: Xelasî di rêxistinbûyînê re derbas dibe
14:12 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
14:08 Li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan çalakî
13:25 'Em ê sedsala 21'emîn bikin sedsala azadiyê'
13:22 Di lêpirsîna Narînê de ji 3 binçavkiriyan 2 jê hatin berdan
13:08 Li navçeyên Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
12:56 Karkerên Fernasê hatin binçavkirin
12:49 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
12:25 Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin
12:17 Li gundê Pêçarê liv û tevgera leşkerî didome
11:32 Koçyîgît: Hûn çav û guhên xwe bigirin jî hemû cîhan qala tecrîda li Îmraliyê dike
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Îmraliyê dan
11:01 Girtiyên li girtîgeha ‘çala mirinê’ tên ragirtin qala binpêkirinan kirin
11:01 Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
10:25 Di xwezaya bajarê qedexe de cihekî ku nehatiye talankirin nemaye
10:23 Di doza bêdelîl de cezayê muebeda giran hat birîn
10:10 Bagera Yagî: Li Myanmarê 226 kes mirin, 77 kes winda bûn
10:03 Behsa Denîz Bulbun kir: Mamosteyê her kesî bû
09:02 Qeydên Ma Musicê dest pê kirin
09:02 Ji bo Kuday ê rewşa wî giran bang: Hêj xebera nebaş nehatî gav biavêjin
09:02 Dayika Aştiyê Karatay: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:01 Li Sûka Sobevanan liv û tevger zêde bûye
09:01 ‘Mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan di rojeva Komîteya Wezîran de ye
09:00 ‘Lêpirsînên erdhejê yên peywirdarên cemaweriyê tên piştguhkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2024'AN
16/09/2024
21:50 2'yemîn salvegera berxwedana 'jin, jiyan, azadî'yê: Şoreşa jinê ji Îranê heta Amedê berbelav dibe
17:00 Ji doza penabarê bi şewitandinê hatiye kuştin, banga tevlibûnê
16:44 Li çoltera Licê dengê çekan bilind dibe
16:35 Ciwanan dest bi 'Meşa Dirêj' kir: Azadî bi berxwedanê pêkan e
16:26 Banga ‘Deng bide azadiyê’ li Îzmîrê bilind bû: Ji tecrîdê re na
16:18 Şenyaşar ji Erdogan re got: Kurê min berdin da biçim mala xwe
15:32 Li gundê Zengokê şewat derket
15:31 Nergis Muhammedî: 'Jin jiyan azadiyê' tirs xist nava rejîmê
15:12 Danişîna doza rojnameger Gayipê hate taloqkirin
14:13 Hezar û 500 hiqûqnasên ji tevahiya cîhanê ji bo Abdullah Ocalan bang kirin
13:23 Mûsa Anter dê were bibîranîn
13:09 Li çoltera Licê şer derket
13:06 Dogan: Em derbasî modêleke nû yê rêxistinbûnê dibin
13:05 Bersûcê ku hewl da Dîlek Bîtgîn qetil bike hat berdan
13:03 Li Peyasê Zarokistan hate vekirin
12:16 Karkerên Polonezê hatin binçavkirin
12:14 DEM Partiyê qurbaniyên Komkujiya Sabra û Şatîllayê bi bîr anî
11:46 Polîsan li naverasta kolanê li ciwanekî xistin
11:35 Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye
11:35 Dewleta tirk dîsa êrişî Wargeha Mexmûrê kir
11:19 BES-AR: Sînorê birçîbûnê 27 hezar û 270 lîre ye
11:01 ‘Hemû çavkaniyên welêt didin tank û tifingan’
10:48 Li Ceyhanê qeza: 3 kes mirîn 8 kes birîndar bûn
10:20 Li Efrînê dizî, talan û revandina welatiyan didome
09:38 TJK-E’yê têkildarî 'mafê hêviyê' ji endamên Konseya Ewropayê re name şand
09:01 Du girtiyên nexweş ên di heman qawîşê de: Hevrêtî me li ser pêya digire
09:00 Wateya Selîqeyê û bandora wê ya li ser govendan
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
07:34 Rojnamevan Mûrat Verîm hat girtin
07:33 Xwebûn bi manşeta 'Her dem Jin Jiyan Azadî' derket
15/09/2024
23:00 Xelatên Hrant Dînk li xwediyên wan hatin belavkirin
22:45 Di teqîna fabrîqeya meqarneyan de kesek mir û 30 kes birîndar bûn
22:36 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê li Efrînê 2 jin qetil kirin
22:28 Li Wanê mirinek bi guman a jinekê
20:06 Înîsiyatîfa Hunerê Ji bo Azadiyê: Em beşdarî Festîvala Filman a Porteqala Zêrîn nabîn
19:10 Zarok MA li Berlînê zarokan li hev civand
17:26 Li Antalyayê karkerek mir
16:28 Karkerên firinê yên Amedê daxwaza mafên xwe kirin
15:36 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Heta bêhiqûtî bi dawî dibe dê çalakiya me bidome
14:28 Li Stenbolê 7’emîn Mîhrîcana Borega Kurdan hat lidarxistin
13:42 Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
13:32 Mexdûra erdhejê ji bo xwedîderketina li dozan bang kir
12:44 Di 9 mehan de li Îran û Rojhilat 427 kes hatin bidarvekirin
11:58 Li bajarên Rojhilat greva giştî dest pê kir
11:26 Hêzên rejîma Îranê zarokekî 12 salî qetil kirin
11:25 Ji jinan kampanyaya '6284'ê: Heke baş bê bikaranîn dê cînayet kêm bibin
10:33 Rapor: Di êrişan de 81 zarok hatin qetilkirin