Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye

  • jin
  • 11:35 16 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Pexşan Ezîzî di nameya ku bi boneya duyemîn salvegera serhildana "Jin Jiyan Azadî" nivîsî de got: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî, felsefeya jiyanê ye.” 

Rojnamger Pexşan Ezîzî a li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birin û li Girtîgeha Evînê tê girtin. Ezîzî bi boneya salvegera duyemîn ya serhildana "Jin Jiyan Azadî" ku li Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir nameyek şand. Pexşan Ezîzî di nameya xwe de hemû kesên ku di serhildana "Jin Jiyan Azadî" de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane wê têkoşînê bilind bikin.
 
‘SEDSALA 21'AN DÊ BIBE SEDSALA JINAN' 
 
Pexşan Ezîzî bal kişand ser rola jinan a pêşeng di civakê de û destnîşan kir ku divê rola mêr di civakê de ji nû ve were pênasekirin û heta wekeheviya jin û mêr neyê pêkanîn, behskirina keyfxweşiyê xapandin e. Pexşan Ezîzî wiha got: “Guhertina zayendperestiya civakê, li dijî zeyendperestiya ku bûye amûra desthilatê têkoşînek exlaqî-polîtîk e.” Pexşan Ezîzî destnîşan kir ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan û naveroka vê şoreşê wê Jineolojî pêş bixe ku weke zanista jinan tê zanîn ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin. 
 
‘GEL DI AZADIYÊ DE BI ISRAR E' 
 
Pexşan Ezîzî da zanîn ku ji nû ve guherîna sîstema heyî di şertên heyî de ji bo pêkanîna azadiyê têr nake û got: “Ji ber vê yekê divê sîstem bi têkoşînek bi hêz bi temamî were guherîn. Şoreşa jinan ne çalakiyek reformê ye, çelekiyek radîkal, teorîk û zanistî ye. Tevî şerê diqewime û pêvajoya aloz heye jî gel her tim di mijara azadiyê de bi israr e. Em weke jinan dema ku bûn xwedî aqil û zimanê hevbeş, dema me li dijî zextên zîhniyeta mêr, otorîteya navendî, li dijî zextên li ser îrade û jiyana xwe em têkoşiyan em ê bikaribin guherînên bi kok û berfireh bikin. Formula vê piştevanî û wekheviyê em dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî’ ye, ya dûyem jî pêşxistina xweparastinê ye." 
 
‘JIN JIYAN AZADÎ FELSEFEYA JIYANÊ YE' 
 
Pexşan Ezîzî destnîşan kir ku tune hesibandina jinan nêzîkatiyek îdeolojîk e û li dijî vê jî divê têkoşînek bi hêz ya îdeolojîk were meşandin û got: “Li ser zayendperestî, zanistî, olî û netewperestiyê jin û civak tê hedef girtin. Ji bo vê jî ger rexeneyên vê têgînê bi hêz neyê kirin wê xwezaya jin û nasnameya wê neyê nasîn. Bi têkoşîna ku jin dimeşînin jiyanek li ser bingehê ‘Jin Jiyan Azadî’ encax bi rexnegiriyek xurt a li dijî modernîteyê û van têgihan dikare bê avakirin. Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ne felsefeya mirinê, felsefeya jiyanê ye. Jineolojî şoreşek zanistî ye ku ketiye meriyetê. Berdel çi dibe bila bibe divê destûr neyê dayîn ev felsefeya ku gel giringî dide wê û li dora wê kom bûye were berevajîkirin. Ji bo em xwîna şehîdên Şoraşa ‘Jin Jiyan Azadî’ li erdê nehêlin, divê em civakekê ku malbata demokratîk ava dike, çanda xwe diparêze û xwedî hişmendiya şoreşê ye pêş bixin.”
 

Sernavên din

20/09/2024
21:45 Li Elbakê ji ber lehiyê mal di bin avê de man
18:56 Li Botanê ciwan civiyan
16:42 Emîne Şenyaşar bû mehek li Meclisê daxwaza edaletê dike
16:34 Doza Necmettîn Fendîk hate taloqkirin
15:47 Ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ hat vekirin
15:42 Der barê rojnamevanê girtî Yalçin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:36 Tuncel: Divê em pêşengtiyê ji guherîn û veguherînê re bikin
14:20 Di lêpirsîna Narîn Guranê de li dijî girtinan îtîraz hate kirin
14:14 Girtiyê li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê: Em hatine tecrîdkirin
14:08 Anter Anter dê li Zivingê were definkirin
14:04 Komîteya Wezîran Tirkiye hişyar kir: Heke gav neyê avêtin dê biryara navberê bê nîqaşkirin
13:26 Hatîmogûllari: Karesata herî mezin a bi serê vî welatî hatî AKP ye
12:43 Encamnameya Sempozyûma Çandiniyê hat eşkerekirin
12:22 Doza siyasetmedaran ji bo temamkirina parastinan hat taloqkirin
11:46 Kurê Apê Mûsa, Anter Anter jiyana xwe ji dest da
11:27 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li gorî qeymeqamê Pirsûsê 'guncav' nîne navê ‘Mem û Zînê’ li parqê were kirin
11:06 Apê Mûsa li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Me pênûsa te li erdê nehişt
10:59 Li xizmên xwe yên ku di pevguherandinê de winda kiriye digere
10:29 DSÎ'yê newal paqij nekir û mal di bin avê de man
10:23 Li gelek bajaran dê barîneke zêde bibare
10:03 ‘Dixwazin Tirkiye xwe ji Sûriyeyê vekişîne û li Iraqê qadekî bidin SMO’yê’
10:02 Der barê wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran de lêpirsîn hat destpêkirin
10:00 ‘Em li bendê ne ku di Mitînga Azadiyê de beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe'
09:46 Li Dîlokê mirina biguman a jinekê
09:44 ATK: Narîn Guran bi xeniqandinê hatiye kuştin
09:39 Metîna hate topbarankirin
09:38 Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê de 4 tîm derketin nîvefînalê
09:37 32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî sibê dest pê dike: Em ê bersivê bidin hemû cîhanê
09:19 'Generalên Biçûk' pênûsa wî li erdê nehiştin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2024'AN
19/09/2024
16:56 Bakirhan: Pirsgirêk dê bi şandina îktîdarê çareser bibin
16:52 Bîranîna Jîna Emînî: Li dijî tecawiz û komkujiyan em xwe bi rêxistin bikin
16:40 Doza HDP û HDK’iyan: Parastinên dawî dê sibê bên wergirtin
14:44 Emîne Şenyaşar a çalakiya wê hate astengkirin rakirin nexweşxaneyê
14:35 Komên paramîlîter li Efrînê 10 welatî revandin
14:23 Emîne Şenyaşar li Meclisê hate astengkirin
14:00 Li Stenbolê ji bo mitînga karkeran a mezin bang hate kirin
13:40 Rêveberiya dibistanê ji zarokan heqê klîmayê xwest
13:34 Danişîna ewil a cînayeta Bahar Karabagê hate taloqkirin
13:27 Amedspor dê ji ber xelasnekirina tadîlata sehaya xwe gilî bike
13:26 Li gorî anketa Sarosê DEM Partiyê dengê xwe zêde kiriye
12:01 Girtiyê nexweş Tuzun: Li Girtîgeha Kirşehîrê îşkence li me tê kirin
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:49 Meşa Ciwanan a ‘Ji Ocalan re azadî’ di roja 4’emîn de ye
11:34 Rapora Girtîgeha Karabukê: 17 girtî nayên tehliyekirin
11:11 Apê Mûsa 32 sal berê hate qetilkirin: Kevneşopiya wî didome
11:05 Xizmên girtiyan: Em hemû tên tecrîdkirin
11:02 Li ser pêşniyara herêman modêleke nû ya rêxistinkirinê hat pêşxistin
10:00 Ji bo Şahîn a polîsekî ew qetil kir, têkoşîna edaletê didome
09:58 Fatma Sumelî ya ku bi tirkî nizanibû nehat tedawîkirin
09:55 Balafirên şer gundên Qendîlê bombebaran kirin
09:54 Başkurt ê li Licê jiyana xwe ji dest da hate definkirin
09:53 Bi hinceta biryara 'qada Sîtê' nahêlin şênî biçin gundê xwe
09:52 Ferzkirina ‘Malbata pîroz’ a AKP’ê: Destkeftiyên jinan tên hedefgirtin
09:30 Karker xwe ji bo boykotkirina hilberînên Polonezê amade dikin
09:04 Komkujiya ‘Vegera li Jiyanê’: Ji bo serlêdana sûc a têkildarî Tantan û 2 kesan de biryara ‘bêrayetiyê’ hate dayin
09:04 Ji bo mitînga 'azadiyê' ya Amedê seferberî: Em ji vê rewşa heyî re bêjin 'bes e'
09:03 Behsa Îbrahîm Ayhan kir: Gotin û pratîka wî yek bû
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2024'AN
08:42 Ji bo 30 bajaran hişyariya barîna barana zêde
18/09/2024
23:59 Encamên Xelatên Apê Mûsa diyar bûn: Di warê wêneyê de MA bû yekemin
20:57 Malbatan cenazeyên Taş û Başkûrt wergirtin
15:54 Talebanî: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi rêveberiyek dadmend heye
15:50 Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê serî li ÎHÎK’ê da
15:22 Liv û tevgera leşkerî ya li Licê zêde bû
15:16 Li ber girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Tecrîdê rakin
14:40 Hejmara kesên di êrişa sîberê ya Îsraîlê de mirîn zêde bû
14:16 Biryar hat dayîn ku ‘Tifaq Ked û Azadiyê’ were berfirehkirin
13:58 Danişîna jinên girtî ya têkildarî cezayên dîsiplînê hate lidarxistin
13:14 7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin
13:10 Hatîmogûllari çû serdana Baroya Amedê
13:00 Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye
12:41 Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda
12:15 Cezayê hefsê dan Farisogûllari
12:10 Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin
12:03 Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin
11:54 Malpera rojnameya Xwebûnê hate astengkirin
11:46 DEM Partî dê komîsyona rêxistinkirinê ya jinan a navendî ava bike
11:46 Rejîma Îranê 5 kurd binçav kirin: Agahî ji wan nayê girtin
11:35 Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin
11:19 Danişîna Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:24 Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?
10:06 Jinan xwest, şaredariyê jî 'Mala Bêhnvedanê' çêkir
10:05 Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin
10:00 Leşkerên çûn operasyonê gef xwarin û heqaret kirin
09:51 Ji bo Yuksekdag û girtiyan kampanyaya navneteweyî: Em weke doza xwe dibînin
09:01 Faîlê Hîlal Karê 83 roj in winda ye: Lêpirsîneke baş nayê meşandin
09:01 Rojnamevan Serdeştî: PDK ji bo Tirkiyeyê rê çêdike
09:00 Sîgnal û Telegram wekî hincet hatin nîşandan
09:00 Helbestvan Abdulmecîdê Gulordî: Ilm û zanîn ji her tiştî mezintir e
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2024'AN
08:34 Ji bo 6 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:27 Li Qilebanê çalakiya 'Xwendinên Azadiyê'
17/09/2024
23:45 Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 27'emîn de berdewam kir
16:21 Cenazeyên 2 endamên HPG'ê anîn ATK’ê
15:49 Zaroka di girtîgehê de pitika wê bû sewqî Amedê hate kirin
15:47 Têkildarî sedema mirina Guranê nuveyên ewil
15:46 Di lêpirsîna Narîn Guran de kesek din jî hat girtin
15:32 Li Stenbolê kesekî întîhar kir