Xizmên Windayan li aqûbeta 8 windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin

  • rojane
  • 13:59 21 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li Amedê aqûbeta malbata Işik û Serîn ên li Dêrsimê hatin windakirin, li Êlihê jî aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê ji aliyê Hîzbûllahê ve hat revandin û agahî jê nehat girtin, pirsîn. 

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 815’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû hat lidarxistin. Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan û pankartek wêneyan jî li erdê hat raxistin. 
 
Tevî barîna baranê jî çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta ferdên malbatên Dîlek (3), Gulîzar (34) û Duzalî Serîn (34), Hatun (25), Elîf (20), Yeter (18) û Haydar Işık (60) ên di 24’ê îlona 1994’an de li mezraya Mirikê ya ser bi gundê Seyidxana Dêrsimê ve ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin pirsîn û her wiha li faîlên Alî Işik ê li biniya Qereqaola Cendirmeyan a Gokçek cenazeyê wî hat dîtin, pirsîn. 
 
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî, serpêhatiya windakirina ferdên her du malbatan xwend. 
 
‘ZAROKA 3 SALÎ JÎ KIRINE BINÇAVAN’ 
 
Berfîn Elçî tiştên hatine serê ferdên malbata Işik û Serîn wiha vegot: “Mezraya Mirikê her tim bi serdegirtina leşkeran re rû bi rû maye. Leşkerên girêdayî Fermandariya Tûgaya Komandoya Bolû Dagiyê ya di bin fermandariya Tuggeneral Yavûz Erturk de diavêjin ser mezraya. Mal û milkên gundiyan tên bombebarankirin û şewitandin. Leşker paşê jî ji her du malbatan Hidir Işik, Hatun Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Duzalî Serîn, Gulîzar Serîn û Dîlek Serîn a 3 salî dikin binçavan. Carek din ji van kesan agahî nayê wergirtin. 
 
DEMA LI MALBATA XWE DIGERE EW JÎ TÊ QETILKIRIN 
 
Alî Işik jî tiştên hatine serê malbata wî paşê dibihîze û diçe mezrayê. Alî Işik jî tê kuştin û di 8’ê cotmeha 1994’an de bi awayek ku serê wî hatiye perçiqandin tê dîtin. Cenazeyê wî li biniya Qereqola Cendirmeyan a Gokçekê tê dîtin. Malbat serî li her deverên qanûnî didin. Lê Qereqola Gokçekê ji malbatan re dibêje, ‘Me jî wan nedîtiye’. Dozgerê Komarê naçe cihê bûyerê û lêkolînê nake. Malbat, bi daxwaza ku Meclis lêkolînê bike serlêdanê dike. Lê di bersiva Meclisê de ya ji bo malbatan tê dayîn dixin stûyê rêxistinê. Ji wê rojê ve tu agahî ji her heft ferdên malbata Serîn û Işik nayên wergirtin.”
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna 7 kesên winda, Alî Işik û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH 
 
 
Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê jî bi heman daxwazê di hefteya 551’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên OHD, MEBYA-DER’ê tev li çalakiyê bûn. 
 
Di çaçakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992’yan de li Farqîn3e ji aliyê Hîzbûlahê ve hat revandin û windakirin, hat pirsîn. 
 
Rêveberê ÎHD’a Êlihê parêzer Sînan Îslam Gegîn daxuyanî da û diyar kir ku ew ê her li aqûbeta windayan bipirsin û serpêhatiya windakirina Akyildiz xwend. 
 
‘HÎZBULLAH WÎ DIREVÎNE’ 
 
Çîroka Mehmet Zekî Akyıldiz ê ku di sala 1993'yan de li navçeya Farqînê ji aliyê endamên Hîzbûllahê ve hat revandin û windakirin wiha ye: “Mehmet Zekî Akyildiz di sala 1992'yan de dema li Dibistana Navîn a 60. Yilê dixwîne, ji aliyê Hîzbullah a îlegal ve gelek gef li wî tên xwarin. Rojekê dema li Farqînê li mala xwîşka xwe bûye, diçe sûkê û careke din venegeriya malê. Carek din aagahî ji wî nayê girtin. Piştre jî li gorî agahiyên ku malbata wî bihîstine, li gundê Sûsayê yê Farqînê sitargehek hebûye û kesekî ku navê wî nehate zanîn bi hewldana xwe ji vê stargehê direve. Li gorî agahiyên ku ev kes dide, di stargehê de 7-8 kes hebûne. Kes kesî nedidît. lê wan nav, paşnav û navên gundên xwe bi qîrkirinê ji hev re gotine. Ew kesê ji wir rizgar dibe ji malbatê re dibêje ku kesek wisa li wir bûye. Malbat serî li Qereqola Cendirmeyan a Farqînê dide lê bersivek qanihkirî û piştrast nadin malbatê. 
 
Piştî salan ji şaxa leşkeriyê kaxezê gazîkirinê ji bo bavê M. Zekî Akyildiz tê. Bavê wî Salîh Akyildiz diçe qereqol û ji wan re dibêje ku di sala 1992’yan de Hîzbûllahê lawê wî revandiye û winda kiriye. Lê belê şaxa leşkeriyê guh nade gotinên Salîh Akyildiz û naxwaze jê bawer bike. Leşkerî jê re dibêje, ‘lawê te tev li PKK’ê bûye. Neyê ji me re nebêje Hîzbullahê wî revandiye’. Ji wê rojê ve agahî ji Akyildiz nayê girtin û winda ye.” 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî bi heman daxwazê di hefteya 141’emîn de li Kuçeya Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Geverê Onûr Duşunmez û rêveberên DEM Partiyê, Hevşaredarên Geverê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de li faîlên Mehmet Reşît û Veysel Îşbîlîr ên ku di çalakiya li dijî rûxandina goristanan de 6’ê kanûna 2013’an de li Geverê ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin, hat pirsîn. 
 
Metna daxuyaniyê rêveberê ÎHD’a Colemêrgê parêzer Eren Baskin xwend û qala bûyerê kir û xwest ku faîl ango kujerên Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr bên dîtin. Baskin got heta ku winda bên dîtin û faîl bên girtin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
 

Sernavên din

07/10/2024
12:29 Li Îzmîrê êrişî jinekê hate kirin: Bi giranî birîndar bû
11:42 Temellî: Li Tirkiyeyê şer tê gurkirin
10:56 Xebata madenê ya li Pîrejmanê zirarê dide xwezayê
10:38 MKG: Em ê xwedî li rojnamevaniya kurdî derkevin
10:30 Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we
09:01 Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome
09:01 Li Wanê dema firotina guhîjan e
09:01 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê bi sedhezaran kes ji bo çareseriyê li Amedê bin
09:00 Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN
08:39 Xwebûn bi manşeta 'Komplo ne rojek e, pêvajoyek e' derket
06/10/2024
21:44 Hunermendan qetilkirina jinan şermezar kir
21:23 Can: 26 sal in li Îmraliyê sansûrek bêmînak heye
21:00 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
20:52 Li Îranî seferên balafiran hatin betalkirin
18:39 TJA: Divê em ji bo ewlehiya xwe werin cem hev
17:33 ‘DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin'
17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê seferberiya ji bo 'Mitînga Azadiyê'
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin