Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin

  • rojane
  • 13:43 28 Îlon 2024
  • |

STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 1018'an de bal kişandin ser qetilkirina Abdûlmecît Baskin û gotin: "Divê dozên windayan bi demboriyê re rû bi rû nemînin. Divê meqamên edlî bêyî ku bandorên siyasî li ber çavan bigirin, erka xwe ya ji bo pêkanîna edaletê ya di dosyeya Abdulmecît Baskin de pêk bînin."

Dayikên Şemiyê-Mirovên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl-kujer bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin. Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya heftane ya 1018'an li dar xistin. Di çalakiyê de qurnefîlên sor û pankartên wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser qetilkirina Abdûlmecît Baskin ê di bin çavan de hat windakirin û paşê cenazeyê wî hat dîtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê keça winda Fehmî Tosun, Besna Tosun ve hat xwendin.
 
LI XWE MIKÛR HAT KU BASKIN QETIL KIRIN E 
 
Tosun diyar kir ku Abdûlmecît Baskin di 30'yê îlona 1993'yan de ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatiye binçavkirin, lê belê piştî înkarkirina ku hatiye binçavkirin, di 3'yê cotmeha 1993'yan de cenazeyê wî hatiye dîtin û got ku lêpirsîna li ser serlêdana malbatê hatiye destpêkirin bi bandor pêk nehatiye. Tosun wiha got: “Piştî bûyerê bi 18 salan di 26’ê adara 2011’an de polîsê tîmê taybet Ayhan Çarkin di îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de diyar kir ku di sala 1993’yan de bi fermana Serokê Daîreya Tîmên Taybet Îbrahîm Şahîn, Abdûlmecît Baskin kirine binçavan. Bi berfirehî diyar kir ku ji aliyê polîs Ziya Bandırmalioglu û Ayhan Akça ve hatiye kuştin. Di qeydên dozgerî û dadgehê de hatiye tomarkirin ku îfadeyên Çarkin ên li dozgerî û dadgehê tam bi danasîna cihê bûyerê re li hev dikin."
 
FAÎL HATIN BERAETKIRIN 
 
Besna bal kişand ser hûrguliyên dozê û wiha domand: "Di dadgehê de rayedarên payebilind ên cemaweriyê daxuyaniyên berfireh dan û diyar kirin ku kuştina navborî bi agahiya dewletê pêk hatine. Her wiha ji aliyê kê ve, bi çi fermanan û çawa sûc hatine kirin, di qeydên dadgehê de hatine tomarkirin. Lê belê doza ku di raya giştî de weke Doza JÎTEM'a Enqereyê tê binavkirin, di 13'ê kanûna 2019'an de bi beraeta hemû bersûcan bi dawî bû. Malbatan îtîrazê biryara dadgeha herêmî kirin. Di 5'ê nîsana 2021'an de 1'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê biryara beraetê betal kir û dosya ji 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re şand. Di danişîna dawî ya doza ji nû ve hat lidarxistin de ku di 26'ê gulana 2023'yan de hat lidarxistin, tevî biryara betalkirina dadgehê bersûc dîsa hatin beraetkirin. Dadgehê biryara bi hincet di 14'ê îlona 2023'yan de nivîsand, bi rastî li bendê bû ku dema dosyayê bi dawî bibe. Doza ku di pêvajoya darizandina 10 salan de 41 dadger û 8 dozger guherîbûn, bi ketina ber demboriyê re bi dawî bû."
 
'DIVÊ DOSYEYAN NEXIN BER DEMBORIYÊ' 
 
Tosun di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Di dozên têkildarî sûcê windakirinan de ku dewlet jî di nav de cih digire, divê doz bi demoboriyê re rû bi rû nemîne. Divê meqamên edlî bêyî bandorên siyasî erka xwe ya ji bo pêkanîna edaletê ya di dosyeya Abdulmecît Baskin de pêk bînin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Abdulmecît Baskin û hemû windayan bernedin. Em ê her windayan bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
Piştî daxuyaniyê Mirovên Şemiyê qerenfîl danîn qada dorpêçkirî û dawî li çalakiya xwe ya vê hefteyê anîn. 
 

Sernavên din

09/03/2025
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye