Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin

  • rojane
  • 10:04 29 Îlon 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Ji Nagihan Akarsel re Edaletê diyar kir ku tevî gelek delîl û îtîrafan ku rojnameger û akademîsyen Nagihan Akarsel bi organîzeya rayedarên Tirkiyeyê hatiye kuştin jî tenê tetîkkêş Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hatiye cezakirin. Înîsiyatîfê xwest ku kesên cînayet teşwîq kirin jî bên darizandin. 
 
Înîsiyatîfa Ji Nagihan Akarsel re Edalet a Navneteweyî têkildarî encama doza endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel ku di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê hatibû qetilkirin, daxuyanî da. 
 
Daxuyanî wiha ye: “Di 24’ê kanûna 2023’yan de kujer Îsmaîl Rasîm Rifat Peker ku hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, li gorî xala 2.2 ya Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ji aliyê Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê ve mehkûmî îdamê hate kirin. Lê ne ji raya giştî û ne jî malbat û xizmên Nagihan Akarsel re der barê lêpirsîn û pêvajoya dadgehê de agahî nehat dayîn. Bi vî awayî malbata wî ji mafê beşdarbûna dozê bi rêya nûnertiya hiqûqî bêpar kirin.”
 
TETÎKKÊŞ LI XWE MIKUR HAT
 
Li gorî biryara dadgehê û agahiyên ji çapemeniyê hatin girtin, Îsmaîl Peker beriya niha li Tirkiyeyê bi hinceta ku di kanûna 2017’an de bi satûrê êrişî jinekê kiriye hatiye girtin. Peker tevî ku 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî 4 sal û 2 mehan di sala 2022'yan de hat berdan. Îsmaîl Peker piştî kuştina Nagihan Akarsel, di daxuyaniyên xwe yên ji rayedarên başûrê Kurdistanê re li xwe mikur hat ku di dema girtina wî ya li Tirkiyeyê de, ji aliyê 'rayedarekî dewleta tirk' ve ji bo kuştina Nagihan Akarsel biçe Silêmaniyê û pere jî jê re hatiye dayîn. Wî destnîşan kir ku di dema plansazkirin û pêkanîna vê cînayetê de ji aliyê endamên MÎT'ê ve ve hatiye birêvebirin û di dema ku li Silêmaniyê maye jî bi wî re di nava danûstandinê de bûye. Ji bo ku sûc bike çek dane wî. Rastiya ku Peker di MÎT'ê de dixebitî, bi daxuyaniya Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Alî Riza Guney jî ku çend roj piştî qetilkirina Nagîhan Akarsel hat qetilkirin hat piştrastkirin.
 
DERHEQÊ KESÊN TEŞWÎQ KIRIN TU LÊPIRSÎN NEHATIN VEKIRIN
 
Tevî ku gelek şahid û delîl hebûn ku rayedarên dewleta tirk qetilkirina Nagihan Akarsel organîze kirine û gelek kes tev li sûcê bûne jî, tenê Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hat mehkûmkirin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, ne tenê ji bo pêşîgirtina li kuştinên siyasî yên din tu tedbîrên siyasî nehatine girtin lê belê heta niha jî der barê teşwîqkarên kuştinê yan jî hevkarên din de jî ti tedbîrên hiqûqî nehatine girtin.
 
BÊDENGÎ CISARETÊ DIDE
 
Nûnera Rêveberiya Yekitiya Ewropayê ya Karûbarên Derve li Iraq, Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê di bersiva nameya me ya sala borî de wiha got; ‘Yekitiya Ewropayê li Hewlêrê li ser şopandina pirs û lêkolînên cuda yên der barê vê kuştinê de dewam dike.’ Lê xuya dike ku ji bo parastina jiyan û azadiya ramana parêzvanên mafên jinên kurd tu tevdîr nehatine girtin. Berevajî vê, helwesta Herêma Kurdistanê û rayedarên Iraqê, nebûna mueyîdeyên mekanîzmayên hiqûqa mafên mirovan ên navneteweyî û bêhelwestîya siyasî ya saziyên navneteweyî, hikûmeta AKP-MHP’ê re cesaret dide da ku li Tirkiyeyê û dervayî Tirkiyeyê kuştinên siyasetmedar, pêşeng û rojnamegerên kurd zêde bike. 
 
ÊN JI HÊLA DEWLETA TIRK VE HATINE QETILKIRIN
 
Qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê, bi êrişa hewayî ya bêmirov qetilkirina Zeyneb Saruhan a di 22’yê îlona 2022’yan de li qada Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qetilkirina Emîne Kara ya 23 salî li Parîsê, di 20'ê hezîrana 2023'yan bi êrişa hewayî ya bêmirov a artêşa tirk a li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina Leyman Şiwêş û Yuşra Derwîş û kuştina Firyal Silêman Xalid li Kerkûkê / Başûrê Kurdistan-Iraq di 18'ê çileya 2024'an de. Herî dawî jî di 23’ê Tebaxa 2024’an de li bajarê Silêmaniyeyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ya Iraqê balafireke bêmirov a artêşa tirk wesayîta ku rojnamevanên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn tê de bûn kir hedef û qetil kir. Piştî operasyonên qirkirinê yên Sedam Hisên ên 'Enfal'ê, niha jî artêşa tirk li heman herêmên başûrê Kurdistanê gundên kurdan û suryanan bombe dike û vala dike, daristanan dişewitîne û sivîlan -zilam, jin û zarok- qetil dike. Ji sala 2023’yan heta tîrmeha 2024’an li xaka Başûrê Kurdistanê 4 jê zarok bi giştî 30 sivîl ji aliyê artêşa tirk ve hatin qetilkirin.
 
BANGA GIRTINA TEVDÎRAN KIRIN 
 
Em bang li Konseya Ewropayê û saziyên Neteweyên Yekbûyî û welatên endam dikin ku ji bo pêşî li binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya Tirkiyeyê bê ceza nemînin û ji bo kesên ku rastî van cînayetên siyasî hatine kirin rastî cezayên siyasî û hiqûqî bên, tedbîrên lezgîn û bi bandor bigirin.
 
Ji bo ku Nagihan Akarsel û hemû jinên din ên kû ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, edalet pêk were û pêşî li kuştina jinan bê girtin, em bang li rojnameger, akademîsyen, hunermend, rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan ên herêmî û navneteweyî dikin ku bi rêya çapemeniyê, bi weşan, gotar û çalakîyên curbecur li ser kiryarên siyasî ya van kuştinan bisekînin da ku teşwîqkarên rastî yên kuştinan bên darizandin. Di vê wateyê de em daxwazên xwe yên ji bo parastina jiyan û mafên parêzvanên mafên jinên kurd û rojnamevanan dubare dikin:
 
* Dadgehkirin û mehkûmkirina tawanbarên ku di kuştina Nagihan Akarsel û hemû berpirsên kuştinên din ên bê dadwer û her weha kesên tevlî van suîkastan bûne.
 
* Girtina qada esmanî ya Iraq û Sûriyeyê ji bo hêzên asîmanî yên Tirkiyeyê, di nav de balafirên bêmirov ên çekdar û bêçek (balafirên bêmirov). 
 
* Bang li Tirkiyê kir ku dawî li êriş, polîtîkayên dagirkeriyê, şer û kuştinên sîstematîk ên li dijî gel û parêzvanên mafên jinan ên li her herêmeke Kurdistanê, bi taybet li xaka Iraqê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne.
 
* Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê - di nav wan de qirkirin û kuştina jinan- ji aliyê Erdogan û hikûmeta AKP-MHP’ê ve li gorî hiqûqa navneteweyî bên darizandin.
 
DERHEQÊ ÎNÎSYATÎFÊ DE
 
Înîsiyatîfa 'Ji Nagihan Akarsel re Edalet' beriya salekê hat avakirin. Salek beriya wê jî di 4’ê cotmeha 2022’yan de rojnamevan, akademîsyen û çalakvana mafên jinan a kurd Nagihan Akarsel dema ji mala xwe derdiket li navenda bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê/Iraqê bi suîqestê hat qetilkirin. Sala borî zêdetirî 150 rêxistinên jinan ji hemû parzemînan û pîşeyên cuda nameyek vekirî ji NY, Konseya Ewropa û Hikûmeta Iraqê re nivîsandin û daxwaza zelalkirina piştperdeya vê kuştina siyasî û dadgehkirina berpirsan kirin û her wiha bang hat kirin kû pêşî li kuştinên sîyasî a jinan bê girtin û tedbîrên yasayî û siyasî werin girtin.

Sernavên din

09/03/2025
09:00 ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN
08/03/2025
17:15 'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin'
16:43 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
16:33 Jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan
16:20 Li Êlihê jinan doza azadiya Abdullah Ocalan kir
16:11 Li Amedê coşa 8’ê Adarê: Em ber bi aştî û azadiyê ve bimeşin
15:56 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê
15:51 Li Dersimê 8’ê Adarê: Jin wê civaka demokratik ava bikin
14:16 Ji Jînart Hunerê piştgirî ji bo bangewaziya Ocalan
14:09 Dayikên Şemiyê xwestin kiryarên Alî Işik bên darizandin
13:31 Peyama Ocalan a ji bo 8'ê Adarê: Bang ji bo jinan ronesans e
12:48 Çîçek: Banga dîrokî pêngaveke azadiyê ye
12:29 8'ê Adarê: Jin li qadan e
11:19 Ji MKG'ê peyama 8'ê Adarê
09:36 Wê jin di 9'ê Adarê de li Wanê aştî û azadiyê biqîrin
09:16 Alimên olî: Divê hemû beşên civakê berpirsiyariya xwe bi cih bînin
09:07 Rêxistinên civaka sivîl li bendê ne ku desthilat gav bavêje
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2025'AN
07/03/2025
16:28 Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû
16:10 Li Curnê Reş jinan şahiyeke bicoş li dar xistin
15:16 Dewleta tirk Sirînê topbaran dike
15:15 Burçîn Satici hate berdan
15:09 EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye
14:58 Li gelek bajaran çalakiyên 8'ê Adarê hatin lidarxistin
14:41 Li Akdenîzê ji bo avakirina civakeke demokratîk bang li jinan hate kirin
14:27 Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin
14:03 Kesên ji lêpirsîna Hînkerê hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:02 Girtiyê ku nexweşê derûniyê ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin!
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Azadiya jinê nifteya civaka demokratîk e
13:36 Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Em ê xwedî li pêvajoyê derkevin
13:01 DEM Partiyê kesên di Komkujiya Qoçgiriyê de hatin qetilkirin bi bîr anî
12:20 Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin
12:09 ‘Em piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk’
11:57 Li Sûriyeyê şer: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
11:56 Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike
11:21 Rêveberiya Xweser banga diyalogê kir
11:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:56 Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin
10:05 Unsal: Êdî dora dewletê ye û divê gavên qanûnî û makezagonî biavêje
09:32 Banga ‘Em ji bo Rojîn Kabaîşê li qadan bin’
09:31 'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin'
09:28 Qersî: Dora dewletê ye ku gavan bavêje
09:06 Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû tê avakirin
09:05 32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin
09:04 Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin
09:02 Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 7’Ê ADARA 2025’AN
06/03/2025
16:57 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jinan ji Abdullah Ocalan re name şandin
16:26 Şîna Çelîk bi girseyî hat ziyaretkirin
16:18 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina nivîskarên Kurd dan
15:37 Rojnameger Oznûr Deger nehat berdan
15:34 Rojnameger li ser gora xwe hatin bibîranîn
15:25 Qeyûman nehiştin afîşên 8’ê Adarê bên hilawistin
15:06 Danişîna doza ciwanên tev li bîranîna Pirsûsê bûn hat taloqkirin
14:53 Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin
14:35 Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin
14:26 Di lêpirsîna ‘Hînker’ê de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
14:26 7 sal in qedexeya ji bo rojnameger Hatîce Şahîn nayê rakirin
14:06 Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin
13:57 Der heqê rojnameger Oruç de doz hate vekirin
13:44 Adil piştî 30 salan hate berdan
13:39 Nûçeya me ya li Şirnexê ‘çeteya fihûşê’ di rojeva Meclisê de ye
13:25 Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin
13:17 Tevî agirbestê jî 828 êriş hatin kirin
13:10 DBP: Divê îktîdar ji bo çareseriyê gavên şênber biavêje
12:28 MKG’ê ji rojnamegerên girtî re qert şand
12:12 Ji bo pirtûkan nedin girtiyan her tişt kirine hincet!
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:28 Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest
10:57 Êlih ji bo 8’ê Adarê amade ye: Em ê azadiya Ocalan biqîrin
10:47 ‘Çareseriya li Tirkiyeyê dê bandorê li gelên rêveberiya xweser jî bike’
10:19 Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin
09:51 Rojnamegerên jin ên li Kurdistanê tevî zehmetiyan jî dîrokê dinivîsin
09:27 Li D.D. ku hat gotin 'gihîşt malbata xwe' cezayê muebedê hat birîn
09:17 Dayikên Aştiyê yên botanî: Pêvajoya aştiyê bi yeakşî nameşe
09:16 Banga ji bo 'Hevdîtina Jinan a Mezin': Em ê ji bo aştiyê li qadan bin
09:02 Siyasetmedar Erdogmûş: Ocalan ya ket ser milê xwe kir, muxatab desthilat e
09:01 Doz li rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat vekirin
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2025’AN
05/03/2025
17:04 Nivîskarên Kurd hatin binçavkirin
16:17 Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê hatin lidarxistin
16:17 Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû
15:30 Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin
14:50 Li Akdenîzê nobeta li dijî tayînkirina qeyûm didome
14:49 DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê
14:30 Platforma Alimên Olî piştgirî dan banga Ocalan
13:49 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan DFG û Kaboglû
12:13 HSD’ê li Bendava Tişrînê 2 balafirên bêmirov xist
12:12 Li Pakistanê êriş: Herî kêm 12 kes mirin
12:00 Li Xelfetiyê şahiya 8’ê Adarê: Em ê jiyaneke nû ava bikin
11:39 Zilam bi atolyeyên Jineolojiyê re heqîqeta jinê hîn dibin
11:22 Xelkê Amedê: Dora gavavêtinê ya dewlet û Meclisê ye
11:12 Wekîl û hevşaredarên DEM Partiyî civiyan
10:53 Bayindir: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Ji aliyekî ve êriş ji aliyekî ve jî hevdîtin didomin
09:42 ‘Jinên kurd bi perspektîfa xwe rê nîşan didin'
09:01 Hunermend: Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya nû
09:01 'Banga Ocalan destpêka jiyana bi hev re ye'
09:00 ROJEVA 5’Ê ADARA 2025’AN
04/03/2025
20:40 Serokê Baroya Stenbolê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye