Rapora DFG’ê ya meha îlonê: 5 binçavkirin, 2 girtin, 6 doz

  • rojane
  • 10:37 3 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - Di rapora meha îlonê ya DFG’ê de, hate ragihandin ku bi ser mala 2 rojnamevanan de hatiye girtin, 5 rojnamevan hatin binçavkirin, 2 rojnamevan hatin girtin, gef li 4 rojnamevanan hatiye xwarin û derbarê 6 rojnamevanan de jî doz hatiye vekirin. 
 
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamegeran a Meha Îlonê” aşkere kir. DFG’ê di raporê de diyar kir ku di van pêvajoyên ku siyaseta şer roj bi roj tê gurkirin, xizanî û şerê taybet tê kûrkirin de zextên li ser çapameniyê jî zêdetir bûn û wiha got: “Di meha îlonê de van zextan bênavber berdewam kir. Bi hinceta ‘Te çima nûçe çêkir’ rojnameger darizandin û bi tora darazê bi sînor kirin. Polîs û leşkeran gelek caran li qadê rojnameger asteng kirin û nehiştin nûçeyan bişopînin.” 
 
DARAZÊ WEKE ÇÛVÊ TIRSÊ BIKARTÎNIN 
 
DFG’ê da zanîn ku di meha îlonê de mînaka zext û êrişa herî şênber li Colemergê pêk hat û ev tişt gotin: “Bi boneya ku nûçeya fihûş û hişbirê çêkiriye polîsan bi sermala Nûçegîhana JINNEWS’ê  Rabia Onver de girtin. Onver, rastiya ku li Colemergê herkes pê zane lê newêra bîne ziman derxist holê. Lê li şûna ku rê li ber fihûş û hişbirê bigirin, avêtin ser mala rojnameger Onver. Onver a ku ji bo îfadeyê çû edliyeyê dozgerê lêpirsînê, îfade jê newergirt. Ev rewş û mînak, keyfiyeta darazê ya li dijî rojnamegeran û çapameniyê çawa wekî çûvê tirsê bikartînin radixe ber çavan.
 
GEF LI ROJNAMEGERAN HATE XWARIN 
 
Hevkarê biçûk ê AKP’ê çend rojnamegerên têkiliyê MHP’ê yên bi mafya-çeteyan re hene bi belgeyan rayagiştî re parvekirin rastê gefa mirinê hatin. Rojnameger Fırat Can Arslanê ku nelirêtî û gendeliyên di nava şaredariya Qersê de hebûn kir nûçe jî bi gefa mirinê re rûbirû ma. Kesê bi rûpoş bi riya vîdeoyê gefa kuştinê li rojnameger Murat Agirel xwar. Serokê Giştî yê Partiya Nijadperest MHP’ê Devlet Bahçeli jî bi gotina ‘Li xwe hişyar bin sûtarno’ gef li rojnamegeran xwar. Lê daraza tirk jî tenê li kesên gefa kuştinê xwar, temaşe kir.” 
 
DFG’ê di berdewama rapora xwe de ev tişt gotin: “Li gel ku kujer û berpirsên kuştina Narîna 8 salî nehatiye zelalkirin jî, medya alîgir mijar weke bûyereke magazîn dide şîrovekirin. Ev medya alîgir ji serê bûyerê ve bi weşanên xwe agahiyan şolî dike û nahêle gel rastiya mijarê hîn bibe. Wezîrê Kararê Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ji bo kujer û hevkarên wî derxe holê berpirsê yekemîn e. Lê Yerlîkaya cihê ku kujar û hevkaran bibîne, hewl da rojnamegerê ku pirs jê kir bêdeng bike. Li gel van helwest û hewldanan jî rojnamegerên xwestin rastiyan aşkera bikin her roj bi gefan re rû bi rû man. Parazvanên wezîrê ku diçûn serdana Waliyê Amedê mudaxileya weşana zindî ya Ferît Demîr kirin û weşan rawestandin. 
 
CIHAZÊN ROJNAMEGERAN HATIN DESTESERKIRIN
 
Li Wanê rojnameger Kadir Cesûr û Ruşen Takva di dema şopandina nûçeyê de hatin binçavkirin. Cesûr û Takva bi hinceta ku ‘ketine herêma ewlehiya taybet’ ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Leşkeran piştî binçavkirinê rojnameger birin qereqola li ser hidûd û bi seetan li wir rawestandin. Qereqolê bi biryara dozger dest danî ser cîhazên rojnamegeran. Ev hewildan rast e rast mudaxileya wergirtina mafê gel a nûçeyan e. Girtin û rawestandina di qereqolan de desteserkirina wênekêş û cîhazên din rojnamegeran bêhiquqiye û êrişa li dijî rojnamegeran e. Derbarê rojnameger Melek Avci, Ahmet Kanbal û Medîne Mamedoglû jî ji ber nûçeyên ku çêkirine lêpirsîn hate destpêkirin.  
 
BIRYARA QEDEXEYÊN XWEGIHANDINA NÛÇEYAN DERKETIYE ASTEKE XETERNAK
 
Bi van zextan re biryarên qedexeya sansur û xwegihandina nûçe û weşanan jî bênavber pêk tên. Ev li gel biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) didomin. Bi van tundiyan rêjeya biryara qedexeyên xwegihandina nûçe û weşanan derketiye asteke xeternak. Ev rêbaz weke parastina AKP’yiyan tê bikaranîn. 645 nûçe û parvekirinên medya dijîtal ên li ser Serokê Ragihandina Serokomariyê  Fahrettin Altun bi boneya mafên kesayetî tên binpêkirin xwe gîhandina agahiyan hat qedexekirin. 3’yemin Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Stenbolê li gorî hejmara 2024/8772 îlona 2024’an ev biryar wergirt. Biryara qedexeyê ya xwegihandinê ji bo qonaxa Altûn a li derbenda Stenbolê hatin girtin. Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji ber qonaxa qaçax bûn hilweşand. Biryara qedexeyê ya xwe gîhandina 396 entry, 5 sernav û 401 naverokên Ferhenga Ekşî ji ber îdiayên hilweşandina qonaxê û di mehek de stendina 4 muçeyan ya ji aliye Altun ve hatin derxistin. Rewşên wisa di serdema Almanyaya Hîtler de di pratîka Gobbels de jî nehatine dîtin. 
 
DARAZ ROJNAMEGERÊN NÛÇE ÇÊDIKIN DIKE HEDEF
 
Li gel van astengî û zextan em careke din binê vê rastiyê xêz dikin ku çêkirina nûçeyan karê rojnamegeran e. Rojnameger neynika civakê ne. Mîsyona darazê ew e ku îdiayên rojnamegeran bidarizîne û derbarê kesên ku sûc kirine de biryarên îdarî bide. Lê ev rewş di serdema AKP’ê de berovajiye. Daraz azadiya çapameniyê tune dihesibîne û rojnamegerên nûçe çêdikin dike hedef.
 
Her çend zext û sansura desthilatê û darazê li ser rojnamegeran zêde bibe jî em ê di nîvîsandina heqîqetê de bi tu awayî tavîz nedin. Helwest û biryardariya me ya aşkerakirina heqîqetê dê bidome. Weke helwest û biryardariya xebetkarên Çapemeniya Azad ên hatin qetilkirin; Weke Berpirsa Weşana Rojnameyê Gurbetelî Ersoz û Nagihan Akarsel bi biryar be. Bi vê boneyê di salvegera dilovaniya Akarsel û Ersoz de wan û hevalê wan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.” 
 
HEJMARA ROJNAMEVANÊN GIRTΠ
 
Herî dawî di raporê de, hate ragihandin ku bi ser mala 2 rojnamevanan de hatiye girtin, êrişî organeke weşanê hatiye kirin, 5 rojnamevan hatin binçavkirin, 2 rojnamevan hatin girtin, gef li 4 rojnamevanan hatiye xwarin û 9 rojnamevan hatine astengkirin. Her wiha derbarê 4 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, derbarê 6 rojnamevanan de jî doz hatiye vekirin û hejmara rojnamevanên girtî ligel 2’yê cotmehê bûne 37. Her wiha 5 malperên înternetê hatine girtin, 699 nûçe û 409 hesabên medyaya dîjîtal hatine astengkirin. 
 
 
 

Sernavên din

14:13 Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan
14:09 Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir
13:20 ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
13:17 Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
12:52 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
12:51 Mehmet Emîn Aktar beraet kir
12:37 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve
12:19 Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin
12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
11:20 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:19 Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin: Faîl nehatin cezakirin
10:41 Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin
10:37 Rapora DFG’ê ya meha îlonê: 5 binçavkirin, 2 girtin, 6 doz
10:34 Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide
10:33 Rojnameger Ûrmiye: Îran di bin zextekî giran de ye
10:09 Cenazeyê Kuday anîn Mêrdînê
10:08 Fikra 'azadiyê' ya Abdullah Ocalan bû îlham
10:05 Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!
09:54 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ê derê veguherînim cihê çareseriyê
09:33 Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin
09:24 'Ji bo azadiyê em ê li Amedê bin’
09:16 Li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê ye
09:02 Hiqûqnas Schmidt: Divê Komîteya Wezîran Tirkiyeyê şermezar bike
09:01 Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin
09:01 Bîlançoya astengî û qedexeya li ser kurdî: Zextên li ser zimanê kurdî didomin
09:00 Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin