Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Ereb, Êzidî û Tirkmen diyar kirin ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan destpêka şerê sêyemîn ê cîhanê bû û gotin: "Hêzên komploger ê ku dixwestin fikrê netewa demokratîk tune bikin têk çûn. Ev 25 sal in ku birêz Ocalan di nava çar diwaran de ye. Lêbelê fikrê wî gav bi gav belavî cîhanê dibe û komployê vala derdixe. Îlhamê tekoşîna me birêz Ocalane. Komplo bi ser neket hêviya netewa demokratîk mezin dibe."

Di 9'ê Cotmeha 1998'an de  di nav de hêzên weke Suriye, Iraq, Ermenîstan,Îtalya û Yunanîstan û Tirkiye hrw. li dijÎ  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komployeke navnetewî hate li dar xistin. Ev komplo di şexsê Ocalan de li dijî gelê kurd, Kurdistan û Rojhilatanavîn pêk hat. Li gel pêkanîna komploya li dijî Ocalan, hêzên navnetewî dest li RojhilatanavÎn  werdan. Ev komploya li dijî Ocalan weke destpêka şerê sêyemîn ê cîhanê tê binav kirin. Bi vê komployê re hevsengiya li Rojhilata Navîn bi temamÎ hat guhertin û piştî komployê gelek welatan pergal bi destên van hêzên navnetewî hate hilweşandin û rêber û pêşengên wan ji desthilatdariyê xistin. Bi komplyê ve girêdayî Emerikiyan berê xwe da Rojhilata Navîn. Ji Efxanistanê heta Iraqê gelek dever hatin hilweşandin û veguherîn qadên şer. Gelek tevger, partî û rêxistin bêbandor hatin hiştin û Saddam Huseyîn li Iraqê hate daliqandin û rejîma wî bidawî kirin. Li tevî van geşedanan yek ji armanca hêzên komploger ê navnetewî ew bû ku tevgera kurd, PKK'ê ji holê rabike. Lê belê di vê plana xwe de negihişte armancê. 
 
Ji Misrê heta Lîbya û Sûrîyeyê serhildanên gelan çêbûn. Lîderên hin welatan ji textê desthilatdariyê ketin. Li Rojava jî şoreşa gelan dest pê kir. Hêzên komploger ê ku dixwestin tekoşîna gelê kurd tine bikin li şoreşa Rojava qelibîn. Ev hêzên ku li Rojhilatanavîn şereke topyekûn dan destpêkirin. Di heman demê de ji bo têkbirina şoreşa Rojava ya ku berhemê Ocalan bû têk bibin jî gelek komên çete avakirin û ber bi Rojava ve şandin. Komploya li dijî Ocalan 26 salên xwe tejû kirin. Bi minesebata salvgera komploya navnetewî ya li dijî Abdullah Ocalan de jinên Êzidî, Ereb û Tirkmen ku ji fikir û felseya Ocalan bandor bûn û di nava tekoşînê de cihê xwe digirin sedem û armancên komploya navnetewî  nirxandin. 
 
'BI FIKIR Û FELSEFEYA  WÎ EM BÛN XWEDÎ ÎRADE' 
 
 
Berdevka Jinên Ereb ya Kombûna Jinên Zenûbyayê Xod Elî El-Îsa diyar kir ku hêzên kapîstalîst bi dîl girtina Ocalan xwestin ku Rojhilatanavîn bikin navenda aloziyan ya cîhanê û got ku jinên Ereb bi fikir û felsefeya Ocalan di çeperên tekoşînê de cih digirin û wiha axivî: "Beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê jin rastî paşguhkirin û zilmê hatin,  bê hebûn û bê maf jiyankirine.Piştî ku şoreş li Sûriyeyê pêk hat hêviyên me çêbûn ku em weke jin mafê xwe bi dest bixin û di hemû waran de beşdarî jiyanê bibin. Lê ew şoreş ne weke ku em difikirîn hat, piştî ku komên çekdar derketin û DAIŞ`ê derbasî herêmên me bûn, zilma ku me dît a herî giran û xerab bû, me tê de tundî, îşkence, qetilkirin û revandin dît. Di wê demê de hemû hêviyên me yê jiyanê têk çûn. Dema herêmên me ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û tevlêbûna jinan ji wê hêzê re hatin rizgarkirin, ji nûvra hêviyên me çêbûn, me ew kêliyên xweş baş jiyan kirin û em derbasî qonaxa rizgarkirina ji zilmê bûn. her wiha em ji fikra dewletê ya desthildar ku mafê jinan paşguh dike xelas bûn. Felsefeya fîlozof Rêber Abdullah Ocalan hişt ku hevgirtin di nava hemû pêkhateyan de geş bibe, niha jin bi fizîk ji ji tundî û hwd re hatine rizgarkirin, tenê aliyê fikrî dimîne em ji bow ê jî di nava têkoşînê de ne. Derfeta ku fikra Rêber Abdullah Ocalan daye me ji bo me mîna xewnekê bû, jin dikare di nava jiyaneke ewle û bi istiqrar bijî. bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan me saziyên taybet bi jinan wekî destkeftî bi dest xist. Fikra Rêber Abdullah Ocalan bang li demokrasiyê dike, Rêveberiyeke Xweser ku jin û mêr li kêlek hev û bi awayeke wekhev cih bigirin." 
 
'EM JI FIKRÊ OCALAN BANDOR BÛN Û NIHA TÊDIKOŞIN'
 
Elî El-Îsa bi lêv kir ku ew weke jinên ereb azadiya Ocalan weke erkeke sereke dibînin û wiha domand: "Jin bi fikra xwe ya azad û îradeya xwe ya azad bijî, bi vê yekê jin karîbû di hemû qadên siyasî, leşkerî û saziyên civaka sivîl de cih bigire. Tevî hemû zehmetiyên di nava kevneşopî û adetên li herêmê de û bandora fikra DAIŞ`ê li ser herêmê jî jinan di sîstema hevserokatiyê de xwe isbat kir.Ji bo ku em jinan ji koletiyê rizgar bikin, em bi fikra Rêber Abdullah Ocalan têdikoşin û em bi fikra Rêber Abdullah Ocalan pir bandor bûne, em xwe li hemberî têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berpirsyar dibînin, em ê ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nameyan bişînin, rêxistinên navneteweyî, civakî û hiqûqî serdan bikin.Em sedemên komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dizanin, hêzên kapîtalîst dixwazin Rojhilata Navîn ji hev bixin fikra Rêber Abdullah Ocalan li beramberî vê yekê bang li xurtkirina hevgirtina gelan dike, ew hêzê vî fikrî ji xwe re xeter dibîne. Dewleta Tirk di nava komployê de wekî çavdêre û hevkarê esasî ye. Ji 3 salan ve me agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nekiriye û tirsa me li ser rewşa wî ya tenduristî heye. Em ê ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin û em jî dibêjin ew fizîkî di girtîgehê de ye, fikra wî li cîhanê belavkirî ye." 
 
'PIŞTÎ KOMPLOYÊ GEL KIRIN DIJMINÊ HEV'
 
 
Li Şengalê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Heco jî bal kişand ser salvegera komploya 9'ê cotmehê ya li dijî Ocalan û wiha got: "Hêzên desthilatdar bi vê komployê xwestin ku fikrê ku li ser netewa demokratik hatiye avakirin tune bikin. Bi vê komployê armanc kirin ku demokratîkbûna Rojhilatanavîn bi temamî ji holê rabikin û wiha vegot:" Komploya ku li ser Rêberê Gelê Kurd hatiye meşandin em şermezar dikin. Berdewamiya komploya 9'ê cotmehê li ser gelan tê meşandin. Ev komploya ku hatiye destpêkirin komployeke demdirêj a hêzên navnetewî bû. Hêzên ku dixwestin Rojhilatanavîn dagir bikin û xwestin ku li gorî berjewendiyên xwe ev komploye li ser birêz Ocalan dan meşandin.Li Rojhilatanavîn de bi taybetî jî di vê serdemê de fikir û ramanê birêz Ocalan ji projeyên wan ê dijitiya gelan dikin re dibû asteng û xetimandin. Dema ku em bala xwe didinê em dibinin ku piştî serokatî hate girtin ew di  Rojhilatanavîn de bêtir rehet bûn. Piştî derxistina Serok Apo ya ji Suriyeyê gava yekemin mudexelekirina Rojhilatanavîn bû. Şerê mûdexelekirina Emrîkî ya Iraqê ji komploya navnetewî ve ne qute. Armanc ne desthilatdariya Saddam Huseyn yan jî hilweşandina rejîma Baas bû. Armanc mudexelekirina Iraqê bû. Kê DAIŞ ava kir û serê dinyayê kir bela? Gava yekemin a komployê de derbasî Iraqê bûn û mudexelekirin bi Iraqê re dan destpêkirin. Piştî wê dest bi hûcreyên veşartî yê terorê kirin. Di destpêkê de ev hişmendiye û zindî kir û piştre jî nijadperestî li ser vê axê dan avakirin. Gelên ku li herêmê bi hevre jiyan dikirin kirin dijminê hev."
 
'PROJEYA WAN A DAIŞ'Ê BI FIKRÊ OCALAN TÊK ÇÛ'
 
Heco diyar kir ku di şexsê Ocalan de, di hedefê de tasfiyekirina gelê kurd hebû û wiha pêde çû: "Ev yek ji armanc û hedefê wan bû. Fikrê serokatî yê netewa demokratik dijî vî fikrî bû. Yan jî du xetên ji hev cüda bûn. Yek civakê tune dike û li ser bêîradebûn û tunebûna civakê xwe ava dike û fikrê din jî civakê dike xwedî îrade û rêveberiya civakê derdixe holê. Şerê fikrekî beramberî fikrekî bû. Bi girtina birêz Ocalan ne tenê şexsek girtin armanc girtina fikrekî bû. Piştî komployê DAIŞ'ê derxistin,hikûmeta Suriyeyê, Lîbyayê hilweşandin. Li dijî dewletên Ereb şereke topyekûn dan destpêkirin. Piştî ku Serok Apo girtin mudexeleyî dewleten ereban kirin. Kesayetên ku di nava ereban de bi bandor bûn û ne diketin bin bandora pergala deshilatdaran jî desteserkirin. Di serdema îro de di nava dewletên ereban de keseke xwedî îrade nehiştine. 22 dewletên ereban hene lêbelê ev dewlete di nava xwe de kirin 4-5 perçe û hemû jî li hemberî hev şer dikin. Şerê ku îro li Suriyeyê tê meşandin bi destê Emrikî, Rusya pêk tê. Ev gele bi destê xwe bi xwe tasfiye dike. Ev komploye astekî gihişte armanca xwe. Dema ku serokatî girtin xwestin gelekî û tevgerekî jî tasfiye bikin. Wisa bifikirin ku dê karibin serokatî ji gel û Rojhilatanavîn qut bikin.Fikir û felsefeya serokatî û îradeya ku wî da avakirin ev planên wan heta astekî vala derxistin. Piştî komployê hin plan dan pêşiya xwe û xwestin ku pêk bînin. Projeya wan a DAIŞ'ê bi fikrê serokatî têk çû. Ew xaleke wan ê esasî bû ku li vir dagir bikin.",
 
'EV FIKIR BELAV DIBE'
 
Heco di berdewama axaftina xwe got ku li dijî gelê kurd her êrişeke di asta cîhanî û herêmî de 9'ê cotmehê hatiye kirin û got ku ev ne rasthatineke. Heco bi lêv kir ku li tevî hemû stratejiyên hêzên navnetewî yê şer û tunekirinê jî pêşî li fikrê Ocalan nehate girtin û got: "Îro Suriye hemû di nava aloziyekî de ye û bêîrade hatiye hiştin. Herêmên ku di bin fikir û felsefeya Rêveberiya Xweser de ne aram in. Lêbelê hin hêzên navnetewî û dewleta tirk ev pêşketinên ku qebûl nekir. Êdî bi serok Apo re hevdîtin jî qut kirin. Ji sala 2015'an vir ve jî planên xwe guherandin. Niha di Şengalê de peymana 9'ê cotmehê îmzekirin. Lê binerin 9'ê cotmaha 2019'an de  Efrîn û Grêspî dagir kirin. Heman dîrokê de ango 9'ê cotmehê 2022'an de peymana Şengalê îmzekirin. Xwestin ku Efrînê vala bikin, gel koçber kirin, demografiya wê derê ve lîstin, gel ji çand û nasnameya xwe, ji rastiya xwe dûr xistin. Heke ku li Şengalê jî Rêveberiya Xweser neba jî ev plana xwe ya 9'ê cotmehê kelî bi kelî wê pêk anî ban. Negihiştin armanca xwe û peymana 9ê cotmehê têk çû. Ev fikrê serok Apo li her deverê belav dibe. Ev kampanyaya ku hatiye destpêkirin ne tenê azadiya fizikî ya Seroke. Ev 25 sal in ku Serok Apo di nava çar diwaran de ye. Lêbelê fikrê wî gav bi gav belavî cîhanê dibe û encam jî digire. Ev hemleya ku hatiye destpêkirin nîşanî me da ku nema dikarin pêşiya fikir û felsefeya Rêber Apo bigirin. Roj bi roj xwedî derketina vî fikrî zêdetir dibe. Bi tecrîdkirinê ev fikir nayê tunekirin."  
 
'EM BI FIKRÊN WÎ AZAD DIBIN'
 
Heco bal kişand ser pergala Îmraliyê û daxuyand ku îro girankirina tecrîdê berdewamiya komployê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev fikir derbasî her welatî bû. Ji kurdan bêtir xwedî li vê fikrê derdikevin. Ev kesên ku xwedî li vî fikrî derdikevin jî ne kesên ku di bin bandora hêzên desthilatdaran in. Azadiya xwe di wî fikrî wÎ de dibinin. Em bi vî fikrî azad dibin. Xwediyê vî fikrî azad nebe em jî ne azad in. Ti qanûnên dinyayê Îmraliyê nagire. Hêzên ku ev komplo pêk anîne dê çawa ji bo wî qanûnan bidin meşandin? CPT girêdayî kê ye? Girêdayî ev hêzên ku ev komplo sazkirine û pêk anîne. Qanûnên wan tenê ji wan re ne. Herî zêde xwedî derketina Serok Apo erka me civaka êzidî ye. Yê ku rêya rast dide pêşiya me û dihêle ku em bikaribin ser piyan bisekinin Serok Apo bû. Girîngî daye vê civakê. Derveyî serokatî ti kesî ji bo êzidiyan tiştek nekiriye. Ji ber wê xwedî derketina wî xwedî derketina azadiya xwe ye. Yê ku em di fermanê de rizgar kirin fikrê Serok Apo bû. Divê ku em vî fikrî bêtirîn birêxistin bikin û belav bikin. Heta dawiyê jî azadkirina Rêber Apo em ê tekoşîna xwe bidomînin. Xelasiya me di fikrê Serok Apo de ye. Her jineke Iraq de tirs heye. Divê ku em tekoşîneke bêtirs bidin meşandin. Ev serdem serdema azadkirina fizîkî ya Serok Apo û xelasiya me jinan e. Îlhamê tekoşîna me jinên Êzidî fikrê Serok Apo ye. Komplo bi ser neket hêviya modela jiyaneke netewa demokratik mezin dibe. Bi yek dengî, bi yek biryarê û tifaqiya xwe vê komployê vala derbixînin."
 
' FELSEFEYA WÎ MODELÊ JIYANEKE DEMOKRATÎK A NÛ YE' 
 
Yek ji jinên ku ji fikir û felsefeya Ocalan bandor bûn û di nav tekoşîna tevgera jin de cih digirin jî Tirkmen in. Endama RJAK'ê ya tirkmen Şeyma Şabender jî bal kişand li ser wateya komploya li dijî Ocalan û wiha got: "Fikrê Ocalan hêviya modela jiyaneke nû ya demokratîke. Ev komploye di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî hemû gelên bindest pêk hat. Xwestin ku bi vê komployê gelê kurd bi jenosîtê re derbas kirin. Xwestin ku gelê kurd bindest bikin û perçe bikin. Gava yekemin a tasfiyekirina gelê kurd bû. Ji ber wê li dijî Ocalan hemû bûn yek hêz û ev komplo pêk anîn. Rêber Ocalan îradeya bi mîlyonan kesane. Ji bo aşitiya gelên Rojhilatanavîn xebateke girîng û projeyên mezin dide peşiya xwe. Armanca wî ya sereke ew bû ku gelên bindest di bin siwanekî de bi aştiyane bije. Bi derketina fikir û felsefeya Ocalan ew gelên bindest zindî bûn û dora vê fikir û felsefeyê kom bûn. Îradeya wî ya ji bo aşitiyê û azadiya gelan li berçavene. Ji ber wê bi vê komployê xwestin ku vî fikrî bifetisînin. Felsefeya ku wî daye rûniştandin ji bo jiyaneke nû modeleke. Ev fikre zilm, zordestî û sermardariyê teşhîr dike. Fikrê Ocalan fikrê demokratîke. Ev fikre bû sedem ku li Rojavayê Kurdistanê kurd, ereb, şîî, keldanî,ermenî tirkmen bi hevre bijîn. Ew berhemê fikrê netewa demokratîke. 26 sal bi ser vê komployê derbas bûn lê ev komploye heta roja me ya îro jî didome. Vê carê jî bi şêwazî tecrîdkirina birêz Ocalan didomînin. Fikrê wî ji xwe re weke talûke dibinin. Îro fikrê wî li tevahiya cîhanê belav bûye. Ew felsefeya wî ya Jin Jiyan Azadî bû sedemê tekoşîna jin. Ji ber wê ji Rêber Ocalan ditirsin. Ji ber wê di tecrîda girankirî de israr dikin. Naxwazin ku dengek ji wir bê. Ji ber ku dizanin dengê ji wir bê dê bigihije bi mîlyonan. Ji ber wê em jinên tirkmen, ereb, êzidî, ermenî, kurd û tirk li dora vê fikre bigihijîn hev û vê komploya ku îro bi tecrîdê didomînin vala derbixînin.

Sernavên din

12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’
14:19 Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin
14:13 Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan
14:09 Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir
13:20 ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
13:17 Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
12:52 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
12:51 Mehmet Emîn Aktar beraet kir
12:37 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve
12:19 Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin
12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê
11:43 Li Serêkaniyê yek jê zarok du kes hatin binçavkirin
11:30 Li wargeha KYK’ê mirina biguman
11:21 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
11:20 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:19 Ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes hatibûn qetilkirin: Faîl nehatin cezakirin
10:41 Rapora Raportorê Tirkiyeyê Schennach: Divê biryarên AÎHM’ê werin sepandin
10:37 Rapora DFG’ê ya meha îlonê: 5 binçavkirin, 2 girtin, 6 doz
10:34 Rojnamevan Dîcle: Serkeftina YNK’ê dê darbeyeke mezin li Tirkiyeyê bide
10:33 Rojnameger Ûrmiye: Îran di bin zextekî giran de ye
10:09 Cenazeyê Kuday anîn Mêrdînê
10:08 Fikra 'azadiyê' ya Abdullah Ocalan bû îlham
10:05 Malbata Dîlan Yildirimê: Ev cînayet e, ne xwekuştin e!
09:54 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ê derê veguherînim cihê çareseriyê
09:33 Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin
09:24 'Ji bo azadiyê em ê li Amedê bin’
09:16 Li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê ye
09:02 Hiqûqnas Schmidt: Divê Komîteya Wezîran Tirkiyeyê şermezar bike
09:01 Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin
09:01 Bîlançoya astengî û qedexeya li ser kurdî: Zextên li ser zimanê kurdî didomin
09:00 Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN