Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne

  • rojane
  • 14:11 4 Cotmeh 2024
  • |

ENQERE - Bi sedan parêzerên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li AYM’ê dabûn, ji ber ku derheqê serlêdana wan de biryar nedaye, AYM’ê protesto kirin. Parêzeran ji AYM’ê re gotin: “Berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”

Bi sedan parêzerên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Enqereyê, ji ber ku serlêdana wan a bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nebersivandiye, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) protesto kirin. Parêzerên Rêberên PKK’ê Abdullah Ocalan, serokên baroyan, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û siyasetmedar Ayla Akat Ata jî piştgirî dan çalakiyê. Parêzeran di çalakiyê de pankarta “Li Îmraliyê hiqûqê pêk bînin, bila tecrîd bê bidawîkirin” vekirin. 
 
Li ser navê parêzeran Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak daxuyanî xwend. Çakmak, diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq, maf û azadiyên sereke ji holê hatine rakirin. 
 
‘CIHEKÎ DERASAYÎ YE’
 
Daxuyaniya Çakmak wiha ye: “Mînaka qedexeya hevdîtinên bi parêzer, malbat û vasiyî ya li Îmraliyê di cîhanê de tune ye. Îmrali veguherandine cihekî wisa derasyî ku pêvajoya îdarî û darazî ya têkildarî qedexeyên parêzer û malbatan de bi awayekî derhiqûqî ji parêzeran veşarî tê meşandin, parêzer nikarin pîşeya xwe pêk bînin, tevahiya têkiliyên bi cîhanê re hatine qutkirin, 42 meh in tu agahiyên hiqûqî û însanî nayên girtin, venêrîneke hiqûqî û însanî lê nayê kirin, ewlehiya hiqûqî û pêşdîtin li wir ji holê hatiye rakirin, di şert û merc û rejîmeke derasayî ve tê birêvebirin.
 
BI VEŞARÎ TÊ MEŞANDIN
 
Li Girtîgeha Îmraliyê, her sê mehan carekê cezayên disiplînê li girtiyan tê birîn û bi vê yekê re hevdîtinên bi malbatan re tên qedexekirin û ev rewş bi sala ye tê berdewamkirin. Lêpirsînên disiplînê, cezayên disiplînê û pêvajoya înfazkirinê ya têkildarî van, tevî hemû serlêdanên parêzean jî bi awayekî veşarî tê domandin; daxwazên ji bo qeydên UYAP’ê, delîl, bingeh û belgeyan tên redkirin. 
 
ESAS NAYÊN GIRTIN
 
Bi vê munasebetê, darizandin û pêvajoyên cezayê yên li Îmraliyê bi awayekî veşarî û taybet tên meşandin, li derveyî îtîraza destûra bingehîn û venihêrîna serlêdanê jî tê hiştin. Ceza bi awayekî periyodîk tên dayin û dema parêzer di van deman de îtîrazan dikin jî, ev îtîraz tên sekinandin û esas nayên girtin. Bi vê yekê re cezayên disiplînê li ser girtiyên ku têkiliya wan bi temamî ji cîhanê hatiye qutkirin re, li ser girtiyên ku tu alîkariya hiqûqî nagirin bi awayekî korsan tên teqezkirin. Rejîmeke cezakirinê ya ku qanûnan li gorî xwe dinirxîne û bingeha îşkence û muameleya xerab ava dike hatiye avakirin. Ji bo van cezayên disiplînê yên ku hatine plankirin, hincetên weke ‘di aktîvîteya sporê de volta avêtiye’ tên nîşandan û bi vê yekê re hevdîtinên bi malbat û vasiyan re tên qedexekirin. 
 
BI DEHAN SERLÊDAN HATIN KIRIN
 
Li dijî van sepanên îşkenceyê yên bi rêya van cezayên disiplînê tên kirin û binpêkirinên mafan ên sîstematîk, di nava 9 salan de bi dehan serlêdan ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn hatine kirin. Di 12 salên ewil de hevdîtinên bi parêzeran re yên li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî derqanûnî hefteyê tenê bi saetekê hate bisînorkirin lê belê bikaranîna vî mafî jî her tim bi hincetên weke ‘muxalefeta hewayî’, ‘keştî xerabe ye’ û hwd. gelek caran hate astengkirin. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha jî hevdîtinên parêzeran ên li Girtîgeha Îmraliyê bi temamî hatine qedexekirin. 
 
BI AWAYEKÎ SÎSTEMATÎK TÊN DAYIN
 
Ji vê dîrokê heta roja me, tenê di navbera mehên gulan-tebaxa 2019’an de 5 caran hevdîtinên parêzeran ên îstîsnaî çêbûne. Ji bilî wan tu hevdîtin nehatine kirin. Beriya niha hincetên weke ‘muxalefeta hewayî’, ‘keştî xerabe ye’ û hwd. pêşî li parêzeran digirtin lê ji tîrmeha/2016’an ve Dadgeriya Înfazê ya Bursayê bi awayekî derhiqûqî her 6 mehan carekê biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran dide. Biryarên qedexeyê her 6 mehan carekê bi awayekî periyodîk tên dayin û weke sepaneke sîstematîk di meriyetê de ye. 
 
BI AWAYEKÎ DERHIQÛQÎ TÊN REDKIRIN 
 
Qedexeyên behsa xeberê û mercên girtî tê de tên ragirtin li dijî qedexeya îşkenceyê ne û divê tavilê daxwaz û giliyên parêzeran ên ji bo hevdîtinê esas bên girtin û esas û bingehên biryarên qedexeyê ji parêzeran re bên şandin. Divê daxwaza parêzeran a ku çêkirina qeydên UYAP’ê jî ji hêla Dadgeriya Înfazê ve bi awayekî derhiqûqî tên redkirin. Li dijî qedexeya hevdîtina parêzeran ku bi awayekî veşarî tên birêvebirin, ji venêrîna qanûnî re girtî, ji bingeheke qanûnî bêpar, yên rê li ber rewşên ragirtinê yên dermirovî vedike, yên pêşiya wan nayê dîtin û xwe dispêrin hincetên giştî û razber, di nava 9 salan de gelek serlêdan ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn hatine kirin. 
 
AYM BIRYARÊ NADE
 
Li dijî van muameleyên dermirovî yên me vegotin û yên mîna wan, ji sala 2015’an heta niha tevahiya serlêdanên li ser navê girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ji bo AYM’ê hatine kirin, bi demê re hatin vehêlandin û tên bêbandorkirin. Li djî qedexeyên hevdîtinê yên ji bo domandina rewşa agahînegirtinê (Incommunicado), cezayên disiplînê yên xapînok û tu bawerî pê nayê, qedexeyên parêzer û axaftina li ser telefonê yên derqanûnî û ji bingeheke madî dûr, di nava 9 salan de zêdetirî 50 serlêdan hatine kirin. Lê belê AYM’ê xwe ji bersivandina van serlêdanên li hemberî şert û mercên tecrîda girankirî ya li Îmraliyê tên kirin dûr girt, biryar neda û di mijara domandina vê derhiqûqtiyê de roleke bibandor lîst. 
 
Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn birêz Kadîr Ozkaya, demekî nêz berê di axaftineke xwe de got; ‘Yên ji heqiyê dûr dijîn, nikarin xwe ji neheqiyê xelas bikin. Bila kîn û hêrsa we ya li hemberî civakekê we ber bi bêedaletiyê ve nebe. Bibin dadgerên wisa ku mînaka edaletê bin. Tu sedem bila tu caran we ji heqiyê dûr nexein; bila nekin ku hûn ne bi edalet tevbigerin. Bêyî ku li nîjad, ol, ziman, reng û hwd. binêrin, dema zilmek hate kirin bi dilwêrekî mudaxile bikin. Ev yek, mecbûriyeteke ji mirovbûna me ye, deynekî jiyanî û wijdanî ye.’ 
 
DEMA MIJARA BEHSA XEBERÊ DIBE KURD HIQÛQ NAYÊ CÎBICÎKIRIN 
 
Lê belê dema mijara behsa xeberê dibe kurd, di pratîkê de gotinên Serokê AYM’ê nayê cîbicîkirin. Ev yek di biryarên AYM’ê yên têkildarî serlêdanên Roboskê, Qedexeyên Derketina Kolanan, Komkujiya Pirsûsê û Komkujiya Gara Enqereyê de bi eşkereyî hatin dîtin. Her wiha li dijî Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê ku bi sala ye destûra bingehîn û qanûn lê hatine betalkirin, zêdetirî pêncî serlêdan hatin kirin lê heta niha jî AYM’ê ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinên mafan ên giran û ji bo tevdîran tu biryar nedan. Vê jî derbekî giran li baweriya bi hiqûqê xistiye. 
 
TECRÎDÊ BI DAWÎ BIKIN
 
Weke encam; divê rejîma tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin û bingeha çareserî û guftûgoyê were pêşxistin. Ji bo Tirkiye veguhere dewleteke hiqûqa demokratîk, ji bo krîzên aborî û civakî yên heyî bên çareserkirin ev yek dê roleke girîng bilîze. Di vê çarçoveyê de hewceye AYM jî di mijarên guftûgo, aştî û lihevkirinên demokratîk de xwedî helwest be û bi biryarên biedalet ên li dijî Pergala Tecrîdê ya li Îmraliyê re dikare feydeyê bide çareserkirina pirsgirêkên siyasî û civakî yên Tirkiyeyê. 
 
BERPIRSYARTIYA XWE BI CIH BÎNIN
 
Weke encam; em bang li AYM’ê dikin ku ji bo bidawîkirina binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî sîstematîk tên kirin berpirsyartiya xwe bi cih bîne. Em rêgezên makezagonî û pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî bi bîr dixin û dixwazin ku AYM biryar û tevdîrên kul van binpêkirinên behsa xeberê ji holê radikin tavilê bide.” 
 
HEWLDANA EDALETÊ YA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî da zanîn ku wan li dijî Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê ava kirine û dê tecrîdê ji hemû mirovahiyê re vebêjin. Turkdogan, got ku dê tecrîdê ji hemû partiyên siyasî, rojnameger, rewşenbîr, dîplomat û hwd. re vebêjin. Ozturk, wiha domand: “Çawa dibe ku ev 43 meh in agahî ji birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî nayê girtin? Weke ku tiştekî asayî be tevdigerin. Em vê qebûl nakin. Di hemû pêvajoyên aştiyê de Tirkiyeyê birêz Ocalan muxatab girt. Divê em pirsgirêkan bi rêya guftûgoyê çareser bikin. Rêya vê jî ji Îmraliyê re derbas dibe.” 
 
DIJMINATIYA LI DIJÎ KURDAN
 
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş jî bertek nîşanî AYM’ê da û ev tişt anî ziman: “AYM li gorî fermanên AKP’ê tevdigere. Li vî welatî, li Îmraliyê tecrîd heye. Ev 43 meh in em tu agahiyan jê nagirin. Ji kesekê bi milyonan kes jê re dibêje îradeya min, tu agahî nayên girtin. Tu eleqeya tecrîdê bi hiqûqê re nîne. Bi biryarên siyasî tê domandin. Birêz Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de xwedî roleke diyarker e. Gelo îro çima li Îmraliyê tecrîd heye? Ji ber ku îktîdara heyî dijminatiyê li kurdan dike.” 
 
 

Sernavên din

20/10/2024
21:50 Şahiya Çand Dîrok û Gastronomiyê ya Hilarê bi konserê bi dawî bû
20:44 Serokên Baroyên Dîlok, Wan û Îzmîrê diyar bûn
20:19 Karataş ê hate berdan ji bo girtiyan banga têkoşînê kir
19:41 Demîrtaş dê beriya serdanê metna bangê bide Ozel
19:22 Li Edeneyê malbatên Oz û Demîr li hev anîn
18:46 Li Baroya Stenbol guherîna piştî 22 salan: Serokê nû bû Kaboglû
18:32 Li Herêma Kurdistanê dengdayîn bi dawî bû
18:24 Fûara Pirtûkên Kurdî bi dawî bû
18:12 Cegerxwîn bi helbestên xwe hate bibîranîn
17:52 Li Pîranê texrîbata ji ber madenê hate lêkolînkirin
17:31 Jin li Mêrdînê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:53 Ji Yekitiya Karker Kedkaran: Em hêza xwe birêxistin bikin, berxwedanê mezin bikin
16:04 Qedexeya derketina kolanan a li Mêrdînê hate rakirin: 4 kes hatin binçavkirin
16:00 Li dijî Eyn Îsayê êriş hate kirin: 3 zarok hatin qetilkirin
15:45 Berpirsyarê Hilbijartinê yê YNK’ê: PDK’î zextê li gel dikin
15:44 Şîna Temîzer ê li girtîgehê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da hate ziyaretkirin
15:34 Di Şahiya Dîrok û Gastronomiyê de berhemên hêrêmî hatin pêşkeşkirin
15:09 ‘Hevdîtina Alim, Dayik û Pîran’: Civaka biexlaq, bi avakirina civaka xwedî wijdan ava dibe
14:31 Ji bo zarokan çalakiya ‘Li kolanan spor û muzîk’ hat lidarxistin
13:22 Parêzeran banga bikaranîna deng li hempîşeyên xwe kirin
13:21 DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir
13:09 Li Meclisê maratona bûdçeyê dest pê dike
12:51 Li Kerboranê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:50 Li Herêma Federe ya Kurdistanê banga çûna ser sindoqan hate kirin
12:36 DBP’a Stenbolê rêxistinbûn nîqaş kir: Em ê xwe tax bi tax birêxistin bikin
12:29 Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû
12:28 PDK bi kesên ji Bakur anî deng dide avêtin
11:55 Îdianameya ‘Çeteya Yenîdoganê’: Pitik bi dermanê narkotîkê mirandine
11:05 Mesrûr Barzanî têkildarî Tirkiyeyê li xwe mikûr hat
10:57 Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin
10:38 Turkoglû: Aştî bi hevrûbûna bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ re dibe
10:34 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan dê şîna xwe dane
10:11 Şerê li Rojhilata Navîn dijwar dibe: Tişta ku kurd bikin girîng e
09:41 Dayikên Aştiyê: Heta deriyê Îmraliyê venebe aştî pêk nayê
09:40 Jin: Têkoşîneke hevpar divê
09:12 Li Stenbolê jin xwe biewle hîs nakin: Têkoşîn û xweparastin şert e
09:02 Li girtiyan ferzkirina lêgerîna li hundirê dev û muayeneya kelemçekirî
09:02 Ji ber ‘bîkîniyê ala tirkan li ser’ parve kiriye lêpirsîn hate vekirin
09:02 30 sal in mêşvaniyê dike: Karê mêşvaniyê û hingiv gelek zehmet e
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2024'AN
08:57 Di lijneya Baroya Dîlokê de li dijî berteka tecrîdê hewldana êrişê
08:18 Li Mêrdînê bi ser gundên qedexe lê hatibû ragihandin de girtin
08:06 Hilbijartina li Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
19/10/2024
19:56 Navenda Jiyanê ya Jinan Şamîranê hat vekirin
19:54 Bi dengê Hediye Kalkanê 'Bilbilo'
18:48 Tûncel: Divê peyama 13'ê Cotmehê baş bê xwendin
17:04 Roja ku biryara tehliyeya wî hat dayîn jiyana xwe ji dest da
17:02 YNK’ê di dengdayîna taybet de 70 hezar deng wergirtine
16:56 Cenazeyê Goz piştî 3 salan radestî malbata wî hate kirin
15:49 Li Erxeniyê Şahiya Dîrok Çand û Gastronomiyê dest pê kir
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Onaran, Yilmaz û Tokmak hat kirin
15:06 Kongreya Baroya Stenbolê dest pê kir
15:06 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê niyeta baş têre nake, divê jidil bin
14:59 Lêpirsîna ‘Çeteya Yenîdogan’: Rûhseta 9 nexweşxaneyan hate betalkirin
14:57 Fadil Şenyaşar: Ez bi piştevaniya gel li derve me
14:44 JRO: Li Herêma Kurdistanê şopandina rojnamevanan a hilbijartinê hate astengkirin
14:33 Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in
13:55 Keça Fehmî Tosûn: Ji bo ku em hesabê bipirsin li vir in
13:52 Xizmên Windayan: Eger hûn çareseriyê dixwazin kujeran derxin holê
12:05 Êrişên li dijî kolberan didomin
11:01 ‘Heke em bi ser bikevin em ê dijminan ji Kurdistanê derxin’
10:33 Bonaccorsî: Divê em ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
10:26 3 ciwan hatin desteserkirin: Tundî û heqaret lê kirin, gef lê xwarin
10:20 'Divê mala Feqiyê Teyran bê parastin'
10:14 Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin
10:12 Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’!
09:23 Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê
09:13 Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin
09:11 Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne
09:00 Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin
09:00 Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
18/10/2024
20:11 Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan
20:02 Ji Egîtîm-Senê protetsokirina MEB'ê
16:37 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
16:19 Hamasê mirina Yahya Sînvar piştrast kir
16:12 Rojnameger Germiyanî: PDK ji pêşmergeyan wêneyên dengan dixwaze
16:02 Sendîkayên teqawîdan serdana DEM Partiyê kirin
15:49 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin
15:41 MYK ya DEM Partiyê dê sibê bicive
15:32 Şaredariya Artemêtê: Em nikarin nameyeke garantiye ji Bankaya Îllerê bistînin
14:54 Şaxa ÎHD’a Amedê rapora binpêkirinên 9 salan eşkere kir: Herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin
13:40 Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin
13:33 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da
13:25 Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi
12:35 Di doza ‘Qirkirina Ermenan’ de biryara beraetê hate dayîn
12:26 Fûat Keyman wefat kir
12:01 Kosenê ji nexweşxaneyê derket: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin
11:46 Ferît Şenyaşar: Heta edalet tam pêk tê dê têkoşîna me bidome
11:06 Di doza Malbata Şenyaşar de hemû girtî hatin berdan
10:52 Saziyên ‘herî jênebawer ên Tirkiyeyê’: Partiyên siyasî û Diyanet
10:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:05 Ji ber parvekirinekê 3 doz li rojnameger Verîm hatin vekirin û ceza hate dayin
09:32 Dîroknas Aydin: Çareseriya Rojhilata Navîn, konfederalîzm e
09:29 Rizgarkirina Reqayê: Dirûşmeya şoreşê li tevahiya cîhanê belav bû
09:19 Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng
09:17 Li Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kir
09:07 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê
09:05 Hevkariya îstîxbarata Parastin-ENKS û MÎT’ê
09:04 Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin