Doza ku faîlê wê polîs e 8 sal in tê dirêjkirin

  • rojane
  • 09:46 8 Cotmeh 2024
  • |
img
COLEMÊRG - Doza 4 kesên ku di encama gulebarana ji wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest dan, 8 sal in bi encam nebûye. Parêzerê dozê Davût Ûzûnkopru wiha got: “Dema yê tê kuştin kurd be û yên dikujin hêzên ewlehiyê bin polîtîkayên necezakirinê dikevin dewrê.”
 
Di 8'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Gever a Colemêrgê wesayîta zirxî ya polîsan derdor gulebaran kiribû û di guleberanê de Serhat Bûldan (15), Rahmî Safhali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dabûn û Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûbûn. Têkildarî bûyerê derheqê polîs Îlyas Mekîklî de doz hatibû vekirin û doz neqlê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Amedê hatibû kirin. 
 
Danişîna biryarê ya dozê di 11'ê Cotmeha 2018'an de hatibû lidarxistin û dadgehê li polîsê ku bi awayekî negirtî dihat darizandin bi sûcê "bi awayekî qisûrdar kuştin û birîndarkirina gelek kesan" 11 sal û mehek û 10 roj ceza birîbû û daxwaza ji bo girtina wî jî red kiribû. Malbatên her 4 kesên jiyana xwe ji dest dan bi rêya parêzerên xwe serî li Daîreya Ceza ya 16’emîn a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê dabûn. Daîreya Ceza ya 16'an serlêdana malbatan red kiribû. Malbatan jî serî li Dadgeha Bilind dabû. 7 sal bi ser biryara ewil hatiye dayîn re derbas bûn, dosya li Dadgeha Bilind e û hêj nehatiye bi encam kirin. Malbatên ku mexdûr in bertek nîşanî vê  yekê dan. 
 
‘FAÎL LI DERVE YE, CANÊ HERKESÊ DI XETEREYÊ DE YE’ 
 
Bavê Serhat Bûldan, Hasan Bûldan ê bertek nîşanî encamnegirtina dozê û negirtina polîsên faîl da, anî ziman ku ev rewş êşa wan zêdetir dike û got: “Em niha nizanin ka faîl li ku ye. Dibe ku niha hêj li Geverê li ser peywîra xwe ye. Heke wisa be rewşeke xeternak e. Ji ber ku faîl niha li Geverê ye potansiyela wî ya her kêlî li her cihî sivîlan qetil bike zêde ye. Rastiya ku kujerek li derve ye, tê wê wateyê ku jiyana herkesî di xetereyê de ye. Faîl li derve destên xwe dihejîne û digere û daraz jî van tiştan paşguh dike. Heke bi rastî jî li vî welatî edalet hebe em dixwazin faîl demildest bê cezakirin.”
 
POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ 
 
Parêzer Davût Ûzûnkopru yê yek ji parêzerên dozê ye, bi lêv kir ku dosya bi salane li Dadgeha Bilind tê sekinandin daxwazên wan tên paşguhkirin û anî ziman ku darizandina faîl a negirtî bû sedem ku pêvajo hêdî bimeşe. Ûzûnkopru wiha berdewam kir: “Dema mijar dibin polîs an jî leşker, dosya bêceza tên hiştin. Me li dadgehê jî diyar kir; Ji qetilkirina kurdekî re tenê 4 meh ceza tên dayîn. Polîsê ku bû sedema mirina 4 kesan 3 mehan li hundir ma. Cezayê li vir hatiye dayîn di rastiyê de li gorî cezayê ku ji bo qezaya trafîkê hatiye dayîn e. Dibe ku faîl li ser peywîra xwe ye jî, ji ber ku bêceza hate hiştin û hate xelatkirin. Kêm hatiye dîtin ku li bajarekî Kurdistanê bi roj di nava sûkê de 4 kes bên qetilkirin. Di demeke ku tu rewşeke asayî nîne de qetilkirina çare kesan heta daxwaza qetilkirina zêdetir kesan ne tişteke asayî ye. Ev dosyayeke girîng e lê ji ber xwedîderketineke girîng çênebû dadgeh li gorî keyfa xwe tevgeriya. Di dîroka Kurdistanê de yek ji dozên kêm tê lidarxistine. Polîsekî ku bûye sedema mirina 4 kesan li derve ye û li ser peywîra xwe ye. Dema yê tê kuştin kurd be û yên dikujin hêzên ewlehiyê bin polîtîkayên necezakirinê dikevin dewrê.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

15:10 Hestiyên di gorê de aydê Cem Garîpoglû ne
15:04 Li Edeneyê amadekariyên 13’ê cotmehê: Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye
14:59 Zindana Amedê ya navenda îşkenceyê bû tê hilweşandin
14:57 Hatîmogûllari ji Bahçelî re got: Em ê gavên tên avêtin bişopînin
14:13 Bertek nîşanî toza ku ji kargeha kilsê belav dibe dan
13:55 Xwendekaran li Wanê komkujiyên jinan protesto kirin
13:54 Di doza Ozgur Gundemê de daxwaza ceza
13:10 Danişîna ewil a ‘Biaxive tu ji ku yî?’ hat lidarxistin
12:43 Besê Hozat bersiv da Bahçelî: Keremke Îmrali li wir e!
12:39 Hatîmogûllari: Em ji bo muzakere û guftûgoyê amade ne | HATE NÛKIRIN
11:16 Li Mêrdînê bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:53 Tundiya zilam: Lêdan, gef û êrişa zayendî
10:26 Ji AYM’ê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’
10:12 Li Manîsayê winda bû, li Ûşakê cenazeyê wê hate dîtin
10:05 Erdogan got ‘armanc Tirkiye ye’: Meclis bi rojeva Îsraîlê dicive
09:51 Birayên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin: Me tenê destûra lêgerînê xwest
09:46 Doza ku faîlê wê polîs e 8 sal in tê dirêjkirin
09:39 Ayhan ê bi Ocalan re rêwîtî kiribû: Ji bo mirovan bû hêvî
09:11 Girti Aslan: Girtiyên pîr û nexweş di hucreyên yek kesî de tên ragirtin
09:11 Konca: Abdullah Ocalan yekem rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye
09:10 Rojnamevan Balekanî: Hilbijartina li Kurdistana Federe wê bandorê li tevahiya herêmê bike
09:08 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê jin di refên pêş de cih bigirin
09:06 Bavê Rojîn Kabaîş: Bila îdiaya wesayîta spî bê lêkolînkirin
09:04 Hevalê wî yê qawîşê mirina Kuday dît lê dozgeriyê nedît!
09:02 Li Şirnexê amadekariyên ‘Mitînga Azadiyê’: Gelê Botanê dê bi herike Amedê
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2024'AN
07/10/2024
20:17 Jin di têkoşînê de bi israr in: Em ji bo edalet û azadiyê li her derî ne
19:16 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin binçavkirin
19:00 Banga ji bo Mîtînga azadiyê: Divê Amed ji bo aştiyê misyona xwe bilîze
18:41 11 roj in tu agahî ji Kabaîşê nayê girtin
15:39 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê de’ ji bo girtiyên nexweş bang
15:22 Komxebeta Tenduristiyê ya Girtîgehan: Girtiyên hatin berdan serpêhatiyên xwe vegotin
14:48 DFG’ê bang kir ku ‘Pêşî li qetilkirina rojnamevanan bê girtin’
14:26 Xwendekaran qetilkirina jinan protesto kirin
14:25 Rêveberên DEM Partiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:04 Pitika bi navê Sila ku êrişa zayendî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
13:55 KESK dê li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikumetê dakeve qadan
13:02 Massimo D’Alema: Clînton li min geriya, got ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê’
12:34 Bernameya ‘mitînga azadiyê’ diyar bû
12:29 Li Îzmîrê êrişî jinekê hate kirin: Bi giranî birîndar bû
11:42 Temellî: Li Tirkiyeyê şer tê gurkirin
10:56 Xebata madenê ya li Pîrejmanê zirarê dide xwezayê
10:38 MKG: Em ê xwedî li rojnamevaniya kurdî derkevin
10:30 Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we
09:01 Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome
09:01 Li Wanê dema firotina guhîjan e
09:01 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê bi sedhezaran kes ji bo çareseriyê li Amedê bin
09:00 Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN
08:39 Xwebûn bi manşeta 'Komplo ne rojek e, pêvajoyek e' derket
06/10/2024
21:44 Hunermendan qetilkirina jinan şermezar kir
21:23 Can: 26 sal in li Îmraliyê sansûrek bêmînak heye
21:00 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
20:52 Li Îranî seferên balafiran hatin betalkirin
18:39 TJA: Divê em ji bo ewlehiya xwe werin cem hev
17:33 ‘DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin'
17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê seferberiya ji bo 'Mitînga Azadiyê'
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN