Birayên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin: Me tenê destûra lêgerînê xwest

  • rojane
  • 09:51 8 Cotmeh 2024
  • |
RIHA - Birayên hev Sînan û Hesen Harman ên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin, wiha gotin: “Me tenê jê destûra lêgerînê xwest. Heqaret li me kirin, li me xistin û binçav kirin. Ser re jî wan giliyê me kir.” 
 
Di 5’ê cotmehê de polîsan li Taxa Karşiyaka ya navçeya navendî ya Rihayê Karakopruyê rê li ber wesayîtan birayên hev Sînan û Hasan Harman girtin û derb kirin. Birayên Harman giliyê polîsan kir. Birayên ku dema diçûn kargeha xwe ji hêla polîsan ve hatin derbkirin, tiştên bi serê wan hatin ji ajansa me re vegotin. 
 
DERB Û HEQARET
 
Hasan Harman ku ji ber lêdana polîsan destê wî û serûçavên wî birîndar bûne, diyar kir ku di dema lêdanê de polîsan hewl dan bêhnê li wan biçikînin. Harman, da zanîn ku roja bûyerê tevî kekê xwe ji Curnê Reş dihatin û wiha got: “Li cihekî kontrolê yê nêzî kargeha me em sekinandin. Dê bibêjî qey li dijî me hêrseke wan heye û bi wî awayî bi me re axivîn. Yekser ji me re gotin; ‘paya bibin, çekên we kanê ne?’ Me jî jê re got ku çekên em tune ne. Ji me re gotin; ‘Çawa çekên we tune ne’ û lêgerîn kirin. Di vê navberê de kekê min jê re got ku wesayît aydê kargeha me ye û destûra lêgerînê jê pirsî. Wan jî gotin; ‘heke em bixwazin dikarin wesayîtê bikin deh parçe’ û çêr kirin. Ez ketim navberê. Îcar hewl dan êrişî min bikin. Polîsekî hewl da destê xwe biavêje çeka xwe û min jî hewl da asteng bikim. Tevekan êrişî me kirin, li erdê hatim dirêjkirin û gaza îsotê avêtin serûçavên min. Destên min ji pişt ve kelemçe kirin. Piştre jî li min xistin. Hewl dan bêhnê li min biçikînin. Min nekarî bêhnê bistînim û min jê xwest ku avê biavêjin serûçavên min. Lê wisa nekirin. Bênavber çêr dikirin.” 
 
‘GEF XWARIN’
 
Harman, destnîşan kir ku piştî binçavkirinê ew birine nexweşxaneyê û wiha pê de çû: “Em derb kirin û tundiya devkî li me kirin. Li nexweşxaneyê em li benda rapora derbkirinê bûn. Bijîşkî pirsa ‘sûcê wan çi ye’ kir. Polîsan derew kirin û gotin; ‘qewad in.’ Pirsa ewil a bijîşkan kirî ev bû; ‘Ev sûriyeyî ne?’ Polîsan jî gotin; ‘Na, mixabin hemwelatiyên Tirkiyeyê ne.’ Min jî bertek nîşan da û rastî bo bijîşkan got. Wê demê bijîşkî rastî fêm kir. Rapora derbkirinê da û em birin qereqolê. Di rê de ji me re gotin; ‘Ev hêj ne tiştek e. Em ê li qereqolê çi bi serê we bînin.’ Gef li me xwarin. Çêrên gelek giran li me kirin.” 
 
Bi domdarî Harman diyar kir ku giliyê polîsên li wan xistin kirine û da zanîn ku giliyê wan kirine. Harman, ev tiş anî ziman: “Polîs dibêjin ‘hewl dan çekên me ji me bistînin.’ Lê dîmen hene û tiştekî wisa tune ye. Min hewl da polîsê destê xwe avêtî çeka xwe bidim sekinandin. Em naxwazin tişta li me hatiye kirin bi serê keseke din were. Lewma em dixwazin ev polîs bên darizandin û cezakirin.” 
 
‘HEM DERB KIRIN HEM JÎ GILÎ KIRIN’
 
Sînan Harman jî got ku polîsan bi îdiayên “muqawemeta li dijî polîsan” û “Hewl dan çekên me ji me bistînin” giliyê wan kirine û ev agahî parve kir: “Dema birayê min derb dikirin, ez jî ji pişt ve hatim kelemçekirin. Di dema bûyerê de polîsan bênavber çêr li me dikirin. Rûyê birayê min di nava xwînê de mabû. Min jê xwest ku avê lê bikin. Lê gef li min xwarin û heqaret kirin. Ser re jî çûne giliyê me kirine û îdia kirine ku me heqaret li wan kiriye. Birayê te li ber çavên te tê derbkirin, ma tu dê çawa tenê temaşe bikî? Hem em derb kirin hem jî giliyê me kirin.” 
 
‘EM Ê DEV JI GILIYÊ XWE BERNEDIN’
 
Harman, axaftina xwe wiha qedand: “Divê komelên mafên mirovan bertekê nîşan biden. Ma çi sûcê me hebû? Me tenê pirsa belgeyeke derheqê lêgerînan de jê kir. Em esnaf in û her kes me nas dike. Polîsên ev yek kirin li dijî me bi kîn bûn. Em naxwazin heman tişt bi serê tu kesekê din bê. Em ê heta dawiyê giliyê wan bikin.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 
 
 

Sernavên din

15:10 Hestiyên di gorê de aydê Cem Garîpoglû ne
15:04 Li Edeneyê amadekariyên 13’ê cotmehê: Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye
14:59 Zindana Amedê ya navenda îşkenceyê bû tê hilweşandin
14:57 Hatîmogûllari ji Bahçelî re got: Em ê gavên tên avêtin bişopînin
14:13 Bertek nîşanî toza ku ji kargeha kilsê belav dibe dan
13:55 Xwendekaran li Wanê komkujiyên jinan protesto kirin
13:54 Di doza Ozgur Gundemê de daxwaza ceza
13:10 Danişîna ewil a ‘Biaxive tu ji ku yî?’ hat lidarxistin
12:43 Besê Hozat bersiv da Bahçelî: Keremke Îmrali li wir e!
12:39 Hatîmogûllari: Em ji bo muzakere û guftûgoyê amade ne | HATE NÛKIRIN
11:16 Li Mêrdînê bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:53 Tundiya zilam: Lêdan, gef û êrişa zayendî
10:26 Ji AYM’ê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’
10:12 Li Manîsayê winda bû, li Ûşakê cenazeyê wê hate dîtin
10:05 Erdogan got ‘armanc Tirkiye ye’: Meclis bi rojeva Îsraîlê dicive
09:51 Birayên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin: Me tenê destûra lêgerînê xwest
09:46 Doza ku faîlê wê polîs e 8 sal in tê dirêjkirin
09:39 Ayhan ê bi Ocalan re rêwîtî kiribû: Ji bo mirovan bû hêvî
09:11 Girti Aslan: Girtiyên pîr û nexweş di hucreyên yek kesî de tên ragirtin
09:11 Konca: Abdullah Ocalan yekem rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye
09:10 Rojnamevan Balekanî: Hilbijartina li Kurdistana Federe wê bandorê li tevahiya herêmê bike
09:08 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê jin di refên pêş de cih bigirin
09:06 Bavê Rojîn Kabaîş: Bila îdiaya wesayîta spî bê lêkolînkirin
09:04 Hevalê wî yê qawîşê mirina Kuday dît lê dozgeriyê nedît!
09:02 Li Şirnexê amadekariyên ‘Mitînga Azadiyê’: Gelê Botanê dê bi herike Amedê
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2024'AN
07/10/2024
20:17 Jin di têkoşînê de bi israr in: Em ji bo edalet û azadiyê li her derî ne
19:16 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin binçavkirin
19:00 Banga ji bo Mîtînga azadiyê: Divê Amed ji bo aştiyê misyona xwe bilîze
18:41 11 roj in tu agahî ji Kabaîşê nayê girtin
15:39 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê de’ ji bo girtiyên nexweş bang
15:22 Komxebeta Tenduristiyê ya Girtîgehan: Girtiyên hatin berdan serpêhatiyên xwe vegotin
14:48 DFG’ê bang kir ku ‘Pêşî li qetilkirina rojnamevanan bê girtin’
14:26 Xwendekaran qetilkirina jinan protesto kirin
14:25 Rêveberên DEM Partiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:04 Pitika bi navê Sila ku êrişa zayendî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
13:55 KESK dê li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikumetê dakeve qadan
13:02 Massimo D’Alema: Clînton li min geriya, got ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê’
12:34 Bernameya ‘mitînga azadiyê’ diyar bû
12:29 Li Îzmîrê êrişî jinekê hate kirin: Bi giranî birîndar bû
11:42 Temellî: Li Tirkiyeyê şer tê gurkirin
10:56 Xebata madenê ya li Pîrejmanê zirarê dide xwezayê
10:38 MKG: Em ê xwedî li rojnamevaniya kurdî derkevin
10:30 Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we
09:01 Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome
09:01 Li Wanê dema firotina guhîjan e
09:01 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê bi sedhezaran kes ji bo çareseriyê li Amedê bin
09:00 Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN
08:39 Xwebûn bi manşeta 'Komplo ne rojek e, pêvajoyek e' derket
06/10/2024
21:44 Hunermendan qetilkirina jinan şermezar kir
21:23 Can: 26 sal in li Îmraliyê sansûrek bêmînak heye
21:00 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
20:52 Li Îranî seferên balafiran hatin betalkirin
18:39 TJA: Divê em ji bo ewlehiya xwe werin cem hev
17:33 ‘DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin'
17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê seferberiya ji bo 'Mitînga Azadiyê'
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN