Ji AYM’ê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’

  • rojane
  • 10:26 8 Cotmeh 2024
  • |
img

ENQERE - AYM’ê ji bo serlêdana têkildarî R.G. ê di dema qedexeya derketina derve ya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, biryara “binpêkirina mafê jiyanê” da. 

Welatiyê bi navê R.G. di dema qedexeya derketina derve ya kolanan a Şirnexê ya di navbera 2015-2016’ê de jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mirina R.G. serlêdan hatibû kirin û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî serlêdanê biryara “binpêkirina mafê jiyanê” da. Di 23’yê tîrmeha 2016’an de polîsan û hêzên taybet di avahiyeke bajêr de teqînek pêk anîn û 3 kesên nasnameya wan nediyar jiyana xwe ji dest dan. Di encama teşhîsa malbatan de eşkere bû ku yek ji wan R.G. ye. Piştî serlêdanê, Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di 25’ê mijdara 2018’an de ji bo lêpirsînê biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da û mirina her sê kesan wiha parast: “Hêzên ewlekariyê li gorî fermana hiqûqî ya ji meqamên rayedar wergirtî, di çarçoveya parastina xwe ya rewa de ew her sê kes kuştine.” 
  
PÊVAJOYA SERLÊDANA AYM’Ê
 
Bav Suleyman Gungen, têkildarî biryarê li Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Şirnexê îtîraz kir lê îtîraz di 17’ê nîsana 2019’an de hate redkirin. Li ser vê yekê Gungen di 25’ê hezîrana 2019’an de serlêdana şexsî ji bo AYM’ê kir. Gungen, di serlêdana xwe de got ku kurê wî ji hêla polîsên tevgera taybet ve hatiye kuştin, mudaxileya hatiye kirin ne bipîvan bû, lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û di biryaran de tu hincet nehatine nîşandan. Gungen, got ku berpirsyartiya lêpirsîneke bibandor a derheqê mafê jiyanê de û mafê darizandina adilane hatine binpêkirin. 
 
WEZARETÊ GOT ‘PARASTINA REWA YE’
 
Di biryara AYM’ê de ev nêrîna Wezareta Dadê jî cih girt: “R.G. di encama teqîna ew bi xwe bûye sedem de miriye û di bûyera mirinê de tu eleqeya hêzên ewlekariyê nîne. Hêzên ewlekariyê li gorî fermana hiqûqî ya ji meqamên rayedar tevgeriyane û di çarçoveya mafê parastina rewa de tevgeriyane.” 
 
NAKOKIYA DI NAVBERA BIRYARÊN DOZGERÎ Û DADGEHÊ DE 
 
AYM’ê, bûyer û pêvajoya darazê nirxand û got ku îdiayên tên kirin bêbingeh nînin û ne îdiayên wisa ne ku biryara “nayên qebûlkirin” were dayin û îdiayên serlêdêr got; “dikare bên qebûlkirin.” Di heman demê de AYM’ê qenaet pê anî ku di navbera biryarên Serdozgeriya Komarê û Dadgeriya Cezayên Sulhê de nakokî hene. AYM’ê, diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ji bo R.G. gotiye “Ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatiye kuştin” û Dadgeriya Cezayên Sulhê jî gotiye; “Di mirina wî de tu eleqeya hêzên ewlekariyê nîne” û ev her du encam hev nagirin. 
 
RAPORA LÊKOLÎNA CIHÊ BÛYERÊ
 
Bi domdarî di biryarê de hat daxuyandin ku di pêvajoya lêpirsînê de serî li agahiyên polîs û leşkerên di dema teqînê de li cihê bûyerê nehatiye dayin û wiha hate gotin: “Di Forma Rapora Lêkolîna Cihê Bûyerê de nehatiye destnîşankirin bê ka cihê teqînê çawa hatiye tunekirin û di dema tunekirinê de teqemenî hatine bikaranîn an na.” 
 
‘KARÛBARÊN KOMKIRINA DELÎLAN NEHATE KIRIN’ 
 
AYM’ê, got ku di lêpirsînê de nehatiye diyarkirin bê ka amûrên bûne sedema teqînê ji hêla polîs û leşkeran ve hatine bikaranîn an ji hêla sê kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dayin. AYM’ê wiha domand: “Heke ev teqemenî ji hêla leşker û polîsan ve hatibin bikaranîn, gelo wan avahî kontrol kirine yan na. Ev yek nehatiye destnîşankirin.” AYM’ê got ku karûbarên berhevkirina delîlan a di çarçoveya berpirsyartiya lêpirsîneke bibandor de nehatine kirin. 
 
BIRYARA ‘BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ’
 
AYM’ê ji ber van sedemên li jor hatine destnîşankirin, bi piraniya dengan biryar da ku mafê jiyanê yê R.G. hatiye binpêkirin. Îdiaya ku aliyê usûlê yê mafê jiyanê hatiye binpêkirin jî, li dijî dengê dijber ê endamê AYM’ê Muhterem Înce bi piraniya dengan hate erêkirin. 
 
Bi tespîtkirina binpêkirinê û lêprsîna jinûve re AYM’ê biryar da ku 200 hezar TL tazmînata manewî ji serlêdêr re bê dayin. AYM'ê biryar da ku ji bo lêpirsîn ji nû ve were destpêkirin, mînaka biryarê ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re were şandin. 
 
MA / Firat Can Arslan

Sernavên din

19/03/2025
09:15 Jin bi ruhê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê
09:02 Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’
09:00 ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn
07:49 Îstasyonên metro yên Taksîm û Emniyet-Fatîhê hatin girtin
07:48 Ji Îmamoglû parvekirina yekem
07:48 Îmamoglu hat binçavkirin
18/03/2025
16:47 Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
16:30 Li Qoserê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:24 Riha ji bo Newrozê amade ye: Werin em agirê azadiyê bi hev re gur bikin
16:20 Di êrişên Îsraîlê de 4 rayedarên hikûmetê hatin kuştin
16:16 Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe
16:08 Derdora Bendava Tişrînê hat bombebarankirin
15:58 PYD û ENKS civiyan
15:57 Hatem Ozdemîr bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ye
15:56 Li navçeyên Amedê tevî baranê jî gel Newroz bi coş pîroz kir
15:42 Keskîn Bayindir: Kurd dixwazin dengê Ocalan bibihîzin
15:33 Newroza Silopiyayê: Em xwedî li manîfestoya jiyana nû derkevin
15:16 Di Newroza Colemêrgê de gel piştgirî da banga dîrokî
15:00 Kampanyaya şandina pereyan a ji girtiyan re didome
14:24 Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an
14:21 Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan
14:14 DEM Partî çû serdana TBB’ê
14:08 Bakirhan bersiv da Tûnç: ‘Mafê hêviyê’ heye û mafek e
13:49 Bakirhan: Niha dora zivirandina pedalê ya hikûmetê û dewletê ye
13:35 Li Agiriyê Newroza azadiyê: Ev pêvajo yekalî nameşe
13:35 DEM Partî ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bike serlêdan kir
13:20 Tunç ji bo Newrozê got: Heke daxwaz çêbibe mijara nameyê dikare bê nirxandin
12:43 Li Qoserê posterên Ocalan hatin hilgirtin
12:42 Îzmîr ji bo Newrozê amade ye: Em di 22’yê Adarê de li Gundogduyê bin
12:30 MKG’ê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kir
11:30 Li 7 navendan Newroz tê pîrozkirin
11:22 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:17 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê banga tevlibûna Newroza dîrokî kir
11:10 Leyla Xalid rakirin nexweşxaneyê
10:58 Abdullah Ocalan: Ev bang wê ji bo gelê me yê Êzidî Ronesans be
10:45 Di nava 24 saetan de li Sûriyeyê 63 kes hatin qetilkirin
10:17 Amadekariyên Newroza Mûşê temam bûn
10:03 Ji bo 11 bajarên Bakur bi koda zer hişyarî hate kirin
09:53 Wan 34 sal in navnîşana Newrozên biheybet e
09:46 Li Girtîgeha Wanê bi lêdanê girtî li erdê dirêj kirin
09:44 Rêxistinên çapemeniyê ji bo danişîna Eylem Babayîgît bang kirin
09:39 Eulalia Reguant: Divê civaka navneteweyî ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:14 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm190 kes hatin qetilkirin
09:01 'Dê Newroza Îzmîrê bihêztir derbas bibe'
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2025’AN
08:53 Di tevahiya şevê de Newroz hate pîrozkirin
17/03/2025
16:26 Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin
16:13 Tuncer Bakirhan: Em li ser hiqûqa aştiyê axivîn
Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne dewlet gavên erênî biavêje
16:12 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê saetek û 50 deqeyan domiya
15:57 Li dijî Til Temirê êrişên dijwar
15:49 Banga dîrokî di Newroza Manîsayê de olan da
15:22 Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe
15:13 Ozturk bang li hikûmetê kir: Hûn pêvajoyê sabote dikin
14:24 Li Îdirê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
14:24 Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin
14:22 DEM Partî çû serdana AKP'ê
14:11 Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrişên hewayî
14:08 Li Serhedê Newroz: Divê dewlet gavan biavêje
14:03 Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin
13:47 Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da
13:35 Sêweregê daxwaza azadiya Ocalan kir
13:18 Ji ber komkujiya li Berxbotanê çalakî hatin betalkirin
12:57 Serlêdanên ji bo 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê dest pê kirin
12:45 Piştî DAIŞ’ê vê carê jî Tirkiyeyê li Berxbotanê qetlîam pêk anî
12:19 Xizmên kesên li Kobanê hatin qetilkirin: Divê hesabê vê ji dewleta tirk bê pirsîn
12:12 Piştî hevdîtina DEM Partî û MHP’ê daxuyanî hat dayin
12:10 DEM Partiyê bertek nîşan da: Komkujiya li Kobanê êrişeke biqesdî ye
12:09 Tirkiyeyê rojnamegerê Belçîkayî dersînor kir
11:31 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Newroza Rêbertiya Azad’ derket
11:23 HSD: Dewleta tirk a ku nikare li dijî me pêş bikeve, sivîlan hedef digire
11:19 DFG’ê ji bo danişîna rojnameger Eylem Babayîgît bang kir
11:02 Hevdîtina DEM Partî û MHP’ê dest pê kir
10:56 Li 12 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:40 Li Pênciwênê teqîn: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
10:02 Newroz li Geverê wê piştî 10 salan li cihê xwe yê berê bê pîrozkirin
10:02 Li Êlihê beriya Newrozê amadekariyên ji bo cilûbergên Kurdî
09:58 Dayika Aştiyê Dûrrî Kaygûsûz bang li îktîdarê kir: Gav biavêjin
09:49 Li Hewagê 4 ciwan hatin binçavkirin
09:48 Piştî bangê zext giran bûn, girtiyan hişyariya provokasyonan kirin
09:22 Komeleyên herêmî ji bo Newrozê bang kirin: Bila firsenda dîrokî ji dest neçe
09:20 Bedran Çiya Kurd: Rêveberiya Xweser dê bibe xwedî statuyeke taybet
09:01 Hunermend ji bo Newrozê amade ne
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2025’AN
08:19 Dewleta tirk li Kobanê komkujî kir: Ji heman malbatê 9 kes qetil kir
16/03/2025
17:24 Klîba strana ‘Newroza Azadî’ hate weşandin
16:23 Îmamoglû: Divê pirsgirêka Kurd li ser zemîna Meclisê bê çareserkirin
16:14 Bîranîna Komkujiya Helebceyê: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
16:13 Akademîsyen Çîçek: Meseleya Kurd meseleya gel e
14:57 Bayindir: Ji bo aştiyeke birûmet divê deriyên girtîgehan bên vekirin
14:29 Bakirhan: Bi bangê re meşa me ya demokratîk dest pê kir
13:30 DEM Partî çû serdana DÎSK’ê
12:35 Li Helebceyê merasîma bîranînê dest pê kir
12:00 Di teqîna li Laziqiyê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:54 Li bakurê Makedonyayê herî kêm 50 kes di şewatê de mirin
11:50 Cemîl Bayik: Serkeftina banga Rêber Apo girêdayî gavên Tirkiyeyê ye
11:17 HSD: Êrişên ser herêmê zêde bûn
11:15 Peyama Îmraliyê xwend: Elewî di dilê vê pêvajoyê de ne
10:59 DBP: Divê Komkujiya Helebceyê wek sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:18 Daxwaza Newrozê: Em dixwazin Abdullah Ocalan di Newrozê de biaxive