Êzidî li dijî peymana 9'ê Cotmehê têdikoşin: Tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin

  • rojane
  • 09:19 9 Cotmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevşaredarê Komelgeha Zorava ya Şengalê Nemir Puko, diyar kir ku armanca peymana Şengalê tasfiyekirina fikrê netewa demokratîk bû û anî ziman ku tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin.

Di 9`ê cotmeha 2020`an de hikumeta Iraqê ku ji aliyê Mistefa Kazimî ve dihat birêvebirin û hikumeta Federal a Kurdistanê ku di bin serweriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di bin navê ewlehiyê û rêvebirina Şengalê de peymana Şengalê îmze kir. Peymana ku Tirkiyeyê jî li pişt perdeyê piştgiriyê dayê, beyî daxwaz û nêrînên civaka êzidî hate îmzekirin. Balkêş bû ku peyman, ji aliyê hêzên ku di sala 2014'an de, di êrişên çeteyên DAIŞ'ê yê li ser Şengalê de, civaka êzidî tenê hiştin û bi qirkirineke mezin re rû bi rû hiştin ve dihate îmzekirin. Êzidiyên ku 4 sal in li dijî vê peymanê li ber xwe didin daxwaz dikin xwe bi xwe bi rê ve bibin û tekoşîna naskirina xweseriya Şengalê didin. 
 
Bi minesebeta salvegera peymana 9'ê Cotmehê ya Şengalê Hevşaredarê Komelgeha Zorava ya Şengalê Nemir Puko nirxandin kir. 
 
PEYMANA CEZAYÎRÊ 
 
Puko, bal kişand ser peymana Cezayîrê ya ku di sala 1974'an de di navbera hikûmeta Iraq û Îranê de hatiye îmzekirin û bi lêv kir ku di dîrokê de heta niha ji bo tunekirina civaka êzidî di navbera hikûmetên desthilatdar de tifaqî hatine çêkirin û wiha axivî: “Em weke civaka êzidî bi gelek fermanan re rû bi rû mane. Ji bo ku me tune bikin her êrişek li me kirin. Tifaqiya 1974'an a Cezayirê ya di navbera hikûmeta Iraq û Îranê de çebû jî yek ji plana taybet a tunekirina civaka êzidî bû. Di wan salan de jî ji hêzên PDK'ê li vir hebûn lê belê hêzên xwe bi paş ve kişandin û ev der ji Iraqê re hiştin.  Wê demê jî zilm û zordarî û neheqî li me kirin. Gundên me û malên me şewitandin û êzidî hatin darvekirin. Peyman û planên li ser Şengalê ne tenê di sala 1974'an de her tim hebûn. Wan salan di nava gel de bêtifaqiyek çêkirin û civak kirin du perçe. Milek baasî û milek jî welatparêz bûn. Bi vî rengî ji hev hate veqetandin û naskirin. Piştî peymana Cezayirê hate îmzekirin PDK ji vir derket û civaka me dîsa tenê ma. Heta vê demê jî gelek malbatên ku di wan salan de koçber bûne venegeriyane. Ango peymana 9'ê cotmehê ne peymaneke nû ya li ser êzidiya hatiye îmzekirine. Di sala 2007'an de teqînek El-Ezir Sibayê çêbû ew teqîn jî bi zanebûn çêbû. Agahiyên ku me pişta xwe pê gerim dikir hebûn. Aliyekî digot, 'em hemû kurd in, axek in, zimanek in û çandek in' aliyê din jî dixwest ku me tune bike. Ango ji berê ve heta niha dixwazin ku civaka me tune bikin. Lê hema diyare hezar û 400 sal in em li ber xwe didin. Me gelek bedel dan lê em hê jî li ser çanda xwe ya êzidiyatiyê dimeşin.”
 
'CIVAKA KU XWEDÎ DÎROK BE KESEK NIKARE TUNE BIKE'
 
Nemir Puko yê di berdewama axaftina xwe de îşaret bi xiyaneta PDK'ê ya li dijî êzidiyan kir, anî ziman ku tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin û got: “Beriya 2014'an me bi cîranê xwe yên ereb re li ser heman sifreyê xwarin dixwar. Jiyaneke hevbeş hebû. Lê piştî ku hêzek hate vê derê û me baweriya xwe dayê em ji cîranên xwe qut bûn. Pêşmergeyên Şengalî çêbûn. Dema ku kesekî ereb dihat dixwest ku navbera wî yê êzidî xerab bikin û li hemberî hev tejî dikirin. Bi heman rengan hatin lê nekarîn tune bikin. Ev pêvajoye heta dema hatina DAIŞ'ê jî berdewam kir. Lê civaka me xwedî dîrok bû. Civaka ku xwedî dîrok be kesek nikare tune bike. Nêzî 2 hezar pêşmerge di Şengalê de bûn lê bi biryarekê bi paş ve hatin kişandin. Civaka me xwest ku xwe xelas bike lê ew riyên di navbera me û başûr de hatibûn girtin û nehiştin ku civaka me derbas bibe. Ji bo ku me tune bikin serî li her rêbazî dan lê nekarîn me. Pêşiya 9'ê cotmehê biryara peymana 9'ê cotmehê hatibû dayin lêbelê bi zanebûn 9'ê cotmehê de îlankirin. Civaka êzidî ev qebûl nekir û li dijî vê peymanê derket. Îro di Şengalê de Rêveberiya me ya Xweser heye, îdareya me û sazî dezgehên me hene. Îro di milê siyasî, leşkerî de kîjan hêz bê Şengalê nikare me tune bike. Çimkî em ê li ber xwe bidin.”
 
'EM FIKRÊ NETEWA DEMOKRATÎK DIMEŞIN'
 
Puko, domdariya axaftina xwe de bal kişand li ser fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku sedemê bingehîn ê îlankirina peymana 9'ê cotmehê ya Şengalê tasfiyekirina fikrê netewa demokratîk ê li Şengalê zindî bûye ye. Puko axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanc şikandina îradeya civaka êzidî bû. Dibêjin ku, 'hêzên cuda li Şengalê hene' hêzên cuda kî ne? Em Şengalî hene û me nas bikin. Bi van gotinan dixwazin ku ev jyana nû ya ku me li vir ava kiriye tune bikin. Lê em ê destûr nedin. Dixwazin ku dîsa bikevin Şengalê û Şengalê têxin bin desthilata xwe. Lê em dibêjin baweriya me bi we nayê. Em ê ew kesên ku di sala 2014’an de hawara Şengalê hatî ji xwe re bikin heval. Gelek hêzên cuda li Şengalê hebûn lê me tenê xwe Şengalî dîtin. Ji ber wê îro armanc ew e ku ew tişta ku me di 10 salan de ava kirî yek carê de tune bikin. Hedefa wan a duyemîn jî helandina civaka êzidiyane. Ji ber wê qasî ku ji destê wan tê êzidiyan dişînin Ewropayê. Cihê ku zilm û neheqî hebe teqez wê berxwedan hebe. Dixwazin fikra netewa demokratîk a ku li Şengalê hatiye avakirin ji holê rakin. Yek jî sedemê bingehîn ê di 9'ê cotmehê de îlankirina peymanê jî ev bû. Sedema komploya 9'ê cotmehê ya li dijî birêz Abdullah Ocalan hatiye kirin û peymana 9'ê cotmehê ya Şengalê heman in. Bi vê yekê ji me re dibêjin, 'em dikarin we tune bikin' Ji me re dibêjin, 'hûn PKK'î ne' lê em pêşiya her tiştî mirov in. Yek carî pirtûkên birêz Ocalan bixwînin. Esasê vî fikrî azadiya mirovahiyê ye. Em jî dê bi vê fikrê bimeşin. Hêza me û qeweta me heye û em ê bi vê fikrê têbikoşin. Ji Efrîkayê jî kesek bê vê derê û li ser vî fikrî be em ê bi hevre bikaribin cîhaneke nû ava bikin. Ji ber wê li dijî kapîtalîzm, lîberalîzm û netewe dewletê fikrê netewa demokratîk esas e." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 

Sernavên din

26/10/2024
15:32 Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
14:45 DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
14:30 Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
13:47 ‘Em ê pirsîna aqûbet û faîlên windakiriyan bidomînin’
13:23 Dayikên Şemiyê: Divê zemîna şer veguhere zemîna aştiyê
11:47 Rapora têkildarî mirina Rojînê: Mîde tejî xwarin bû
11:31 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
10:36 ‘Tundiya sîstematîk li Evîn Demîrtaş dihat kirin’
10:20 Li Hezexê hejmara binçavkiriyan derket 9 kesan
10:20 3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes ji girtîgehê derketin
09:28 Nesteren Davûtoglû: Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu pêşketin çênabe
09:03 Girtîgehê tehliyeya girtî bi ‘fikar’ dît!
09:03 Şirketa Olmez ê AKP'yî gundên Pîrejma û Herido talan dike
09:02 Avesta banga dersên kurdî dike: Serlêdana qeydan di 2'yê mijdarê de diqede
09:02 Şaredarê Nablûsa Filistînê Shakhshir: Divê dinya ji Îsraîlê re bêje bes e
09:02 Di 9 mehan de hezar û 76 jinan li dijî tundiyê serî li Baroya Amedê daye
09:02 Li Silopiya cotkarên pembû bi gazinc in
09:00 Li ‘Gerstêrka Nehemîn’ hosteyê çêkirina kişikê
09:00 Bakkalci: Nabe ku ‘mafê hêviyê’ bibe mijara bazariyê
09:00 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Divê dewlet gavên şênber biavêje
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2024'AN
08:34 Îsraîlê êrişî Îranê kir: Hedef binesaziya drone û fuzeyan bû
25/10/2024
23:36 Bîlançoya êrişên li ser Rojava hat eşkerekiriN
22:37 Aktaş ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
22:22 Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
22:13 Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
20:54 Li Sakaryayê 2 karker mirin
19:45 Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
18:01 Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
16:37 Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
16:24 Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
16:06 Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
16:01 KESK’ê xwest ku endamên wan ên hatine îxrackirin li karê wan bên vegerandin
15:34 Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
14:11 Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
14:08 Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
13:45 Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
13:43 Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
13:14 Li Brukselê kongreya ‘Rêya Sûriyeya Demokratîk’
12:57 Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
12:35 Jinan serdana şîn û gora Evîn Demîrtaş kirin
12:26 Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
12:15 Di êrişa Îsraîlê de 3 rojnamevan hatin kuştin
11:36 NPG’ê têkildarî TUSAŞ’ê daxuyanî da
11:18 Dîmenên kêliya êrişa li dijî DEM Partiyê derketin holê
11:15 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:39 Li 31 bajaran 176 kes hatin binçavkirin
10:26 Mehmet Altan: Heke tu pirsgirêka kurd çareser nekî dê hin kesên din çareser bikin
10:15 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:02 Li Şengalê herî kêm 10 herêm hatin bombebarankirin
09:55 Kampanyaya milyonek name ya ji bo 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan
09:33 Bayramoglû: Ocalan dê pirsgirêka kurd derbasî qonaxeke pir cuda bike
09:31 Kuçeyên Wanê: Em ne gotinê, pratîkê dixwazin
09:27 Parêzerê Temîzer: Pêvajoyeke ber bi mirinê ve hat meşandin
09:00 Ev 18 sal in bi keda destên xwe teşe dide daran
09:00 25'Ê COTMEHA 2024'AN
08:41 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di tevahiya şevê de domiyan
07:51 Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
24/10/2024
22:16 Bîlançoya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21:16 Zana: Em bi berpirsyariyên cidî re rû bi rû ne
21:11 Ji KCK'ê daxuyaniya 'Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re'
16:43 ÎHD’ê ji Dîlokê ji bo Hatîce Onaran banga berdanê kir
16:09 Girtî Karataş piştî 31 salan hate berdan
15:33 Babacan ji îktîdarê re got: Tenê yek saeta em winda bikin tune ye
15:22 Cenazeyê Acar a hatibû îdiakirin întîhar kiriye hate veşartin
15:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Birêz Ocalan amade ye lê dewlet?
14:56 Tenduristvan: Divê peywira berpirsyaran bê bidawîkirin
14:54 Cenazeyê Demîrtaş a hate qetilkirin hate veşartin
14:53 ÎHD: Divê gavên pêbawer bên avêtin
14:20 Leşkeran posterên Ahmet Kaya dan jêbirin
14:17 Malbata Şenyaşar piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî
14:16 Li Şengalê bertek nîşanî êrişên hewayî hate dayin
13:41 DBP: Sekna me ya li dijî êrişan dê berxwedan be
13:08 Serra Bucak: Divê em tevek ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyariya me tevan e
12:57 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da
12:55 Yerlîkaya nav aşkere kir
12:53 Faîlê ku Evîn Demîrtaş qetil kir 3 roj in winda ye
12:15 Mazlum Ebdî: Tirkiye sivîlan hedef digire, ev sûcê şer e
12:04 Serdana 20 girtîgehan hate kirin: Gelek binpêkirinên giran hene
12:01 HSD: Em ê li dijî van êrişan Rojava biparêzin
11:50 Rêveberiya Xweser: Dewleta tirk sûcên şer dike
11:46 Bi hinceta ‘ragihandina rêxistinî’ şandina çîrokê ya ji zarok re asteng kirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kirin
11:15 Cerdevanên nexwestin biçin operasyonê daxwaznameyên îstîfayê dan
10:58 Di doza rojnameger Muftuoglû de biryara beraetê hate dayin
10:41 Girtiya ku hatibû îdiakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:28 Karayilan: Aliyê kurd nabêje na lê rê nade taktîkên şerê taybet jî
10:26 DEM Partî: Divê demildest dawî li bombebarankirina li dijî qadên jiyana sivîlan bê anîn
10:10 Tehliye bi hinceta ‘halnebaşiyê’ tên astengkirin: Ezyetê li girtiyan dikin
10:05 Ji Abdullah Ocalan peyama ewil
10:03 Serokê Baroya Amedê Guleç: Destnîşankirina mafê hêviyê girîng e
09:58 Di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê de 8 kes hatin qetilkirin
09:54 Dayikên girtî beriya danişînê banga piştevaniyê kirin
09:13 Li Herêma Kurdistanê niha jî nîqaşên avakirina hikûmetê dest pê kirin e
09:08 Serokê Şaxa ÎMO'yê Korkmaz: Amed ji bo erdhejê ne amade ye
09:03 Di 21 rojên girtîgehê de 15 caran sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin
09:01 Dêrik: Xeta Bêrîtan hê jî li dijî 'xiyanetê' li ber xwe dide
09:00 ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2024’AN
08:44 Piştî 43 mehan li Îmraliyê hevdîtina ewil hate kirin
08:17 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî Şengalê kir