Bayindir: Rojava mîna stêrkan dibiriqe, divê Rojhilata Navîn bibe Rojava

  • rojane
  • 11:16 9 Cotmeh 2024
  • |
AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşankir ku fikra Netewa Demokratîk a Abdullah Ocalan wê ji bo krîzên li Rojhilata Navîn bibe çareserî û got: “Jiyana azad ku em lê digerin ne mucîze ye, li Rojava mîna stêrkan dibiriqe. Ji ber vê yekê divê Rojhilata Navîn bibe Rojava.” 
 
Îro salvegera 26’an e ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî hat destpêkirin. Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin û berê xwe da qada Ewropayê. Di encama vê komploya ku 9’ê Cotmehê dest pê kir, Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan, 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya bajarê Bûrsayê tê ragirtin û ev 43 meh in bi tecrîda girankirî re rû bi rû maye û agahî jê nayê girtin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî salvegera destpêkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat ji ajansa me re axivî. 
 
‘BIRÊZ OCALAN KURDISTANA PARÇEKIRÎ ANÎ CEM HEV’ 
 
Bayindir rehendên siyasî yên komploya li ser Abdullah Ocalan nirxand û wiha nirxand: “Birêz Abdullah Ocalan komploya ku di sala 26'an de tê meşandin, weke ‘komploya herî mezin a sedsala 21'an’ a li dijî gelê kurd nirxandibû. Tirkiye ji damezrandina xwe heta niha bi rêbazên komplogerî nêzî pirsgirêka kurd û têkoşîna kurdan bûye. Ji Şêx Sêîd heta Seyît Riza, ji Serhildana Agiriyê heta Doza 49’an, ji derketina tevgera azadiya kurd a salên 1970’î heta roja îro, rêbaza dewletê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd her tim komplo bûye. Birêz Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komploya herî mezin a dîrokê re rû bi rû ma. Têkoşîna kurdan bi pêşengiya birêz Ocalan yekem car derbasî nuqteyeke sîstematîk û hedefkirî bû. Çawa ku sîstema cîhanî di sedsala 20’an de dixwest kurdan bike çar parçe û bêstatu û bêsiberoj bihêle; birêz Ocalan jî kurd anîne asteke ku bibin yek û têbikoşin. Helwesta rêbertiya dîrokî ya birêz Ocalan, gelê kurd ê ku di navbera 4 netewe dewletan de hatiye parçekirin, anî cem hev û xist nava pozîsyona têkoşînê. Dema ku têkoşîna azadiya gelê kurd gihaştibû asta çareseriya li ser esasê statuyê, di 9’ê Cotmehê de li dijî birêz Ocalan komployeke bi vî rengî ya navneteweyî hate kirin.” 
 
'TESBÎTÊN BIRÊZ OCALAN YEK BI YEK PÊK TÊN' 
 
Bayindir anîna Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bi bîr xist û wiha got: “Di sala 1999'an de dema ku birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê, diyar kir ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku navenda wê Rojhilata Navîn e dest pê kir. Rewşa ku em îro dijîn, bi rastî jî tesbîtên birêz Ocalan ên berî 26 salan pêk hatiye. Îro hema hema her metreçargoşeya Rojhilata Navîn ji Filistînê heta Kurdistanê bûye qada şer û pevçûnan. Helbet ev yek ji planên stratejîk ên sereke yên hêzên emperyalîst ên navneteweyî ye. Di vê çarçoveyê de çareserî an jî neçareseriya pirsgirêka kurd di xaleke wisa de ye ku dê qedera Rojhilata Navîn biguherîne. Çareserkirina pirsgirêka kurd li ser esasê Rojhilata Navîn wê bibe sedema çareseriya demokratîk a pirsgirêkên dîrokî yên li Rojhilata Navîn. Dema ku birêz Ocalan ev yek eşkere kir, hêzên navneteweyî komploya ku wê Rojhilata Navîn sedsaleke din bike deryaya xwînê û pirsgirêka kurd bê çareserî bihêle, li pêş xistin. Dîsa di navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku li ser esasê bêstatû û bêsiberoj hiştina gelên Rojhilata Navîn û gelê kurd bû, ji bo vê yekê qada pevçûnê afirand.” 
 
‘KOMPLO BI SER NEKET, PARADÎGMA BELAVÎ HER DEVERÊ BÛ’ 
 
Bayindir bal kişand ser armanca tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya kurdan û got: “Di esasê xwe de armanc ew bû ku têkoşîna azadiyê ya kurd bifetisînin û tasfiye bikin, bêrêber bihêlin. Lê berovajî vê, birêz Ocalan bi berxwedana xwe ya li Îmraliyê, nehişt têkoşîna kurd a ku dixwestin tasfiye bikin têk biçe. Nehişt ku têkoşîna kurdan teng bibe. Tevî planên komployê jî tevgera azadiya kurd her ku çû xwe mezin kir û li qada navnetewî belav kir. Tevgera Azadiyê ya Kurd têkoşîneke ku ji serhildanên din ên kurd xwedî aliyên cuda belav bû. Birêz Ocalan dema ku di salên 70'yî de dest bi vê têkoşînê kir, pênasekirina 'Kurdistan mêtingerî ye' kir û li ser vê armancê danî pêşiya xwe ku Kurdistanê di kîjan statuyê de bihêle. Lewma di sedsala 21’an de di têkoşîna azadiya kurd de paradîgmayek şoreşî hat afirandin û veguherî paradîgmayek mînak.”  
 
‘BIRÊZ OCALAN BI BERXWEDANA XWE KOMPLO PÛÇ KIR’ 
 
Bayindir destnîşan kir ku paradîgmaya Ocalan li şûna teslîmiyetê bi berxwedanê bi ser ket û wiha domand: “Paradîgma û veguherîna stratejîk a birêz Ocalan armancên komploya navneteweyî bi giranî mehkûmî têkçûnê kir. Bi vê pêşketina paradîgmatîk têkoşîna azadiya kurd bi cîhanê da naskirin. Birêz Ocalan ji berê heta niha bi parastin, nîqaş û analîzan ramanên xwe gihandiye civakê. Îro her kesê ku fikir û ramanên birêz Ocalan tîne ziman, di rastiyê de parçeyek ji birêz Ocalan e. Îro ji Rojhilata Navîn heta Afrîkayê, ji Asyayê heta Amerîkaya Latîn rastiyek heye ku li ser birêz Ocalan nîqaş û gengeşiyan dikin. Bi ramana wî têdikoşe û li hemû cîhanê civakî dibe. Ji ber vê yekê êdî birêz Ocalan ne birêz Ocalan bi tenê ye, gehîştiye rastiyeke ku bûye bi milyonan kes. Rastiya birêz Ocalan stratejî û nêzîkatiya ku bi komployê dihat xwestin pûç kir û rêjeyek zêde vê komployê pûç kir.” 
 
‘DIVÊ EM RAKIRINA TECRÎDÊ Û AZADIYA OCALAN BIKIN ARMANCA XWE’ 
 
Bayindir bal kişand ser tecrîda dijwar a li ser Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji ber belavbûn hizr û ramanên birêz Ocalan, tecrîd ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê dijwarkirin. Birêz Ocalan derbarê çareseriya hemû Rojhilata Navîn û pirsgirêka kurd de biryarên dîrokî dide. Di roja me ya îro de hemû dînamîkên cîhanê û netewe dewletan pêwîste ji bo çareseriya vê pirsgirêka ku bê çareserî maye berê xwe bidin cem birêz Ocalan. Divê tecrîda li ser vê yekê bê rakirin û azadiya birêz Ocalan pêk were. Hevdîtina bîr û ramanên wî bi civakê re xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Li pişt hewldanên me yên ji bo azadiya birêz Ocalan û rakirina tecrîdê rastiyeke wiha heye. Ji ber vê yekê em dibêjin rakirina tecrîdê û têkoşîna li dijî wê ne tenê ya gelê kurd û saziyên kurdan e. Divê îro hemû gelên bindest, di serî de gelên Tirkiyeyê azadiya birêz Ocalan bikin armanca xwe.” 
 
BAYINDIR: DIVÊ ROJHILATA NAVÎN BIBE ROJAVA 
 
Bayindir anî ziman ku modela li rojavayê Kurdistanê li ser paradîgmaya Ocalan hatiye avakirin wek mînak nîşan da û ev yek wiha şîrove kir: “Netewe dewlet ên li Rojhilata Navîn ji bo ku fikrên birêz Ocalan negihîjin gel hemû hewldanan dikin û dixwazin asteng bikin. Lê belê paradîgmaya birêz Ocalan êdî ji mûcîzeyekê derket û li Rojava bûye zemîna avakirina jiyana azad. Veguheriye serpêhatiyeke zêdeyî 10 salan. Jiyana azad a ku em lê digerin êdî ne mûcîze ye, li Rojava wek stêrkek li kêleka me dibiriqe. Ya ku wê Rojhilata Navîn ji vî şerî û nexweşiyê û krîzan derxîne, fikra neteweya demokratîk a birêz Ocalan e. Îro modela Rojava bi awayek şênber li ber çavê me ye û nîşanî me dide ku mirov bi hev re bijîn. Helbet di destê me de ye ku em vê li her aliyê Rojhilata Navîn û Kurdistanê belav bikin û bi gel re bînin cem hev. Birêz Ocalan neteweya demokratîk, jiyana demokratîk û jiyana hevpar nîşan da. Yek ji xalên herî girîng ên vê yekê jî Rojava ye. Lewma divê Rojhilata Navîn bibe Rojava. Ji bo vê jî pêwîste Rojava li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe. Çareseriya emperyalîstên navneteweyî li Rojhilata Navîn Îsraîl-Filîstîn e; modela birêz Ocalan jî Rojava ye. Em dikarin du hêmanên weha diyar û zelal vebêjin.” 
 
‘DIVÊ HER KES BERÊ XWE BIDE AMEDÊ Û WERE MITÎNGÊ’ 
 
Bayindir di salvegera 26’an komployê de bal kişand ser girîngiya li dar xistina mitînga “Azadiyê” ya li Amedê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê kurd û dostên wan bi hev re li dijî komploya navneteweyî û teknîkên berdewamiya komployê li ber xwe didin. Îro jî bi tecrîdê dixwazin komployê bidomînin û em li dijî vê yekê li ber xwe didin. Hêz û vîna me heye ku em pergala tecrîdê ji holê rakin. Di vê xisûsê de em di 13’ê Cotmehê de mitîngekê li dar dixin. Ev ne mîtîngeke destpêkê ye û ne jî ya dawî ye. Dinya, Tirkiye û Kurdistan di asteke krîtîk de ne. Pirsgirêka kurd gihiştiye wê astê ku êdî nayê taloqkirin. Ev pirsgirêk di bin pêşengiya birêz Ocalan de pir rehet çareser dibe. Rastiyek birêz Ocalan heye ku derbarê çareseriyê de îradeya xwe bi awayekî herî bi dengekî bilind derdixe holê. Di navbera salên 2013 û 2015'an de provaya destpêkê ya vê yekê hat kirin û me dît ku gelê Tirkiyeyê çiqasî bi vê atmosfera çareseriyê ve girêdayî man û kêfxweş bûn. Di vê qonaxê de hemû nîşaneyên azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk nîşan didin. Ev rastiyeke siyasî ye, rastiyeke civakî ye. Em armanc dikin ku bi perspektîfek rêxistinkirî mitîngê li dar bixin û hemû beşên civakê yên ku li Amedê demokrasî û azadiyê dixwazin bînin cem hev. Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin. Li dijî desthilatdariya ku dixwaze şer dijwar bike em ê bi awayekî herî xurt vîna xwe nîşan bidin. Di 13’ê Cotmehê de em ê careke din navnîşana çareseriyê nîşanî wan bidin. Lewma divê di 13’ê Cotmehê de her kes berê xwe bide mitînga li Amedê.”
 
MA / Bêrîvan Altan - Mujdat Can

Sernavên din

12:54 Komplo li gelek bajaran hate protestokirin
12:54 Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:53 Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin
12:43 CHP çû serdana DEM Partiyê
12:36 DEM Partî: Rêya demokratîkbûnê rakirina tecrîdê ye
12:35 Malbat û peykersaz beşdarî merasîma vekirina bîrdariya Komkujiya Garê nebûn
12:26 Du jinên Rojhilatî çand û erdnîgariya xwe bi cîhanê didin nasîn
12:03 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:59 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên komployê
11:43 Jinan ji rayedaran re got: Temaşe neke, neaxive, pêşiyê li tundiyê bigirin
11:18 Gel vexwendin Qada Stasyonê: Em ê li Amedê rêya çareseriyê pêşkeş bikin
11:16 Bayindir: Rojava mîna stêrkan dibiriqe, divê Rojhilata Navîn bibe Rojava
10:57 Li dijî texrîbata ekolojiyê ya li Giyadînê dê çalakî bên lidarxistin
10:56 Prz. Şahîn: Dive ji bo ‘mafê hêviyê’ saniyekê jî neyê sekinandin
10:42 Unsal: Heke qala aştiyê bikin wê demê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:02 DBP’ê bi boneya komployê daxuyanî weşand: Xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan derbikevin
09:59 Hevşaredara Misircê hate binçavkirin
09:58 Ji sedan rezvanan tenê sê jê man
09:55 Ji Şandeya Aştiyê Padel: Ocalan ji bo pevçûnan çareyê dibîne
09:19 Êzidî li dijî peymana 9'ê Cotmehê têdikoşin: Tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin
09:19 Xerîb Hiso: Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komployê bû
09:07 Mehmet Ocalan: Derhiqûqtî bi erêkirina komplogeran didome
09:06 Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû serlêdana 'rawestandina înfazê'
09:05 Derhêner Kazim Oz: Sînemaya kurdî bi 'sansureke dersînor' re rû bi rû dimîne
09:01 Berdana Şitilay cara 4'an hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2024’AN
08/10/2024
21:30 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di rojevê de ye
21:25 ‘Yê ku aştiyek bi rumet bîne Ocalan e’
16:38 Li Amedê seferberiya 13’ê Cotmehê: Ji bo azadiyê em biherikin Qada Stasyonê
16:35 Rûniştina girtî ya Meclisê dest pê kir
16:23 4’emîn atolyeya ‘rojnamegeriya krîzê’ ya DFG’ê dest pê dike
16:00 AKP’ê û MHP’ê bi paş ve gav avêt: Ji bo cînayetên zarokan dê komîsyon bê avakirin
15:37 ÎHD’ê bang li NY’ê kir: Qirkirinê bidin sekinandin
15:10 Hestiyên di gorê de aydê Cem Garîpoglû ne
15:04 Li Edeneyê amadekariyên 13’ê cotmehê: Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye
14:59 Zindana Amedê ya navenda îşkenceyê bû tê hilweşandin
14:57 Hatîmogûllari ji Bahçelî re got: Em ê gavên tên avêtin bişopînin
14:13 Bertek nîşanî toza ku ji kargeha kilsê belav dibe dan
13:55 Xwendekaran li Wanê komkujiyên jinan protesto kirin
13:54 Di doza Ozgur Gundemê de daxwaza ceza
13:10 Danişîna ewil a ‘Biaxive tu ji ku yî?’ hat lidarxistin
12:43 Besê Hozat bersiv da Bahçelî: Keremke Îmrali li wir e!
12:39 Hatîmogûllari: Em ji bo muzakere û guftûgoyê amade ne
11:16 Li Mêrdînê bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:53 Tundiya zilam: Lêdan, gef û êrişa zayendî
10:26 Ji AYM’ê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’
10:12 Li Manîsayê winda bû, li Ûşakê cenazeyê wê hate dîtin
10:05 Erdogan got ‘armanc Tirkiye ye’: Meclis bi rojeva Îsraîlê dicive
09:51 Birayên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin: Me tenê destûra lêgerînê xwest
09:46 Doza ku faîlê wê polîs e 8 sal in tê dirêjkirin
09:39 Ayhan ê bi Ocalan re rêwîtî kiribû: Ji bo mirovan bû hêvî
09:11 Girti Aslan: Girtiyên pîr û nexweş di hucreyên yek kesî de tên ragirtin
09:11 Konca: Abdullah Ocalan yekem rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye
09:10 Rojnamevan Balekanî: Hilbijartina li Kurdistana Federe wê bandorê li tevahiya herêmê bike
09:08 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê jin di refên pêş de cih bigirin
09:06 Bavê Rojîn Kabaîş: Bila îdiaya wesayîta spî bê lêkolînkirin
09:04 Hevalê wî yê qawîşê mirina Kuday dît lê dozgeriyê nedît!
09:02 Li Şirnexê amadekariyên ‘Mitînga Azadiyê’: Gelê Botanê dê bi herike Amedê
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2024'AN
07/10/2024
20:17 Jin di têkoşînê de bi israr in: Em ji bo edalet û azadiyê li her derî ne
19:16 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin binçavkirin
19:00 Banga ji bo Mîtînga azadiyê: Divê Amed ji bo aştiyê misyona xwe bilîze
18:41 11 roj in tu agahî ji Kabaîşê nayê girtin
15:39 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê de’ ji bo girtiyên nexweş bang
15:22 Komxebeta Tenduristiyê ya Girtîgehan: Girtiyên hatin berdan serpêhatiyên xwe vegotin
14:48 DFG’ê bang kir ku ‘Pêşî li qetilkirina rojnamevanan bê girtin’
14:26 Xwendekaran qetilkirina jinan protesto kirin
14:25 Rêveberên DEM Partiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:04 Pitika bi navê Sila ku êrişa zayendî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
13:55 KESK dê li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikumetê dakeve qadan
13:02 Massimo D’Alema: Clînton li min geriya, got ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê’
12:34 Bernameya ‘mitînga azadiyê’ diyar bû
12:29 Li Îzmîrê êrişî jinekê hate kirin: Bi giranî birîndar bû
11:42 Temellî: Li Tirkiyeyê şer tê gurkirin
10:56 Xebata madenê ya li Pîrejmanê zirarê dide xwezayê
10:38 MKG: Em ê xwedî li rojnamevaniya kurdî derkevin
10:30 Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we
09:01 Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome
09:01 Li Wanê dema firotina guhîjan e
09:01 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê bi sedhezaran kes ji bo çareseriyê li Amedê bin
09:00 Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN
08:39 Xwebûn bi manşeta 'Komplo ne rojek e, pêvajoyek e' derket
06/10/2024
21:44 Hunermendan qetilkirina jinan şermezar kir
21:23 Can: 26 sal in li Îmraliyê sansûrek bêmînak heye
21:00 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
20:52 Li Îranî seferên balafiran hatin betalkirin
18:39 TJA: Divê em ji bo ewlehiya xwe werin cem hev
17:33 ‘DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin'
17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê seferberiya ji bo 'Mitînga Azadiyê'
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye