VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e

WAN - VAT-ÎŞ-KOOP a ji aliyê siyasetmedar û cotkaran ve hatiye avakirin, li 105 dekar erdî dest bi çinînê kir. Hevserokên kooperatîfê gotin ku armanca wan civakeke xweser e.

Kooperatîfa Karsaziya Berhemên Çandiniyê ya Wanê (VAT-ÎŞ-KOOP) ku 2 sal berê li Wanê ji aliyê nêzî 60 siyasetmedar û cotkaran ve hat avakirin, îsal dest bi debra xwe kir. Koma ku Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê yê berê Şaredar Mustafa Avci ku di sala 2019'an de qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin jî di nav de, piştî avakirina kooperatîfê destpêkê di laboratuar an jî baxçeyên biçûk de hilberîneke biçûk kirin. Îsal li navçeyên Artemêt, Erdîş, Bêgirî, Tûşba û Westanê li 105 donim erdî sêv, hirmî, petat, behîv, lewante, pincar hwd. hatin çandin.
 
Hemû endamên kooperatîfê bi hev re di nava salê de li hemû berheman xwedî derketin û ew ji bo çinînê amade kirin. Hevserokên VAT-ÎŞ-KOOP'ê parêzer Bayram Çîçek û Caziye Dûman der barê kar û barê xwe yê koperatîfê de axivîn.
 
 
Hevserokê VAT-ÎŞ-KOOP'ê Parêzer Bayram Çîçek diyar kir ku wan di serê meha Hezîranê de kartolên ku li 10 deh donim erd çandine berhev kirine. Çîçek diyar kir ku di hemû pêvajoyan de kedeke girîng hat dayîn û got: “Kooperatîfa me li Wanê hat avakirin. Wekî yekîneya Erdîşê me bi 20 hevalên xwe re li navçeyê 10 donim kartol çandin. Me bi qasî 2 ton û nîv tov bi kar anî. 20 hevalan bi ruhê kolektîf zeviyek çandin, hêz û sermayeya xwe dan pêş. Par li ser 4 donim erd kartol hatin çandin, lê ji ber kêmbûna cihan berhema ku tê xwestin nehat bidestxistin. Îsal me 10 donim çand. Em ji her donimî li dora 5 tonan hêvî dikin. Me par bi rêbazên berê kartol çandin û berhev kirin. Lê îsal em bi awayekî profesyoneltir xebitîn. Me îsal amûrên ku ji bo çandiniyê bi kar anîn, me par bi saya kartolên par sitendin." 
 
HEM XERÎDAR HEM JÎ HILBERÎNER WÊ QEZENC BIKIN
 
Çîçek anî ziman ku civakeke xweser bi kooperatîfan pêkan e û got: “Pergala nû ya cîhanê hilberîner mehkûmî sermayedaran dike. Armanca me nîzama civakî ya xweser e. Hewldanên me civakeke ku ew bi xwe hildiberîne, difiroşe û ji vê bazarê tiştekî bi dest dixe bi xwe ye. Di vî warî de ya herî girîng ew e ku bi rêya kooperatîfan sermaye û navbeynkar ji holê bên rakirin û hilberîner û xerîdar bên cem hev. Bi vî awayî hem xerîdar û hem jî hilberîner dê qezenc bikin. Îro dema em bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin, hilberîner nikarin tiştên ku çêdikin bifiroşin. Me xwest ku navbeynkaran ji holê rabin û hilberîner û xerîdar bi rêkûpêk bigihîjin zexîre." 
 
ARMANCA KOOPERATÎFÊ
 
 
Hevseroka din a Kooperatîfê Caziye Dûmanê jî bal kişand ser rewşa cotkarên li welêt. Dûmanê wiha berdewam kir: “Hemû hewldanên wan tên paşguhkirin û berhemên wan di destê wan de dimînin. Krîza aborî jî cotkar xistine nava rewşeke zehmet. Ji ber buhayan kes nikare tiştekî bikire û cotkar jî nikarin bifiroşin. Mixabin, em girêdayî kargeh û bazarên zincîrê mane. Pergala kapîtalîst zirareke mezin dide cotkar û welatiyan. Pergala kapîtalîst sîstemeke ku xwe li ser kedkaran dewlemend dike. Kîloya firingiyan ku ji hilberîneran bi 20 TL'yî tê kirîn, li fabrîqe û marketan bi 40 TL'yî tê firotin. Armanca me ew e ku bêyî navbeynkar berhemên bi buhayên erzan bigihînin gel. Çi dibe bila bibe, divê mirov axa xwe neterikîne û berê xwe bide çandiniyê.”

Sernavên din

13/10/2024
17:26 Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe
16:56 Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e
16:38 Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan
16:33 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kirî: Deriyên Îmraliyê vekin
16:20 Hevserokê DEM Partiyê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
15:54 Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin
15:49 Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
15:25 Berxwedana Botaniyan encam girt: Gel ber bi Amedê ve kete rê
15:13 Li Amedê berxwedana ‘Azadiyê’
14:54 Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’
14:27 Baskê Rihayê yê ‘Mitînga Azadiyê’ li Amedê dest bi meşê kir
14:22 Ciwan li Rezanê bi dirûşma ‘Azadiyê’ dimeşin
13:51 Ji Xana Axparê ber bi Amedê ve meşa ‘Azadiyê’
13:14 Li her çar aliyên Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
12:59 Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
12:58 Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe
11:41 Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin
10:58 Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn
10:50 Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome
10:21 Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
10:20 Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin
10:00 Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were
09:48 Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe
09:47 Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye
09:16 Bafel Talabanî: Em ê tişta li me tê ferzkirin biguherînin
09:00 ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN
08:45 Hejmara 85’an a Kovara Jinê derçû
08:44 Ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:15 Astengkirina ‘Mitînga Azadiyê’ hate protestokirin
12/10/2024
22:05 Ji astengiya polîsan re gotin 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:52 Abdullah Findik bû serokê Baroya Şirnexê
16:45 Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin
16:37 Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin
16:29 Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin
15:32 Li Enqere û Stenbolê xwestin Hatîce Onaran bê berdan
15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin