ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin

  • rojane
  • 14:25 11 Cotmeh 2024
  • |
img
ENQERE - ÎHD’ê da zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji sala 2021’ê heta niha herî kêm tehliyeya 501 girtiyan asteng kirine û xwest ev lijneye were girtin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî Lijneya Îdare û Çavdêriyê ku bi hincetên cuda tehliyeyên bi sedan girtiyan asteng dikin, li gelek bajaran daxuyanî da. Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê li avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. 
 
RÊZIKNAME
 
Hevserokê Şaxê Omer Faruk Yazmaci metna hevpar xwend. Metna hevpar a bi serenavê “Bila Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya tehliyekirina girtiyan asteng dike bên betalkirin” wiha ye: “Guhertina di Madeya 89’emîn a Qanûna Têkildarî Înfazkirina Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê ya hejmar 5275’ê û Rêziknameya Têkildarî Navendên Çavdêrî û Dabeşkirinê û Nirxandina Hikûmxwaran di 29’ê kanûna 2020’an bi Rojnameya Fermî ya hejmar 31349’ê re kete meriyetê. Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên bi vê rêziknameyê re ketin meriyetê, her 6 mehan carekê rewşa girtiyan dinirxîne bê ka halbaş in yan na. Li gorî fikraya sêyemîn ya madeya 89’an a Qanûna Hejmar 5275’ê, dê serdozgerê komarê yan jî kesekê/a ku ew diyar dike dê serokatiya lijneyê bike. Di vê lijneyê de; midûrê saziyê, midûrê duyemîn ê ji çavdêrî û dabeşkirinê berpirsyar, memûrê îdareyê, bijîşkê girtîgehê, psîkiyatrîst, psîkologek û personeleke di servîsa alîkariya psîko-sosyalê de cih digire, mamoste, serememûrê înfaz û parastinê û personeleke teknîkê yê ji hêla midûrê saziyê ve hatiye diyarkirin dê di lijneyê de cih bigirin. 
 
LI DIJÎ PMME Û DESTÛRA BINGEHÎN E
 
Rêziknameya behsa xeberê ji destpêka sala 2021’ê ve kete meriyetê û ev lijneye hem li dijî Destûra Bingehîn e hem jî li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Weke Navenda Giştî ya ÎHD’ê, me di 12’ê kanûna 2020’ê de bi daxwaza betalkirina vê lijneyê serî li Dadgeha Kargerî ya Bilind da. Em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku dadgehê heta niha jî derheqê vê doza me de biryarek nedaye. 
 
HERÎ KÊM TEHLIYEYA 501 GIRTIYAN HATE ASTENGKIRIN 
 
Gelek girtiyên ku tehliyeyên wan ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatine astengkirin, bi rêya malbat û parêzerên xwe serî li komeleya me dan. Ji ber ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan daneyan parve nake, agahiyên zelal li ber dest nînin bê ka heta niha tehliyeya çend girtiyan hatiye astengkirin. Lê belê weke ÎHD’ê bi qasî me tespît kiriye; ji sala 2021’ê roja ev lijneye ketiye meriyetê heta niha herî kêm tehliyeya 501 girtiyan bi periyodên 9 meh, 6 meh û 3 mehan hatine taloqkirin. Hêj niha jî tehliyeya hinek girtiyan tê astengkirin. Ji girtiyên tehliyeya wan hatine taloqkirin 54 jê ji girtiyên 30 sal in di girtîgehê de ne. Van kesan mafê berdana bişert qezenc kiriye. Ji girtiyên tehliyeyên wan hatine astengkirin 73 jê girtiyên jin in. Her wiha ji girtiyên tehliyeyên wan hatine astengkirin 105 jê di lîsteya me ya girtiyên nexweş de cih digirin û ji wan jî rewşa 42 yan giran e. Di sala ewil a rêzikname ketiye meriyetê de tehliyeya yek ji girtiyên nexweşiya wî giran Hayrettîn Yilmaz hate taloqkirin û mixabin Yilmaz ji ber nexweşiyên xwe yên giran li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Ji girtiyên tehliyeya wan hatiye taloqkirin 123 jê di pêvajoyên piştre de hatin berdan. 
 
BIRYARÊN KEYFÎ
 
Lijneyên ku di çarçoveya vê rêziknameyê de hatine avakirin, xwe dixin şûna dadgehan û derheqê girtiyan de biryar didin bê ka başhal e yan nebaşhal e. Her wiha wiha biryarê didin bê ka dê girtî ji mafê xwe yên berdana bişert û berdana bikontrol bikar bînin an na. Di lijneyê de ji bilî dozgerê girtîgehê, biryarên tu yek ji van kesên di van lijneyan de cih digirin hiqûqî nînin ku weke dadgehê paralel tevdigerin. Derheqê gelek girtiyan de heta roja tehliyeya wan biryarên başhaliyê tê dayin lê di dema berdanê de biryara ‘nebaşhaliyê’ tê dayin û tehliyeyên girtiyan girêdayî biryarên keyfî yên rayedarên girtîgehê tên kirin. Girtî û parêzerên wan li dijî van biryaran îtîrazan dikin lê encamek nayê bidestxistin. Bi vê yekê re tehliyeyên girtiyan bi demekê dirêj re tê vehêlandin.
 
QANÛNAN BI PAŞ VE DIBIN 
 
Li dijî prensîba 'qedexekirina qanûnek paşde hatiye derxistin’ê ye ku Desteya Îdarî û Çavdêriyê bi hinceta cezayên disiplînê yên beriya roja ketina rêziknameyê hatine girtin, biryarê didin ku girtî ne baş in. 7/1-2 ya Qanûna Ceza ya Tirk de tê gotin ku divê roja ku sûc hatiye kirin esas bê girtin. Li gorî xala 38'an a Destûra Bingehîn, hukmên neyînî yên ku piştî roja sûcê ketine meriyetê, li ser bersûc nayê sepandin. Ev qedexe yek ji prensîbên ku dewleta hiqûqê dixe meriyetê ye. Her çend di Destûra Bingehîn de dewlet wekî dewleta hiqûqê tê binavkirin û prensîba herî bingehîn û garantiya dewleta hiqûqê jî prensîba 'paşverûbûna qanûnan' e jî, bi guhertinê re qanûn rasterast ji bo girtiyên li girtîgehê tên sepandin. Rêyek ku em di demên awarte de jî pê re rû bi rû nebûn. Xala 38'an a Destûra Bingehîn û xala 7'emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk xaleke ferz e û ji nîqaşê re nayê vekirin. Dadgeha Destûra Bingehîn di yek ji biryarên xwe yên derbarê nepêkanîna yasayan bo dema borî de got, ‘Ewlehiya yasayî ya ku dewleta hiqûqê mecbûr e pêşkêş bike, wek rêgez pêwîst e ku qanûn paşverû neyên sepandin.’ Ji ber vê sedemê li gorî 'prensîba paşvenexistina qanûnan' ev hincet heye ku ji ber ku zagonên piştî roja ketine meriyetê li ser rewşên hiqûqî dikarin bên sepandin, qanûnek paşerojê 'ji bo bûyerên berê derbas nabe’.
 
ASTENGKIRINA BERDANA GIRTIYAN
 
Dema desteyên Îdare û Çavdêriyê der barê girtiyan de biryara halê baş dide şîroveyên razber û subjektîf diike. Her wiha ji girtiyên siyasî jî beyanên poşmaniyê dixwaze. Ji ber vê biryarê bi sedan girtiyên polîtîk ji mafên xwe yên berdana bi şert û berdana kontrolî mehrûm mane. Li hin girtîgehan beriya girtiyan bin cem desteye berdana wan tê astengkirin. Girtî serî li me didin û radigihînin. Wezîfedarên desteye ji girtiyan pirsên polîtîk dikin û di çarçoveya van pirsan de darazek tê avakirin. Desteyên girtîgehan bi hincetên cuda berdana girtiyan asteng dikin. Girtiyên ku berdana wan tên astengkirin serî li dadgeriya Înfazê û Dadgehên Cezayê Giran didin. Îtîraz ango serlêdanên wan bêhincet tên redkirin. Desteya Îdare û Çavdêriyê jî di heman wextê de biryaran erê dike. 
 
CARA DUYEM TÊN CEZAKIRIN 
 
Hema bêje desteyên girtîgehan der barê hemû mafên girtiyan de biryar dide û bi giştî hemû mafên girtiyan bi awayên cihê asteng dike. Ev yek jî di serlêdanên bo komeleya me de jî tê fêmkirin. Desteyên girtîgehan bi astengkirina berdana girtiyan cezakirina duyemîn li girtiyan ferz dikin. Astengkirina berdana girtiyan, jiholêrkirina mafê hêviyê hem bandorek neyînî li ser girtiyan hem jî li ser malbatên wan dike. Em wek Komeleya Mafên Mirovan dixwazin ku Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên ku azadiya girtiyan asteng dike bê betalkirin û girtiyên dema berdana wan hatiye demildest bên berdan.
 
STENBOL 
 
Komîsyona Girtîgeha Navendî ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê têkildarî biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê û astengkirina berdana girtiyan li avahiya xwe ya komeleyê ku li navçeya Beyoglûyê ye civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya ku pankarta “Bila lijneya çavdêrî û îdareyê ya berdana girtiyan asteng dikin bê betalkirin” hate vekirin de Hevseroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî metna daxuyaniyê ya hevpar xwend. 
 
RIHA 
 
Şaxa ÎHD’a Rihayê jî bi daxwaza rakirina Lijneya Îdare û Çavdêriyê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Ji bilî endamên komeleyê, endamên rêxistina DEM Partiyê yên Rihayê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Rihayê jî beşdar bûn. Di civînê de Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’a Rihayê Bawer Gul metna hevpar xwend. 
 
WAN
 
Şaxa ÎHD’a Wanê têkildarî mijarê li avahiya şaxa xwe daxuyanî da. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Salîh Coşkûn li Navenda Giştî ya ÎHD’ê metna hevpar xwend. 
 
AMED 
 
Şaxa ÎHD’a Amedê têkildarî daxwaza “Betalkirina Lijneyên Îdare û Çavdêriyê” li avahiya şaxa xwe daxuyanî da. Metnê daxuyaniyê endama Komîsyona Girtîgeha Şaxa ÎHD’a Amedê Esra Saçaklidir xwend. Saçaklidir da zanîn ku taloqkirina berdanan bandoreke neyînî hem li girtiyan hem jî li malbatan dike, xwest Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê bên betalkirin û girtiyên ku şert û mercên wan ên berdanê hene demildest bên berdan.
 
DÊRSIM 
 
Li Dêrsimê jî Şaxa ÎHD’ê li Kolana Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila lijneyên çavdêrî û îdareyê yên ku azadiya girtiyan asteng dikin û mafê heviyê ji holê radikin bên betalkirin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên Lijneyên Çavdêriyê yên Îdareyê û hate xwestin ku lijne bên rakirin. 
 
ÊLIH 
 
Rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê jî li ber komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartên “Em li girtîgehan ne mirinê jiyanê diparêzin” , “Dimirin bêdeng nemîne” hatin vekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Sînan Îslam Gegîn jî wiha got: “Em dixwazin ku Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê bên betalkirin û girtiyên ku şertên wan ên berdanê hene demildest bên berdan.”
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî têkildarî mijarê li avahiya xwe ya li Geverê daxuyanî da. Parêzerên OHD’î tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê şaxê Eren Baskin daxuyaniya hevpar xwend. 
 

Sernavên din

16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvjoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmeh3e de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin - HATE NÛKIRIN
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
09/10/2024
23:08 Li Mêrdînê qetilkirina jinan hat protestokirin: Em ê dest ji jiyanê bernedin
19:51 'Em ê li dijî komployê li ber xwe bidin'
16:54 Li Rihayê bîranîna 10’ê Cotmehê: Em ê girêdayî bîranîna wan bin
16:34 DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike
16:16 Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
15:50 Di çalakiyên komployê de ‘azadiya’ Abdullah Ocalan hat xwestin
15:46 ‘Em ê biisrar li dijî komkujiyên jinan dengê xwe bilind bikin’
15:32 Tecrûbeyên têkoşîna jinan hatin nîqaşkirin
15:19 Wezareta Parastinê pirsên der barê ‘mayinê’ de bêbersiv hişt
15:13 Hunermendên binçavkirî dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:12 Waliyê Wanê piştî 13 rojan ji bo Kabaîşê daxuyanî da
15:12 Hevşaredara Misircê Aktîn hate berdan
14:59 Li Hesekê û Qamişlo bi deh hezaran kes komployê protesto kirin